HEVPEYVÎN BI ZAHMETKÊÞ Û ÇALEKGEREKÎ RE KU DI MEDIYA KURDÎ DE NEHATIYE NASKIRIN 
 

 

 Kemal Tolan

 

 
Birayê Selim Temin, ez dizanim ku te bi salan di nav civaka Êzdiyan de wek zahmetkêþ û berketiyê Kurdîtiyê xizmeteke hêja kiriye.
Ji bo xwandevan jî te nasbikn, tû karî  ji me re bêjî, ka zarokatiya te çewabû û   ji malbateke çawa derketî?
 
 Selîmê Mecîd-  Li goriya ku min ji dê û bavê xwe bihîstiye, ez di sala 1952 de li gundê Þimzê, yê ku di herêma bajarê Qubînê û parezgeha Batmanê de ye ji diya xwe Reþê û bavê xwe Mecîd re çêbûme. 
Li goriya ku min ji mezinên malbata xwe bihîstiye, bavê min kurê kalikê min Mamedê Temo yê bi tenê bû û ez jî lawê bavê xwe yê yekemîn bûm. Lewma jî bi çêbûna min re zahf kêfa malbat, bav û kalikê min hatiye. Gelek nas û pismamên me dizanin û hêjî dibêjin, kalikê min Mamedê Temo û bavê min Mecîdê Mamed pir maldar û nandar bûn. Lewma jî hezkirina min di nav malbatê, nas û gundiyan de zêde hebû.
 
Mînak:
Tê bîramin gava ez þeþ-heft salî bûm û di rojên sersal, cejn û cimayan de bi zarokên hevalên xwe re li nav malan alîkariyeke xwarin(gûz, nok, mewîj û hwd.)ê digeriyam, hingê min didît ku gundî û nas para min ji ya hevalên min zêdetir  didane min.
 
Vêca, ez di maleke weha nandar de mezin bûm. Ez jî nikarim peznê xwe bidim. Lê, ez dîsa weke ku pêþiya gotiye,”giya li ser koka xwe þîn tê” difikirim û dibêjim, ez jî li ber destên wan nandaran perwerde bûme û  înþalah ezê jî hêjayê emeka bav-kalên xwe bim.
 
Nayê bîramin ku min di zarokatiya xwe de û heta vêga tu neheqiyek li hevalên xwe kiriye. Heta ji min hatiye min xwe û hevalên xwe timî weke hevûdinê azad dîtiye. Heta ji min hatiye, min tûcarî xwe ji hevalan dewlementir û mezintir ne dîtiye. 
 
Çaxê ez di sala 1961 de li Þimzê diçûme dibistana sereke, min dît ku ez ne li goriya çande û zimanê dê û bavê xwe tême perwerde kirin,  ez gelekî acis dibûm. Lê, dîsa jî ez mecbûr bûm li goriya perwerda me ya di nav malê de li kesên ku diaxivin guhdarî bikim û wan tahamûl bikim. Di ser vê de re jî, ez di xwandin û nivîsandina xwe de gelekî jîr bûm. Mamosten min zahf ji jîrbûna min razî bûn. Dûre min zahf dixwast xwandina xwe berdewam bikim. Lê, herçiqas ez hingê jîrek û rewþa me ya aborî baþbû jî, bavê min ji ber ku ez bitayê tenê bûm, zor û zilma li ser ol û çanda me Êzdiyan dibu didît, ne hîþt ez herime dibistanên dinê bixwînim.
 
 Selîmê bira, tû kengî û bi kîre zewiciyê?
 
Selîmê Mecîd - Ez di sala 1966 de û di hivdeh saliya xwe de bi Meqbula qîza Sehîd û Silto re zewicîm. Rast bêjim, hingê min baþ gelekî nizanîbûm zewac çiye? Ji xwe di wextê zewaca me de, dê û bavan li goriya dilê xwe zarokên xwe dizewicandin. Qîz û kuran nikarîbûn bîryara dê û bavên xwe xera bikin. Li aliyê dinê, sedemekî vê zû zewaca min jê jî li goriya xwasteka malbatê buye. Daxwaza wan zarok û bi taybetî jî kurêkên min zû çêbivin û ew ji min re bivine piþtek . Malbat bi zarokên me  gur û geþ bive.
 
Birayê hêja, tû dikarî ji me re bahsa hinek zahmetî û astengîyên ku di nav civaka Êzdiyên li bakurê Kurdistanê diman bikî û te di nav wan zahmetiyên wê demê de çewa xwe û dinya naskir?
 
