Ez damezirandina NAVENDA ÇAND Û HUNERMENDEN EZDIYAN pîroz dikim !
 

 

 

Kemal Tolan

 
 
Gava berpirsyarên HUNERMENDEN EZDIYAN ne birêz ez vexendime ser kongura xwe ya yekemîn û min nikarîbû beþdarî kongira wan bivim, min hingê ev peyama xwe ji wan re þand.
 
 
Peyam: 
Oldenburg,11.04.07
 
Ji mêvan, endam û rêveberên KONGERA HUNERMENDEN EZDIYAN re !
 
Mêvanên ezîz!
Hunermend û rêveberên civaka me Êzdiyan yen hêja !
 
Ez bawerim gelek ji we rêzadran jî dizanin ku rola hunermendî û bi taybetî jî ya dengbêjiyê ji bo parastina çande û kevneþopiyên civak û netewa me gelekî girînge. Eger ne bi xêra vê hunera deng û gotinên hunermend û dengbêjan buya, wê ev dewlemendiya zimanê kurdî jî hetanî îro ne mana. Hunermendan di nava civaka me de  timî zargotina me parastine, di stran û kilamên xwe de xweþ dane xwanê ku dijminên dîn û netewa me Kurdan ji berê ve hinek axa, beg û mîrekên Kurdan yên ku ji ol û nijada xwe þermdikirin û pêþiyên xwe înkardikirin ji bo berjewendiyên dagirkerî, paþverûtî, îdiyolojiya îslamiyê ye redîkal û desthilatdariya xwe xapandine.
 
Meriv vêga hêjî di hawar û qîrînên hunermendan de xweþ dibihîze ku piraniya buyer û fermanên bi serê me Êzdiyan ve hatî jî, ji ber destên netewên xerîb yên ku (hîna di dema berî Zayîna Îsa de desthilatdar, Eskenderê Çarqurne(maqdonî), siltan û padîþahên Osmaniyan, Þerîatçiyên ku bingeha îdyolojiya Îslamiyê ye radîkal danî ne, begên Mongolan, Ereb, Tirk, Farisî û hwd.), hatine bi darê zorê welatê me dagirkirine û wan xwe firoþ û xapînokên me ve derketine.
 
Birêzan, ji ber gelek egeren weha divê em baþ bizanibin ku, ev kes û dewletên bermayên wan desthilatdarin dagirker û paþwerû tu carî  bi hemda xwe nahêlin ew zilm û zora ku bav-kalên wan li me Kurd û bi taybetî jî ya li me Êzdiyan kirine û yên ew jî vêga hîna berdewamdikin eþkere biven. Ji bo ku ew bikaribin van kîryarên xwe veþêrin, îro dîsa di bin perda rejîma hukumetên dewleta xwe ye þovenîst û dagirker de, hinek rêxistin û partiyên me Kurdan berdine pêsîra hevûdinê. Ew timî bi zanistî û bi hemda xwe nahêlin destkeftiyên Kurd û siyaseta Kurdîtiya resen pêþbikevin, Ew îro jî dîsa ji bo berjivendiyên xwe tenê dihêlen ku hinek rêxistinên rewþenbirî, civakî û grupên sivîlan di bin perda “demokrasiya dewleta wan” û di nav çerçova çapemeniya wan e serkeftî de hinek kes, tv, radio, rojname, kovar û malperên înternetê weþanên xwe biweþînin.
 
Bi dîtina min, divê hemû hunermend, berpirsyaren mal, komel, rêxistin û dezgehên me Êzdiyan hêjî gelekî haj jj erkên xwe ye netewî hebin û xwe bi niyeta wan e kirêt ne xapînin. Divê her zane, ilimdar, rêber û akademîsiyenên endamên civaka Êzdî ji van pirsgirêkên nezelalin ra çareseriyeke ku meriv karibe Êzdiyatiyê li her deverê û bi her kesî ra eþkere munaqeþe bike bivîne.
 
Ne þixwe, gava tifaqa hunermend û hevkariya mal-komelen me Êzdiyan di nava civaka me de bizanistî xurt û berfire ne be, wê ev berjewendiyên dagirkerî, paþverûtî, îdiyolojiya îslamiyê ye redîkal û gemara desthilatdariya  feodalîzmê hêjî nehêle ku em Êzdî bikaribin hinek pirsgirêkên kesayetî, helandina kultur, ziman, ji dîn derketina ciwanan, dijberîtiya di nava mal û komelên xwe de çareserbikin. Ev destkeftiyên dîrokî jî wê ji destên me derkevin û emê jî bivine alîkarê helandina çanada civaka ku bi hezarên salan kevn e.
 
Ez ji Xwedê û Tawisî-Melek hêvî dikim, dema ku hûn xuþk û birayên berpirsyaren di rêvebiriya TEVGERA HUNERMENDEN EZDIYAN de xizemetê ji bo parastin û pêþxistina çanda Êzdiyatiyê dikin, hûn tu berjevendiyên þexsî û rêxistinan nexine pêþiya yên netew û civaka me.
 
Her weha hêvîdarim ku hûn bikaribin li nav û derveyî welat de ji gelek pirsgirêk, nûjenkirin û guhertinên ku di bingehên kevneþopiyên Kurdî de çêdibin ra xwedî derkevin û em Êzdî timî bi deng, berhem, huner, kar û barên rêberîtiya we hêjayan serbilindbin.
 
Bila kongira TEVGERA HUNERMENDEN EZDIYAN ya di 14.04.2007 de ji bo tifaq, kar û barên civaka me li ser xêrê be û ji we re serkeftinê dixwazim!
 
Her weha bejna xwe li ber hemû hunermend û dengbêjên ku parezvaniya çanda kurdî kirine û dikin, ditewînim.
 
Dibêjim, bila rahma Xwedê li ser ruhê hemû hunermend û dengbêjên niþtiman perwerê Kurdî ku kiras guhastine be .
 
Rêz û silav
Kemal Tolan- Mamoste û nivîskar          
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org