|
|
- Ji
rewþenbîr û pêþengên civaka Ezdî ra
-
- Kemal Tolan
-
-
-
-
- Xuþk
û birayên rewþenbîr û pêþengên civaka Ezdî !
-
- Bi dîtina min
Mîrê me Êzdiyên li Cihanê, rêzdar
Tahsin Seîd Beg, di
Konferansa ku Mala Êzîdiyan ya Oldenburgê di 16.07.2005 de amede
kiribû û berpirsyarê hemî komelên Êzdiyan yên li Almanyayê,
ronakbîr, nivîskar, dixtor, hiquqnas û polîtîkvanên Êzdî, dûnavîyên
ola Êzîdiyan (pîr, þêx, pêþîmam û wd.), Êzîdiyên endam û alîgirê
partiyên Kurdan (PKD-Iraq, Yekîtî û wd.), temsillên Êzîdiyên ji
hemî perçeyên Kurdistanê, ji Ermenistanê û yên ji welatên
Avrupa, nûçegihanê Kurdistan-TV û Roj-TV jî hazir bûn, bersiva vê
pirsa “ GELO ÊZDÎ KURDIN YAN
KURD NÎNIN ? ”
zelal daye û gotiye, “em
Êzîdî Kurd in û me tûcaran kurdîtiya xwe înkar nekiriye û nakin.
Heke ku em zimanê
xweyî Kurdî winda bikin, hingê emê ola xwe, Êzîdîtiya xwe, winda
bikin. Heke ku em ola xwe winda bikin, emê zimanê xwe winda
bikin…….“(Ev
daxwiyaniya di gelek kovar û malperên Kurdî de hatiye weþandin)
- Ez
di wê baweriyê de me ku, hemû rêzdarên endamên
Meclisa Ruhanî û civata bilind ya Êzdiyan,
birêz
Bavê Þêx, Bavê
Çawîþ, Þêxê Wezîr,
Serokê Qewala û hwd.ê
jî weke Mîrê me gotî difikirin.
-
- Rewþenbîr
û pêþengên civaka me ye hêja !
-
- Wekî
hûn birastî dixwazin kar û barên me ye dînî û civakî bikevine
destên we, wê çaxî divê hûn ji xeynî wan çend ristên nivîsê
ku hûn di rojnamên rêxistin, malper û kovaran xwe de dinivisînin û
di hinek quncikan de bi çend kesan tenê re diaxivin pêve, keremkin
xwe berdine nava mal, komel û ciyên ku jin, zarok, ciwan, mêr,
extiyarên me Êzdiyan lê bela û komdibin. Birênen ka çiqas pirsgirêkên
hebûn û tûnebûna endamên civaka Êzdiyan di teorî û piratîkê de
hene û dûre ji me re bibêjin ka hûnê çewa bi hunerê fikra pêþketî
û bi tifaqa xwe ye demokratîk me kesên belengaz û feqîr ku hîna
piraniya me di urf û adetên feodalîzmê de dijîn, ji nava van
berjivendiyên kesayetî û nezaniyê xelazbikin.
-
- Vêca,
ez naxwazim zêde bikevime nava vî babetê fire û kûre. Jixwe xêr û
þerên me tevan jî vane li ber çavan ne. Bi
dîtina min,
ne raste em timî oldar, bav û kalên xwe sûcdar bikin û barê xweyî
îro jî li hêviya ciwanên
xwe bihêlin. Bi kurtasî dibêjim, dema
ez li
van serpêkhatiyên ber çavên xwe dirênim, ez dikarim bersiva vê
pirsa ku pêþiyên
me kirine û gotine,”gelo Êl yeman e, an jî Beg yeman e?“ bidim.
Belê, dema endamên Êlê(êþîrê,civakê) karibin bi tifaqî ji
pisgirêkên xwe ra xwedî derkevin û nedine pey Beg, wê Beg jî nikarîbe
biserê xwe tenê Begîtiyê
bike......
-
- Încar, eger hûn rewþenbîr û pêþengen civaka me nikaribin bihevre
hevgirtin û tifaqeke xurt di nava ilîmdar,
rewþenbîr, zane, berpirsyarên rojnaman, kovaran, dezgeh, malper û rêxistinên
ku di nav û derveyî welat de bi Kurdî/Êzdiyatiyê ve alaqe dibin
çêbikin, ev ne kêmasiyên
bav-kal û oldarên me ne. Û hûn jî dizanin, heta ev
bêtifaqî û valeyiya
di nava we rewþenbîr û pêþengên civaka Ezdî de hebe, wê çewtîtiyên “xuþk û birayên” me yên bêxîret û nezan(menfîatçî)
jî her berdewam bin.
-
- Ji
Xwedê û Tawisî-Melek hêvîdikim ku ew dîsa bi hawara me va werin !
-
- Kemal
Tolan
Têbinî:
- Ez
tenê xemxwarekî Êzdatiyî
me. Ne rêvebirê tu komel û maleke Êzdiya me.
-
-
-
-
|
|
|