Selîmê Mecîd - Ji bo min zahmetiya herî mezin ewbû ku, wextê ez li gund bûm, hingê zane û xwandevan di nav gund û derora gundê me Þimzê de zahf kêm bûn. Her çiqas hingê zanabûna min jî tûnebû, lê min her dixwast li goriya rihê xwe tiþtên baþ ji bo xwe û dora xwe bikim. Gava hinek kassetên hozan Þivan Perwer di salên 1972 de derketin, ew stran û avazên wî gelekî bala min kiþande ser xwe. Dîsa di van salan de çend kesên xwandevan û hinek ji mamostên ku li gundê me diman, ewan gelek semîner û agehdarî li ser zilm û zora jendirma, axa, beg û hemû paþveruyan li weltê me de hebûn didane me, ciwanên gund û ez jî beþdarî çalakiyên wan dibûm. Dûre gava min hinekî ji civak, ol û çanda Kurdî fahmkir û pêve, êdî bi xêra mamostê ku hingê li gundê me mamostetî dikirin hinek dahin û standinên min li Batmanê bi çend þoreþgerên ku bi navên komelên çep(Mînak: Komelgeha Mamosteyên Batmanê(TÖP-DER),  kar dikirin re çêbû. Ez gelek caran ji gund diçûme nav xebata wan û min jî li goriya îmkanên xwe hingê alîkarî dida xebata wan . Ji xwe ew xizmeta ku wan þoreþgeran dikir, hingê fikrekî gelekî nû û pir nêzîkî ruhê min bû. Lê vêvga difikrim, hingê hinek çalakî bi nezanî li dijî çande û ola civaka me ya kevnar dihate meþandin.
 
Mînak:
Rahmetiyê bavê min Mecîdê Mamed di nav civaka me de dengbêjekî naskirî bû. Gava ewî di oda me anjî di maleke gundiyan de distira, ez li dijî wî derdiketim û min di digotê, divê tû van stranên paþketî nebêjî.
 
Weke min gotî, ev nêrîna me ya hingê þaþ bû . Me bi vî karê qedexekirinê piþtgirî dida wê bandora asîmlasiyon û tûnekirina li ser çanede û zimanê Kurdî. Min hingê nizanîbû ku ev stranên Kurdî xizna vekolînên zanistî, dîrok û olperestiya me ne. Ji xwe gava meriv dîroka xwe ya kevn û nû nede berhevûdinê, meriv nikare wan baþ nasbike û pêþ jî bikeve. Dengbêjên Kurdî çande û dîroka nû bi ya kevn ve girê didan û hêjî girêdidin.
 
Birayê Selîm, li goriya ku min ji te fahmkir, tû dibêjî  rahmetiyê bavê te Mecîdê Mamed jî di nav civaka Êzdiyan de dengbêjekî navdar  bû. Tû dikarî hinekî bahsa hunermendiya bavê xwe bikî û hestên te ji bo wî çine?
 
Binêren li wêne:1
 
Selîmê Mecîd-  Bavê min mîna gelek dengbêjên herêmî anjî gelêrî di koçk û sarayên camêran xerîb de ne disitra. Eger jî evbû, di wî wextê ku bavê min dengbêjî dikir de, hingê kesên ku rewþa aboriya wan baþ û dengê wan gelekî xweþ bû,  li xwe danetanîn herin di nav her civak, koçk û qesrên beg û maldaran de dengbêjiyê bikin. Ji ber van egeran, bavê min zêde li malên heval, nas û pismamên xwe re tenê disitra. Ji xwe gelek kesên ku li derûdora me jiyane dizanin, naveroka stran û kilamên bavê min jî ne mîna yên her dengbêjan bûn. Piraniya stranên wî li ser zaniyariya camêrî, pehlewanî, parastina çand û olê bûn. Min tûcarî ne dîtiye ku bavêmin kilam anjî dîlok di dawet û kêfên gundiyan de gotine. Lê wexta oldar û nandarên li gundê me  civînên taybetî û hinek cejin pîroz dikirin, hingê dixwastn ku bavê min here ji wan re bisitirê. 
 
Birê Selîm, gava meriv gelekcaran guhdariya stran û kilamên dengbêjekî dike, hingê dizane kîjan stran anjî klama wî ye kubar tesîrê li hestê meriv dike. Gelo! Ji nav stranên Xwedê jê raziyê bavê te, ku tû herî zêde hez jê dikir û tû dixwazî îro lê guhdarî bikî kîjane?
 
Selîmê Mecîd-   Mixabin û weke ku min di despêkê dejî gotiye, min stran û kilamên rahmetiyê bavê xwe zêde guhdarî ne dikirin. Lê, wexta bavê min kilama “Mûsa Meleka” digot, hingê kêfa min gelekî ji vê sitrana wî re dihat. Lewma ez vêga hêjî dikarim temamiya vê kilama wî, weha bi rêz bikim:
 
MÛSO MELEK
 
Ax heyran hayê,
Hayê, qurban hayê,
ez benî Muso lawo!
ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,
Ev zalimî neyar e, tû ji wê ve nayê !
 
