|
|
- DI HEVPEYVINA OLDAREKÎ ÊZDIYAN DE, MAHNE Û GIRINGIYA
FEQÎRÊN ÊZDIYAN TÊNE NASKIRIN
-
-
- Kemal
Tolan
-
-
-
-
- Kemal
Tolan : Rêzdar Feqîr Elî, weke ku ez ji Êzdiyatiyê fahm dikim, ji xeynî We
çend dûnavên me Êzdiyan pêve, êdî kêm kes hene ku dikarin ji
kevnarî û kuraya zargotina me Êzdiyan birastî xeber biden. Ji xwe
gava ez bala xwe didime nava zargotina xwedîocaxên Êzdiyên di herêma
Xaltiyan de, dibînim ku xizmeta binemala hinek pêþîmam û bi taybetî
jî keda çend feqîrên dûnav û yên mîna We gelekî xwanê dike.
-
- Vêca,
berî ku ez hinek pirsên li ser naveroka baweriya Êzdiyatiyê bikim,
ez dixwazim ku hûn bi kurtasî hinekî behsa kesayetiya xwe bikin û ji
me re bibêjin, ka Feqîr Elî kengî ji dayîka xwe re buye, kengî,
li cem kîjan seydayan û çewan dest bi vê xizmeta di nava
civaka me de kiriye?
-
- - Ez di payîza sala
1930 de ji bavê xwe Piçî ew jî kurê Feqîr Ûsiv e û dayîka xwe
Xezal re, li gundê
Hemdûna ku di herêma Misircê de ye çêbûme. Hingê sê bira û xuþkeke
min hebûn e.
-
- Gava temenê min bû
deh sal û pêve, êdî min bi bavê xwe Feqîr Piçî re dest bi
xizmeta gera nava civaka Êzdiyan de kir. Di vê demê de jî ilimdarên
ku di nava civaka Êzdiyan de xizmet dikirin gelekî kêmbûn.
-
- Tê bîramin
rahmetiyê Feqîr Temê, Hisî, Heso, þêxekî Þerfedîna Þêx Nasir
ku ji baþûrê rojavayê Kurdistanê bû û Hesenê Takorî
dihatine ba bavê min û fêrî ilmê Êzdiyatiyê dibun.
-
- Lê min jî, ilmê xwe ji Xwedê jê raziyê bavê xwe Feqîr Piçî
girtiye û ew jî ilmê xwe ji Qewal Kewê, yê ku ji Laliþê dihate
nava me Êzdiyên Xaltiyan û welatê Serhedê de digeriya, girtiye.
Tê bîramîn hingê di nava herêma Serhedê de dora 50.000
hezar Êzdî û zêdeyî 100 gundên Êzdiyan di nava herêma
Xaltiyan de hebûn.
-
- Ji xwe ancax Xwedê
tenê pê dizana, bê ka hingê çiqas zahmetî û pirsgirêk me hebûn...........
-
- Rêzdar
Feqîr Elî, weke ku ez di
sebeqeyeke „Qewlê Axretê“ de dibînim
û dibêje:
- „Feqira yeke çê kir,
- Xwe ji xweþî û levzeta dinê kir
- Li dinyayê ber bi axretê kir“
- Gelo
hûn dikarin ji me re bêjin, ka wateya vê sebeqê çiye?
-
- - Belê, gava Feqîr anjî oldarekî
Êzdî libas* hildigire ser xwe, ew hingê dibe hevalê axretê.
-
- *Libas
çî ye ?
-
- - Em Êzdî ji Kulik, Xerqe, Meftûl(ji
rîsê miyan çêdibe û meriv dixe stuyê xwe), Mihik- yanî
kembera ku xadim pê ve dirûtine(hinek
oldar jî dibêjinê : riste . Rengê rista her oldarekî/ê
Êzdiyan ji hevûdinê cûde ne k.t. ) û ji gopalê ku ji
dara kenêrê çêbuye re dibêjin, “libasên Þêx Adî”.
-
- Gelo
hûn dikarin ji me re bêjin, ka wateya gotina
“feqîrê yek û dûnav” di nava zargotina Êzdiyatiyê de
çî ye?
-
- - FEQÎRÊN DÛNAV yên
ku mîna me ji binemala pîrê Ormexala ne. Ev pîr haveynê sirra koka
pîrantiyê ne û gelekî kevnin. Li goriya zanîna min, haveynê pîrantiyê
kilîma Xwedê ye. Tu ins û cins bê pîr çênebuye û tûne ye. Ji pîrantiyê
îman, ol, aqubet û axret çêbuye. Lewma jî heta îro hêjî her kes
dibêje, ev kes anjî tiþtî bi pîr e.
-
- Gava pîrên
Ormexala bi kulik, sûret, xerqe û ilimdar bin Êzdî ji wan re dibêjin
MEREBÎ.
-
- Li goriya ku ez
dizanim, binemala pîrên Ormexalan heta ku Þêx Adî ne hatiye Laliþê,
ew merebiyê tevayiya Êzdîxanê bûne.
