ÊZÎDIYATÎ
HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ JI XIZNA
NASNAMA GELÊ KURD E
Kemal Tolan
Dema
ez bala xwe didime hinek berhemên nivîsakarên Cîhanê û
Kurdan, ez dibînim gelekan ji wan heta ku karîbûne birastî û
gelekan jê jî bi xêrnexwazî di derheqê dîroka Êzîdiya ye
dema berî û piþtî zayîna Isa de nivîsandine.
Nimûne:
1.
Hinek ji dîrokzanên Cîhanê û Kurdan dibêjin: “ Êzîdî
bermayê Hurrî, Mîtanî, Mithraîzmî, Mazdaîzmî, Urartî,
Assurî, Zerdûþtî, Sabî, Budhîzmiya û w.d. ne “
2.
Hinek xêr ne xwazên Êzîdîyatiyê dibejên:” Êzîdî
ne Kurdin. Êzîdî qûreþî û Emewî ne. Êzîdiyatî ji ber
ola Cuhu, Mesîhî û Musilmanan zêde buye. Tû kitêb, cî û
warên Êzîdiyan tûne ne û w.d. “ Armanca van kesan beluye,
ku dixwazin dîroka Êzîdîtiyê hêjî þêlû bikin û naxwazin
yekîtî di nav netewa û olên Kurdîstanê de hebe.
Ez
dixwazim îro bi
taybetî li ser þaxê di nimûna yekê de, ku dibêjin “Urartu-
Orarto yan pêþiyên Êzîdiyên Xaltiya ne“, li gorî
zanebûn, hiþ û taqeta xwe kû Xwedê û Tawisî–Melek daye
min rawestim.
Gelek
ilimdar, dîroknas, erdkolog û rojnamevan hene, bi delîl û
gotinên þadên dîroka kevn didine xwanê û dibêjin:
”gotina
Xaltî anjî Haldî ji wexta dewleta Hurriyan û bi taybetî ji
navê Xwedayê ola dewleta Urartu- Orarto yan tê “.
Vêca
ka werin em pêþîn birênin, bê kî ji ilimdar,
dîroknas, rojnamevan û xêrxwazên Êzîdiyan, di lêkolîn û
pirtûkên xwe de bahsa
Êzîdiyatî û Êzîdiyên
Xaltiyan kiriye ?.
Li
gorî gotina Etem Xemgin Kaldî an jî Xalidî kîne ?
1.
-„Ji destpêka dewleta kurdên Hûrrî(b.z.Îs. 4000
k.t.) hetanî ya Mîtanîiyan(b.z.Îs.1550 k.t.) û heta tê digîje
dewleta Urartu(b.z.Îs.835 k.t.), hemû gelên heremê ji Xwedayê
herî mezin yê bi navê Kald
bawerdikir û di heremê de weke bawermendên Kaldi
dihatine naskirin. Lêkolînvanên Alman (C.F. Lehmann-Haupt û
W.Belck “10 “k.t.) di sala 1898 de li Kela Þîn ya ku di nava
Uþnu û Rewandizê de lewheyeke(niviþteke) nivîsandî dibînin.
Ev nivîþt bi zimanê Kaldî û Assurî hatiye nivîsandin. Ev
destana bahsa diyaloga di nava Melîk Kalda Iþpunî û Xwedê de
buyî dike. „4:58. Li ser dîroka dewlet û kronolojiya Urartu
birêne li 3:124 – 141 û bi sedan Çavkaniyên di Bibliyografi
ya di dawiya pirtûka Mirjo Salvini (10) de.
3.
„Li
gorî delîl û nivîsên di erdkolojiya li derûdora bajarê Wanê
de hatine dîtin û didine xwanê, navê Xwedayê dewleta Urartu yê
herî mezin Kaldî buye.(
3:137)”-
Li
gorî gotina Cîgerxwîn , Xalidî kîne ?
Cigerxwîn
pêþîn guh dide van camêran :
-
„ Sîdînî Simît dibêje: di sala 1260 berî zayînê de li
hawîr Gola Wanê miletekî taze bi navê Xaldî hatiye xuyakirin.
