Hevpeyvina bi Koçek  Merwan Xelîl Xidir re
 
 
Kemal Tolan
 
Birêz Merwan Xelîl, berî ku ez derbasî pirsên hevpeyvîna xwe yên li ser giringiya cemaya Þêx Adî bivim, dixwazim ku hûn bikurtasî hinekî bahsa kesayetiya xwe bikin û ji me re bibêjin, ka we kengî, çewa dest bi fêrbûna ilmê Êzdiyatiyê kirî ye?
 
- Ez jî di destpêkê de dibêjim, ya bi destûra Xwedê û Tawisî – Melek !
 
Navêmin Merwan e, yê bavê min Xelîl û yê bapîrê min jî Xidir e.
Ez ji gundê Bapîrê,yê ku di nav herêma baþurê Kurdistanê de ye me. Ez niha bîst û heft salî me.
 
Birayê Merwan, ez dibînim û dibihîzim ku gelek kes ji we re dibêjen koçek. Gelo hûn dikarin pêþîn de  ji me re bibêjin, ka wateya gotina koçek çî ye ?
 
- Li goriya ku ez dizanim, dû mahneyên peyva goh-çak(koçek) hen e.:
 
 1  Gohçak, ji gotin(peyv)a çak tê . Û lewmajî Êzdî ji kesê ku gotin(peyv, bêje)ên çak dibêjin û beladikin ra dibêjin, koçek(gotinçak = goçak-).
 
Mîsal:
Min dît, di herêma Baþiq û Bahzanê de dû mirîdên extiyarê(rû sipî, qewilbêj û zanê dînî ne) wan hebûn û xelqê deverê digote wan koçek.
 
Dîsa ew kesên ku xwe di ber olê de þikandibûn û li LALIÞÊ xizemetkariya nava  mala Þêx Adî dikirin,gelek rê  û rismên dinî dimeþandin re di gotin:”koçek”
 
2   Bêguman, Êzdiyan ji wan kesên ku sur û batinî li cem wan hebûn re jî digotin, goh-çak, yanî kesê xwedî keramet(kesê ku ji hisek, dengekî batinî ya zêde, hatina buyereke hêj çênebuyî û xerîb e þîrove dike). Berdewam di çavkanî 1 : rûpel:178 de k.t.
 
Birêz koçek Merwan, hûn dikarin ji kerema xwe re navên seydayên xwe yên rêzdar bibîrbînin û bibêjin ka wexta hûn li cem wan fêrî ilmê Êzdiyatiyê bivin, hingê hûn çend salî bûn?
 
- Belê, min di pazedeh saliya xwe de xwast ku xizmetekê ji civaka xwe ya Êzdî re bikim û dest bi fêrbûna ilmê(qewl,duha, beyt û hwd.) Êzdiyatiyê kir.
 
Seydayên min yên di herêma welatê þêx de Feqîr Hecî, Pîr Ebo û Mam Cemo bûn. Her weha yên di herêma çiyayê Þengalê de jî  Feqîr Xidir yê Berkatê Keso, Xelefê Qaso(însanekî çelegir bû û gelek ilmê Êzdiyatiyê li cem wî jî hebû), Pîr Elo(Xwedê bi rahmîn e!), Feqîr Cindo, Mam Birahîm, Þêx Xidir ye ji binemala þêxên Þêxûbekran, Pîrê Ewra û wekî dinê jî gelek Xwedê jê raziyên ilimdarên bi nav û deng di nava Êzdiyan de hebûn.
 
Ji bo ku ez dikaribim xizmetekê ji miletê Êzdî re bikim, diçûme cem wan rêzdaran û ez bi gelek þev û rojan li malên wan xemxwarên Êzdiyatiyê dimam. Min dikarîbû bêtirs û sînor hemû pirsên xwe ji wan Xwedê jê raziyên mamostên rêzdar bikim.
 
Ez timî dibêjim , ez tu carî wî zahmetê ku mamostên min di ber min dîtine ji bîra nakim. Hêvîdarim ku Xwedê xêra hemû seydayên min û ya wan kesên ku weke mamoste Kemal Tolan jî ji bo xwedî kirin û pêþve birina Êzdiyatiyê lêkolîn dikin, gelekî zahmet dibîne û vê xizmetê diken qebul bike.
 
Þikir ji Xwedê re, ku ez jî heta îro hêja li goriya fersend û mecalên xwe vê xizmeta ku ji bo min pîroz e bi dilxweþî berdewam dikim.
 
 Belê birêz koçek Merwan, vêca keremken em vegerine ser babetê hevpeyvîna xwe!
Hûn jî dizanin, em Êzdî niha di hefteya cejna cemaya Þêx Adî  de ne û ev cejna cemaya Þêx Adî li LALIÞA NÛRANÎ tê ye pîroz kirin. Hûn dikarin ji kerema xwe re ji me re bibêjin, ka wateya cemaya Þêx Adî çî ye ?
 
