Êzîdiyatî û erkên rewþenbîrên Kurd !

Kemal Tolan

 

 Wek em dibînin, dagirkeran ser ax û bin axa Kurdîstanê ji kevin de zevt kirine. Wisa jî qedexe danîne li ser nav, nasneme, ruh û zimanê me. Ji bo ew karibin gelê me ji dîrok, netewe û nirxên wî dûrxin, bi her haweyî ve me ji holê rakin, çi xirabî ji destê wan hatiye kirine û niha jî li me dikin. Her çiqas wan koledaran þertên ku em nikaribin xwe  wek evdên kurdên Êzîdî bidin naskirin, ji dîrok û mîrata kal-bavên xwe re xwedî derkevin nehîþtibin jî, lê dîsa gava ku meriv bixwaze, bila çi zahmetî li pêþiyê bin jî, ew dikare hinekî dîrok, netewe û civata xwe naske.

 Di rûpelên dîroka kevnar de zelal xwiya ye, ku di dema destpêka þaristaniya merivatiyê þûn de, hinek merivan berjiwendiyên xwe yên þexsî di ser yên Xweda yê seranser re dîtine û ji hingê ve jî merivên zordar peyda bûne. Wan hê ja di wê demê de, xwe wekî “Xweda yê qenc (baþ) û xirab (nebaþ)” an jî, fikra ku “Xweda li ser rûyê erd û ezman gelek in û ne yekî seran ser heye” dane diyarkirin. Evan nijadperestan ji bo menfêata xwe  hebûna Xweda yê seranser, yê ku cîhan û em afirandiye înkar kirine. Ji bo ku ew karibin daxwaz û berjewendiyên xwe, di her demê de zêdetir bikin, ew timê li dijî evdên ku ji Xwedayê bitenê bawer dikin, derdikevin û ew xwe ji Xwedayê seranser re dikine þirîk.

 Ji Xweda ve xwanê ye, ku em Êzîdî ji berê ve ji Xwedayê seranserî yê bitenê û ji wekîlên Xweda (Milyaketan;Tawisî-Melek û w.d.) bawerdikin. Gava merivekî rewþenbîr destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û wêrabe li her deverî de rastiyê bibêje, eþkere ye, ku me Êzîdiyan bi vê baweriya xwe û bi zahmetekî ku meriv nikare salix bide, ev çanda Kurdî jî li ser piyan hîþtiye. Ji ber vê parastinê ye jî, ku pêþiyên me timê ji aliyên olperestên menfêatçî û koledaran ve hatine qirkirin.

Ew kesên ji dîroka Kurdistanê agehdar in dizanin, ku ola Êzîdiyan ola Kurdan ya herî kevin e. Kevinbûna dîroka Êzîdiyatiyê vêga jî di stran û floklora Kurd û di ilmê ola me de zelal xwanê ye. Zane û ilimdarên olan baþ dizanin: Ji roja baweriya Êzîdiyatiyê di nav rojhilata navîn de peyda bûye û heta vêga hêjî gelê me her baweriya xwe bi Xwedayê seranser, ku bitenê ye aniye. Ji ber ku Êzîdiyan ev baweriya rast parastine, timê xof û rahm di dilên wan de hebûye. Êzîdiyan ji ber vê baweriya xwe ya paqij, ti cara ti zulim û zora dînî li olên din û neteweyên cînarê xwe nekirine.

Ez gihîþtime vê baweriyê:

Ji bo meriv bikaribe dîroka Kurdistanê  zelal binêre, pêwîst e, ku meriv pêþîn welatperweriya di nav text û qewlê ola Êzîdiyatiyê de qenc nasbike. Dema meriv bala xwe kûr bide ser text û qewlê ola Êzîdiyatiyê û dîroka Kurdistanê, meriv dibîne bi sedan dagîrkir-desthelatdar hatine ser axa Kurdistan û çûne. Gava ev ji Kurdistanê derketine çûne, ewan hingê gelek ji dewlemendiya (samanê) Kurdistanê bi xwe re birine. Hinek ji wan yên ku heta îro di Kurdistanê de mane jî, hêjî li pêþiya tevgera rizgarîya Kurdistanê bûne asteng. Ji xwe ji ber van bîr û baweriyên teng, yên ku merivan ji Xweda mestir dikin û tenê mefêata þexsê xwe nasdikin, gelek çewtîtî û valeyîyên mezin ketine nava dîrok û neteweyên li Kurdistanê.

