JI BER ÇI ME ÊZÎDIYÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ DEV JI WELATÊ XWE BERDAYE?

Kemal
Tolan
Ez di van salên dawî de bi heweseke mezin dibînim, ku gelek geriyok, nivîskar û lêkolînvan bi raman, berhem û nêrînên xwe li ser baweri, dîrok û cîh-warên Kurd û Êzîdiyan radiwestin. Ji xwe dema fersenda meriv hebe û meriv karibe li hinek qanûn, dokument û delîlên dagirkerên Kurdîstanê yên kevn birêne, merivê hingê dikaribe baþtir ji þer, zilm û zora wan rêvebirên împaratoriya Osmanî, nijadperest û karbidestên Tirkan ku li pêþiyên me Kurdan kirine fahm bike.
Ez dixwazim pêþîn li ser vî babetî lêkolîneke (M.A.Hasratyan, ya ku di Almanxana Kurdî- rûpel:53-71, Weþanên Roja Nû .Gulan 1997- hatiye nivîsandin û heta ji min hatiye min tiþtek jê kêm yanjî lê zêde ne kiriye û min tev weke aslê wê nivîsandiye. Min tenê hinek tarix û gotinên ku zêde bala min kiþandine bi taybetî reþkiriye anjî xwar nivîsandiye.) ku piraniya wê ji ber arþîfa hukumeta Yekitiya Soviyetê hatiye berhevkirin û li ba min gelekî bi tespît li ser hinek cîh guhastin, surgun(nefî), curmkirina mal û milkê bapîrên me, bi taybetî yên di salên 1920-1930 an de hatiye nivîsandin, pêþkêþî we hêjayan jî bikim.
„QANÛNDARIYA
TIRKIYÊ Û KURD DI NAVBERA HERDU ÞERÊN C ÎHANÊ DE
Berdewamiya serhildanên kurdî di salên 20 an 30 an de di wîlyetên rojhilata Tirkiyê de, bingeheke wanî objêktiv hebû. Tevî wiha jî, karbidestên Tirkiyê bi riya þer û qanûnên îdarî dixwastin problemên Kurdan çareser bikin û her wiha jî bi alîkariya hinek tedbîrên qnûnî, tevgera rizgarîxwaza kurdî binax bikin.
Bi taybetî di vê çarçevê de, pirsa kurdî bû têma guftûgoyê di Kongra Erzuromê de, ku ji 10-23 ê tîrmehê sala 1919 a derbaz bû. Lê, belê, biryar û manîfêsta kongrê da xuyakirin ku nasyonalîstên Tirkan ne hiþtin çareke konkrêt ji bo mafên Kurdan bête standin. Hela serda jî wiha kir, ku biryarek bi vî rengî bête standin, ku hemî misulman(û digel wan jî Kurd) derkevin dijî veqettandina Ermenîstanê Rojava û Kurdîstana Bakûr ji dewleta Tirkiyê.
Bi
vî awayî, di manîfestê de
tête gotin, ku wîlayetên
Erzurom, Sîwas, Diyarbekir, Xarbût û Bidlîs perçekî welêt
in û çi dibe bila bibe, ew ji Împaratoriya Osmanî nayê parçekirin
û veqetandin. Misilmanên
ku li ser vê axê dijîn, bi etnîkî û civaka xwe rengo rengo
ne, lê bi hawakî giþtî , hemî êlêmentên Îslamê di xwe de
diparêzin û ew dibin birayrên hev, fena ku ew kurrê dêkê ne.1
Di wê demê de, panîslamîzma bi vî rengî ji nasyonalîstên Tirkan re pêwîst bû. Wan bi hestê olî lîstêin, ji bo ku misilmanên din(wek Kurd, Çerkez, Laz û t.d.) li dora xwe kom bikin, wan dijîêrîþên beyanîyan û her weha jî dijî gelên Fileh di welêt de bikar bînin.
Di
vî warî de, biryarên Kongra Civata Parastina Mafên Anadol û
Rumeliyê, a ku di 4-12 êlûnê sala 1919 a de lidar ket, tiþtek
balêþ e.
Manîfesta
ji aliyê Kongra Sîwasê
di 11 êlûnê sala 1919 a hatibû qebûlkirin, bêhna þovenîzmê
jê dihat û mafên miletên kêm (û Kurd yek ji wan) nefî
dikirin. Di manîfestê de dihat gotin: „Axa
Împaratoriya Osmanî ku bineliyên wê bi piraniya xwe misilman
in, li gora peymana ku 30 ê çileya pêþîn sala 1918 a bi
dewletên serketî(Antanta) hatibû îmzekirin, ew bi çi reng û
þiklî be, nayên parçekirin û di çarçeva
Împaratoriya Osmanî de dimînin“ .2
Biryarên
Kongrên Erzurom û Sîwasê bûne bingehek ji „Sonda
netewî“re, ya ku li Stenbolê, di çileyê paþîna sala
1920 a parlementa Tirkan(piraniya endaman Kemalî bûn) hatibû
qebûlkirin. Ev „Sonda
netewî“ bi þiyanê þovînîst dagirtî bû û bi awakî
giþtî dijî gelên bindest bû li Tirkiyayê.
Di
xala yekê, ya „Sonda
netewî“ de hatibû gotin: “ Ew
perçeyên Împaratoriya Osmanî „ ku li gora peymana Mûdrosê
ya lihevhatinê, di herd aliyên sînorên kivþkirî Misilman û
Tirk piranî hesab dibin yekitîke neperçekirî û tu hukmên qanûnî
nikarin bibin sedemên jihhevxistina wan“ .3
Prensîpên
„Sonda netewî“ bûne bingeh ji bo xebata nasyonalîstên
Tirkan. Ev yeka Mistefa Kemal
bi xwe di axavtina xwe de 1 ê adarê sala 1922 a bikar anî bû: „Çi di siyaseta hundur û çi ya derve de, xalên „Sonda
netewî“ ji me re dibin rênîþa xebatê.“ .4
Biryarên Kongrên Erzurom û Sîwasê û her wiha jî biyarên „Sonda netewî“ dane xuyakirin, ku Kemalî tu sozê otonomiyê nadin Kurdan û mafên wan yên netewî qebûl nakin. Kemaliyan her tenê dixwast daxwaziyên Kurdan yên rizgarîxwaziyê, ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Ev siyaseta Kemaliyan dijî berjewendiyên gelê Kurd bû ew yek bû sedemê sereke yê serhildanên Kurdan di serdema nuh de.
Kurda tevgera xwe ya azadîxwaziyê berdewam kirin. Dîwana Anqerê bi taybetî meclîsa Tirkiyê qanûnê dijî Kurda qebûl kirin.
Meclisa Tirkiyê, di 29 nîsanê sala 1920 a de bi navê “Qanûna derheqa gunehkarî û xiyaneta dijî niþtiman“ qanûnek qebûl kir.
Di
vê qanûnê da htibû gotin: „Kesên
ku bi isyanê radibin, an jî bi cûrên din, mîna nivîs û
propaganda dijî desthilata rawe , ya meclîsa millî ku hatibû
damezrandin ji bo azadiya xîlafet û sultanetê û rizgarkirina
axa welêt ji biyaniyan, ewê ji xayinan bêne hejmartin. Ew kesên
ku li ber welêt tawanbar bin û curm di derheqa wê da kiribin,
ewê bi sêpiyan va bêne dalqandin“ 5
Û ev qanûn bi awakî firehî di hindava Kurdên azadîxwaz
hate bikaranîn. Lê belê serkarên Anqarê bi vê yekê razî
nebûn û 11 ê êlûnê
sala 1920 meclisa millî qanûnek nuh (h.21), derheqa kesên ku ji
leþkeriyê direvin, qebûl kir. Angorî vê qanûnê
„Dadgehên serxwebûnê“ hatin damezrandin. Û endamên wê ji
meclisê bixwe bûn. Û
diviyabû ew li gora qanûnên medenî û leþkerî hukum bikin. Lê
li gor pêwîstiyê ewan dikaribû li gora mehkemên meydanî, leþkerên
revok û kesên alîkar, mahkeme bikin.(benda 1) Hukmên ku
„Dadgehên serxwebûnê“ distandin , bê veger bûn û diyar bû
desthilatên leþkerî û medenî borçdar bûn wana tenfîz
bikin.6 Paþê
desthilatên „Dadgehên serxwebûnê“ firehtir bûn. Di
meha temûzê de sala 1922 a meclisa millî qanûna h.249 a
derxist. Vê qanûnê guhartinên nuh di sîstema „Dadgehên serxwebûnê“
de bi xwe re anîn. Li ser
bingeha vê yekê sala 1923 a li Diyarbekirê dadgeha wilayetên
rojhilat hate avakirin. Armanca wê ew bû, ku dijî tevgera
rizgarîxwaziya Kurdan raweste.