-           Beliya we li dinê, Xwedê marîfeta we û xwandevanên me zêde bike!
Vêca, wateya Cema !:
Hûn dizanin, nihojî di nav zargotina me Þengaliya de peyva cem tê bikaranîn.
 
Yanî gava Þengalî  dikin herin filan(?) kesekî bivînin anjî pêre xeber bidin, ew nabêjin ezê biçime ba (gel)  filan kesî. Ew dibêjin ezê biçime cem filan kesî.
 
Vêca li goriya ez dizanim, gava Þêx Adî qedim(kiras)guhastiye, hingê Êzdî ji hemû heremên Êzdîxanê hatine geliyê Laliþê û hevûdinê li cem merasîmên kirasguhastina Þêx Adî dîtine. Lewma ez jî dibêjim, ev peyva cema ji gotina cem hatiye.
 
Bi dîtina min piraniya merasîm, rê û rismên di cema ya Þêx Adî de ku li geliyê LALIÞÊ têne meþandin, bi kirasguhastina Þêx Adî ve girêdayîne. Bêguman gelek ji wan jî, ji Ezdayetiya berî qedimguhastina Þêx Adî hatine û hêjî têne bikaranîn.
 
Birêz Koçek ! Em dikarin bibêjin, Ezdayi(Êzdî)yan ev cemaya ku vêga li Laliþê tê pîrozkirin di dema berî kirasguhastina Þêx Adî de jî û dîsa di vî wextê salê de pîroz dikirin?
 
-            Min gote we, ez bi xwe ne gelekî dîrok nasim. Lê mamostên min digotin, Êzdiyan beriya dema Þêx Adî de bi hezarên salan jî û hersal di vê meha çîrya pêþîn de ku destpêka demsala payîzê destpê dike, ga yek ji bo xwedayê rojê(Þêsims e)dikirin e nedir û ewan goþtê gayê weke qurbana Þêsims(navê xwedayê rojê ye û hêjî li cem me Êzdiyan pîroz e) li hevûdinê beladikirin û ev roja pîroz dikirin. 
                           
(Çavkaniya wêneyan; http://www.piney-2.com/FathLaodConstSabbath.html)
 
Ji xwe gelek dîrokzanên Êzdiyatiyê jî bi kevnariya vê merasima serbira ga û ya simat(xwarina goþtê ga û zad)ê, ku hêjî di nav pîroziya cema yê de berdewam dikin, dizanin.
 
Dîsa, em Ezdî vêga hêjî hersal cejna çilê havîn, zivistanê, bihar(çarþema sor ) û payîzê(cema yê) jî pîroz dikin.
 
 Baþe birêz koçek Merwan, hûn dikarin niha ji me re bibêjin ka Êzdî di van rojên cemaya Þêx Adî de çewa cejna xwe pîroz dikin?
 
- Weke hûn jî dizanin, rê û rismên cema yê heft rojan berdewam dikin û ez dikarim merasîmên di van her heft rojên cejnê de têne meþandin weha birêz bibêjim:
 
Di her heft rojan de :
 
Berî ku sibe ron bive beyta cindiyo rabe(Temamiya gotinên wê di çavkanî 1:rûpel:60-63 de ne k.t.) tê gotin. Dûre oldar û kesên hatine cemayê radibine xizmetê.
 
Berî rojhilatê beyta sibê (Temamiya gotinên wê di çavkanî 1:rûpel:64-66 de ne.k.t) tê gotin.
 
Di wextê taþtêyan de beyta Þesim(Temamiya gotinên wê di çavkanî 1:rûpel:56-60de ne.k.t) tê gotin.
 
Êsirkî hêja roj ne çuyî ava, Bavê Þêx tevî hemû  endamên Meclisa ruhanî(Pêþîmam, Bavê Gavan, Êxtiyarê Baþîkê û Bahzanê,  micêwrê Kaniya Sipî û hwd.) li nava hemi avayên parêzgehên babçak û xasên Êzdiyatiyê digerin, wan ziyaretî û tuwaf dikin. 
 
Êvarê, beyta êvarê (Temamiya gotinên wê di çavkanî 1:rûpel:70-71de ne.k.t)  tê gotin. Hemû çirayên xas û babçakan têne vêxistin.
 
Di wextê piþtî þîvê de jî merasîma qewl gotinê dest pê dike. Di vî wextê ku qewl têne gotin de jî her þev yek ji heft sema(govenda rûhanî)yên pîroz(binêrin,navên her heft semayên pîroz di çavkanî 1:rûpel:110-113 de ne) li ber dengê def û þibêban têye girtin.
 