Dilê minê ji dilanî diye
Muso Melek lezkiriye û lezandiye
Bi aliyê malê ve diçuyî ye
Þal û þapikê bozbegî li bejin û bala xwe kiriye
Xencera qoce Misrî bi ser þal û þapikê bozbegî ve berdayiye
Bi axatî û paþatî qista dîwan, cindî û miferzê  Mihemed begê Botî dikiriye
Silav li dîwana Mihemed begê Botî, li cindî û miferziyan dikiriye
Kesekî ji wan silava Mûso Melek venegerandiye
Mûso Melek wî qasî mirina xwe li ber çavê xwe aniye
Tevî sol û gora çuye li newqa Mihemed begê Botî li dîwanê  rûniþtiye.
 
Ax heyran hayê,
Hayê qurban hayê,
ez benî Muso lawo!
ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,
Ev zalimî neyar e, tû ji wê ve nayê !
 
Dilê minê ji dilanî diye
Gava Mihemed Begê çav bi Mûso ketiye
Rihê Mûso di pêþ çavê wî de weke rihê mirinê diavîtiye,
Dibê, Mûso lawo tû gelekî bi xêr û silamet hatiye
Wele minê sahkiriye te xencereke nû kiriye,
Kaca xencera xwe bide destên Axa yê xwe, çi terzî ye?
 
Ax heyran hayê,
Hayê qurban hayê,
ez benî Muso lawo!
ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,
Ev zalimî neyar e, tû ji wê ve nayê !
 
Dilê minê ji dilanî diye
Gava Mihemed begê Botî  ji Mûso re wer gotiye,
Mûso Meleka dibê, axa dilê minî dilanî diye ,
Bi sere bavê te kim, raste min xencerek nû kiriye,
Minê di heqîda qaþekî xirab de pêçdaye, rastî çavnas û pêzana ra kiriye
Ewan gotiya xencera Mûsa Meleka, ye qoce Misrî ye.
 
Ax heyran hayê,
Ez gorî hayê ,
ez benî hayê,
ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,
ew zalimî ji cinsê te re neyare , tû ji wê ve nayê !
 
Dilê minê ji dilanî diye
Li newqa Mûso Meleka heye Þaqûlê Berwari ye,
Ew dibê Mûsa keko, dilê minî dilanî diye,
bîra xwe bîne, ez û te yê heft salan bihevûdin re geriyabûn bi biratiye
qe tû amil nabî xencera xwe bidî vî destiye?
 
Gava vî wusa ji Mûso Meleka re wer gotiye,
 
Mûso Meleka xencer ji kala kiþandiye
Daye ser destê Þaqûlê Berwari ye
 
Þaqûlê Berwarî xencerê yek û yeko, dido û dido
li diwana cindî û miferzê  Mîrê Bota teva gerandiye,
gotine Xwedê zanî xencera Mûso Meleka  cawhir e û hir qoce Misrî ye
Xencer ketiye ber destên Mihemed begê Botî  ye
Înkara xwe ji Mûso re ne gotiye,
Dibê Mûso lawo !
Raste xencera te hir qoce Misrî ye.
 
Ax heyran hayê,
Ez gorî hayê ,
ez benî hayê,
ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,
ew zalimî ji cinsê te re neyar e , tû ji wê ve nayê !
 
Dilê minê ji dilanî diye !
Xencer ketiye destê Þaqûlê Berwari ye
Mihemed begê mîrê Botî dibê Mûso min li te teka, wa teka
Te çima wê rojê xwilamên min dabûne ber tifeka?
 
Dibê axa ez Mûsa yê Xelef im !
Ezê xwediyî û xudanê xencera sed teref im!
Civata ez lê rûnêm, Axa ez bigotinên gur û bigef im!
 
Ax heyran hayê,
Hayê qurban hayê,
ez benî Muso lawo!
ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,
Ev zalimî neyar e, tû ji wê ve nayê !
 
Dilê minê ji dilanî diye !
Gava Mûso Melek wer gotiye
 
Mihemed begê Botî  dibê Mûso lawo !
Dilê minê ji dilanî diye !
Wele îro ezê serê te divê diwanê de ser jêkim bi vî destî ye !
 
Dilê minê ji dilanî diye !
Mûso dibê axa ez Mûso me, Mûsayê bav Xelef im
Xweyî û xudanê xencera sed teref im !
Axa ! ez bi sere bavê te kim !
Çi civata ez lê rûnêm, ez bi gotin û galgala xwe bi gur û gef im
 
Axa sayiyê pele ewr e,
bi sere bavê te kim, gava tû serê Mûso Meleka jêkî,
wê hingê jinên van mêrên oba ku niha li cimaata we hazirin tevê bimînine stewr e.
 