Di Çirya pêþîn sala 1923 a da meclisa millî qanûna 356 a
derheqa”serþikandina çetetiyê” qebûl kir.
Ev qanûna ji aliyê Fethî
beg, wezîrê karûbarên hundir hatibû amadekirin. Ew qanûna ku
hat stendin, cezê”çetan û yên ku ew dihewandin”, girantir
kir.7 Piraniya
endamên meclisê ev proje pejirandin, tenê hinek parlamentariyên
herêma Rojhilat dijî vê qanûnê rawestiyan. Di
vî warî de parlamenterê ji Dersimê Ferîdûn Fikrî Beg got:
“Wezîrê karûbarên hundir bi rengekî vekirî dibêje, tenê
bi alîkariya vê qanûnê ezê dadê li welêt bicî bikim û ew
dixwaze ev qanûn bête qebûlkirin. Dêmek tu kes ji hevalên me
dijî vî tiþtî nesekinin, êdî hûn çima vê yekê li ser me
ferz dikin?....... Me nexin tora xwe û hûn çi dixwazin, ji xwe
re bikin.” 8
Ev
qanûnên çê wan hat kirin, desthilatên Tirkiyê bikaranîn dijî
wan kesan, ku hevalbendên tevgera kurdî bûn û çapemeniyên
resmî yên Tirkiyê ew bi “çetetiyê“ bi nav dikirin. Siyaseta
nepijirîna mafên netewî yên Kurdan û siyaseta nasyonalîzma
Tirkan bi rengekî temamî di destûra Tirkiyê, ya yekê de, ku
meclisa millî di sala 1924 a de qebûl kiribû, hate xuyakirin.
Ev bendên han mimûna vî tiþtî
ne:
- “Her
kesê Tirk, azad ji dayika xwe dibe“ (benda 68).
- “Hemi
kesên Tirk, li ber qanûnê yek in“ (benda 69).
Lê
gelo kesên ne Tirk, miletên biçûk û Kurd, rewþa. wan wê
be?.....Bersiva vê pirsê di xala 88 a de xuya dibe. Tê
de tê gotin: “Hemû hemwelatiyên Tirkiyê, netewe û ola wan çi dibe jî,
ew giþk Tirk
in“.
Lê
van çalakiyên bêqanûnî guhertinan bi xwe re ne anîn. Ew gelên
ku li Tirkiyê dijîn, nexwestin û nikarîbûn bibin Tirk.
Kurdan jî
nedixwestin
bibin Tirk û têkoþîna xwe ji bo parastina netewi û serxwebûnê
dijî çewsandina netewî ji aliyê çînên destelata Tirkan,
berdewam kirin. Serhildana
Sêx Seid yek ji van nimûna ye. Ev serhildana ku 14 wilayetên
rojhilatê dabû ber xwe, ji bo pelixandina wê, dewleta Tirkiyayê
ne tenê tedbîrên leþkerî, her wiha tedbîrên qanûnî jî
bikar anîn.
25 sibatê sala 1925 a meclisa millî guhertinek nuh xiste xala
yekemîn ji qanûna “xiyaneta welêt”,
ya ku 15 nîsanê sala 1923 a hatibû qebûl kirin (qanûna h.
556). Bi riya vê qanûnê, avakirina rêxistinên siyasî li
ser bingehekî olî û bikaranîna wê ji bo armancên siyasî
hate qedexekirin.
Piþtî
mûnaqeþên tûj û berdewamî di navbera nasyonalîstên hiþk
û opozîsiya lîberal de, meclisa millî di 4 adarê de qanûna
(h. 578 a) a li ser parastma emniyetê qebûl kir. Bi vê qanûnê,
rêjîma Tirkî deshelatên fireh dane xwe û dijî raperînên
gelêrî û bizava opozîsiyê bikar anîn.
Bi
qebûlkirina van qanûnan rê li ber xebata opozisyayê
hate girtin û azadiya borcuwaziya ku di destûrê de nîþan bibû,
hate qurmiçandin. Vê yekê hîþt ku dîktatoriya Kemaliyan tam
ciyê xwe bigre.
Di
nîsana sala 1925 a de meclisa millî hukmê urfî (meydanî) li
herêma ku serhildan lê radibûn û wilayetên nêzîkî wan, 7
mehên din dirêj kir.
Di eynî wextê de jî
meclisa millî
selahiyet da hukumetê ku guhertinan di sistêma îdariya van
wilayetan de çêbike. Ji alîkî din ve meclisê çalakiyên
“Dadgehên serxwebûnê“ ên Anqarê û Diyarbeknê þeþ mehên
din dirêj kirin û maf dan wan li Anqereyê ku ew bîryarên
hukmê mirinê, ku meclisê derxistin, cî bi cî bine bê þêwra
meclisê.
Di
nîvê nîsana sala 1925 a de, “Dadgeha serxwebûnê“ li Diyarbekrê
bangek ji bo xelkê belav kir, tê de hat nîþankirin, ku bîryarên
wê li ser wîlayetên Erdehenê, El-Ezîzê, Diyarbekrê,
Ûrfayê, Hekarê, Dêrsimê, Mêrdînê, Melatyê, Muþê, Xencê,
Bidlîsê û her wiha jî
herêmên
Xinis, Kixê, yên girêdayi bi wîlayeta Erzuromê ve, têne
stendin.Û li gora qanûnên komarê, mafê wan heye ku di
derheqa tawanbaran da biryanên giran bistîne.“9
Di 22 nîsanê de sala 1925 a meclisa millî biryara qanûna (h.
635) li sen guhertinên derheqa mafên curmkaran stend.
Li ser bingehê vê qanûnê, her kesê ku bixwesta destûra komarê
biguhere, yan destûrê bi temamî biguhêze, meclisê rake yan
jî
nehêle ew
meclis bi kar û barê xwe rabe û çek di rûyê dewletê de
bilind bike û dijayetiyê bêxe nava miletê Tirkiyayê, bi hukmê
darvekirinê ceza dibe. Dawiya
meha gulanê sala 1925 a, wezareta karên hundur projek li ser sênzûrê
derxist. Li gora wê, li wilayetên rojhilat poste dihatin
kontrolkinin. Karmendên ku bêyi senzûra korêspondansiya
belav dikirin, didan mehkemê. Têlêgramên ku ji vê herêmê
dihatin hinartin, gerek tenê bi zimanê Tirkî bihatana nivîsandin.
Berî rojname û belavokên peryodîk bêne çapkirin, divyabû ew
di sênzûrê re derbas bibin. .10
Di meha hezîranê
sala 1925 a da hukumeta Tirkiyê biryar da, ku ji bo malên cîhguastinê
yên
bineliyên
bajar û gundan ku leþkerên tadîbî dagirkiribûn û mîrat mabûn.
gotî hesabê wan bê kirin. Her wiha ji biryara parastina wan
malan hate stendin. Malên wan kesên ku beþdarî serhildanê bûbûn,
kete ber mûsaderê û li bajaran hate firotin!“.11
Di 21 çiriya paþîn sala 1925 a da meclisa millî pêþinyara
hukûmetê qebûl kir,
wekî hukmê urfî salek din li herêma ku serhildana Þêx
Said lê çêbûbû, dirêj bike.
31 ê gulênê sala 1926 a meclisa millî qanûna li ser sirgûnê (h. 885) qebul kir.