Roja siwar kirina periyan
 
Pêrî siwar kirin jî ku kesê hatî cema yê bixwaze, ew li goriya dilê xwe paç(caw, qumaþ)ekî reng dikire. Dûre berpirsyar û zanên Êzdiyan yên oldar tevî lêxistina defûþibêban vî qumaþî davêjine ser serê wî/wê û dibine ber Kaniya Sipî. Gava têne nav avayê Kaniya Sipî, qumasê li ser serî datînin, di ava Kaniya Sipî de noq(mohr) dikin û dûre dîsa oldar qumaþ davêjine ser serê wî/wê, didin pêþiyê wî/wê  dibine ser qebir anjî ber paristgeha ku dixwaze ziyret bike û ew jî. qumaþê xwe datînine ser gor babçaka. Dawiyê de oldarên pê re duha lê dikin, dibêjinê Xwedê xêr û niyeta di dilê te de qebul bike, ziyareta te li ser xêrê û pîrozî be.
 
Roja qabaxê (merasîma serbirkirina ga yê Þêþims e)
 
Di pey vê merasîma siwar kirina darbesta Þêx Adî re, êdî milet dest bi ya qabaxê dike. Weke min li jorê jî got, milet vî gayî ji dibine ber ziyareta Þêþims ser jê dikin û goþtê gayê jî weke simatê li xelqê amadene beladikin.
 
Roja ber suwarkirinê
 
Ber siwarkirin, merasîma qedim*guhastina Þêx Adî ye. Wextê Þêx Adî kirasguhastiye, hingê ev berê þibakê(darbesta Þêx Adî ye hingê) ji xadiman hatiye xemlandin. Di baweriya Êzdiyatiyê de xadim tiþtekî pîrozin. Ev textê berê þibakê jî timî li Baþik û Bahzana dimîne. Gava roja cema yê ya yekemîn dest pê dike, hingê ew vê darbestê ji Baþik û Bahzana tînine Laliþê. Û ew di roja beriya îdê de berê þibakê cardinê siwar dikin û dibin di birka celsê de mohr dikin. *Qedim=ji vê dinya yê çû. Li gor baweriya me Êzdiyan ruh namire….
 
Micêwrên hemû xas û babçakan di vê rojê de simatê(Goþtê gayê ku di nava dan-zad de hatî kelandin e). Ew kesên ku ne morkirî jî bi ava Kaniya Sipî têne morkirin. Wexta ev merasîma dibe, hingê xweziya min bi wî kesî/ê beþdar be ku bikaribe vê darbestê maçbike û lê ziyaret bibe. Dûre govenda derê Kaniya Sipî li ber dengê def û þibêban tê ye gerandin.
 
Roja îdê(cejnê)
 
Di vê rojê de jî sê semayên pîroz têne gerandin. Êdî beþdarên amade jî dikevine vê govenda pîroz, guhnê xwe dadiweþînin û bi kêf cejna hevûdinê pîroz dikin.
 
Di qewl de jî dibêje:
Xaniyê me hemuya banek,
û tê bi gerê roj û danek,
bila di dilê te de nemîne,
ne êþîk û ne kovanek.
 
Xaniyê me hemuya berek
û ez tê geriyam çend qenderek,
bila di dilê te de nemîne,
 ne êþîk , ne kovanek û ne keserek.
 
Em dibêjin mala Þêx Adî(geliyê Laliþê) ciyekî pîroze,ciyê çak û ewliya ye. Wextê kesek hate Laliþê, divê ew dilê xwe safîke, qehir, kerb û kîna di dilê xwe de derxîne, bavêje û bi dijberên xwe yên berê re jî bi ruhekî biratiya nû, mirazê pak û jiyaneke nû dest pê bike.
 
Birêz Koçek , hûn dizanin bapîrên me Êzdiyan yên ku di dema beriya Þêx Adî de dijiyan, diçûne ber kîjan ziyaret anjî perizgeha sereke ziyaretî dibûn?
 
-            Li goriya ku di gelek qewlên me de xwanê dibe, Laliþa me û bi taybetî jî Kaniya Sipî haveynê nava erd û ezman e. Ji dema dinya hatiye afirandin û heta îro hêjî gelek rê û rismên baweriya miletê Ezdayiyan di Laliþê de hatine û têne kirin..…
 
Baþe koçekê birêz, wexta Êzdî nikarî(bûn)bin herine  li LALIÞA NÛRANΠ beþdarî  wan rê û resîmên di cemaya Þêx Adî pêktên bivin  û ku ew biçine ber paristgeheke dinê ya cîhê xas û qelenderên me Êzdiyan, hingê „ziyaret anjî heca“ wan qebûl dibe anjî na ?
 
-            Bêguman, gava em li naveroka ilm û qewlên me Êzdiyan baþ binêrin, emê bivînin ku gelek parêzgeh û ziyaretên me di wan de xwanê dikin.
 
