DI HEVPEYVINA OLDAREKÎ ÊZDIYAN DE, MAHNE Û GIRINGIYA “XERQE” TÊ  NASKIRIN
 
 
 
 Kemal Tolan

 

 
 
Kemal Tolan:  Rêzdar Feqîr Elî, dema ez li zargotina Êzdayetiyê dinêrim û guhdarî dikim, dibînim ku zahf peyva “XERQE” di nav de hatiye û hêjî tê bikaranîn. Eger hûn destûrê bidine min, ez dixwazim pêþîn çend mînakan ji We re bînime ser ziman.
 
Feqîr Elî: - Belê mirîdê min, keremke ez li te guhdarî dikim !
 
Kemal Tolan:
 
Mînak: 1
Di sebeqeyeke „Terqîn û nasîn” de dibêje:
Xerqe ji kafa nûnê
Elah mewla cumle alem miletîTemamî di: *1
 
Mînak: 2
Di sebeqeyeke “Du´a Heyvê”de dibêje:
5- ya Melek Fexredîn! te em xûndîne li hizretê
tu me bisitrînî ji dirba Xerqê
ji þerîetê, ji terîqetê
þikir, te em havêtîne ser piþka sunetê.“ Temamî di : *2
 
Mînak: 3
Di çend sebeqeyên “Qewlê Lawikê Pîrano de dibêje:
“67- hey lawek yî pîrano :
xerqe libasê cebare
kesê ji pêþ xerqê þîxadî hilînit dare
roja axretê ew xafilekî gunekare ….

68- hey lawekî pîrano :
kesê serma xerqeyî bi girî
û bi awirêt xezeb tê bi fikirî
roja axretê dê kafir mirî ….

69- hey lawekî pîrano :
li roja li pê pira selatê
xerqeyî hilînin , dê bene bisatê
belê qalibê kafir dê mînit li kiþ û matê ....

70- hey lawek yî pîrano :
ewe roja pê pira ne’îmê
xerqeyî dê hilînin û bene xizînê
qalibê kafir dê mînit li kela cehîmê ....”Temamî di *3
 
Mînak: 4
Di sebeqeyeke „Qewlê Derwêþ Adem” de dibêje:
“Hindek xerqê xwe bi kiçê re sipar e
Dabuye keçê xerqe ye
Silav bike li babê ye
Qenciya we kirî layiqî we û esilê we ye
Heke pisekî me dahir be xwe negre û bêye”
Temamî di : *4
 
Mînak: 5
Di sebeqên „Qewlê Qendîla” de dibêje:
 
“Þîxadî hate Laliþe
Xemilî bi xerqêt reþe
Edewîya hal pê xweþe
 
Þîxadî li Laliþ bû
Xemilî bi xerqê reþ bû
Edewîya hal pê xweþ bû“ T
emamî di :*5
                                  
Mînak: 6
Di helbesta „Ebû Bekirê Þîblî û Þêxê Cuneyd ” de jî weha dibêje:
“Xerqe û tekmîl îna wî di Ebû Bekir werîna
Guh bidin ey guþeniþîna, hû dê berket xirqetê
Xirqe libsê ewlîyane, ’safî dilê e’sufîyane
Dûr ji qewê eþqîyane û ehlê kizb û bîd’etê”
Temamî di: *6
 
Mînak: 7
 
Êzdî vêga hêjî bi libasên “Tanc û hilên”
Þêx Adî sond dixwin û lê ziyaretî dibin .
 
Û hîna gelek mînakên dinê...
 
 
Vêca,  rêzdar Feqîr Elî, hûn jî dikarin ji me re bibêjin, ka giringiya “XERQE” di nav zargotina Êzdiyatiyê de çiye û “XERQE” ji kengî ve hebûye ?
 
Feqîr Elî:  Li goriya ku ez dizanim, Xerqe bi hezarên salan beriya Þêx Adî de jî hebuye.
 
Binêre ezê vî qewlê  “XERQE” yê ku heta vêga hîna di tu deverî de tevaya wî ne hatiye gotin û nivîsandin  ji te re bêjim.
QEWLÊ XERQE dibêje:
 
Berî dinya ne bû,
Ew roj Xerqe hebû,
Xerqe libsê Xwedê û
Tawsî-Melek bi xwe bû
 
Berî dinya nebû, ne di sêwrand
Mihbet ew bû mêran ne hengirand
Ew roj padþayî xerqe di dehirand
 
Berê ne erd, ne ezman bû
Berê ne çiya, ne sekan bû
Û ne bahr , ne bînyan bû
Hingê di nav xas û
Ewliya de Xerqe îman bû
 
Koro te  çavî spî ye,
mahniya xerqê Þêx Adî çiye?
Erd e bi kilît û ne vekiriye
Ema ji sirra melkî bihiriye
 
Koro te çavî kor e,
mahniya xerqê Þêx Adî çiye?
Ne vekirî, ye bi zimzim û mor e
Derenca xerqê Þêx Adî li jor e
Ew ji sirra padþahê jor e
 
Di kilimî grîvan e
Xerqe libasê padþê minî giran e
Ew xerqe qubleta çiqas xasan e
 
Tac dêje Xerqe ye
Sed evdê guhnekar e
Qestke berde mala te ye
Bi heqiya Xwedê destekî li ser yê te ye
 