Vê qanûnê maf da meclisa wezîra, ku eþîren koçer û xelkên
gundên ku gerek sirgûn bibin, ji ber rewþa tendurustî û
zehmetbûna jiyanê li gundên kêmnifûs bihêwirin û kesên nêzikî
sînor ku guman bi casûsiyê dihate ser wan, heqê hukumetê hebû
wan ji ciyê wan rake.
Dewleta
Tirkiyayê dît ku rewþa wê li Kurdîstanê riziya ye, rabû ji
bilî êrîþên xwe yên serkutkirinê, tevdîrên serpereþtî
bikar anîn. Bi vê yekê wê dixwest canê gelê Kurdê aza û
serbest bêbawer bike. 10
ê hezîranê sala 1927 a meclisa millî biyara qanûna (h.1079)
derxist. Angorî vê
Kurda ji wilayetên
rojhilatê gotî cîguhastî bikin û bibin wilayetên rojavayê.
Di qanûnê de tê gotin:
“Ji
ber pêwîstiyên îdarî, serbazî û civakî, nêzîkî
1400 mirovên li gel malên wan û 80 ma1batên ku beþêdarî
serhildanan bûne û kesên bi tawanbariyê hatine hesabkirin, mafê
hukûmetê heyê wan ji wilayetên rojhilat û wilayetên hatin
binavkinn û Bayezîdê, cîguhastî li willayetên
Rojava dike.“ (benda yekê)
Eger
em hesab hildin, ku her maleke Kurd ji du nivþan bêtir e, em dibînin
ku tevaya Kurdên ku hatin koçkirin hejmara wan pir bilind e. Li
gorî benda duda ji vê qanûnê divyabû ku di dawiya tebaxê de
sala 1927 a de koçkirina wan here serî .
Li
gorî benda sisya ya qanûnê, kesê “muhtac“, mesrefa rê û
qûtên wan belaþ bû. Lê belê, hertim Kurda kirya rê û
mesrefa xwe didan.
Û
li gora benda pênca, Kurd li wilayetên rojava
gerek bû li wan ciya bidebiriyana ku dewletê ji wan re kivþ
kiribû. Her wiha ji kesên mehkûm, piþtî xilasbûna cezê wan,
pêwîst bû ew jî li van herêman bijîn. Lê meclisa wezîran
dikanbû rê nede wan, ku ew bi malbatên xwe ra bijîn. Kurdan
dikaribûn li hundurê Tirkiyayê herin û bên, lê îzna wan
tunebû vegerin wilayetên rojhilatê.
Ev
bûn bendên bingehîn ji qanûna (1097 a); qanûna ku hiþt bi
hezaran Kurd mal û hebûna xwe winda bikin û li wilayetên Rojava
bêne belavkirin. Çapemeniyên
Tirkiyê gelekî kêfxweþiya xwe ji vê qanûne re anîn. Rojnama “Hekîmiyet miliye”, 19 hezîranê sala 1927 di
nivisî ku giva dewletê ev qanûnê derxist, weke deyê xwe ê însanî
biqedîne. Çimkî bi vê yekê “piraniya bineliyên rojhilatê
ji bin nîrê þêx û nezanan hatibûn rizgarkirin.”
V.
Nîkîtîn dinivîse: “wekî
bi saya vê‘rizgarriyê, di salên 1926-1927 a de, desthilatên
Tirkiyê nêzîkî milyonek Kurd (mêr, pîrek û zarok) bi darû
zorê sirgûnî Anadola Rojava kirin, çewa Ermenî koçkirin di
dema þerê cihanî yekem da, wiha jî xezeb anîn serê
Kurdan.“
Siyaseta têrorê û rejîma eskeriyê di wilayetên rojhilatê
de, di hemî qonaxên hukmê Kemaliyan de berdewam kir. Vê
yekê hîþt ku rewþa siyasî li
welêt dijwartir bibe. Ji
ber vî tiþtî, havîna sala 1927 a hukumeta Partiya Millî-komarî
biryar qebûl kir, ku ji bo wilayetên rojhilatê mêtodek nuh
bikar bîne.
25 û hezêranû sala 1927 a meclisa millî qanûna
(h.1164 a) qebûl kir. Vê qanûnê maf didan meclisa wezîran ku
gava pêwîst be, îdarên teftîþiyên giþtî ava bike û her
çend wilayet bihev re bêne bestin û hemî jî ji cîkî bêne
îdarekirin.
Ev
qanûna (h. 1164) bi taybetî dijî Kurdan bû, çimkî piraniya
bineliyên van herêma ew bûn. 27 ê çiriya paþîn sala 1927 a hukumeta Tirkiyê talîmat
derheqa funksiyên îdarên teftiþi belav kir. Li
ser bingeha vê yekê, wilayetên Al-Azizê, Urfayê, Bidlîsê,
Hekariyê, Diyarbekirê, Sêrtê, Mêrdînê û Wanê hatin
binavkirin wek herêmên îdarî û paþê navê wê bû
„Mufetiþiya Giþti ya Yekê“
Emê
bendên berbiçav yên talîmatên qanûna „Mufetiþiya
Giþti ya Yekê“ ronî bikin. Li
gora baweriya desthilatiyên Tirkiyê, bi saya wan “jiyanek
normal“ Ii Kurdistanê wê ciyê xwe bigirta. Di van fermanan
de yê herî giring ew in, ên ku li
ser wezîfa Mufetiþê Giþtî hatine.12 Emê li jêr
ji xalan 7 a heya l7 a ji van fermana berçav bikin:
7 - Mufetiþê Giþtî
li herêma îdara xwe dibe nûnerê hukumetê û hin
wezaretan. Hemî karmendên hukumetê û walî jî tevî wan,
dikevin bin emrê Mufetiþê Giþtî.
8 - Walî û karmendên din, mîna
berê borcdar in qanûnê bikar bînin û pêwendiyên xwe bi
wezaretên xwe re bidomînin. Lê gava pêwîst be divê ew ji
Mufetiþê Giþtî re raporên xwe binivîsin û tê de kar
û xebata xwe diyar bikin û dokûmentên pêwîst bidin destê wî.
Mufetiþê Giþtî, destgehên jêhatî û pispor dadimezirîne û
di haletê pêwîstiyê de walî û mamûrên din gereke þêwra
xwe pê bikin. Wekî din jî, Mufetiþê Giþtî ji van destgehan
re çerçewên çareserkirina pirsên herî giring nîþan dide.
9 - Gava Mufetiþê Giþtî karê
xwe dike îzna wî heye ku ew cenderma û polîsan bide xebatê.
l 0 - Dema pêwîst be, Mufetiþê
Giþtî dikare alîkariyên leþkerî ji wîlayetên ne di sînoren
hukmê wî de, ji wezareta karên hundur bixwaze. Mufetiþê Giþtî,
daxwaziya xweya ji bo hêzên çekdarî jê re rê bikin, rêdike
ji komandorê leþkeriyê sereke re, di herêma ku ew berpirsyarê
wê ye; bi daxwaziya xwe re jî, bîr û baweriyên xwe li ser
çareserkirina pirsên hatin û danînê, rawe dike.
l l - Gava Mufetiþê Giþtî
funksiyên xwe diqedine, ew tenê li ber hukumeta navendî
bersîvdar e, muhaseba wî bibe. Li gorî benda 3 a ji qanûna îdara
giþtî, mufetiþê îdara urfî berpirsiyarê van tiþtan e:
a)
Kontrol û himayeta nîzamê;
b)
Kontrola pêkanîna qanûn û fermanên dewletê û êd mayîn.
l2 - Eger Mufetiþê Giþtî bibîne
ku rewê bi aliyê nebaþbûnê ve diçe û enmiyet di xeterê de
be, ew dikare piþtî qayilbûna wezareta hundur, hukmê leþkarî
li herêmê îlan bike;
l3 - Mufetiþê Giþtî, ku
desthilatiya heri bilind di destê wi de ye, îzna wî heye bi îdara
giþtî rabe, karên desthilatên herêmê kontrol bike. Loma jî
walî, îdarên belediyan dikarm fermanên xwe bibin serî piþtî
qayilbûna Mufetiþê Giþtî. Mufetiþê Giþtî projên bûjêtan
yên desthilatiyên wilayetan dikare li wan vegerîne, eger
kêmasiyên wan hebin, yanê jî dijî qanûnê bin.