Nimûne:
 
Ez dibînim, heta nihajî navê Meqlûbê Þêxa di nav sebeqeyên þahde dînî ya mêrê Êzdî de derbas dibe û dibêje,
„.Meqlub û Mergeh sela
Silavêt mêra li laliþê meqlubî
birî mehê, cotên quba, li wî erdê
Ev jî dibêje, her kesekî biçuya ber ziyareta Meqlûbê Þêxa jî weke ku çûye ber mala Þêx Adî wisa ziyareta wî qebul e.
 
Dîsa, di qewlê „xanqubat“ de jî derbas dibe û dibêje, di wextê Þêx Adî qedem guhastî û berî ku Þêx Adî qedem biguhêze de jî  Êzdî bi coqetî(refa) ji herêma Ruha, Tehranê, Hindê, Samira, Tewrîzê, Bêcî û Qandiharê dihatine Laliþê beþdarî cejna destpêka biharê(Çarþema Sor) dibûn. Nan û mastê xwe di Laliþê de nû kirine, simat û ava Kaniya Sipî jî ji bo kulftên xwe birine.
 
Mamostin min digotin” di dema Þêx Adî dijiya de, merivekî bi navê Simayîl ji Hindê hatibû Laliþê û salekê li cem Þêx Adî xizmet kiriye. Þêx Adî ji Simayîl re gotiye, „Simayîl here welatê xwe , tû jî bi mal û kulfetî.“
 
Simayîl jî gotiye, „ya Þêx Adî destên min ji te venabe û ez bê dîndara te nikarim bijîm.“
 
Þêx Adî gotiye, „Simayîl,
heke tû yê min bî û ku tû li Hind û Yemen bî jî, dîsa tû yê min î
heke tû ne yê min bî û ku tû li ber min bî jî, dîsa tû ne yê min î „
 
Weke em ji van gotinên Þêx Adî jî fahm dikin, Êzdiyatî ne ewe ku mirov di nava Laliþê de xizmetê bike, yan mirov li dor Laliþê akincî bimîne û ziyaret bûna xwe bes Laliþê bi hesbîne.
 
Bi dîtna min, Þêx Adî jî her Êzdî mecbûr nekirine û ne gotiye divê her kesê Êzdî tenê bê li Laliþê ziyaret bive. Þêx Adî bi zahmetiya miletê xwe dizanîbû û lewma jî ewî heremên Êzdîxanê li xwedî ocaxên Êzdiyan parvekirine.
 
Weke ez  dizanim, Þêx Adî herêma Helebê daye destên Þêx Mend, ya welatê Xalta daye Þêxsîn, ya deþta Herîrê daye Hesin Meman, ya zozana daye Sicadîn, ya Nasiriyê daye Nasirdîn, ya Diyarbekrê daye Þêx û Bekir, ya Amediyê daye Amadîn, ya Tewrêzê daye Þêþims û hwd. Vêca gava kesekî Êzdî diçû ber van ziyaretên babçakên Êzdiyan, weke ew çûbe ber mala Þêx Adî wisa ziyretiya wan qebul dibû.
 
Qewlê me jî dibêje:
 
„Hecaco meçe bi ber hecê ve,
þimka ne qetîne di rê de,
heca te ewe, mala ku tû tê de“
 
Ez di dawyia vê hevpeyvînê de rêz û silavên xwe ji bo hemû kesên ku xemxwarê Êzdiyatiyê ye, yên ku bi kêrî þuxlê Êzdiyatiyê dibe û mamosten weke we yên ku dixwazin xizemtekê ji mîletê xwe re bike, ev kevneþopên me wenda nebin û di nav miletî de hinekî agehdariyê li ser rê , resim, îd û êrefatên Êzdiyatiyê beladikin re gelekî sipas dikim.
 
Emî kêmin û yê temam Xwedê ye. Xwedê jî efûkare.
 
Ev cejna cemaya Þêx Adî li hemû Êzdî û dostên Êzdiyan pîroz be.
 
 
Ez jî dibêjim Xwedê xizmeta we qebûl bike. Gelekî kêfxweþ dibim, gava ez bi rêzdarên weke we re rûdinêm û bikaribim bi alîkariya we vê xizmetê pêþkêþî civak û tostên Êzdiyatiyê bikim.
 
Xwedê romannivîsê kurd Mehet Uzun afûbike û dibêjim bila serên kesên malbata wî û hemû Kurdistaniyan sax be.
 
Bila cejna cemaya Þêx Adî û îda Remezanê li me hemû Kurdistaniyan pîroz be !
 
 
Kemal Tolan   Oldenburg, 12.çirî ya pêþîn(10).2007
 
Çavkanî:
1 - Kemal Tolan, nasandina kevneþopên Êzdiyatiyê-Weþanên Perî 2007
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org