-
- Seydayên min li ser
peydabûna FEQÎRÊN YEKNAV yên ku mirîden
weha digotin:
-
- “Di wextekî de Îdrîsî
Xeyas, Hebîbî Necar û Duhayî Qebûl bi rê yekê ve çûne. Gava li
wan buye êvar û ew çûne ketine nava þikeftekê. Van di þikeftê de
bidorê li hevûdinê nobet girtine. Dema Hebîbî Necar nobeta yekemîn
digire, ew li ser darekî mîna
beden, dest, ling û serî yekê mirovan dikole. Dûre hinga Îdrîsî
Xeyas radibe nobetê û vî darê mîna merivekî hatî kolandin dibîne,
ew jî libas lêdike. Di dawîyê de wexta Duhayî Qebûl radibe nobetê
û vî darê mîna evdekî ku libas jî lê dibîne, ew jî bi berê xwe
dide Xwedê û jê re duha dike ku ew rih(giyanê) berde nava vî qalibî.
Rebil alemîn jî duha wî qebûl dike û rih dikeve nava bedena meriv.
Evdên ku ji vî merivî zêde bûne, ew FEQÎRÊN YEKNAVÊN.”
-
- Birêz
Feqîr Elî, FEQÎRÊN DÛNAV tenê ji binemala pîrên Ormexalan dertên
anjî ew dikarin ji hinek binemalên dûnavên Êzdiyan yên dinê jî
derkevin?
-
- -
Di wî wextê ku Þêx Adî hatiye laliþê de, hingê hinek ji binemalên
þêxantiyê jî xwe ji bona erkên FEQÎRÊN DÛNAV dane pêþ. Þêx
Adî dibêje þêxên ji binemal Þemsaniyê, Þêþims nûre û eger
kevir bibine penîr jî hûn þêxên ji binemal Þemsaniyê ne nabine
feqîr. Lê, þêxên ji binemala Þêxûbekir û Þêxîsin, ew
dikarin bibine FEQÎRÊN DÛNAV û hingê libas li wan þêxan
kiriye.
-
- Belê
, gava em bala xwe bidine ser van çend sebeqên
„
Du´a Xerqa“
, di vir de jî li ser rola
Feqîran weha dibêje:
- „3- hûn xerqe hilînin
- li pê feqîra bisînin
- da
feqîr bi serê xwe hilînin
- feqîrî
erkana ser deynin.
-
- 8- Feqîrî 99not u neh erkane
- ewil îbadet û zimane
- naskirin ser xitmê wane
- ya Tawsî Melek! tu
miraza me bikî li ber Kursiya rehmane
-
- 9- Feqîrî 99 not û neh erkanêt miqerimin
- heke
we bivê ji 99 not u neh erkana sêya bielimin
- da
hûn li dîwana mîr biwesilin.
-
- 10-Erkanek
jê rastî
- Padþa
ji ba xwe veguhastî
- bû
mom u çirayê pêþiya wan veguhastî.
-
- 11-Erkanek
jê nasîne
- hinciyê
rêya Xûdê heq bibîne
- li
dilî namînê, ne qehre, ne kîne
- ya
Tawsî Melek! tu hîvîya me bikî li dîwana Rebil Alemîne
-
- 12-Erkanek
jê heyaye
- Padsa ji ba xwe kir peydaye
- pêsiya wan gûrî bu mom û çiraye
- em miraza xwe dixwazîn ji Xudaye.“
Temamiya vê duhayê di : http://www.khaliljindy.com/diwa2.pdf
ye.
- Kemal
Tolan: Belê rêzdar Feqîr Elî, weke ku We di van gotinên xwe de da xwanê,
min jî di kitêba xwe ya bi navê Nasandina Kevneþopên Êzdiyatiyê-Weþanên
Perî 2006-, rûpel:163-165 de, li ser vî babetê nasîna FEQÎRÊN Êzdiyatiyê
weha gotiye,” di nava civat û meclisa rûhaniyên dînê Êzdî de,
rola Feqîran jî mîna ya Qewal,
Koçek, Fuqre, Pêþîmam, Mîr û hwd. Bilinde, Feqîr timî xizmetkar,
þîretkar û rêvebirên civaka Êzdiyatiyê
ne”.
-
- Feqîr
Elî : Raste, min jî
kitaba te dît. Xwedê û Tawisî-Melek xizmeta te qebul bikin!
- Kemal
Tolan .
- Oldenburg 19.03.08
- Têbinî-
Sersaxî:
- Gava
min ev hevpeyvîn di
12.03.08 de, li nav mala Xwedê jê razi Kalo yê Gulê de girte
kamera xwe û þûn de Kalo
yê Gulê di 14.03.2008 de û ji niþka ve çû ber dilovaniya Xwedê.
Hêvîdarim Xwedê Kalo yê Gulê
afû bike û bila serê neferên kulfet û dosten wî sax be !
-
- Berdewama
vê hevpeyvînê heye !
-
|
|
|