Ji ber ku dijminên Xwedê û gelê me timî ji Kurdên Êzîdî tirsiyane û baweriya Êzîdiyan ji xwe re neyar dîtine, ewan her xwastine Êzîdiyatiyê ji holê rakin. Ewan timî agirê neyartiyê berdaye navbera ol û gelên li Kurdistanê û bi zanistî jî gelek tiþtên ne rast derheqa ola Êzîdiyan de gotine: “Êzîdî ne Kurd in, Êzîdî qureþî ne, Êzîdî ji hovan bawerdikin, kitabên Êzîdiyan yên muqedes tinin, kî neferekî Êzîdî bikuje, ew gunehê xwe yî di axret û îmanê de afo bike û ewê li dinya dinê here bihuþtê û w.d.“

Ji xwe ewan Xwedê nenasan bi van bîr û baweriyên xwe yên gemar her xwastine Êzîdiyan ji Kurdistanê dûr bixînin. Ewan bê hêjmar evdên Êzîdî di Kurdistanê û di welatê xwe de, li serê gelek çiyan û zinaran, li nav gelî û newalan, li ber çem û kaniyan bi xayîntî kuþtine.

Em dibînin ji ber wan þerên dewletên koledar û Kurdên paþverû hebûna civata Êzîdî her timî hatiye înkar kirin. Çi gava ku gelê Êzîdî li dijî wan hovan li ber xwe daye, zaliman hemû gund, cîh, ziyaret û paresgehên me wêran kirine, gelek miþêwir û pirtûkên Êzîdiyan qetandine û þewitandine. Gelek tiþtên me Êzîdiyan yên ku bi hezarên salan paqij hatibûn parastin wêran bûne, çiqqas qewil û dirûzên(dûayên) me hatine ji bîrkirin. Ji ber van fermanên bi ser Êzîdiyan ve hatine, hêjî ti evdek ji Êzîdî û biyaniyan nikare, di derheqê hejmara sax û þehîdên Êzîdiyan de agehdariyeke rast bide.Tiþtên hatî û tê gotin, tenê gumanin evdane.

Dîsa li goriya dîtina xwe dibêjim, heta niha hêjî ti kesekî Êzîdî û ejnebî bi berhem û lêkolînên xwe, bi temamî xwe bernedaye ser riknên baweriya ola Êzîdiyatiyê û Êzîdiyatî hêjî ronî ne bûye. Ji ber ku gelek nivîskar û lêkolînvanên li ser dîroka Êzîdiyatiyê berhem derxistine û diweþînin, bi xwe ne Êzîdî ne, berhemên wan ji aliyên ilmên Êzîdiyatiyê ve jî pir qels in. Heta gelek ji wan kovar û rojnaman ji ber gotin û remanên mîsyonerên biyaniyan, ji ber devên hinek belangazên Êzîdiyên dûnav hatine girtin. Em tev jî dizanin wexta ew mîsyonerên biyanî bi þexsên xwe hatine li nava Kurdistana perçekirî geriyane, ewan hingê agehdariyên xwe ne ji serkaniya ilmên Êzîdiyatiyê girtine. Geleka ji wan, zanyarên xwe ji ber devê þexsên menfêatçiyên gelên cînar, kurdên Musilman û Êzîdiyên nezan bi riþwetê standine. Li ser wan nivîserên biyaniyan nimûne yek:„ew nivîsên, ku ji xebatkarên baylozxanan ketine ber destê balyozan, hinek ji wana hatine guhêrandinê. Li Tirkiyê û Îranê balyozên wisa jî hebûn, ku înformasiyonên rast carna berevajî dikirin. Carna wana Êzdiyatî wisa nîþan didan, ku zirar negihîje qulixa wan, an jî bi wê yekê dixwastin di karê xwe da hîn pêþ bikevin. Hinek caran jî wana gelên kêmjimar yên di wan welatan da bi awakî dijminatî nîþan didan. Hinekan jî qestbende înformasiyonên wisa berev dikirin, ku Kurdan wek qaçax nîþan bidin. Bi wê yekê va wana piþtgiriya zordest û dagirkaran dikirin.*(Ji kitêba, M.S.Lazarev- Pirsa Kurdan (1891 – 1917) – Stockholm 1999.)“ Wekî dinê jî xweya dibe ku gelek ji wan pirtûk û lêkolînên li ser rewþa Êzîdiyatiyê hatine nivîsandin, piraniya wan wekî peymaneke ku di nava dû berên li dijî hevûdin de û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cî bîne, wisa ev berheman hatine nivîsandin. Gava dilê wan bixwasta û wan ji Qewl û Duayên Êzîdiyatiyê fahmbikira, wan ne digot:„Kitabên Êzîdiyan yên Muqedes tine ne, Ola Êzîdiyatî ji ber olên ku kitêbên wan yên muqedes hene, hatiye jiberkirin (kopîkirin) û.w.d.“ Bila ev kes baþ bizanibin, çi roja li Kurdistanê  dîrok zelal bibe wê timê bêne þermezarkirin û ewê her di gorê de jî nesitirin. 