Vêca wek hûn dibînin, naveroka vê sitrana bavê min jî li ser þîretkarî û mêraniya “Mûsa Melek” camêran e . Ez dizanim, wekî dinê jî hîna gelek stranên bavê min yên weke: Þêx Mîrzayê þêxê Anqosiya, Evdilê Qaz, Þerê Zêwika Xaço, Delana Baþo, Reþît Paþa û Xezalê, Binevþa Narîn û Cembelî Mîrê Hekariya, Dawidê Dêwid û þerê çiyayê Þengalê, Asê û Hesen û hwd. hebûn û îro kêm kes hene ku karibin van stranên bavê min jî bisitrên.
 
Birayê Selîm,  te qet bi xwe stran, kilam anjî helbest afirandine û tû karî nûmuneyekê ji wan ji me ra pêþkêþbikî?
 
Selîmê Mecîd- Vêga, kêfa min gelekî ji wan stranên kevn(kilasîk) re tê. Ez bixwe nikarim bisitirêm, lê hinga ez hatime Almaniya û pêve, êdî min jî gelek helbest ji hiþ û zanîna xwe afirandin. Ji xwe min got, zanîn û xwandina min ya bilind tûne. Lewma jî navaroka piraniya helbestên min li ser çande, rewþ û êþên jiyana netew û civata me ya îro ne.
 
Mînak :
 
Ez di vê helbesta xwe ya bi navê “HEY XERÎBO, DE BÊJE! ” de, dixwazim bêjime zane û xwandevanên me , de bêje û heta hûn ne bêjin, pirsgirêkên civata mezî çareser nabin.
 
HEY XERÎBO, DE BÊJE !
 

De bêje xerîbo de bêje
Li rewþa min û xwe bêje
Derdê min û xwe tev birêje
 
Hey xerîbo, de bêje
Xweþiya welatê xerîbiyê li me rabû
Berê min û te kete xerîbiyê
Em tev ji welatê xwe dûr ketin
Ez dikim û nakim xweþiya welatê xerîbiyê  li min nayê
Xerîbiyê axîn û keser xistine dilê min
Dilê min bû hêlîna birîndaran
 
Ez nikarim welat ji bîr bikim
Dilê min herdem ji bo wî jan dide
Çewa ji bîr bikim, emekê hezar salan
Ji bîra min naçe nav û dengê mêrxasan,
Dengê Þivan û þinge þinga satilên bêrîvanan
 
Hey xerîbo, de bêje
Welatê rengîn ji destên me çûye, êdî na yê
Piþtî welatê zêrîn, ezê çibikim ji malê dina yê
Hey xerîbo, ez bo te birîndarim
Ji birînên xwe kûr dinalim
Ji hesreta re bê derman im
Jiyana xwe tevî didim te
 
Hey xereîbo, welat pir þêrîn ne
Ev çi zeman bû bi ser me de hat?
Zemanekî gelek bar giran e
Emrê me çû û me fahm nekir
Me cîh û meskenên xwe tev berdan
Me fahm nekir, çi ma me tev berdan
Me tev berdan, me tev berdan
 
Em li xerîbiyan warên biguman avadikin
Çiqas li van waran diçim û têm
Ez qîz û lawan li dora xwe nabînim
Li dora min tûne ne bira û pismam
Gelek digerim û dilêþan nabînim
Nizanim  kul û derdên xwe ji kê re bêjim?
 
Kul û kederên welatê rengîn ji dilê min dernayên
Agirek di hinavê min de dikele
Weke wê germiya welatê min e.
Hey welato, ez ji bo te nebêjim,
Ezê wekî dine ji bo çi bêjim
Gava ez ji bo te nekim,
Kî yê ji bo min bibêje?
 
Hey xerîbo, de bêje
Ax xerîbî ne tu xemil e
Ev rewþ tevde bi kul birîn e
Dil timî bi guman û bikeser e
Xerîbî ji me re  mal wêrane
 
Hey welato, þev û rojê li benda te me
Xwezî egerek peydabive
 Bê li cem min ranebe
Her dem di nav destên min de be
Belkî hingê dilê min þa bive
Hey xerîbo, bê keso xerîbo bêje !
 
Gelek helbestên min yên  dinê jî hene û ev jî hêja di tu deverande ne hatine weþandin. Lê, min hinek ji wan di rojên cejn, îd û erefatên komala me de xwandin e.
 
Birayê Selim, li gorî dîtina Te, çima di nava Kurda de tênê kultur, sed û hedên Êzîdiyan bi Kurdî hatine û têne xwedî kirin ?
 