l4 - Mufetiþê Giþtî dikare,
gava pêwîst be, dezgehan di nav wilayetan de ava bike û ji bo vê
yekê walî dikare, mesrûfa wan ji bûtçêya wilayeta veqetîne.
l5 - Mufetiþê Giþtî her 3
mehan carekê raportekê li ser peydakirina emniyetê di
herêma xwe de û her wiha îi nerînên xwe li ser rewþa
giþtî dinivîse û ji wezareta karên hundur re diþîne.
l6
- Wezareta karê hundur kontrola xebata Mufetiþê Giþtî
dike.
l7 - Þêwrdarê giþtiyê yekemîn
hesab dibe cîgirê Mufetiþê Giþtî û bi þêwra wî xebata
xwe dike û dikare li dewsa wî dokûmentan qol bike.l3
Analîza
beþên van talîmatan didin kivþê, wekî li Kurdîstana Tirkiyê
Mufetiþê Giþtî xwedî desthilatek bê sînor bû. Di
Çileyê Paþîn de sala l928 a, ji bo hilanîna tevgera kurdî
hukumeta Tirkiyê biryara damezrandina fesîlên cendirmên çekdar
da. Di ware formal de, ew di bin destê wezareta karê
hundur de bûn, lê di praktîkê de ew di bin nêrîna Mufetiþê
Giþtî de diman.
7 ê gulanê sala l928 a meclisa Tirkiyê qanûnek (h. l239) ji bo
efûya giþtî derxist.
Li gor wê, kesên ku ji bo beþdariya serhildana Þêx Said
gunehkar bûbûn, dihatin efûkirin. Tê de hatibû gotin, ku
çalakiyên ku di wextê serhildanê de û heya rakirina hukmê leþkerî
di herêma serhildanê de (23 çileya paþîn sala l927 a) êdî
gunehkar nayên hesabkirinê (benda l). Kesên ku beþdarî
serhildana Þêx Said bûbûn û nehatin girtin ji bo ku ew
bikevin bin efwê, pêwîst bû ew di nava sê mehan de xwe radest
(teslîm) bikin.l4
l2 ê gulanê sala l928 a meclisa millî berdewamiyek ji qanûna
ku 7 ê gulana eynî salê derxist.
Li gora wê eger di navbera
3 mehan de kesên gunehkar bûn û bihatina xwe radest bikirina,
êdî ew ne dihatin cezakirin. Û
ji bo kesên wiha moleta 6 mehên din hate dirêjkirin.
l5 Lê
ev kirinên ha tu encamûn pêwîst ji desthilatiyên Tirkiyê re
ne anîn.
Hukumeta
Tirkiyû polîtîka dijî Kurda berdewan dikir, lê pêra jî dida
xuyanîkirin ku guva ew zorê li wilayetên rojhilat nake. Wek
nimûne, gava meha adarê sala l929 a ku moleta qanûna parastina
nîzamê xilas bû, Îsmet paþa peyvînek dirêj kir û got: “Hukumet
ne hewceyî dirêjkirina moleta vê qanûnê ye.. Em dikarin bibêjin
ku di nava van du salan de hukumetê ev qanûn bikar ne anî. Ev
yek diyar dike, ku hemî wilayetên me dixwazin rewþek normal di
welêt de peyda bibe...“ Paþê serokwezîr berdewam dike:
“Borcê me ye ku em hemî
wilayetên xwe dûrî tevlokî û gelaciyên beyaniyan bikin. Qanûnên
komarê bi qeweta xwe dikarin rûmeta welêt û zarokên wî ji lîstikên
beyaniyan biparêzin.“16
Desthilatên
Anqerê bi vê banga xwe dixwestin daxwaziyên xwe bikin rêalê
jinê lê þaþ bûn, ji ber ku tevgereke nuh ya Kurdan li herêma
Agirî, dijî Tirkan dihat holê. Di vê rewþa ha de, desthilatên
Tirkiyê ji bilî lebata leþkerî, gavin avêtin, ku di baweriya
wan de ewê bikaribin
li Anadola Rojhilat tewetirê hilînin. Buhara
sala l927 hukumeta Tirkiyê proja qanûnekê amade kir. Bi vê
qanunê, erdên feodalên Kurd ku ji herêmên rojava hatibûn sirgûnkirin,
li cotkarên bêerd û kêmerd dihatin parevekirin. Li gora vê
projê, heqê cotkaran nebû zedeyi 200 donim erd (20 hêktar) –
çi yên wan û çi jî yên xwediyên erdan- bistînin.
Gerek cotkar nerxê erd di nava 20 salan de ll xwedî
vegeranda.‘17
Lê proja vê qanûnê neçû serî. Tenê piþtî du
salan, 2 hezêranê sala
l929 a meclisa millî qanûna (h. l505) ya li ser erdên ku gêrek
bên belavkirin di navbera cotkarên wilayetên rojhilatê de, qebûl
kir. Di qanûnê de dihate nîþankirin:
Benda
l: Erdên
ku, li gora benda 9 ji qanûna l097 ya ku l9 hizêranê sala l927
derketiye, divyabû ji bo xeznê bihata dayîn û rûniþtvanên
koçer ji xwe re dibin û di bin milkiyeta wan de dimînin.
Benda
2:
Hukumet dikare van erdan ser wan kesên ku di benda yekê de, ji vê
qanûnê hatin binavkirin, belav bike û bi kemiyeta ku pêwîst
bibîne di wan herêmên ku di qanûna l097 de hatin nîþankirin
(Wilayetên Ûrfa û Bayezîdê).
Benda
3:
Buhayê erdên parvekirî yan ji yên ku wê bûne parvekirin,
li gora buhayê cî ji bal civata dadgehê tête nîþankirin.
Dadxwezên giþtî di kar û barên van civatan de, yên ku bi van
pirsiyaran ve girêdayî ne, beþdariyê dikin, bi çi rengî be,
divyabû nerx ne zêdetirî 8 paranbe û bi du paran jî ji nerxên
wan kêmtmrbe18
Peyvên
resmî digotin, ku li gora vê qanûnû 70 hezar donim (7 hezar
hektar) erd hatiye belavkirin. Lê belê, a rastî, hukumeta
Tirkiyê ew erd li wan eþîrên koçer, belavkirin ku idî
berê dêstê wan de
bûn û hela serda jî buhayê wan bi peretî ji wan stendin. Ji vî
tiþtî bêtir, desthilatiyan dixwestin tevgera miletê Kurd perçe
bikin û eþîrên koçeran yên herî bi kefteleft bicî bikin û
salyanê li, ser Kurdan zêde bikin.
Ev
“rûformên dimenî“ ku tu guhertinên radîkal di bingeha
civakî û aboriya Kurdan de çênekir, ne tenê tevgera Kurdan kêm
nekir, belê hîn zêdetir kir.
1 ê çileyê paþîn sala 1930 , hukumeta Tirkiyê biryarek da.
Bi alîkariya wê biryarê beþekî Kurdên Dêrsimê bi darê zorê
sirgûnî wilayeta El-Ezîzê kirin û dest danîn ser mal û milkên
wanên li þûnmayî (heciz bûn).
Ji bilî vî tiþtî, divyabû
Kurd buhayê erdên ku stendibûn ji bidin . Lê xelkê Dêrsimê
ji vê yekê zivêr bûn û ne xwestin ji malên xwe derkevin.
Loma jî, li gorî biryara meclisa wezîran, erden baþ ku
Kurdên koçkirî ji xwe re stendin, divyabû ew mal û milkên
xwe di þûna wan de bidin.19
Li gora biryara meclisa wezîran, ku l8
adarê sala l93l ê derket, bêndên vê biryarê li herê Mufetiþê
Giþtî ya yekê (wilayetên
Agirî, Wan, Mûþ, Bedlîs, Hekarî, Sêrt, Mêrdîn, Diyarbekir,
Ûrfa, El-Ezîzê û herêma Dêrsimê) belav dibû.2°
Lê van biryaran dilên Kurdan xweþ ne dikirin, ji ber ku wan
ne dixwastin ji ciyên bav û kalan rabin.