Navê welatê wan Orarto yan jî Erarat bû. Gerçî raste navê wî
ji me ve nehatiye xuyakirin. Lê li
gora baweryeke tevayî, ku navê Xweda yê wan Xaldiyan bû.
Ji lewra pêzanê tarîxê dibêjin, gereke navê vî miletî jî
Xaldî bî û dibêjin, gereke ji miletên Qawqazî-Asyewî bî.
Fon
Mînoroskî dibêje: Navê Xaldî di nav Orarto yan Aþûrî de bêtir
hatiye naskirin. Di serê pêþî de li çiyayê
Erarat bûn û ev miletê Xaldî ye ku di sedê nehê berî zayînê
de di welatê Ermenîstanê de dihate xuyakirin. Lê paþê di
welatê Wanê de dewletek li darxistin û hetta bi sedê þeþê
berî zayînê jî, her bi vî navî bi nîþan û rûmet bû. Bajarê
Xelat ê dibî, ku ji bajarên Xaldiyan be .
Li
gor gotina Avyarov “Dû eþîrên Asuriya ye kevn; Tayarî
û Tuxumî ji qebîla Xalidî yê Xaçparêz
bûn. Ev heta sala 1834 an jî tevî êla xwe ve li jora ava Zap
ê diman û bi Kurda re yek tifaqbûn. ( 9:82)”
Li
gorî gotina Herodot, navê Xaltiya “Alarodî” ye
1.
“Herodot
ji wan (Xaltiya) re digot Alarod. Alarod(Orarto,Urartu=
ARARAT) navê ciyê wan yê 829 Berî Zayînê ye. Urartu, ji yekbûna
hemû Kurdên Sûbarî: Hûrî, Mîtanî, Nehrî, Mûþkî, Xaltî
bûne. Ev
di sala 612 B.Z. de gihîþtine Imparatoriya Med. (7:302.)”
2.
“Alarodî- Urartuyî li nav sê enîþka Wan, Urmia û
bahra Gökçe
de diman.(8:465(79)”
Kêr
û desthilatiya vê dewleta hanê di pêla Qeralê Mînwas de bi
berzbûna xwe ve hate bigihaþtin. Þopên
dozandî(erdkolojiyê k.t.) li ser zinarên keleha Wanê de û li
dorhêla bajarê Eliksender Pol-Kemri de vekirinên pirî vî Qralî
didin biderxistin. Þopên dozandî li dorhêla wî bajarî dawî
de þopên wî Qralî dane bimayînîkirin, mîna ku Bihiston jî
þopên Dara datin bimayînkirin. (16:109)”
Weha
dewleta Xildî bes û bi tenha ve li ber parastina welatê kokiyî
Orarto de didate bikirin. Tanî nemana pêla Senharîbê bi nav û
deng ve jî weha Xildi bi bêdeng ve hatibûn bimayîn.
Serdariya
Orarto tanî pêla Germiya (625 p.z. de) date bidirêjkirin û wê
hebûna xweyî siyasî ve date biparastin. Di
piþt re ew demekê di bin parastina dewleta Mîdya de hate
bijiyandin. (16:110)”
2.
“Xalidi-
Orarto: Renge, ku ev Miletê hanê ji demeke nenas de ji
Rojhilatê Asya Biçûk ji bona devera gola Wanê hatiye
bibarkirin. Ji goyên Aþurî û nemaze dozandinên þop û belgeyên
girêdayî bi taybetî ve ligel þerên Sergonê Qeralê Aþuriyî
duwem de tête biderkevtin, ku sinorên vê dewieta Xildi di çaxekî
de ji Jor de tanî gola Kokçe û Elêksender Pol li Qefqasya de,
ji Rojava de tanî rûbarê Furatê, ji Jêr de tanî Rewaduz û
çaviyên rûbarê Zab û ji Rojhilat de tanî gola Urmiyê
dihatin bidirêjkirin. Herwehajî
wê demekî jî li Jorî Surî jî de dayite biserdarîkirin.
Paytextê wê bajarê Tospasi-Wan bü. Renge, ku ew ji bal
Qeralê Sardorîsê Yekemî Xalidî de di sala 840 p. z. de hatiye
biavakirin.