Selîmê Mecîd- Bi dîtina min, meriv nikare kultur, sed û hedên Êzdîtî û Kurdîtiyê ji hevûdinê cûde bike. Yanî gava hinek kes û rêxistinên me Kurdîtî û Êzdiyatî ji hevûdinê dûr dikin û biken, ez hingê ji netewî û olperestiya wan jî biguman im.
 
Ezdahîtî tev Kurdîtî ye. Divê Kurdîtî jî tev Êzdahîtî be û ev herdû weke xwîn û goþt hevûdinê temamdikin. Xwedê ev bîr û baweriyên Ezdayatî-Kurdîtiyê dane me, heta hiþ û taqeta me Êzdiyan hebe emê vê wisajî bêjin û biparêzin.
 
Ez dibêjim, heta ku em Kurd di siyaseta xwe de tenê netewê biparêzên û dîn anjî Êzdiyatiyê bidine paþ, hingê demokrasiya li Kurdistanê jî rast nabe. Berevajê vê jî gava em kurdên Êzdî, Misilman û hwd. hebûn û parastina dînê xwe bixine pêþiya siyaseta netewa xwe, Kurdistan azad nabe.
 
Weke ku di erkên Êzdîtiyê yên herî sereke de dejî xwanê dibe û ez vêga jî ji xwe re dibêjim, divê em Êzdî û “kurdên resen” timî  li parastina netew, ol, ziman , çanda, sed û hedên xwe re xwedî derkevin. Êzdîtayî netewî ye û heta vêga rê-rêsmên Êzdiyan çande û netewa Kurdî parastine.
 
Ez baþ bawerim, çi gava ku dewleteke Kurdî li goriya demoqrasî û azadiyê bê damezirandin û ew pêþ bikeve, wê hingê Êzdîtî jî baþ  pêþ bikeve........
 
 Birê Selîm, tû kengî derketî derveyî welat û gava tû hatî welatê Almaniya yê te pêwendiyên xwe çewa bi þoreþgerên Kurdî re danî?
 
Selîmê Mecîd- Ez di 1977 de hatime Almaniya rojava(BRD). Min pêþîn pêwendiyên xwe bi hinek þoreþgerên Kurdên ku li virê dijiyan re danî. Dûre min û çend hevalên xwe di sala 1979 de Komela Karkerên Demokratên Kurdistan(K.K.D.K) li bajarê Celle damezirand.
 
Armanc û tekoþîna vê komela me KKDK, hinge li ser guherandinen pirsgirekên aborî, civakî û siyaseta netewa Kurdî bû. Me bi vê xebata gelekî zahmet, dixwast hasten netewî û þoreþgerî di nava civaka me Kurdên li Almaniya yê bilintir bive. Her weha me dixwast hêza komelên karkerên demokratên þoreþgerên Kurd  û hebûna Kurdan di nav qada navnetewî, çep û þoreþgerên cîhanê û bi taybetî jî dinava civaka ku em bi wan ra dijiyan de bidine xwanê. Ji bo mafê RADIO u TV`ê  Kurdî li Almaniya yê bêne naskirin(sibata 1980) me ji komel, sazî, partî û sendîqên Alman û xerîban piþtgirî xwast…..
 
Ji bona em bigihîjine van armancên xwe, ez hingê di gelek çalakî, civîn, semîner, þev, meþ û piþtgiriyên giranbuha de beþdar bûm.
 
Binêrên li vî wêne :2 yê min û hevalên min. Me hêja hingê digot: “her tiþt ji bo siyaseta demoqraten þoreþgerên Kurdîstan“*1. Em endamên KKDK Celle, bi qefle qefle tevî jin û zarokên xwe sê hefta li ser hevûdinê, di bin germa tîrmehê de, di çûne êþêf/xepara þeker pencarê û perê me hingê qazanckirî(5730 DM) dane pêdiviyên KKDK. Celle.
 
Min bi hezaran belavok li ser rewþ  û pirsgirêkên netewa Kurdî bi zimanê Kurdî, tirkî û almanî  di nava gel de belakirin.
 
Min û hevalên endamên Komela Karkerên Demokrat, di 23.09.1979 de cara yekemîn li nava bajarê Celle de ji bo piþtgiriya çanda Kurdî, xurtbûna þoreþger û demokratên Kurd þeveke bi rêk û pêk amadekir. Delîl û þade kesên hîna li Celle dijîn û agehdariyên di kovara ARMANC hêjmar 7 çiriya pêþîn 1979 rûpel:7 de ne.
 