Di
vê rewþa han de, wezareta dadê proja qanûnek leþkerî amade
kir. Armanca vê qanûnê ew bû, ku prosêsên dadmendiyê zûtir
bikar bîne. Li gorî vê
qanûnê, hukmên dadgehan derheqa “çetetiyê“ û karên
dijî dewletê, divyabû nehatiba guhertin û yekser tenfîz
bibana. Ev qanûna han, bi taybetî li herêma mufetiþiya yekê,
belav dibû. Rojnama
“Akþam“ nivîsî:
“Herêmên ku saykolojiya prîmîtîv ya nehezkirinê û
heyfhilanînê lê peyda dibin, bêguman, bikaranînên dadgehiyê
rewþa emniyetê çareser nake. Armanca vê qanûnê ew e ku zûtir
rewþa emniyetê biparêze û nehêle mehkûm ji dirêjbûna prosêsa
mehkemê fade bikin“.2
Karên
Mufetiþiya Giþtî tu aliyeke pirsa kurdî çareser nekirin û bi
rastî jî daxwaziyên hemî çînên civata Kurdan (cotkaran, koçera,
rewþenbîrên Kurdan, bûrjûwaziya bazirganî û fêodalan) bicî
ne anîn û tevî wiha jî, ew nerazîbûna wan ji siyaseta
desthilatên Anqerê re zêde kir. Dawiya salên 20 an ew nerazîbûna
han rê ji serhildanek nuh re dijî Tirkan li Araratê vekir. Lê
desthilatên Tirkan serhildana Araratê perçiqandin wek
serhildanên Kurdan yên mayîn.
Piþtî
perçiqandina vê serhildanê hukumeta Tirkiyê karên xweyên, ku
bawer dikir wê bi wan rê li
ber serhildanên Kurdan yên nuh bigire, berdewam kir. Ji
ber vê jî, çawa piþtî
serhildana sala l925 a, carek din Kurd sirgûnî Anadola
navîn û rojava kirin, da ku ew di nav Tirkan de asîmîle bibin.
Ji bo
ku ev armanc biserkeve, weku Lûsyên Rambo dinivîs, di destpêka
meha gulanê de sala l932 a, qanûnek derket , bi saya wê çar
herêm li Tirkiyê hatin avakirin.22 Li
Kurdîstanê tenê 3 herêm hatin avakirin.Yek ji wan “ji ber
semedên tendurustî, her wiha ji bo parastina emniyetê“ pêwîst
e ew bi temamî bêne valakirin û kes nikaribe bi þûn de
vegere. Du xalên
qanûnê yên pêþî,
îzin didan desthilatên Tirkan, ku bi darê
zorê û bikaranînên
îdari û polîsî
hevgirtina eþîran ji hev bixîne û
serok û þêxan
ji mafên wan mehrûm bikin. Li
gori xala 3 a hemî malên
eþîran (wek erd û xanî
) dibûn miIkê dewletê
. Li gori xala ê çara
erdên ku hatin hecizkirin Tirkên ku ji welatên Belqanê
miþxet bûn ji xwe re distendin.
Bi
vî rengê han
desthilatên Tirkiyê dixwestin
ji alîkî ve bingeha aboriya jiyana eþîran xirab bikin û
ji alîkî din ve dixwestm “Tirkên ciyê
baweriyêbûn“ li wilayetên rojhilatê
bicî bikin. Bi nerîna Tirkan, vî tiþtî wê
rê li ber serhildanên nuh yên Kurdan bigirta.
Xala
5 a
îzin dida desthi1atên Tirkiyê
ku çi kesê gumana
casûsiyê bê
ser wî, sirgûn bike. Xalên 6 û 7 an
hatibûn bikaranin ji bo Kurd zimanê
xweyê zikmakî
ji bîr bikin û her
wiha ji destdirêjiya mafên Kurdên sirgûnkirî bihata kirin
û rê
li kar û xabata
wan teng dikirin. Û dawiya
dawî li gora xala 8 a
gerek jimara Kurdan li herê ma ku piþtî sirgûnê lê dijiyan,
ji sedî 10 ne zêde be
ya rûniþtvanên Tirkan.
Meclisa Tirkiyê
siyaseta asîmîlekirin û sirgûnê
berdewam kir û 9 ê hezêranê
sala 1934 a qanûna jimar 2502 a derheqa bicîkirina Tirkên
ku ji welatên biyaniyan derhatibûn li çend herêmên wilayetên;
Qers, Bayezîd, Erzurom, Çorûxê
û perçên
erd li wan bête
parvekirin. Di qanû nê de tê
gotin: “erd û avahiyên
(malên girêdayi) rûsiyên ku ji wilayetên Qers, Îgdîr,
Tuzluca û herêmên
Oltî (wilayeta Erzuromê ), Artvîn, Þewþad û
Borçka (herêma Çorûx) û
(nahiya) Kemalpaþa sirgûn kirin, ji dewletê
re dimînin. Ev erd û
avahî, her wiha jî malên girêdayî yên herêmê n din
dikevin destê dewletê
û dibe ew di
nav Tirkên miþextkirî de belav
bibin û kesên bêerdmayî
û cotkarên kêm erd
bêne parkirin(bendên 1 û 2 a). Em nizanin çawa ev qanûn bikar
hat û ji mara miþextên ku li van wilayetan hatin bicîkirin û
kê ji kesên kêmerd û cotkar erd stendin. Nûçe
hene dibêjin, ku ji sala l923 a ta sala l934 a, 630 hezar penaber
hatine Tirkiyê. Beþekî wan li wilayetên rojhilatê hatine cîwarkirin.
Lê tiþtekî eþkere bû, ku desthilata Tirkan ne ji bo
berjewendiya cotkarên Kurdên bêerd bi van çalaklyan rabû, lê
belê wê bi vê yekê dixwest jimara Tirkan li van herêman, ji
ya Kurdan pirtir bike.
Qanûna h. 25l0, derheqa sirgûnê, ku meclisa millî l3 heziranê
sala l934 a qebûl kirbû, vi tiþtî
dide kivþê. Ev qanûn bi nav ji bo Tirkên miþextkirî
bû, lê a rast ew diji netewên kêm bû, nexasim dijî Kurdan bû.
Li gora vê qanûnê di
erde Tirkiyê sê govek dihatin avakirin:
Herêma
yekê piraniya cêgirên wê xwedî çanda Tirki bûn;
a
duda amade dibû ji bo kesûn sirgûnkirî ku goti “nêzîkî çanda
Tirkî bibin“;
herêma
sisya, ji ber semedên tendurustî, aborî, çandî, siyasî û leþkerî
hatibû girtin ji bo emniyetê û pêwîst bû bi temamî bê
valakirin.
Piraniya
rûniþtvanên vê herêmê Kurd bûn. Ev tiþt
dide xuyakirin ku ew gerek bi temamî ji van topraxan
bihatana sirgûnkirin.24
Ji
ber
“rewþa jiyanî û tendurustî“ meclisa wezîran qirar
derxist, ku îzna wê heye kesên li bajar û gundan dijîn û koçeran ji herêma sisya
sirgûnî herêmên din bike.
Wezirê karê hundur îzna wî
hebû“kesên þika casûsiyê
bê ser wan“ ji herêma nêzî sînoran sirgûn bike, her
wiha ji kesên biyanî, qereçi û koçerên dûrî çanda Tirkî
dimînin, sirgûnî dervî welêt bike.25
Benda
l0 a ji qanûna, ku bi temamî derheqa Kurdan bû, dibûje:
l.
Qanûn eþîran ji mafên wan mehrûm dike, heger ew maf di
destûrêde hatibe tesbîtkirin ji û selahiyeta axa û þêxên eþîran
li ser kîjan bingehî bin jî (çi
bi e‘rf û adet û çi bi qanûnê), radibe.
2.
Hemî malên girêdayî û ne girêdayî, ku berî ev qanûn
derkeve bi cûrekî qanûnî, li ser navên eþîran
hatibûn tapokinn, dibin milkê dewletê. Li gora vê qanûnê û
pirînsîpên dewletê, ew mal li ser kesên miþext dihate
parvekirin.
3.
