Hinek pirsgirêkên hatin û helandina Êzdiyên li Almaniyayê

 

Kemal Tolan

 

Bi dîtina min, eger fersenda meriv hebe û karibe vêga jî ji ilm(qewl, duha, lawij û whd.) û zargotinên Êzdiyan fahm bike û wan baþ þîrove bike, merivê bivîne ku Êzdî hêja gelekî beriya dewletên  li mezopotamiya yê hatine afirandin de jî li gelek herêmên bakurê Kurdîstanê de weke desthilatdar(xwedî ocax, mîr, axa, beg, karker, cotkar, û whd.)ên  herêma xwe jiyane. Ji xwe min li ser vî babetî di lêkolîna xwe ya  bi navê“Êzdiyatî haveynê mirovatiya li mezopotamiya yê ye“ de nêrîna xwe diyarkiriye. Gava ew dîroka kevnar zelal bive, merivê bivîne ku Êzdî hingê di nav Kurdîstanê de ne hindik bûne.

Vêca di nav dem û dewranan de hêjmara Êzdiyan ji ber gelek zilm û zora dagikirên Kurdîstanê ku hinek dîroknas û ilmdarên xerîb û Kurdan anînine ser ziman kêm dibe û em yên li bakurê Kurdîstanê mabûn jî reviyan hatine derveyî welat. Min di lêkolînkên xwe ya di bin navê“ Ji ber çê me Êzdiyên li bakurê Kurdîstanê dev ji welatê xwe berdaye“ de hinek pirsgirêken me anîne ser ziman. Dîsa dibêjim, mala malper û kovrên  Êzdî-Kurdan ava be, geleka ji wan jî ev lêkolînên min weþandin e û hêjî ev di gelek cîhan de dalqandî ne.

Dema hinek karkerên me Êzdiyan di destpêka sala 1964-5 de weke koçber(muhacir)an hatine rojava almaniya yê, ewan hingê zêdeyî jiyana gundîtiya li Kurdîstanê pê ve, haj ji gelek buyerên li ser ruyê dinya yê di qewimîn tûne bûn û ew hingê ji jiyana kapîtalîzmê û bajarvaniya li welatê xwe re jî gelekî xerîb bûn. Ji xwe hingê tû kesên rewþenbîr û xwandevan di nava wan de tûne bûn e. Hinga ew hatine, ew weke pezê bê þivan û ji hevûdinê belabuyî ketine nava þûxil û karên jiyaneke gelekî nenas û welatekî nû. Ew hingê bi gelek zahmetan re mahne rûve rû û bi wê belangaziya xwe gelek alîkarî dane wan kesên xwe yên ku li Kurdîstanê di bin zilma dewleta tirk û paþweruyên kurdan de diperçiqîn.

 

Dûre em nivþê diduyan di sala 1974 an þûnde de hatin gehîþtine meriv û pismamên xwe. Hinga me jî li virê dît, êdî kes hew seba dîn û netew me zordestiyê li me dike, piçekî bîhna me derket. Di pey re her yekê ji me li goriya mecalên xwe alîkarî þand da wan merivên xwe, yên ku li welat mabûn û ew jî di rêyên gelekî zahmet de hatin li virê bûne penaber.

 

Vêca her yekê ji me li goriya îmkanên xwe neferên mal û malbata xwe di bajarekî de bi cîh û kar kirin. Weha azadiya li vî welatî hinekî fersenda jiyaneke serbuxwe da me. Zarokên me çûne dibistanan û gelek ji me bûne xwediyê hinek karê pak. Li goriya ku gelek dahin û standinên me bi Laliþa nûra nî re tûne bûn, dîsa çûhin û hatina di nava me de zêde bû û heta ji me hat me çanda bav-kalan li virê jî berdewam kir. Geleka ji me xwe ji wan urf û edetên feodalîzmê ku me bi xwere anîbûne virê dûrkirin û fahm kirin ku, êdî em hew dikarin încar zûbebizû cardinê vegerine ser axa bav-kalan.