Xerqe xelatê mêrê axa
Hincî di bin kirê Þêx Adî de
Neke kul û emelê saxa
Roja bangê yî rût û çîplax e
 
Xerqe dirre, rastî sir e
Xerqe xelata mêrê hir e
 
Xerqe xelata Xwedê bi xwe ye
Êwiriye ser qalibekî bê terþe ye
Ewan  xêr nedikir û guhne li xwe dikir zêde ye
 
Xerqe dibê, ezê li wê me
Bê bav û bê dê me
Ez li ber kerema mewlê me
 
Ez li ber kerema vî mewlayî,
Ez dah me destê vî hosta yî
Ser min çêkirin xoþ û þahî
 
Ya rebê min !
Xoþ û þahiye bi dem e
Berî Adem, berî Hawa,
berî Îsa û  Mêyrem e
Not hezar sel hebûm e li dîwana te me .”
 
Kemal Tolan: Rêzdar Feqîr Elî, ez dixwazim ji bo aghehdariyê bibêjim, hinga ku Feqîr Hecî Þemo(yê ku eva serê çilûheþt salan xizmetkarê ber mala Þêx Adî ye) hatibû Almaniya – bajarê Oldenburg`ê, hingê min û birê Sedîq Dûzgun di 16.01.2000 de hevpeyvînek bi wî re çêkir. Rêzdar Feqîr Hecî Þemo jî hingê çend sebeqên “qewlê xerqe” ji me re gotin, lê me ew hevpeyvîn hingê ne weþand.
 
Vêca, min îro dîsa li wî bandê hevpeyvîna bi rêzdar Feqîr Hecî Þemo re guhdarî kir û ez niha van çend sebeqên “qewlê xerqe” yên ku ji gotinênên Feqîr Elî gotî cûde ne anjî yên ku “qewlê xerqe” temam dikin,  ji ber gotinên Xwedê jê razî Feqîr Hecî Þemo  dinivisînim.
 
Rêzdar Feqîr Hecî Þemo  jî dibêje:
 
 “Qewlê Xerqe
Dilê vêkirî muhtac e
Çî dewrêþekî lewaz e
Berkirina siltan Þêx Adî de berke û tac e 
 
Xerqe libasê cebar e
Hincî kesê hilgirte ser xerqê Þêx Adî de dar e
li axretê li ber Þêx Adî û Melik Þixîn guhnekar e        Kemal Tolan û Feqîr Hecî
Þemo(16.01.2000)
Hincî bi sirûba xerqe bigirî
û bi xezeb tê fikirî ew bê þîk kafir bî
 
Pîrê xerqêm Siltan Êzîd e
Û ew mahniyeke bêhîd e
Û atqata min û çendî mirîd e  Temamî di : *7
 
 
Rêzdar Feqîr Elî,  gelo mercên ku oldarekî Êzdî bixwaze Xerqe hilgire çine?
 
Feqîr Elî: Weke ku em di sebeqên „Qewlê Axretê“ de jî dibînin, divê berî her tiþtî ev kes bîryarê  bi xwe bide, „ Xwe ji xweþî û levzeta dinê bike” û  xwe ji bo xizmeta axretê amade dike. Ji Xwedê û Þêx Adî re sê rojan rojî bigre. Gazî oldarekî Êzdî ku Xerqe hilgirtiye dike û wî ji xwe re bike birayê axretê. Tevî endamên civakê û Birayê axretê, nan û zadê qurbana Xerqe hilgirtinê bixwin. Dûre birê axretê libasê dinê û kefenê axretê li birê xwe dike...
 
Gava kesek xerqê xwe ji xwe deyne dibêje:
“Tahl, nûr, sitar, xefar, cebar,  libasê dinê , kefenê axretê
Bi qevda melîk Þîxsîn milê rastê
Yar û birê axretê fer e li me sinetê ”
 

 
Rêzdar Feqîr Elî, xerqe ji çê û çewa çê dibe ?
 
 
Feqîr Elî: Tenê Feqîrên dûnav dikarin xerqe çêkin.  Xerqe, ji hiriya miyan ya ku mîna rîs hatiye rêstin tê çêkirin. Gava rîs temam dibe, meriv wî tevî hinek ava zimzimê berdide nava ava di sîtilekê de û dû rojan dikelîne. Dûre hinek pel û çiqilkên dara zerguzê  davêjine nava ava kelandî û xerqe reng dikin.
 
 
 
 
 
                                                                         Dayika Êzdî hiriya Xerqe dirêse (k.t.)
 
 
 
Kemal Tolan : Xwedê xizmeta We qebûl bike û rahma Xwedê li dê, bav We û hemû seydayên Êzdiyatiyê be.
 
Feqîr Elî : Amîn !
 
 
 
Çavkanî:*
  1.  
    http://www.yezidi.org/259.0.html
  2.  
    http://www.khaliljindy.com/diwa2.pdf.
  3.  
    http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=241
  4.  
    http://www.yezidi.org/305.0.html
  5.  
    http://www.ezdixane.com/content/view/62/3/
  6.  
    http://www.koord.com/webbook/book/aras/aras1/Book/Nooradeen/Nooradeen3/221-271.PDF .
  7.  
    Kemal Tolan û Sedîq Dûzgun (16.01.2000) Hevpeyvîna bi Feqîr Hecî Þemo re
 
 
 
 
 
 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org