DIJBERITIYA DI NAVA OL Û NETEWÊN LI KURDISTANÊ DE, DERIYÊN GELEK DERGEHÊN ME MORKIRINE 
 

Kemal Tolan

 

 
Her çiqas min ilmê ekonomî(aborî)yê nexwandibe jî, ez dizanim gelek sedemên pêþveneçuna aboriya me Kurdan hene. Dema ez li goriya vê zanîna xwe li rewþa kronolojiya aboriya Kurdîstanê dirênim, ez gelekî xemgîn dibim û dibînim ku piraniya maldar, sermayadar û karbidestên me Kurdan jî timî ji ber zordariya dewletê û kevneperestiya di herêmê de nikarîbune li goriya azadiya dilên xwe kar bikin. Tiþtê min herî zêde diêþîne, ew jî ku em Kurd bixwe bûne û hêjî dibine kevnika ser destên kevneperestan û dewletê û me bixwe zirar daye-didine hev û netewa xwe. Bi dîtina min, ji xwe gava hinek kes, dezgeh û saziyên “rizgarîxwazên” Kurdîstanê jî bi rastî ji van sedemên ku dijberiya me zêdedikin baþ fahm bikirina û ew jî ji erkên xwe ye netewî re biaqilî xwedî derketina, hingê û vêga jî ev dagerkirin, talanî û wêranbuna welatê me ewqas mezin ne dibûn.
 
Keremkin birênen, ez niha bi xêra gotinên þadên dinava me de zindî ne û nûçeyeke ku di rojnama Batmanê ye herêmî de hatiye weþandin, nimûna buyerke ku hêjî aktuelle(dirojevê deye) bînime ber çavên we hêjayan.
 
Dema min di nûçeyên rojnama “Batman Çaðdaþ Gazetesi” de bihîst ku “deriyê fabrîka herdû birayên Êzdî ji ber zordarî û kevneperestiya di herêmê de heye tê morkirin-girtin” [1], ez gelekî pêêþiyam û ev buyer jî ji min re bû derd. Ez rabûm çûme cem camêrekî(lê,ez naxwazim navê wî eþkere bikim)[2]ku min dizanîbû ev meriv û gundiyê van herdû birayên Êzdî ye. Min rojname jê re xwand û ewî ji min re got: ”Belê, rojnamevan buyer rast nivîsandiye û eger tû jî binivîsînî ezê vê buyerê tevî ji serîve ji te re bibêjim…..”[2]
 
Min gotê, de ka ji kerema xwe re tû jî vê buyerê ji me re bibêje!
 
Þade dest pêkir û got:  “Belê, raste di wextekî de gelek mal û milk(erd)ê van herdû birayên Êzdî di gundê Qorixê de hebû. Me merivên wan jî hingê alîkarî dida hevûdinê û me gundiyan(hingê em çil malên Êzdî, sê malên xaçparêz û çend malên musilmanan tevî þêxekî wanî bi navûdeng di gundê Qorixê de dijiyan) jî bi xêra çandinya erd-debara wan xwe xwedîdikir. Evan herdû  bira Xelîl û Usiv di sala 1981 de Qoperetîfa çêlekên þîr didên vekirin. Ji xwe di wî wextî de piraniya Kurdên di herêma me de nizanîbun ka Qoperetîf çiye. Wexta qoperetif vekirin û 50 çêlek(mang)ên þîr didan anîn, çend ji me karkerên gundivên xwe jî ji bona xwedîkirina mangan û hilanîn-danîna þîr di nava þuxlê qoperetîfê de dane þuxlandin. Dûre ji bo karibin karûbarên qoperetîfê çêtir nasbikin û þuxlê xwe hînjî bi zanistî birêve bivin, rabûn çar ji ciwanên me(ev þexsan hêjî saxin û ez dikarim navên wan jî eþkere bikim.Lê..) gundiyan þandine dibistana ji bo zanîna karê qoperetîfê. Gundiyan jî didîtin ku ev nikaren hemû karkerên li gund(Qorixê) hene tevan di qoperetîfê de bidine þuxulandin. Hinek ji gundiyên me yên betal ku ji ber zilm û zora dînî nikaribûn ji gundê xwe derkevin jî çûn xwe avîtine ber bextên  van biran û gotine wan: “hukumet û alî we nasdikin, gava hûn bixazin hûn dikarin me di ciyekî dinê de bidine þuxlandin”. Birastî jî, hukumeta hingê gelekî kêfa xwe ji van herdû birayan re tianî. Bixêra wan dahin û standinên wane baþ, rabûn hingê 10 kesên gundiyên xwe ji bo kar þandine derveyî welat. Belê, vane hinek ji van deh kesan vêga hêjî li Almaniya û Feransa kardikin. Gelek merivên li derûdora Biþêrî yê û ne Êzdî jî dizanin, van birayên Êzdî hingê çûne nava Tirkiyê ji  herêma Çukurova çar barên qamiyonan ji zeyt, margarînê û hwd.ê anîn bi nîvbuhayekî li gelê herêma xwe belakirin(Bi Xwedê, vêga hêjî gelek kesan ew perên deynên xwe ye hingê nedane van biran).
 