 

Hinga hukumeta alman mafê penaberîtiya me naskir û þunde me jî fahm kir ku încar hinek mafên me jî li vî welatê tê naskirin. Me jî bi xêra van destketiyên xwe gelek pirsgirêkên hebûn û tûnebûna netew û ola xwe naskirin. Dûre fikra ku em bixwazin, em dikarin weke karkerên Kurd li virê jî bigihînine ser hevûdinê, tevlî refên tevgera rizgarî xwazên netewa xwe bivin û ji urf-edetên mala xwe re jî xwedî derkevin, hate pêþ.

 

Weha gelek ji me Êzdiyan ketine nava komel, dezgeh û partiyên Kurdan yên hingê heyî û geleka ji me alîkariyeke madî û manevîye mezin dane tevgera rizgarî xwazên Kurdîstanê. De hingê jî tû stratejiyeke zane û rebwþenbirên Kurdan ji bo  jiyana me ye li virê tûne bû, me jî li goriya zanîna xwe astengiyên ku bêne pêþiya malbat, civak, ol û zimanê xwe ne didîtin. Ji ber van kêmasiyan jî gelek pirsgirêk û þaþîtiyên mezin ketine nava mal, urf û edetên civaka me.

 

 Di peyre hineka ji me pêderxistn ku, gelek pirsgirêkên ol û civata Êzdiyan hene û eger Êzdî bi fahmdariya xwe bixwe ji van astengî, nenasîn û bêtifaqiyan re xwedî dernekevin, dê tû kesên Kurd anjî xerîb nikarîbe van kêmasiyên me bivîne anjî çareser bike.  Lewma jî di dîroka ola Êzdiyatiyê de cara yekemîn fikra damezirandina mal - komelên Êzdiyan û rêxistbûna nû hate pêþ.

 

Li gorî dîtina min armancên vekirin û avakirina komel - malên civata Êzdiyan û rêstbûna nû ev in:

divê em di nava çerçova zagonên vî welatê de ji bo rêxistinbûn û jiyana xwe ye nû dahin û standinên xwe li ser tomarkirina qewl, duha, naskirina dînhebandinê(ji bo baweriya nivþên nû derxistina pirtûkên dînî ), zewacê, þîn-þahiyan, þopandina kultûra netewî(bi taybetî jî xwendin, nivîsandin û axaftina bi zimanê zikmakî) û whd. bi jin, mêr, ciwanên xwe, bi rêvebirên li Laliþa nûranî(Meclisa rûhaniyên Êzdiyan) û bi hemû ilimdar, dîrokzanê nas-xerîbên dostên Êzdiyatiyê re herroj zêdetir bikin.

 

Lê mixabin, ji ber ku heta vêga hêjî ev armancên vekirin û avakirina komel û malên Êzdiyan di nav tevgera Kurd û  Êzdiyan de baþ ne hatine fahm kirin, êdî navbera evdên nivþê me yê yekemîn, duyemîn hatine û cûwanên me ku li vî welatî çêbûne de nefahmîtî û ji hevûdinê dûrbûn jî mestir dibe.

 

 Bi dîtina min, ji ber vê qelsîtiya me hinek partî û perpirsyarên dewleta alman jî di hinek cîhan de bi mexsed mafên hebûna kesayetiya wekîhev(idendität) û nasîna jiyanê ye hevpar (integrationê) tevlî hevûdinê dikin. Ez dibînim gelek þexis û partiyên alman eþkere dixwazin bi xêra vê nefahmî û jiyana me ye tevlîhev buyî, serê zarokên me jî zêdetir biêþînin. Ew jî gelek zarokên me xerîban li hemberî netew, çande, dê û bavên wan derdixînin. Heta hinek jê li ber çavên zarokan heqaretan û rûmet þikandinan li çande û kultura dê û bavên zarokên xerîban dikin. Belê em dikarin gelek nimûnên li ser vê kampaniya wan di çapemeniya alman de jî bivînin. Nimûne yek herî balkêþ birênin li nivîsa min(17.01.2003)e li ser buyera di çapemeniya alman  û Êzdiyan de (Negative Presse über Yeziden: http://yeziden.de/forum/thread.php?threadid=400&sid=cd4fd2402744dc0ff5a900e3b20a5e94&hilight=Negative+presse+%FCber+yeziden ). Wekî dinê ez bixemgînî dibînim ku hejmareke mezin ji zarokên xerîban, di nav wan de piranî jî yên me êzdiyan  bi xêra vê siyaseta nijadperestên alman asîmîla bûne.