Vê
dewleta hanê di dawiya sedsalê heftemînî p. z. de jiber xurtbûna
desthilatî û kêra Mîdya serxwebûna xwe date biwindakirin. Ew
demekê li jêrdestiya wan de hate bimayîn. Di dawî de jiber
biderkevtina desthilatiya Ermenî de, yên ku ew li Rojavayê
welatê Xalidi de hatibûn birûniþtin, ew bi carekê ve hatin
biqirkirin.(16: 79)”
Li
gorî gotina Þerefxanê Bedlêsê, navê Xalid ji kurê tê ?
Li
gorî gotina C. Rojbeyanî, Xalidî an jî Xaldî kîne ?
Li
gorî gotina Torî, Halidi an jî Xalidî kîne ?
Weke
ez ji lêkolîn û nêrînên van nivîskar û dîroknasên Kurdan
yên li jorê hatine binavkirin fahmdikim, ewan jî xwastiye xwe
bigihînine ser riknên ola Kurda ye herî kevn. Dibînim tev jî
di yek nêrînê de didine xwanê, ku gotina Xaltî anjî Haldî
ji navê Xwedayê dînê dewleta Urartu tê û baweriya dînê
Xaltiyan ji kevnde Êzîdîtî
buye.
Dema
em li naveroka dokument, sîstem, baweriyên ol û mîletên
dewleta Urartuyan dirênin, em dibînin ji xeynî ku zimanê wan,
wekî dinê gelek þopên Êzîdiyatiyê di nava urf -adetên ol
û dewleta Urartu de
xweya dikin. Dîsa
gelek dîroknasên Cihanê hene û dibêjin: “Xwedayê bi navê
Haldî ne tenê li ba padîþah û dewleta Urartuyan pîroz buye,
ev baweriya bi Xwedayê Xaltî hêja di dema beriya avakirina
dewleta Urartuyan de jî li ba evd û dînên Mezopotamiya yê
hebuye û ew hingê jî pîrozbuye. (10:39 û 183-193)”
Belê,
ji xwe dîroknasên ku dîroka dînê Êzîdî nasdikin, ew dizanên
ku Êzîdî di wan
herêmên dewleta Uratuyan de xwedî gelek erd û quweteke mezinbûne.
Her wusa hêjî di hinek qewl û duayên me de xweya ye ku Mîrgeha Hekariya
(derdora Wanê), ji berê ve ciyê sed û hedên Êzîdiyan e .
Nimûne:
Di
dû sebeqên “Qewlê Þêx Adî û Mêra” de weha tê gotin:
Þêx
Adî xudanê keremê
dahir
bû li erebe li ecemê
*********************
dahir
bû li beyit fare
qesid
kir hate hekare (Çavk.:11:101-102)
*****************
Dîsa
di Zargotinên Êzîdiyan de tê gotin:
Hekarî
Þêx Adî hate harî
Çî
bi þîrî û çî
bi mertalî
Weke
ku di van zargotinên me de jî hatiye gotin, zelale ku neyarên dînê
Êzîdî û sultanên Osmaniyan ,bi taybetî jî “roma reþ”
di her demê de Êzîdî qirkirine.
Nimûne
:
“Murtaza
paþa yê Wan ê, di sala 1127 de hûcûmî ser kela Hoþab ê
dike, lê eþîrên Êzîdiyan yê li Hoþabê û li derdora Hoþabê
bi tevlî çar
hezar siwariyên xwe ve li dijî çarsed
û pêncî leþkerên Murtaza paþa derdikevin û cengeke mezin di
navbêna gundê Canika û Bedehþanê de çêdibe.