Li ser bingeha biryarên hukumetê wezîrê karê hundur heger
dikarîbû serok, axa, þêxên eþîran û her wiha malbatên wan
jî ji herêma nêzîkî sînoran koç bike herêmek din, heger
xetera wan li ser emniyetê hebe.26
Hukumeta
Tirkiyê ji alîkî ve dixwest selahiyetên serokên eþîrên
Kurdan kêm bike û ji alîkî din ve ne dixwest sewiya aborî û
çandî ya Kurdan bi serkeve û ji stemkariya feodalan wan biparêze
û pirsa rêforma çandiniyê ji bo berjewendiya milet êareser ne
dikir. Wê tenê dixwest Kurdan asîmîle û bindest bike.
Di benda ll de ji qanûnê tê
gotin:
a)
Kesên ku zimanê Tirkî ji wan re ne zimanekî zikmaki ye, ew
nikarin gund û taxên nuh ava bikin û sendîkatên xebatkar û
karkeran damezirînin...
b)
Jimara kesên koçkirî li
gundên nîv-bajar gerek ne zêdeyî sedî l0 ji jimara
bineliyên cî bin û hêqê wan tune ku taxen (mehelên) taybetî
ji xwe re ava bikin.27
Ji
bo
hukumeta Tirkiyê nifusa Tirkan li
herêmên Kurdan zêde bike, li gora benda 29 a,
Tirkên ji Yûnanistanê miþext
bûn dikarîbûn ji nav Kurdan bar bikin piþtî l0 salan ji
mayina xwe. Û li gora fermana wezîrê karên hundur, bêyi
agahdariya wî, heqê kesên miþext tunebû ku ciyên xwe
biguherin û ji herêmekê herin herêmeke din.28
Lê Kurd û miletên din ên biçûk îzna wan tunebû piþtî l0
salan jî, ji herêmên ku hukumetê ew lê bicî kiribûn, rabin.
Ji bo ku ev proja
han bi serkeve, ancumenek hukûmî hate avakirin. Endamên wê ji
wezîrên karên hundur û parastina netewî û aborî û hinek
wezîrên din bûn. Ancumana hukûmî yekser dest bi pêkanîna
biryarên millî kir û berî her tiþtî
Kurd bi rengekî giþtî sirgûn kirin.
Tevî wiha jî, karbidestên Tirkiyê gava qanûna sirgûnê
derxistin, dixwestin pirsa rêforma çandiniyê bi hesabê Kurdan
çareser bikin.
Li gora statîstîka Tirkan,
heta dawiya sala l938 a de nêzîkî 89 hezar malbatan 300 hêktar
ji erden feodalên sirgûnkirî ji xwe re stendin.29.
Tenê
484ll cotkarên Tirkan yên bê erd, ji xwe re erd (her malbeteke
nezikî 3 hêktar) stendin.30
Baþ xuya
dibe ku bi rêya van çalakiyên han, pirsa çareser kirina rêforma
çandiniyê ne dibû.
Gava
karbidestên Tirkiyê dest bi mîaserkirina bendên qanûna sirgûnê
(h. 25l0) kirin, wana ferman ji Kurdên çend wilayetan re
-wek Botan- þandin ji bo ku ji sirgûnkirinê
re amade bin. Lê piraniya Kurdan ne dixwestin bar bikin, loma ji
reviyan çiyan.
18 çileya paþîn
sala l935 a meclisa millî qanûna h. 2848, derheqa guhertina çend
bendên qanûna sirgûnê qebûl
kir.3l Di vê
qanûnê de,
ciyên ku pêwîst bû Kurd lê
bijîn, nîþan kirin. Tevî wiha jî hukumetê
bikaranîna ceza li wilayetên rojhilatê
zêde kir.
Siyaseta
kevneperest a hukumetê tevlihevî
li Kurdistanê pirtir
kir. Ji vî tiþtî bêtir, hemî karên desthilatên
Tirkan dane xuyakirin, ku wan dixwestin raperîneke kurdanî nuh
û mezin rabe ji bo ku bi temamî ji vê
pirsa Kurdan xilas bibin. Di vê wextê de, raperînek
nuh li Dêrsimê dest
pê kir.
Di
civîna meclisa millî ya girtî de, bi daxwaziya K. Ataturk,
pirsa Dêrsimê bû
bendek ji bendên munaqeþekirinê. Yekê
Çirya Paþîn s. l936 a dema ku meclisa millî hat
vekirin, K. Ataturk, di axavtina xweya derheqa Dêrsimê
de wiha got: “Di karên me yên hundur de pirsa Dêrsimê pirsa here girîng e û pêwîst e, werma xedar, bi
çi rengî be, bê hilqetandin...
û em gelek selahiyetan didin hukumetê
ji bo zûtir ev pirs bê
hilanîn.“32 Nûçeyên
derheqa civîna meclisa milliya girtî de, pir kêm bûn. Ji
van nûçeyên kêm mirov dikare bibêje ku meclisê
projek ji bo haþkirina Kurdan hazir dikir. Di dawiya civînê
de çapemeniyê nivîsî,
ku munaqeþekirina pirsa Dêrsimê
di meclisa millî de dawî hat û hukmên mirinê bi hukmên
din hatin guhertin
Li
ser daxwaza Ataturk, herêmên navendiyên Dêrsimê,
bi navê wilayetê hat nîþankirin û navê
wê bû Tuncelî.
6 ê hezîranê
sala l936 a herêma hejmara çara ya Mufetiþiya Giþtî hat
avakirin. Vê
herêmê, wilayetên Elezig, Tuncelî û Bîngol (erdên Dêrsimê yên berê ) bi xwe ve girêdidan.33
Di vê
herêmê de îdarek
taybetî hat damezirandin û serokê
vê îdarê
bû mufetiþê Giþtî
general Alpdogan. Dema
îdara Mufetiþiya Giþtî ji Elezigê
pêk dihat, çend beþên taybetî hatin avakirin wek: beþê
pisporên leþkerî, gurûpa casûsiyê, gurûpa taybetiya
zabitên fermandariya giþtî, dadgeha leþkerî, sikretaryat, beþên
malî û huqûqî. General Abdullah Alpdogan hukmê
urfî di wilayetên Tuncelî, Elezig û Bîngolê
de bela kir û ji Kurdan xwest, bi çi rengî be, 20
hezar tiving bidin hukumetê. Vê yekê
hiþt ku tewetir li Dêrsimê zêdetir bibe û Kurd bi
serhildanên nuh rabin û carek din bi þêwekî ne însanî bêne
perçiqandin.
5 tîrmehê sala
l939 a meclisa millî proja qanûnekê qebûl kir.
Vê qanûnê çûnûhatina
Kurdan kêm dikir û rê li ber Kurdên rojavayê welêt
digirt, da ku nema vegerin herêmên xwe yên berê. Vê qanûnê rê li
ber eþîr û kesên “ne Tirk“ digirt, ji bo carek din
venegerin herêma hejmara yekê, ew herêma ku hemî wilayetên wê
wilayetên Kurdan bûn.
Pêwîst
e em bibêjin ku tu malûmat li ser jimara Kurdên ji wilayetên
rojhilatê hatin koçkirin,
tunene. Lê mirov dikare vî tiþtî bi alîkariya statîstîka
salên l939-l940 î zanibe.
Ev statîstîka
dide xuyakirin, ku tenê li wilayetên Elazig, Erzurom, Mûþ û
Wanê ji s. l935 a heya s. l940 î, hejmara kesên van wilayetan
bi 280 hezar 338 kesî kêm bû.
Heger em hesab hildin ku di
vê demê de gerek xelkê welêt bi sedî l0 zêde bibûna,
hejmara kesên van wilayetan, ne ku gotî kêm nebûya, lê belê
l00 hezar kes li ser zê de bibûna. Bi vî rengê han em dikarin
bibêjin ku semeda kêmbûna kesan ew bû, ku hukumeta Tirkiyê
370 hezar Kund, ji wilayetên wan sirgûnî herê mên din kiribûn.
Dawiyê,
pêwîst e em bibêjin, hemî qanûnên di salên 20 an û 30 an
de ku li Tirkiyê derketin, bi awakî seranser û ne seranser derheqa
Kurdan bûn û armancên wan ew bûn ku tevgera Kurdan biperçiqînin
û wan asîmîle bikin, da bi vî cûreyî pirsa Kurdî ji holê
hilînin.