Ji xwe heta ku xwediyê fabrîqa þîr ya li bajarê Sêrtê nizanîbû ku ev herdû biarayên xwediyê qoperetîfa gundê Qorixê Êzdîne, ewî þîrê ji qoperetîfa wan dihat tev bi dilxweþî dikirî. Dema hinek kevneperest û olperestên li derdora Biþêrî û Batmanê dîtin ku va rewþa van herdû birayên Êzdî ji ya wan gelekî baþtir dibe û yên bi wan re diþuxulên jî gelekî pêþdikeve. Ew radibin diçine cem  xwediyê fabrîqa þîr ya li bajarê Sêrtê re dibêjin, “ev berhemên fabrîqa te, ji þîrê ku Êzdî tînîn didine te  çêdibin û hûn jî dizanin keda ji ber destên Êzdiyan dertê herame. Emê ji gelê musilmanî li derûdora xwe re jî bêjin, bila kes  hew berhemên fabrîqa te bikire….” Ji ber vê gotegota xêrnexwazên Êzdiyatiyê, încar xwediyê fabrîqa þîr ya li bajarê Sêrtê jî kirîna þîrê qoperetîfa gundê Qorixê da rawestandin. Dûre me þîrê ji qoperetîfê derdiket dibir dida hinek karbidestên(weke nanvan, pastecî û yên) ku di nava bajarê Batmanê de berhemên xwarin û vexwarina ji þîr çêdikirin û difirotin. Paþê gava ev kerbidest jî pê hesiyan ku em Êzdîne, ewan jî êdî hew þîrê me kirîn.Heta hinekan ji wan jî gelek tiþtên ne baþ anîne serê me.…
 