Di vî þerî de her 4000 siwariyên Êzîdiyan û 400 siwariyên
leþkerê paþê têne kuþtin.Dure dema Ballý Mehmed di sala
1128 de dibe paþayê Wan ê , ew dixwaze tola xwe ji eþîrên
Êzîdiyan hilîne û ew tevlî 7000 leþkerên xwe ve hûcûmî
ser Êzîdiyên di herêma Abaxa bêçekbun
dike. Leþkerên wî kîjan Êzîdiyên digrin dikujin û hemû
malên wan diþewitînin. Demsal
zivistan û herder berfbû. Gelek Êzîdiyên ku xwe di nava çiyan
de veþartibun, ew di bin berfê de ji serma re dimirin. Di nava sîh
rojan de hemû gund û bajarên Êzîdiyan dagirkirin. Di peyre
Ballý Mehmed paþa weha digot: Armanca min ew bû ku ez koka Êzîdiyan
xelazkim, lê ewan em birine ser kozikên xelet. Em ne di ser
Bargiri de birine ser Êzîdiyan, hinan di bin re bi dizî xeber
dabune Êzîdiyan û gelek Êzîdî reviyan. Lê ezê wan di biharê
de xelazbikim.(13)“
Ji
ber ku siltanên dewleta Osmanî , paþweruyên kurd û dewleta
tirkan di her demê de Êzîdî qirkirine, ew qet naxwazin
meriv li tu deveran de bi rastî bahsa Êzîdiyan bikin. Lê
dema ewan lêkolîn û dokument li ser dîrok û çanda Wan ê nivîsandine,
ew mecbur bune bahsa Êzîdiyan bikin.
Ew
îro jî weha dinivisînin :
“
Di dema berî sala 1591 de 18 eþîrên mezin li Wanê û derdora
wanê hebun, lê belê îro ne mumkune ku meriv rastî navên wan
hemuyan bê.
Hinek
çavkaniyan eþîrên li derdora Wanê weha birêzkirine:
MAHMUDIYAN
, Êzîdiyên li derdora Hoþabê.
DUMBLIYÊN BOHTÎ, Êzîdiyên
li deþta Sekmenê
MAM
REÞAN, li Hoþabê
BAZUKI,
li Ercîþê
BRADOST, Tirgeverê
RUJIKÎ, li her deverî…..…
Eþîra ÞÎKAN : (Reþi, Baravî, Mendekî, Bele, Kurtî… ev
tev Êzîdîne.), (Þikak, Dakurî, Þevlî, Ademî, Þemsikî,
Mukrî, Livî, Sî çarikî…)
Eþîra ERTUÞÎ (Hertoþî) = (Weke Gevdan, Giravî, Zirkî,….
)
Eþîra
DUNBLÎ (ZAZA) = (Çarik, Hormik, Lolan-haltî, Hatî…)
Eþîra
HAYDARAN, SPÝKÎ(Hatî), CÎBRANÎ, HASENIYAN(Halidî)………………(14)”
Dîsa
Bê guman û eþkere ye heta salên 1889-1898 an gava ku Þemseddîn
Samî pirtûka xwe ya bi navê -Ansîklopediya navên bi taybetî-
anjî “Kamûs’ul-A’lam” li Îstenbulê bi zimanê
Osmaniyan weþandiye û M.Emin Bozarslan ev wergerandiye Tirkî û
her çiqas ewan ne bi hemda dilê xwe jî bahsa hinek herem û hêjmara
Êzîdiyan kiribin, lê Êzîdî hingê jî li gelek cîh û warên
derûdora wileyata Wanê hebûne. Birêne çavkanî “15” li
van navên di rûpel: 146 Imadiye, 159 Mahmudi, 190 Sencaqa Maraþ,
180 Muks, 204 Ridwan, 210 Wîleyeta Siirtê û bajarên li derûdorê,
230 Wileyata Wanê û li derûdorên wê, 240 li Xerzan, 243
Yezidi û.w.d. de
Em
dizanin gelek kesên ji van eþîrên ku li jorê hatine birêzkirin,
ji ber zilma siltanên dewleta Osmanî, paþweruyên kurd û
dewleta tirkan reviyane çûne
nava dewltên Soviyetê ( Ermenîstan, Gurcîstan û. w.d.) û ew
eþîran heta îro hêjî tev Êzîdîn e. Min li ser vî babetî,
bermayên Xaltiya yî ku heta roja îro bi çend
nimûnên dinê jî di pirtuka xwe “Hebûn û tûnebûna Êzîdiyan
tev romanên zindîne” de diyar kiriye ku Êzîdî heta sala
1914 an jî di wan herêmên dewleta Uratuyan de xwedî gelek erd
û quweteke mezinbûne. Eþkere ye ku „Piraniya kurdên Soviyetê
ji Tirkyê; Beyazîd, Bitlîs, Mûþ, Diyarbekir, Êrzûrûm,
Qers, Îxdîr, Mardîn, Wanê û gundên dorberê wan hatine.
