|
Giringiya dîrok û þûnwarên Êzdiyan yên li herêma Hesenkêfê
Kemal
Tolan Weke
ku ji aliyê raya giþtî ve jî tê zanîn, di van çend salên dawî de
gelek daxwiyanî û agehdariyên balkêþ û giring di derheqê bajar,
bajarvanî û hukumdariya li Hesenkêfê
û avakirina projeya bendava Ilisuyê, ya ku li dewsa bajarê me yî antîk
û pir qedîm de bêye lêkirin, hatine weþandin. Ez
jî dengê xwe tevî wan nerazîbûn, nêrîn, bang û çalakiyên li ser vî
babetî dikim û dibêjim, jixwe ji
ber ku dagirker û nijadperestên serdest timî dîrok li goriya berjivendiyên
xwe dane nivîsandin, gelek „pirtûkên dîrokê“ jî ne rast hatine û
têne nivîsandin. Gelek xeleqên þopa dîroka jiyan û baweriya bav-kalên
me Kurd(Êzdî)an ya demên berê jî ji aliyê biyaniyên ku hatine cîh-warên
me bi darê zorê dagirkirine, nijadperest û serdestan ve hatine tûnekirin.
Lewma
niha fersenda min jî zahf(pir) tûne ku ez bikarîbim gelekî ji dîroka me
ya berê-kevn bînime ber çavan. Lê,
ez dixwazim niha bi alîkariya zargotina me(elbet
evjî ne bê kêmasî ne)ya ku vêga
hêjî di singên gelek bav-kalên me ye zîndî dijîn de, li goriya çend
dokument(bi
dîtina min ev jî ne pir kevnin)
li ber çavan hene û zanîna xwe hinekî bahsa nav û dîroka
Hesenkêfê ya ku gelek þûnwarên me Êzdiyan jî li derdora herêma wê
hebûn û hêjî hene rawestim. Pêþîn
em birênen yek ji dîroknivîsê me Kurdayî navdar, mîr Þerefxanê
hukumdarê Bedlîsê (yê sala 1597 an), di pirtûka xwe ye „Þerefname“
yê de bahsa hinek eþîrên li derdora Heskîfê-Hesenkêfê dike û dibêje:
"Sêzde eþiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê hene: Aþtî,
Mihalbî, Mihranî, Becnewî, Þeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlî Piçuk,
Reþan, Kiþkî, Çilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan (1:191). Bi
dîtina min, ji xwe baþ xwanê ye ku, hingê di wî wextî de jî gelek ji
wan sêzde eþîrên hatine binavkirin(Îsturkî,
Reþan, Cilkî, Xendeqî û
Suhanî) yên Êzdiyan bûn e û hinek ji wan vêga hêjî hene. Nimûne:
1 - EM BIRÊNIN LI REWÞA
ÊÞÎRA ÎSTÛRKÎ YAN
. Vêga
jibergirtin(kopi)eke Miþêwra(ev di wextê xwe de weke kitêbeke Êzdiya ye
dînî û pîroz dihat dîtin) me Êzdiyan, ya ku di sala 1278 de bi destnîþana
gelek Xasên Êzdiyan hatiye tomarkirin li cem min heye. Xudanê vê Miþêwrê
hêja Pîr Xetîp dibêje; "eþîra Stûrkiya jî mirîdê me ne….“
(2) Wekî
dinê jî li goriya agehdariyên min, gelek merivên ji vê êþîrê niha hêjî
li li Ermenîstan û Gurcîsatanê dijîn hene. Xemgînim, di derheqê cîh
û warên wan yên ku vêga lê dimînin de tu malumatên min tûnene. Her
weha li virê bang û pir lave ji nivîskarên me yên li herêma wan dijîn
dikim, ku ew van agehdariyên pêwîst ji me re tomarbikin û bi weþînin. Bêguman, ew li
deverne dinê de jî hene….. 2
- EM BIRÊNIN LI REWÞA ÊÞÎRA
XENDEQÎ YAN: Di
nav zargotina me Êzdiyan de ciyê nav û warên Êzdiyên ji federasiyona êþîrên Xendeqiyan hêjî
gelekî xwanê ye Navê
Xendeqî Di
bin vî navê Xendeqî de gelek êl û êþîrên Êzdiyan hebûne û
hene(3). Ev federasiyona êþîrên Xendeqiyan îro hêjî di nav herêma
„Êzdiyên Xaltiyan(4)“ de pir bi nav û denge. Cîh
û warên vê federasiyona êþîra Xendeqiyan jî, ji
ber çiyayê Bûzêrî yên ku li kêleka ava Heskîfê (Hesenkêfê) dest pêdikin,
têne heta ber pira Batmanê û ji vir jî diçine ber ava çemê Delan(li
milê rastê), gundê Ridwanê, Kêl û Midêwr ê ye. Di zargotina me Êzdiyan de hêjî tê gotin, heta dema petrol di sala 1934'a de li çiyayê Remanê derneketibû, tevaya Kurd û Êzîdiyan ji van war û çiyayên di nav herêma Heskîf û Batmanê re digotine "Çiyayê Xendeqiyan."
Ji
xwe di vî çiyayî de vêga hêjî Kela Virreyten(birênen
li ser wêne jî xwanê dibe ku ev ne gelekî ji bajarê Hesenkêfê dûre)heye.
Li
goriya ku zargotina me Xendeqiyan didinê xwanê û dibêjin, raste ku di
wextekî de gelek þunwarên me
Êzdiyan li derdora vê Kela Virreyten de jî hebûne.
Vêca,
Xwedê bi tenê dizane ka ev kesê bi navê Virreyten(yê
ku pêþiyê me çiqas eþîrên Xendeqiyan e),
kengî di vê newal û geliyê çiyayê Xendeqiyan de hukumdarî kiriye ? Tê
bîramin, me Xendeqiyên li gundê Þimzê diman heta wan salên ku hêja
pirra nû(ya vêga) temam nekiribun, timî di dawiya demsala havînê de
zad-dexilê( ceh, nok, genim, nîsk û hwd.) li ser piþta ker û hespan
dikir û dibir li Heskîfê difirot. Ji xwe tenê di vê demsalê de carnan
hiza ava çemê Hesenkêfê kêm dibû û meriv karîbû hingê peya ajnî
li ser piþta hesp-keran derbasî nava
bajarê Heskîfê bive. Hinga hêza avê gelek buna, kelekvanan bi kelekan
meriv derbasî wiyalî avê dikirin…….. Navên hinek
gundên ku di wextekî de Êzdiyên Xendeqî lê diman ev in: Baherziq ,,,
Dêrikê,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,
Memika Pêþîm.,,,,
Sîxura Ji bo ev navên gundên
Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji vir û weha de jî bêne kufþkirin û wenda
nebin, min lewma navên gundan yên bi Tirkî ne nivîsandiye.(3) Em
dizanin, niha jî di destên Ezîdiyan de Tapo (qoçan) yên gelek gundan
hene û herkes jî dizane ev êrdan erdên kê bûne. Lê ji ber ku hemû
navên wan di kûtukan de hatine guhastin, êdî Êzîdi hew karin di rêya
qanunan de dawa milk û talanên xwe bikin. Evê berdewam bike Çavkanî
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org