|
GAVA
REWÞENBÎR BIKARIBIN DI NAVA GEL DE AZAD BIXEBITIN, HINGÊ PIRSGIRÊK
Û NAKOKIYÊN DI NAVA GEL DE JÎ KÊM BIVIN !
Kemal Tolan, 08.03.08
Li
goriya dîtina min, wexta rewþenbîrên civakê bikaribin di nava miletê
xwe de azad û bi rastî xebatê biken, hingê wê
nezanî, pirsgirêk û nakokiyên di nava gel de jî kêm bivin. Endamên
civakê jî dê karibin xwe li ber zanîna netwîperestî û ronayiya rewþenbîran
baþ nas bikin, di kar û armancên xwe de jî serkeftî bivin. Nimûne: Wexta
min di 19.12.04
de mizgîna
damezirandina Komela Jin
û Keçên Kurdên Êzîdî yên ku di nava „NÛ-JIN“
ê xebatê dikin, di gelek malperen Kurdî(http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/damezirandina-nu-jin.html
û hwd.) de belakir, hingê gelek kesên rêvebirên
civak, mal û komelên me Êzdiyan bawer
nedikirin ku ev endamên komela „NÛ-JIN“ ê wê di xebat û armancên xwe de weha pêþbikevin.
Seroka
„Nû-Jin“ ê dibêje, „Shêr
Shêre ci Jin ci Mêre – 8 Adarê li hemû kec û jinên cîhanê û bi
taybetî li yên Êzîdî pîroz be!
Dayik,
xwushk, kec û jinên êzîdî, ez bi navê navenda PÊC – Platforma Êzîdiyên
Celle û Nû-Jin yekemin li elmanya hêz û rêxistina kec û jinên
êzîdî, roja mafê Jinan, roja 8 Adarê li we tevan ji dil û can piroz
dikim! 8 Adarê roja mafê Jinê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî li
Kêc û Jinên êzîdî piroz be! Xwendevanên
hêja, ked û tekoshina Jinan hertim ji bo civak û olê mezin bû û
mezine, lê mixabin heta îro jî mafê Jinan li gelek cihan ge bi nezanî
ge bi zanebûn tê vendakirin. Kec û jin tên kushtin, tên firotin, bi
jiyan û evîna Jinê te bazarkirin bi rengê qelend û zewaca bi zorê. Ne
tenê li Kurdistanê, li hemû cihanê û heta di nav civakên pêshketî û
demokrat de jî. Xwûshkên
hêja, ez hêvîdarim kû êdî em kec û jinên êzîdî ji fersend û
imkanên xwe ji bo mafê xwe nazbikin û dest bi karê xwe bikin. Em stûn
û nivê civakê ne, civak bi me ava û xira dibin, zana û nezan diminin.
Ne tenê ji bo xwe, herweha ji bo zarok, civak û ola xwe divê em serî
rakin. Silav
û Rêz Gûlê
Tûkû Endama
navenda PÊC/Seroka Nû-Jin 6/03/2008.
„ Çavkanî: www.yeziden.de Ez
jî 8
Adarê (roja jinên cîhanê)
li tevaya
jinên heval
û xêrxwazên Êzdiyatiyê , hemû jinên cîhanê û Kurd pîroz dikim.
Jiyaneke xweþ û serkeftî ji tevan re dixwazim. Hêvîdarim
kesên ku li jin û keçan
zordestî dikin nemînin ! Kemal
Tolan 08.03.08
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org