Piraniya kurdên li Ermenîstan û Gurcîstanê kurdên Êzîdîne.
6:34” Dîsa min di
kitêba xwe de, bi taybetî ji rûpel 27 heta 103 an bahsa dîroka
rewþa jiyan û eþîrên Êzîdiyên Xaltî yên ku heta îro
(Gulan.2001) jî hene kiriye.
Îro
cardin dixwazim kevnariya ola Êzîdîtiyê bi çend
sebeqên “qewlê afirandina dinya yê”
û “Qewlê îmanê bi çi
nîþane”
diyarî dîroknas û xwendevan hêja bikim.
“Ya rebî dinya hebû tarî
Têde
tunebûn miþk û marî
Te
zindî kir teze halî
Çû
nema gul jê barî
Ya
rebî tu hosteyê kerîmî
Te
vekir rê û dirbê tarî
Tu
hosteyê her tiþtî
Bihiþt
çêkir rengebî
Erd
û ezman tûnebûn
Dinya
fire bê binbû
Însan
û heywan jî tûnebûn
Te
xalê sazkir
Di
bahrade tenê hebû dur
Ne
dîmaþiya, ne dîmaþiya
Te
xaþruh anî ber
Nûra
xalê peydakir
Nûra çavan jê hate
der“ Berdewama vî Qewlî birêne
li 11: 53-58
Di
naveroka çend
sebeqên vî qewlê li xwarê de jî xweya dibe ku, haveynê Êrdê
pêþîn li Laliþê bi kaniya sipî hatiye avîtin.
« Berî
ne êrd hebû, ne êzmane
Ne
Bahr hebû, ne Binyane
Ne
Çiya hebû, ne sekane
Îman
hebû Merîfate
Ewê
rojê Kaniya Spî kir qublete
Ewê
rojê Kaniya Spî kire qubleta mêrane
Ji
berî ne erd hebû, ne ezmane
Ne
çiya
hebû, ne sikane
Da
em medeha jê bideyn nîþane » Berdewama
vî qewlî birêne li 12:74-75
Ez
jî wekî ku di ilm û qewlê me de hatiye gotin
bawerdikim û dibêjim; Heta Êzîdiyatî neyê þîrove û
nas kirin, dîroka ol û mîletên li Mezopotamiya yê jî zelal
ne be.Di qewl û duayên me de xweþ xwe ya ye, ku Êzîdiyatî
ne tenê di wexta Uratuyan de hebuye, Êzîdiyatî bingeha
hemû olên miletên Arî û Mezopotamiyê ye. Hinga ku dîroknas
û lêkolînvan karibin van qewl û duayên me Êzîdiyan baþ þîrove
bikin û ev
ewrê reþî tarî li ser dîroka ola Êzîdî
rabin,
dê ev kevnariya ola Êzîditiyê, ya ku haveynê mirovatiya
Mezopotamiya yê û bi taybetî jî ku xizna nasnama gelên Kurd e
zelal bibe.
ÇAVKANÎ
:
1.
Þerefxanê Bedlêsê-ÞEREFNAME –Tarîxa Kurdîstanê ya
kevn 1579-, Wergera kurmanci:ya ji aliyê Zîya Avci ve di sala
1998 de çapa yekem a Kurmanci ji Weþanxaneya Apecê, weþan Nr.:
129 hatiye weþandin.
2.
Torî-Yezidilik ve Yezidiler. 2000 Istanbul
3.
Etem Xemgin – Islamiyete Kadar Kurdîstan Tarihi Cilt-1
4.
Etem
Xemgin – Kürdistan da Dini inaçlar ve etkiler.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org