Vêca, Xelîl û Usiv ji vê rewþa nebaþ fahmkirin û rabûn ji mecbûrbî çêlekên xwe yen qoperetîfê firotin. Dûre fikirîn û dizanîbûn ku di herêma me de qet fabrîqên arvan tûne ne. Rabûn încar di sala 1987 de dest bi vekirina fabrîqa arvan kirin.  Dema karê fabrîqa arvan xelasbû û fabrîqê dest bikarkir, hingê dîsa sed karkerên li gund û di herêma gundê Qorixê de di karê nava fabrîqê de karkirin û ewan jî bixêra vî karê nava fabrîqê de aboriya nava mala xwe gelekî serrerast kirin. Weha qezenc-kara gelek cotkarên ku zadê xwe încar ne dibirine deverên dûr jî zêde bû. Ji xwe hîna gelek cotkaran nizanîbûn ka wê di dawiya debara wan de çiqas dexil-zadê didestên wan de bimîne, dihatin hêja hingê bi sedhezaran qirêdî ji van herdû birayên Êzdî yên xwediyê fabrîqa arvan distandin. Ji xwe gelek axa û cotkaran hêjî ev deynên qirêdiya hingê standine ne dane wan. Di van salên dawî de hinek ji wan  deyndarên xayîn dizanîbûn ku tû kesê Êzdî zêde li deodora herdû bira nemane. Heta ji bo ku hinek ji wan deynên qirêdiya standî nedin, rabûn încar fesadî, nakokî û dijberî  xistine nava gelê herêmê û gotin:” Em nanê ji arvanê li ber destê Êzdiyan dertê naxwin, divê musilman genim(zad)ê xwe nedine Fabriqa Êzdiyan, Nanê musilmanên di vê fabrîqa Êzdiyan de kar diken jî ne helale, keda musilmanên ku di fabrîqa Êzdiyan de karbike herame, bila ev herdû birayên Êzdî jî herin bigihîjine wan merivên xwe yên ku çûne di nava gawiran de li dijî me û hukumeta me propaganda dikin……,……,..…,…. Û hwd.”
 
Încar ji ber vê zilmê, gotegota van zordar û kevneperestan wan karkerên musilman yên ku di nava fabrîqê de kardikirin jî dev ji karê fabrîqê berdan. Weha herdû bira mecbûrdibun herin hinek karkeran ji herêm ne dinê bînin. Ez baþ dizanim ji xwe gelek deyindarên musilman jî deyinen xwe înkarkirin û deynen herdû biran nedane wan. Wekî dinê jî min di wî wextî de gelek caran bi çavên xwe didît, dema ku axa û musilmanên li gundê derûdora Qorixê diman camî yek di gundê xwe de avadikirin û pêwîstiya wan bi pera hebûn, dihatine cem Xelîl û Usivê Êzdî lave-lava alîkariya madî li wan dikirin. Xelîl û Usiv jî hêja hingê bi deh hezaran lîre alîkarî didane wan. Na, wexta ji axa, melle û hevalbendên wan re pere pêwîstbûn, ewan hingê ne digotin, em perê alîkariya we Êzdiyan naxine nava ya xêra musilmanan. Vêca, piþteka olperest û kevneperestan her wextî ji dewletê jî heye. Ev îro baþ dizanin ku piþteka Xelîl û Usivê Êzdî ji kesî nemayehe. Ji xwe gelek kes jî dibîne û dizanen ku em Êzdî jî ji ber vê zilm û zora di herêma me de reviyane hatine derveyî welat. Wekî ku min didestpêkê de jî got, spas ji bo rojnamevanê “Batman Çaðdaþ Gazetesi”, ewî jî rewþa wan e niha gelekî zelal daye xwanê……”[2]
 
Belê, bi dîtina min weke ku di vê buyera hêja dirojevê de ye jî xwanê dibe û eþkere dibe,  di warê aboriya me ye li Kurdîstanê de jî gelek neheqî û valayiyen mezin çêbune û mixabin ev hêjî çêdibin. Ji xwe gelek ji me jî dizanin ku xêrnexwazên gelê Kurd û hinek Kurdên xwe firoþ jî timî ji vê bêtifaqiya rizgarîxwaz, maldar, sermayadar, ol û netewen li Kurdîstanê hene îstifade dikin.
 
Hêvîdarim ku rizgarîxwazin Kurdîstanê van cûdetiyên dinava ol û netewên li Kurdîstanê de hene û hêjî çêdibin, baþ nasbikin û ji virûpêve nehêlin êdî dergehên tû kesê welatparêz bêne morkirin.
 
Çavkanî:
 
  1.  
    Temamiya vê nûçe di rojname û malpera http://www.batmancagdas.com/news_details.asp?News=3400 û
http://www.batmancagdas.com/news_details.asp?News=3441 de ye
  1.  
    Þade, kesekî ji gundê Qorixê ye û ez wî baþ nasdikim 
 
Kemal Tolan
11.08.2006
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org