Belê, bi dîtina min rastiya Kurdîtiyê, di zilm û zordariya hatî serê Êzîdiya de zelal xwiyanî dike. Lê hêjî hinek kesên biyanî û Kurd ku ji xwe re dibêjin „Ez rewþenbîr û nivîskar im“ na xwazin ola Êzîdî weke oleke serbixwe nasbikin. Ji bo ku ew karibin ola Êzîdî hêjî bêrûmet bikin, ew di þîrove û nivîsên xwe de, ji xeynî nerastiyê pêþtir ti tiþtekî rast ji bo þîrovekirina dîroka olan zelal nakin. Ev kesên bêxîret xwe nasnakin û dibêjin: „Êzîdî Mithraîzmî, Mazdaîzmî, Zerdûþtî, Sabî, Buddhîzmî û w.d.ne. Êzîdiyatî ji ber ola Cuhuyan, Mesîhiyan anjî ya Musilmanan zêdebûye. Êzîdî ji Dêw, Hov, Cinikan û w.d. bawerdikin“. Baþ e, ez ji wan kesan dipirsim, gelo ji ber ku roja Êzîdiyatî çêbûye û hetanî îro, ew welatparêz bûne, wan ji Xwedayê bitenê bawer kirine û ew timê dijî dagirkerên welatê xwe derketine, lewma Êzîdî „hov in“? Bi dîtina min van kesên weha gotine û dibêjin, tenê ji bo mexsedên xwe bi zanistî xizmet ji koledaran re kirine, dikin û naxwazin ku rastiya ola me ya kevnar li cîhanê bela bibe.

Li aliyekî dinê, bi dilxweþî dibînim, ku çend rêxistin, ilimdar, dîroknas û rojnamevanên Kurd û misyonerên biyanî jî di berhem û lêkolînên xwe de hebûna netewa Ézîdî weke koka Kurdan ya herî kevin qebûl dikin û ji bo vê armancê hêjî xebatê dikin. Ez dixwazim van kes û rêxistinan, ji bo vî karê wan yê hêja û zahmet li virê spas bikim.

 Erê, ev babeta bi serê xwe gelekî mezin û berfire ye. Meriv di vir de jî valeyeke mezin di nava xebata rewþenbîrên Kurd û civata Êzîdiyan de dibîne. Bi rastî ti kesî ji me, hêjî di wî warî de, baþ lêkolînên berfire û layîqê dînê Êzîdî ne weþandine. Bi dîtina min ji bo civateke olî karîbe dînên xwe biparêze, divê rêberên wê civatê yên oldar azad, serbest û zane bin. Lewma jî dibêjim: Heta xwendevan û zaneyên Êzîdiyan bi xebat û zanebûna xwe nikaribin rêveberiya ola Êzîdî bikin û hevkariya wan bi Civata Rûhanî ya Êzîdiyan re çê nebe, heta ew bi ilmê xwe Êzîdiyatiya xwe rast þîrove nekin, dê ti kesê nikaribe dewlemendiya dîroka Êzîdiytiyê di cîhanê de baþ nasbike û kesê nikarbe Êzîdiyatiyê rast bide naskirin. Belê ji bo ku zarokên me Êzîdiyan jî karibin weke zarokên xelqê bi aqilmendî ji pêþeroja xwe re xwedî derkevin û ew karibin van valeyên di dîrokê de hene dagirin, gerek ew pêþîn fêrî Êzîdiyatiyê bibin, divê berî her kesî em evdên Êzîdî gelekî xizmetê bikin, zarokên xwe di dibistana malê de, agehdarî her haweyên jiyanê bikin û gerek merivên Êzîdî bixwe jî karibin di warê ol û çandê de, ji biçûkan re pêþengiyê bikin. Pêwîst e em timî ji keç û xortên xwe re bibêjin; Rast e gava merivekî gelekî tî be, hingê ew dixwze pêþîn avekê vexwe. Lê gerek meriv zanibe ka ji kîjan kaniyê avê vexwe? Ne ku meriv ewilî gihîþte kîjan kaniyê, hema ava wê bi ser kela dilê xwe de berde. Gerek meriv bizanibe; ava kaniyên gemar û herî tîniþka meriv þikandin û þûnde hêja ziyanê dide bedena meriv.