Di
qonaxa deh salan de ji bo mafê xweyê wekheviyê di ware kulturî,
siyasî û aborî de, di jiyana welêt de, gelê Kurd bi þerê çekdarî
dijî Tirkan rabû. Lê ji ber rewþa wê demê Kurd hertim di têkoþîna
xweya vekirî de ne gihîþtin armancên xwe. Têkçûna van raperînan
rewþa aborî li Kurdistana Tirkiyê li hev dixist û ziyana mezin
li hêzên kurdî dikir. Ji
ber siyaseta peyketin û têrorê gelek þexsiyetên Kurdên
navdar û bi hezaran Kurdên sivîl, hatin kuþtin. Pirsa Kurdan
li Tirkiyê berî
destpêka þerê cîhanê yê duda neçareserkirî ma.
1) Mustefa Kemal. “Rêka Tirkiya nû“,
c. 1, M. 1929, r. 381.
2) Aþkan V. E., “Sivas Kongresi “,
Îstanbul, 1963, r. 127.
3)
Karal E. Z. “Türkiye Cumhuriyeti Tarihi - 1918-1960“,
Istanbul, 1963,r. 127
4) Atatürk
‘ün Söylev ve Demeçleri, c. 1968, r. 224. Istanbul.
5)
“Dustur“, c. 1, r. 4-5.
6)
“Dustur“,c. 1,r.61.
7)
“Dustur“, c. 5-6, r. 384 - 385.
8)
Osinan Aytar, “Hamidiye alaylarndan koy koruculuðuna “,
Istanbul, 1992,r. 193.
9)
“Istanbul“,
14/05/1925.
10)
“Gazete“, 24/05/1925.
11)
“Gazete“, 21/06/1925.
12)
Desthilatiya Mufetiþê Giþtî belav kirin li erdekî nêzîkî
107 hezar km . Li ser wî erdî, wek di îhsayatên sala 1927-a de
tê gotin, nêzîkî
900 hezar kes lê dijîn.
13)
“Dustur“, c. 9, r. 20- 23.
14)
“Dustur“, c. 9, r. 804- 805.
15)
“Dustur“, c. 9,
r. 834.
16)
“Istanbul“, 04/03/1929
17)
Arþîfa hukumeta Yekitiya Sovyêt, f. 4459, op. 2, 161, r. 441
-442.
18)
“Dustur“, c. 10,r. 1793.
19)
Kokdemir N. “Eski ve yeni toprak, iskan hükümleri ve
uygulama klavuzu 7“, Ankara, 1952, r. 165.
20)
Aydemir, “IkinciAdam, Ismet Inönû‘ê c. 1, Istanbul,
1968, r. 321.
21)
“Akþam“, 29/03/1930.
22)
(Cara yekê naveroka vê
qanûnê di pirtûka Lûsyên Rarnbo de, a bi navê
(“Kurd û maf‘ Paris, 1947) hat kifiþkirin. Gerek em zanibin,
ev qanûn di destûra Tirkiyê de nîne. Herwiha di çavkaniyên
qanûnan 6 rojnamegeriyên Tirkiyê de jî nînin.
Diyar e ev proja di sala 1934-ade
Tirkiyê qebûl kiri û paþê bû qanûnek.
23)
„Dustur“,c. 15,r. 1122- 1123.
24)
“Dustur“,c. 15,r. 11.
25)
“Dustur“,c. 15,r. 1157- 1158.
26)
“Dustur“,c. l5,r. 1158- 1159.
27)
“Dustur “, c. 15, r. 1159.
28) “Dustur“,
c. 15,r. 1169.
29)
“Turkiye cumhuriyeti onbeþinci kitabe “.
Ankara, 1938, r. 402.
30)
Noviçêv A.D., “Cotkari
lt Tirkiyê di serdema nuh du“, M, 1959, r.26.
31)
“Dustur“, c. 17, r. 28-30.
32)
Baksi M., “Kûrt tarihi (kisaca)“, Stokholm-Sverige,
1972, r. 50.
33)
“Gûneydoðu Birinci Genel Miifettiþlik Bölgesi“, Istanbul,
1939, r.66. “
Belê, bi dîtina min rewþa bav-kalên me ya di wî wextê berî û piþtî xebatên damezirandina meclîsa Tirkan de; ka çend caran ji ber þer û qunûnên nijadperest û karbidestên Tirkan cîh guhastine, çiqas hatine kuþtin, çewa erd û malên wan hatine curmkirin û em çima weha nefî bune, hinekî zelal dibe.
Ez
jî niha dixwazim li gorî hinek bermayên zargotina me û zanîna
xwe, piçekî li ser rewþa parastin û aboriya me Êzîdiyên li
bakurê Kurdîitanê, ku ji nîvê demsala bîstan û heta vêga
gelekî hatiye guhastin, rawestim.
Li gorî ku serpêkhatî û zargotinên me
didine xwanê, rewþa parastin û aboriya me Êzîdiyên li bakurê
Kurdîstanê, timî ji
ber destê zilm û zora beg, axa, Kurdên nezan, walî û jendirmên
dewletê ketiye tehlûkê. Ji xwe gelek
kes dizanin, aboriya
me Êzîdiyan her wextî bi karê xwedîkirin, kirîn û firotina
pez û dewar (ga, çêlek, golik, gamêþ, beran, mî,
berx, bizin, nêrî, karik, hesp, hêstir, ker
û whd. yanjî, mirîþk, þamîk-elok, qaz, ordek û whd),
bi karê cotkarî, çandin û hilanîna mahsul(zad- ceh, genim,
nok, nîsk, kuncî, kizin, þoqil, maþik, kaah, titûn
û whd.) û
bi
karê firotina berhemên mahsulên weke ( hirî-pirç, xalî,
tej, werîs, rûn-butter, mast, þîr, toh, hêk, tirî, mewîj,
hijîr, benî, bacanê sor, bacanê reþ, îsot, dolmuk, xeyar,
tirozî, kundir,zebeþ, petêx, fasuliye,
komir, êzing, çilo, sûsê
û whd.) ve girêdayî bûye.
Bi dîtina min, heta hinek
firmên biyaniyan di sala 1940 de ji bo lêgera petrolê ne hatine
li herêma çiyayê Xerza(garzan) û Remanê*, ku piraniya Êzîdiyan
lê diman ne geriyane û kar nekirine, civaka me Êzîdiyan qet
haj ji desthilatdarî û bazirganiya kapîtalîzimê tûne buye û
ji xwe heta hingê hêjî desthilatdariyan feodalan di nava welatê
me de gelekî xurt buye. Meriv dibîne, ji vê sala 1940 þunde,
êdî hêja dewleta Tirk hêdî hêdî dest bi çêkirna hinek
nexweþxane, mekteb, rêyên tirênê anjî rêyên di nava bajar
û gundên Kurdîstanê û hwd.ê de kiriye.
*=
“Di nava Tirkiyê de, bîra petrolê ye ewilî li virê di
sala 1940 de hatiye dîtin(4)”
“Di
zargotin û hinek dokumentan de navê vî çiyayê Remanê, wek
çiyayê Xaltiya(Xendeqiyan)
hatiye kifþ kirin.(5)
Nimûne:
Foto(6)
Ji virû pêde jî, me Êzîdiyan dîsa ji ber zilm
û zora dewletê, beg, axa û Kurdên nezan
nikarîbuye tûcarî xwe di nava welatê
bav – kalan de azad
bidine nasandin, weke xelqê alemê
biçine dibistanan û hûnerekî dinê fêr bivin anjî
bi der û dora xwe re bi hêsanî bikevine nava pêywendiyên
fireh. Ji xwe heta sala 1946 an ku mektep li gundê Þimzê vene
buye, wekî dinê tû dibistan(mekteb)ên Tirkan li nav herêma çiyayê
Xerza anjî Xendeqiyan de tûne bune û heta hingê jî tû kesekî
Êzîdî nikarîbû ye qet bi zimanekî bi nivsîne anjî bixwîne.
