|
|
- Dijberên Kurdayetiyê ji xemsariya berpirsên hikumeta Kurdistana
Azad
û bêtifaqiya rêvebirên civaka
Ezdî fêdedikin
-
-
-
- Kemal
Tolan
-
-
-
-
- Ji ber ku
gelek kes û rêberên me Kurdan nêrînên xwe li ser bingehên buyerên
ku van rojên dawiyê li Þêxan, Mûsilê
û li derdorên wê çêbûne anînine ser ziman û min jî gelek caran
ev pirsgirêkên bingehîn di gotarên xwe yên hatine weþandin de anîne
ziman, niha naxwazim cardinê zêde li ser wan pirsgirêkên bingehên
buyeran rawestim.
-
- Tenê, ez
dixwazim van çend dîtin û pêþniyariyên xwe jî dîsa bi kurtasî
bibêjim
-
- Bi
dîtina min, divê rêberên hikumeta Kurdîstana azad, wan kes
û oldarên Kurdan yên ku me û zarokên xwediyên axa Kurdîstanê
bedidine hevûdinê û me Kurdan ji bona menfêata fanatîzma xwe jihevûdinê
dûrdikin û bihevûdinê didinekuþtin, hêjî baþtir nasbikin. Heta
ji wan bê, rojek berî rojekê destên wan paþverû û olperestên
nezan ji nava rêberîtiya netew û civaka me derxînen. Di zagon û
desthilatdariya Kurdî de ferzbikin ku hemû rêber û oldarên Kurdîstanî
ji nasnama xwe ya kurdbûnê re xwedî derkevin û eþkere li her derî,
ji her kesî re bibêjin kurd, kurd e çî misilman, çî êzdî, çi
kildanî, û hwd.ê .
-
- Ez li goriya
zanîna xwe dibêjim û dibînim ku rêvebirên meclîs û civaka Êzdiyên
li Kurdîstana azad de dijîn, hêjî nikarin li goriya Êzdayetiya
resen xwe û civakê bi rêxistin bikin. Ne þixwe, gava bandora wan rêber
û ruhaniyên me li ser civaka wan e Êzdî hebûna, ewan doh ne dihîþt
ku hinek „endamên“ wan li goriya rê û resmên olên xerîban
zarokên Êzdiyan bikujin. Ewqas ferman bi serê bav-kalên me Êzdiyan
ve hatine û zilm li wan buye, hîna kesî di tu bedîlan de ne bihîstiye
ku Êzdî keçên xwe weha bi awayekî hovane kuþtine.
-
- Li
goriya dîtina min, li ser van buyeran nêrîna xuþka nivîskar Sîdar YÎGÎT gelekî
hêja ye û dibêje:
- „Bila kesek
xwe nexapîne. Mesele ne hema meseleya keçeke êzîdî ye. Kiryarên
wiha olan nanasin li welatê me. Keçên misilman jî, yên êzîdî jî
(û yên elewî jî) dibin qurbana vê þîddetê.
-
- Keç û jin
hema wiha ji niþka ve nayên kuþtin û ji reflekseke bêfikir xwe
nakujin. Mekanîzmayên civakî rê li ber bûyerên wiha vedikin. «Kuþtinên
namûsê » (yan jî di bin çi navê din de dibe bila bibe) encama
herî tûj ya civaka jinçewisêr e…“ berdewam di
http://www.netkurd.com/gotar.asp?yazid=104&id=1229
-
- Ez jî
dibêjim, gelekî pêwîste ku berpirsên
hikumeta Kurdistana azad û yên civaka Ezdî çi li nav û
derveyî welat de, tev bi hevûdinê re wan kesên ku ev xuþka me
qetilkirine bigrin û teslîmî
ber destên rêvbirên desthilatdariya
Kurdî bikin. Û nehêlin êdî tu kes van wahþetan bi navê dîn
û tucarî bi navê Êzdiyatiyê bikarbînin.
-
- Li aliyê dinê
jî ez bawer nakim ku ev pirsgirekên vêga li Kurdîstanê, di nava
Kurdên êzdî û misilman de peyda dibin û hene ji aliyên hêza van
„reþenbîr“, „rêvebir“ anjî
„tifaqên“ mal-komelên
me Êzdiyên li derveyî welat xebatê dikin ve jî çareser
bibin.
-
- Ez nizanim ka
van „rewþenbîr“, „rêvebir“ û „tifaqên“ mal-komelên
me Êzdiyên li derveyî welat de ji çend pirsgirêkên helandin
û asîmlasiyona ku vêga em û zarokên me li ewrûpayê di dinav de
difetisin re çareserî dîtine ?
-
- Vêca gelî xuþk
û birayên Kurd, divê em hevûdinê ne xapînen û bizanîbin ku pêþiyên
me ne beredayî gotine “kî ne li þere, ew þêr e“ anjî „Þam dûre,
qey miþar jî dûr e“.
-
- Wekî ne derew
be, bila ev kesên ku niha li ser biþkokên computerê, di nava çar dîwaran
û di bin ewlekariya dewleta em tê de ne, xwe pispor û zane dihesibînen,
kerem bikin herine Kurdîstana azad û endamên civaka xwe birêxestin
bikin. Ki rê li ber wan girtiye?......
-
- Dîtina
min xwe ya dawî dibêjim, heta berpirsên hikumeta Kurdistana azad û yên
civaka Ezdî(çi li nav û derveyî welat de ne)yan, di derheqê
pirsgirêkên ku nakokiyan dixine nava gelê Kurd de xemsaribin û li
hemberî dijberên Kurdayetiyê hevkariyeke xwe ye bi rêk û pêk çênekin, wê aþîtî û demokrasiya li Kurdîstanê
jî bi ser nekeve.
-
- Ez weke kurdekî
êzdî hemû qetliyamên terorîstî û bi taybetî jî yên van rojên
dawiyê ku li Mûsil û derdorên wê çêbûne bi tundî þermizardikim.
-
- Dibêjim, bila
serê hemû kesên malbatên þehîdên Kurdan sax be.
-
- Þikir ji Xwedê
û van destkeftiyên Kurdayetiyê ye hêja re !
-
- Kemal
Tolan
Oldenburg 24.04.2007
|
|
|