Binêren li wêne:3 û 4
 
Gava cunta faþîst a leþkerî di 20-21.09.1980 de li Tirkiyê destdanî ser desthilatdariyê, hingê min û hevalên xwe gelek çalakî û xwepêþand li dijî zilm û zordestiya wê kirin.  
Nimûne: Derfeta we hebe, binêrin li Kovara ARMANC hêjmara 17 Cotmeh 1980 ê û gelekên di peyre hatine weþandin
 
 
 
Binêren li wêne:5
 
Ew folklorê ku min û hinek hevalên xwe ji bo parastin û nasandina reqs û govendên Kurdî, ji deng, reng, cil û bergên Kurdî û bi ruhekî Kurdewarî damezirandibû diçû li gelek bajêran tevî çalakî, þev û festivalên çandî yên ku di nava Almaniya yê de ji bo gelê Alman û civakên xerîban çanada hevûdinê nasbikin û bipejirînin dibû.
 
Bê guman gelek delîlên vê xebata me hene û ev wêne folklora me di rojnama Oldenburg NWZ `ê 15.06.1988 de tevî agehdraiya piþtgiriya me ya di þeva 13.06.88 de ku þaredariya bajarê Oldenburgê ji bo nasandina çanada biyaniyan amadekiribû de hatiye weþandin.
 
Dîsa min û hinek hevalan grupa topê ya ku vêga hêjî bi navê DÎCLE heye di sala 1984 de damezirand. Gelek kes dizanin ku min jî þeþ salan di vî taximî de leyîstiye û gelekî zahmet di nav rêveberiya vê gurubê de dît. Ez zahf dilxweþim ku ev taximê topê hêjî weke taximê Kurdan di nav gruben li Celle hene dileyizin.
 
Gava rojnama ARMANC `ê di gulana 1979 de derket û heta  ku 06.1997 de xatir ji me xwast, ewê bi zimanê Kurdî û Tirkî weþan dikir û min jî bi dilekî xweþ bi kes û gel ra dixwand û beladikir.
 
Binêren li wêne: 6
 
Ji xeynî van çend nimûnan jî naxwazim êdî zêde bahsa xebata xwe ya di nava vê komela þoreþger û demokratên Kurd de  bikim. 
 
Hemû kurdên ku li bajarê Celle dimînin, heval û pismamên min jî dizanin ku min û hevalên xwe yên di nav xebata Komela Karkerên Demokrat Kurdistanê(K.K.D.K) ya li bajarê Celle  de tu carî bêhemdîtî bi wan û zarokên wan re nekirine û heta ji me hatiye me ne hîþtiye dilê wan ji me bimîne. Me xizmeteke welatperwer û gelemperî dimeþand. Lê, hinek kesên ku siyaseteke gundane û radîkal difikirîn, ji vê xebata min û hevalên min ne razî bûn.  Ji ber vê ewan ez û hevalekî min bi kêran birindar kirin. Lê, tþtê ji me hat me nehîþt ku dûbendîtiya gundîtiyê di nav civaka me de berdewam bike.
 
Vê paþê wexta xebata Komela Karkerên Demokrat Kurdistan(K.K.D.K) ya li bajarê Celle  di sala 1985 de hate rawestandin û pêve, êdî min di nav mal û malbatên me de xebata xwe dîsa berdewam kir.
 
Gava gelek kes û nasan di gengeþên me de dîtin ku em Êzdî hêjî ola xwe baþ nasnakin, ew tifaqa ku di nav mal û malbatên me de hebû jî dipeliþin, gelek nakokî di nav vê civak û jiyana me ya nû de derdikevin, pirsgirêkên me û zarokên me gelekî mezin dibin, çanda bav-kalên me wenda dibe û hwd. Di pey van dahin û standinan re min û çend nas û hevalan xwast di sala 1990 de bi hevûdinê re ji van nakokî û pirsgirêkên di nav civaka me de hene re xwedî derkevin. Vêca me li hevûdinê kir ku em komeleke bi navê ”Kultur Centrum- Navenda parastina ol û çandê” ji bo parastin û pêþvebirana ol û çanda xwe bidamezirînin. Ji xwe hingê ev fikra damezirandina komelên ji bo parastin û pêþxistina Êzdiyatiyê ji xeynî ya nav bajarê Celle yê li wan bajarên ku Êzdî lê diman jî kêm bûn.
 
Min sê salan di rêvebirya vê  komela ”Kultur Centrum- Navenda parastina ol û çandê” de jî xebat kir. Me di nava van sê salan de çend komên parastina olê û hevkariyê jî damezirandin.
 
Wextê min di nav xebata vê komelê de jî dît ku hinek  kes nikarin xwe ji jiyana gundatiyê, perwerdaya feodalî û berjiwendiyên þexsî dûr bikin, hinek jî dixwazin tenê di warê siyasî de xebatê bikin û em nikarin li ser wan armancên komela ”Kultur Centrum- Navenda parastina ol û çandê”  xwe de pêþ bikevin û derfetên ku ez bi wan re  jî kar bikim neman, êdî min rabû xebat û endametiya xwe ya di komela ”Kultur Centrum- Navenda parastina ol û çandê”  de rawestand.
 