Çend sal þunde, di sala
1961-62 de gelek Ezîdiyên ji gundên Texerî, Þimzê , Þahsmê
û hwd.ê diçin li Batmanê dikevine ser karê lêgera petrolê
ku li herêma çiyayê Xerza û Remanê dibu. Di wê demê de
piraniya karbidestên firmên lêgera petrolê biyanî bune û
ewan haj ji pirsgirêk û nakokiyên di navbêna Kurdên Êzîdî
û Musilmanan de tûne bune. Çaxê karkerên Êzîdî di karê
xwe de serketî, paqij û rast diþuxulîn, qîmeta wan li cem
karbidestên firma lêgera petrolê gelekî çêdibe. Vêga hêjî
hinek ji wan karkerên ku di wê demê de li ser karê petrolê(quliyan)
diþixwilîn, di nav me de dijîn û dibêjin:”ji xwe hingê ji
me Êzîdiyan û pêve kesekî ku karîbuna bi Tirkî bixwîne anjî
bi nivsîne di nava tevaya karkerên Kurdan de tûne bû(8)”.
Di pey re hinek Kurdên nezan û paþwerû ji vê
çelengî û serketina Êzîdiyan gelekî di hefsidin. Ew diçin
gelek giliyên ne baþ û derew di derheqê rewþ û baweriya Êzîdiyan
de ji karbidestên firma lêgera petrolê re dibêjin. Di pey re jî,
bela xwe li karkerên Êzîdiyan didin û nahêlin Êzîdî bi hêsanî
bêne ser karê xwe biþuxulin. Çewa di wî wextî de mafên me Kurdan li cem
Tirkan ne dihate naskirin, wusa jî mafên me Êzîdiyan li cem
gelek nezan û olperestên Musilmanan ne di hate naskirin.
Ji
xwe em ji dîroka fermanên bi serê me Êzîdiyan ve hatine fahm
dikin ku, bapîrên me ticaran Misilmantî qebûl nekirine û di
Kurdîstanê de qewmê ku Êzîdî talan nekiriye tune ye. Bi
taybetî "birayên" me yên Musilman tucarî piþtgiriya
me Êzîdiyan ne kirine û gelek caran ewan jî hiþtine ku
Kurdistan bêye bindest kirin. Her weha ji ber van kêmasî û
neheqiyên di dîroka me de gelek dostên Êzîdî hêjî sed û
hedên (urf û adetên) me baþ nas nakin û lewma hêjî heta vêga
gelek nêrîn û agehdariyên ne rast li ser dîn û netewa me yê
herî kevn têne belakirin. Di her wextî de, zora paþweruyên
Musilmanan û karmendên dewletê li ser me Kurdên Êzîdî gelekî
zêde bûye û ewan hercarê bi alîkariya hevûdinê qiz û jinên
me Êzîdiyan bi darê zorê birine, Musilman kirine.
ÇEND NIMÛNE LI SER ZILM Û ZORA VAN SALÊN
DAWÎ
1.
-Zilma
Musilmanên nezan û karmendên dewletê -:
Hinek
neqencên Musilmanan di sala 1962 de zilamekî Êzîdi ku bi
jineke Êzîdi re zewicîbû dixapînin û zilam dibin ji dînê wî
derdixînin. Dûre ew dixwazin herin jina zilamê qelîbî jî, bi
quweta darê zorê ji nava Êzîdiyan derxînin bînin, lê Êzîdî
di nava bajarê Qubînê de û li hemû deverin ku lê diman, li
himberî neqencan li ber xwe didin. Gava Êzîdî diçine cem
hukumetê gilî dikin, karmend û jendirmên dewletê jî alîkariyê
nadine Êzîdiyan. Ev þerê neqencên Musilmanan destpêkirî li
her deverê de xesarekî mezin dide tifaqa Kurdên Êzîdî û
Musilman. Dîsa þêx û begên paþverû bi alîkariya muftiyên
dewletê fetwên heram kirina her kul û eþiyayên li ber destên
Êzîdiyan peyda dibûn an jî çêdibûn derdixistin û li her
deverê kuþtina evdên Êzîdî li xwe helal dikirin û ne dihîþtin
ku tû kes tiþtekî ji ber destên Êzîdiyan bikirin.
2. -Zilma Kurdên nezan -:
Di
payîza sala 1972`de zilamekî Êzîdiyê ji gundê Duþayê bi
tevlî qîzeke xwe ye ciwan ve têye nava bazara Batmanê û
dixwaze hinek qewîtiyên kulfetê xwe bîhne cîh, lê hinek ji
nebaþên Musilmanan tên li ber çavên ewqas merivên li çarþiyê
de li bav dixin, qîza wî bi zorê jê distînin û dibin
Musilman dikin.
3. -Zilma axayên Kurdên nezan -:
Di
buhara 1974´ de axayekî Musilmanan diçe li çolê qîzeke Êzîdiyên
ji gundê Qorixê direvîne û dibe Musilman dike.
4. -Zilma karmendên dewletê û þêxên
Kurdayî terîqatê -:
Di
sala 1975`de, Mamosteyê dibistana gundê Hemdûna, þagirteke xwe
ye Êzîdi, ku emrê wê hêja dozdeh e direvîne û þêxê
Musilmana yê di wê herêmê de bi nav û deng jî mahra wan li
hevûdinê helal dike.
5. Û helbet weha
gelek nimûnên dinê jî hene:
Ji ber zilm û zora gelek bûyerên weha, êdî Êzîdiyên di nava herêma wilayeta Sêrtê de mecbûr dibin, ku di her deverê de dev ji vî karê xweyî birumet û hêja berdin. Încar, ji bo Êzîdiyan xirabiya herî mezin ew bû, ku ew hew dikarin di bin wan þertên dijwar de kulfetên xweyî giran bi wî þuxlê gundîtiyê ku min li jorê birêz kiriye xwedî bikin. Ne jixwe, ew hew karin bi tenê herine ser karê li çolê, çiya û zeviyan. Nikarin dewar, mahsul û zadên xwe bivin li pazara gund û bajarên Kurdên Musilmanan de eþkere bifiroþên. Ew mecbûr dibin ku çavên xwe berdine hinek çareseriyên dinê. Încar, gelek zilamên Êzîdiyan berê koça xwe didine nava bajarên mezin, yên weke Adana, Mersin, Silîvke, Payas, Isparta û whd. û diçin li wan deveran bi dizî li kar digerin. Gava Êzîdi diçine van deverên xerîb, jixwe piraniya wan hingê ji xeynî zimanê Kurdî, bi tû zimanekî dinê nizanin û ew dîsa ji ber Êzîdiyatiya xwe nikarin bi hêsanî bikevine ser karekî pak. Nejixwe, wexta ew diçin li kar digerin, hingê karbidestan li nasnamê wan dirênin. Gava di nasnamên wan de didîtin ku Êzîdi ye, hingê ew ne digirtine ser kar.
Jixwe rêvebirên dewleta Tirkiyê jî hercar weka bav-kalên xwe, hebûna ola Êzîdiyan nasnedikirin û ewan jî di hemû weþan û mêdiyayên dewletê de agahdariyên derew li ser Êzîdiyatiyê, evdên Êzîdî bela dikirin û vêga hêjî dibêjin:
6.
-Zilma dewletê -
-Nivîsa bi Tirkî-
"Yezidilik;
-
Eski putperestliðe,
-
Zerdüþtliðe (iyilik ve kötülüðün mücadelesi),
-
Maniliðe (Ýrfan),
-
Yahudiliðe (Beslenme ile ilgili hükümler, haram yiyecekler),
-
Hýristiyanlýða (Vaftiz, nikahta ekmek ve þarap ayini,
evlenmelerde kiliseleri ziyaret, þarap içmek),
-
Ýslamiyete (Sünnet, oruç, kurban, hac, mezar taþlarýnda Ýslami
kitabeler)
-
Sufi-Rafiziliðe (Ýnancýn gizliliði, vecd, þeyhe saygý),
-
Sabiliðe (tenasuh ve ruh göçü),
- Þamaniliðe (gömme adeti,
rüya tabiri ve dans),
- Paganizme (Ay ve güneþe
tapma) ait bazý unsurlarý ihtiva eden ve kökeni yeterince açýk
olmayan bir inanç sistemidir. (3)"