Em hêjî baþ nizanin, ka serok û dûnavên me Êzîdiyan li ser vê babetê çiqas rola xwe anîne cîh?. Lê dîsa jî divê em Êzîdî îro ne weke demên berê Êzîdiyatiyê tenê li hêviyan dûnavên xwe bihêlin û ne bêjin: “Gava pêþiyên me jî asîmlasiyona olî qebûlbikirina, hingê ev neheqiya weha wê ne hatiba pêþiya me. Ti kesî dersa olê ne daye me, em bixwe nizanin, ka em çi ne? Gava dûnavên me nizanîbin, emê çewa zanibin? Gava dûnavên me Êzîdiyatiyê nemeþînin em jî nikarin bimeþînin û.w.d“. Belê pêwîst e ku em ji berpirsyariya xwe ya îro re zêdetir xwedî derkevin, ne ku em gunehê xwe bavêjine ser pêþiya û barê xwe jî ciwana re bihêlin. Eger em xwe di vê demê de zana û bi rêxistin nekin, emê jî bibine alîkarê helandina çand û ola xwe. Lewma jî, îro ji hemî demên derbasbuyî pêwîstire ku Þêx, Pîr, Mîr, Pêþîmam, Feqîr , Mirîd û zaniyarên Êzîdiyatiyê karibin, kul û gazinên xwe rû bi rû ji hev bikin û em ne hêlin êdî zimanên hinekan li me dirêj bibin.

Gereke her Kurd zanibe, gava oldarên Êzîdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ya Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin. Ji ber ku zimanê ola Êzîdiyatiyê zimanê Kurdî ye. Êzîdî ji xeynî zimanê Kurdî, nikarin bi ti zimanê dinê dua, qewl û beytên xwe bibêjin. Heta vêga Êzîdiyekî ku bi Kurdî nizanîbe tine ye. Lewma jî divê em Êzîdî baþ zanibin, ku em nikarin Êzdiyatiya bêyî hevkariya rêxistin û partiyên Kurdîtiyê û Kurdistanê bidomînin.

Hêviya min ji rewþenbîr, nivîskar, partî û rêxistinên li Kurdistanê jî ev e ku, ew êdî rê nedine leystik û çewtîtiyên dîrokî. Çewa ew di bernamên rêxistin, partî, televîziyon, kovar û rojnamên xwe de hirmetê didine musilmantiyê û xiristaniyê gerek ew wisa jî, xizmetê ji bo parastina olên miltê kêm û Êzîdiyatiyê bikin. Divê em bi hev re nehêlin êdî ti cûdetiyên xirab bikevine nava civat û olên li Kurdistanê û em îro jî ol û polîtîkî tevlî hev nekin. Bizanibin, pêwîst e hevkariya komel û rêxistinên Êzîdiyan serbixwe bin û ne girêdayên ti rêxistin û partiyan bin. Divê komel û civatên Êzîdiyan karibin, bîr û baweriyên xwe, li gel hev û di nava tevgera rizgarîxwaza netewiya Kurdî de, bi rewþeke azad giftago bikin û xwe azad biparêzin. Gereke em Kurdistanî zêde li hev û dinê xwedî derkevin û zanibin, eger saxkirin û pêþxistina  Êzîdiyatiyê ne di destên T I F A Q A Êzîdiyan de be, ev Êzîdiyatiya heyî jî wê wenda bibe.

Ez bawerim berhevketina me dê bibe serkevtina me !

Silav û hurmet ji bo we.

Mamoste Kemal Tolan

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org