 

Bi dîtina min yek ji þaþîtiya me Kurd û Êzdiyan ew ku hêjî hinek kesên rêvebirên van rêxistin, mal û komelan, rewþenbîr û xwandevanên me fedî dikin ku bi Kurdî biaxifin. Gelek ji me(zêde jî yên dibêje ez rêber, xwandevan, ronakbîr, rewþenbîr, zane û whd.) hêjî pêþiyên xwe yên ku li Kurdîstanê bi her hawayî ve ji çand û ola xwe re xwedî derketine, ji bo vê rewþa em tê dene guhnekar dikin û ew jî vêga barên xwe ji ciwanên xwe re dihêlin. Dema yek li çapemenî û civînên me biþopîne, dê bivîne ku axlebên me Kurd û Êzdiyan hêjî bi zimanê tirkî anjî încar zêde bi almanî bikaratînin û di gelekan de jî tû agehdarî li ser vê helandina me ye li almaniya tûne. Ji xwe ji ber van kêmasiyane ku niha li almaniya yê hejmara zarok û ciwanên kurdên Êzdî ku sed û hedên xwe nasdikin û bi Kurdî dizanin her diçe kêm dibe.  Min ji zûde li ser van erkên me yi netewî nivîsandiye. Birênen li nêrîna min e ”Êzdiyatî û erkên rewþenbîrên Kurd-2000”.” Em keda dê û bavên xwe ji bîra nekin -2001“, BÝ ELFABE YA TÎPÊN KURDÎ BÝNÝVÝSÎNEN Û BÝXWÎNEN!”  û whd.

 

Lê ez vêga dîsa dibêjim, çewa em Êzdî li her deverê de bi ser bilindî dibêjin “Kurdên resen Êzîdî ne”, divê wusa jî di hemû mal, komel, malper û kovarên me Êzîdiyan de, ji yên her Kurdî zêdetir bi elfabaya Kurdî ya bi tîpên latînî biye xwandin û bê nivîsandin. 

 

 

Hinek çareseriyên dinê jî weke hevalê M. Þefîq ONCU gotî ev in :

 

 ”divê neyê jibîrkirin ku ziman  ji xususîyetên neteweyetîyê ê herî girîng e. Milletekî zimanê wî ji dest biçe lawaz dibe û êdî ê nikaribe tu xususîyetên xwe yên neteweyî biparêze. Beyî ziman mafê neteweyî jî nayên paraztin. Têkçûna ziman despêka têkçûna wî milletî ye.

 

Divê em çi bikin?

 

Divê em rabin ser pîya û ev zimanê ku Xwedayê dilovan bexþî me kirîye û bapîrên me bi hezaran salan bikar anîne û ragihandine me, biparêzin. Divê em ji bo hebûna kurdayetîyê û pêþeroja zarokên xwe zimanê xwe ji êrîþên dijmin biparêzin.

 

Ji bo wê jî em gazî û hewar dikin yeko yeko bangî we her kurdekî dikin û dibêjin ku:

 

Li malê, li sikakan, li derva, li kar her bi kurdî biaxife!

Bi kurdî binivîse, bifikire û bixwîne !

Eger tu nizanî fêr bibe!

Navên kurdî li zarokên xwe bike !

Çapemenîya kurdî mecbûrî bikarnîna kurdî bike !

Li daîreyên dewletê bi kurdî bi axife !

Doza perwerdeya bi zimanê kurdî bike !

Dazgeh, sazî û rêxistinên kurdî mecbûrî bikaranîna kurdî bike !

Jibîr meke zimanê kurdî hebûna me ye! ”*

Gava em van erkên xweyî netewî neynine cih, em jî dibine alîkarê helandina çand û ola Kurdî ye herî kevnar.

Kemal Tolan                                                                                      Oldenburg 13.05.05

 

 

*= Ji ber reshenivîs a ku kekê M. Þefîq ONCU ji bo malpera Netkurd ê nivîsandiye : ”Zimanê me bebûna me ye”.

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org