Lê, gava ez ji wan veqetiyam û pêve jî, min dîsa xebata xwe li goriya îmkan û derfetên xwe di nav civakê de kêm nekir. Wek min gotî, ji xwe xebata min timî ji bo parastin û pêþxistina çande, urf û adetên civakê û ne bi siyasî bûn. Li goriya baweriya min divê em xwe ne tenê bi gotinan biparêzen û di kiryarên xwe de bi haweyekî dinê bixebitin. Gava em ne bi  fikir, reman û ji bo berjiwendiyên civaka xwe bixebitin, emê nikarîbin ji van êþ û belayên xwe re jî çareseriyekê bivînin.
 
Dûre min dît hinek heval û xuþkên ku mîna min difikirin hene. Me xwast mîna xebata Mala Êzîdiyan ya li bajarê Oldenburg ê ji van nakokî û pirsgirêken di nav endmên civaka me de hene re xwedî derkevin. Me di sala 2002 de komeleke bi navê ”PÊC- Platforma Êzîdiyên Celle”yê damezirand.  Armancên vê komela ”Platforma Êzdiyên Celle”yê di destûrnama wê de binêren li http://www.yeziden-celle.de/index.php?id=20 hatine birêzkirin û ez naxwazim zêde bahsa wan bikim. Me di nava van þeþ salen derbasbuyî de gelek xebat kiriye. Kesekî ku bi xwaze bizanîbe ka me bi navê PÊC çi kiriye û em çi dixwazin ji bo pêþeroja Êzdiyatiyê bikin, bila keremke bi me re pêwendî deynen, anjî li malpera me binêrin.
 
Birê Selîm, weke ez dizanim, mal û komelên Êzîdiyan yên li Ewrûpa û bitaybetî jî yên ku li Almaniya yê hene, xwastin bihevûdinê re yekîtiyeke tevgera Êzdiyan bidamezirînin û gelek modelên cûda (weke Yekitiya Êzdiyên Kurdîstanê, Yekitiya Rewþenbîrên Êzdiyan, hevkariya mal û komelên Êzdiyan, Navenda Êzîdiyan li Niedersachsen, Civaka Êzîdî-Ewrupeyî  û hwd.) jî ceribandin û bi ser neketin.
Bi dîtina te, Sedemên ku Êzîdî nikarin weke civatên dinê bi hev re tevgerekê li gorî pêþketin û teknolojiya demê bidamezirînin çine?
 
Selîmê Mecîd-  Belê, ji xwe li ser vî babetî gelekî civîn çêbûn, dûre pir hatiye gotin û nivîsandin. Lê, bi dîtina min divê meriv baþ bizanîbe; ka meriv ji kurê hatiye, li kurê ye û wê bi kurve here?
 
Li gor dîtina min, gelek ji rêvebir û berpirsyarên Mal û Komelên Êzîdiyan bi dilpakî doza Êzdiyatiyê dimeþînin, lê bi fikir û reman xwe hêjî ji jiyana gundiyatiyê xwe xelaz nekirine. Lewma hinek jê vêga hêjî birêvebirina rêxistinên xwe fahm naken, daxwaza wan ewe ku ew timî di rojevê de hebin. Hinek jî dîroka berxwedan û tekoþinên Êzîdiyan li goriya berjivendiyên siyasî û þexsî tînine ziman. Ji xwe pêþiyên me ne beredayî gotine,”zahfin, lê bê mahfin”. Her çiqas  hêjmara mal û komelên me pirbin jî, hêja xwandevan û ciwanên Êzdiyan di nav wan zahf kêmin. Zane û endamên civaka me ji daxwaza demê re gelekî qelsin û em hîna nikarin li gorî pêþketin û teknolojiya demê bersiva Êzdiyatiyê û netewa xwe bidin.
 
Ez hêvîdarim rewþenbîr, lêkolîner û nivîskarên mîna te kekê Kemal Tolan zêde bivin û li virê dixwazim dîsa te pîroz bikim, ku te pirtûkeke pir hêja  ji bo dewlemendiya arþîva çanda Êzdiyatiyê berhev kiriye.
 
Baþe birê Selim, te ji tecrûbên xwe baþ zelalkir ku çima hinek endamên civata ruhanî, merivên oldar, rewþenbîr, perpirsyarên  mal û komelên Êzdiyan rexnan qebûl nakin.
Gelo meriv çewa dikare pêwendî û yekîtiya di navbêna civaka Ézidîyên li hemû perçên Kurdistanê, Sovyeta berê û Ewrupayê bihêtir xurt bike?
 
Selîmê Mecîd-  Bi dîtina min, ji bo xurt bûna pêwendî û tifaqê divê em gelek qedir bidine tiþtên wek cejn, tiwaf, duha, rojî, dana qûrbanê û hwd. yên pîroz. Her kes, rêber û zanên me hevûdinê tehamûl bikin û hurmetê bidine fikrên cûde. Em tev netewî perest bin. Ji xwe heta zanîn û tehamûlkirina me xurt nebe, em di jiyana xwe de - ji gotin û kiryarên xwe re xwedî dernekevin, pêwendî û tifaqa me jî xurt nabe. Gava em îro diriya civak û netew xwe de nebin yek û hevûdinê tahamul nekin, wê sibê ziman û çanda zarokên me jî zû bihelin. Ji bo vê jî divê her kes ji me destên xwe deyne ser dilê xwe û ji wîjdanê xwe bipirse.
 
Selîmê bira, li gor nêrîna te, wê  pêþeroja Êzîdiyan li xerîbiyê  çawa be?
 
Selîmê Mecîd-  Wekî ku min niha got, ez di vê helbesta xwe “Em Êzdî ne “ de jî didime xwanê, gava em Êzdî xwe bi demê re negihînin, demê li goriya xwastina xwe me biguhêze. Lewmajî pêþiyên me gotine, “dem bi demê re, her dem bi Xwedê re”
 
EM ÊZDÎ NE
 

Em Êzdî ne, Êzdî ne
Li ser navê Êzî ne,
Bi ola xwe em Ezdahî ne
Em bi nijada xwe Kurdî ne
Timî ji ol û erkanê xwe razî ne
 
Em Êzdî ne, Êzdî ne
Ji deþt û çiya hatin e
Em vêga bajarî ne
Lê, bi fikrê em hê gundî ne
 
De werin em xebat bikin
Xwe bi demê re bigînin
 
Em tev birîndarin,
Ji birînên xwe kur dinalin,
Ji hesretan re bê dermanin,
Ji hebûnê re bê gumanin
Di mala xwe de tev birîndarin
 
De xebat bikin bi dil û can
Em ji hevûdinê re nefs piçûk bin
Em bihevûdinê re ser bilind bin
Tev de jiyanê li hev pîroz kin
 
Em xerîbên bê welatin
Ji dert û kulan re dinalin
Heywax Êzdîno em dil jarin
Em ji xwe re kehr û lalin
Ji xelqê re þalûl û bilbilê þiyarin
Lewmajî herdem jar û perîþanin
 
De werin em bihevre bikin qîr û hawar
Em ne þervan, lê gelekî aþîtî xwazbin
Em ne pirbêj , lê ji xwe re zanebin
Derd û kulên me jihevûdinê cûde nekin
Þiyarbin, binêrin li dem û dewranan
Bizanin ka em ji kurê hatin û bi kurve herin?
 
 
Em Êzdî ne , Êzdî ne ,
Cil sipî û cenetî ne
De bese lo, de bese,
Êzdîtî nasîn ne, wê nas bike
Ew kum û kolosê ku serî germ neke, ew ne yê ser girêdan nê ye
Ew çiyayê ku xezal tê de neçêrin, ew ne çiyayê koçeriyê ne
 
Dengê keserên dayîkan tê ye min
Dayîk dikin qîrîn û hawar
Dibêjin,qîz û lawên min terka min dan
Haware ji bo Xwedê , hawar e!
Perçeyekî ji bedena min çêbuyî, ez birîndar kirim
 
Dê û bav ketine þîneke giran
Dibêjin, dinya li sere me xirabû
Gelî xûþk birayên hêja
Keserên dayîkan min birîndar dikin
Ez nikarim bê deng bimînim
 
Qîz û lawên me diçin
Dine me ji destan diçe
Welatê me ji distînin
Em ji rêya Xwedayê xwe qut dibin
Em çima bêdeng dimînin?
 

Ez ji bo zarok û  xwandevanên me jî weke ku xuþka min Gulê gotî dibêjim, “gava  hûn sibê di derheqê ola xwe de tiþtekî nizanîbin, li ser netew û kultura xwe ne zane û agehdar bin û  xelq ji we bi pirse, bêje  hûn kî û çi ne? Gelo hûnê hingê ji þexsiyeta xwe þerm nekin? “
 
Selîmê bira, gelek sipas ji bo berxwedan, nêrîn û  hestên te.  Hêvîdarim ji Xwedê, ku tû di saxî û armancên xwe de her serkevtî bî.
 
Selîmê Mecîd-  Ez jî dibêjim gelek spas ji bo vê xebata te birê Kemal, tû jî birastî pir serê xwe di ber Kurdewarî û nasandina Êzdiyatiyê de diêþînî. Xwedê bike tû gelekî sax û her serfiraz bî!
 
 
Kemal Tolan
21.07.08

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org