Kirasguhastina rêzdar XELÎLÊ BERFÊ, dengbêjê ku þahîdê zargotina Êzdiyan yê herî bi nav û deng, ez egelekî xemgîn kirim!

  

Kemal Tolan

 
 
Min jî bi dilekî xemgîn bihîst ku þahîdê zargotina me Êzdiyan yê herî bi nav -deng û dengbêjê di nava civaka me de zahf dihate hizkirn XELÎLÊ BERFÊ(1920-2008), di 03.04.2008 de  kirasguhastiye.
 
Ez dizanim þahîdên mîna dengbêj XELÎLÊ BERFÊ, yê ku di peyvên stranên xwe de gelek serpêkhatiyên netewa me Kurdan û bi taybetî jî piraniya buyerên bi serên endamên civaka me Êzdiyan ve hatî zelal didana xwanê kêmbûn.  Dilêþa min ya herî mezin jî ewe, gava ev þahîdên zargotin û floklora me Kurdan kiras diguhêz(dimir)in û bi taybetî jî gava yekî ji “revebir”, “berpirsyar” û “rêberên” civak anjî netewa me ew arþîva di dilê  wan de hebû tomar ne kiri be, hingê  piraniya xizna arþîva çande û kultura me ya herî zindî û ne hatî lêkolîn kirin jî bi wan re binax dibe…..
 
Mixabin heta nih tu firsenda min çênebû ku ez li ber rêzdar, dengbêj, zahmetkêþ û Xwedê jê raziyê XELÎLÊ BERFÊ rûnêm û xwe berdime nava vê arþîva di dilê wî de hebû. Lê, min çend stranên dengbêjê di nava civaka xwe de hizkirî ji ber kasetekî dengê wî nivîsandibûn û ew jî di kitêba xwe ya bi navê “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zîndîne-2000” de weþandine. Ez niha çend malikan ji wan stranên rêzdar dengbêj XELÎLÊ BERFÊ pêþkêþî we hêjayan dikim.
 
“Þerê Þêx Mîrza (1828..?)
 
Wezîro wezîro oyo,
Lo lo þêxê mino,
tiþtê te kir, kesî li darê dinya yê nekir,
kesekî perî bavê Hesen û Melo,
Þêxê Anqosya, þêxê Doqatê,
berxê Koza wezîr,
derê sara Diyarbekirê bi xwûnî nekir.
 
Lo Wezîro,wezîro oyo
welle ezê çibikim,
kolênciya destê, bavê Hesen û bavê Melo,
þêxê Anqosya,þêxê Doqatê,
berxê koza wezîr,
xwe iro ji nava xwûna kûçikê kumsora lez berdaye,
 
Lo lo wezir wezîro oyo
xopana Kelê sara Diyarbekirê,
bê sewite dê Kanîne
ezê nakewime ber kustina,
bavê Hesen û bavê Melo,
Þêx Hesen, Þêxê Anqosiya, berxê
koza wezir, xortê nû hatî,
gelek hene, li Dinya yê
berxê koza Ézîdi, xortê nûhatî,
ezê ketime ber wê yekê kuçîkê ,
koçerên van Medîyan û Keçkoriya,
iro sê rojin li zozanê jorin lê ser
pez û Berxê me danîne.
ax wezîr  yir …………..
 
Þerê Delan (1830)
 
Heyla dayê Delane
Heyla bavo Delane
Nûrê digo:
Emo lawo de deleane
Qaso birayo delane
Lê lê Rewþê mala bavê þewitiyê delane
De hûnê dev ji malê dinya yê berdin
Malê dinya yê hemûk qirêja destaye
 
Min dî eskerê mala Dewrêþ begê hat û girane ,
ewanê derbekê dane li Hemo, Sîno û Xaço
azbata bavê min rebenê , anîne ber mîratê.
Ezê piþtî xortên Êzîdiyan,Peyayên Neqîbiyan
Çibikim ji Terþ û Talanê giran , malê dinya yê
Digo :
Dewrêþê mala Dewrêþ begê
Serê xortên Êzîdiyan jê kirine
Cenazên wan bi ava çemê Ridwanê ve berdane
Cenazên Xortên Neqîbiyan,
çûne heta serê Dû avê,
newala þêlîwa û pira Bota
Eza gulî birê
Îro sê roje cenazên
Xortên Neqîbiyan 
Çûne li gola Materê geriyane
…………………..
Þerê Erenzê
 
Rindê digo : Edlayê
Erenza Þêxan bi þewite bi darê tere
Erenza Xopan bi þewite bi darê tere
Hesabê Cibo hatiye li Kela Rimêlê,
bi tevlî koma Þêxên Ereban û eskerên:
Eynikê, Eyndarê, Eynkafê, Eynberanê,
çiqas Hecî, Sofyên Xerzan, Xiya û Bekiran
hemû anîne bixwere.
 
Min dît Mêçoyê mala Þêxo
Li Êganê Meyro,
li Keleþê Çelo,
li Þêx Hemê Seyro,
li Gêeçanê Gîro,
li peyayên Neqîban,
li xortên Qizilan û Êzîdiyan
dikre gazî û digo:
Bav û Biran ,hûnê mêhrî çêbin,destê xwe xweþ hilînin.
Êganê Meyro li egît û xweþ Mêran dikre gazî û digot:
Ezê bi bayrqa Êzî kim, heger Xwedê û Siltan Êzîdî îro bi mere rast hilîne ,emê bikin; heft roj û heft þevan,Aþê Sipî û aþê Ridwanê li ber xwîna reþ bigere.
……………
(Ev stranan ji ber dengê Xelîlê Berfê, ku di kasetekê de gotibû hatine nivisandin.)”
 
Dibêjim, bila rahma Xwedê li rêzdar XELÎLÊ BERFÊ   be !
 
Sersaxiyê û sebrê ji hemû nefêrên malbat, dost û pismamên wî  ra dixwazim.
 
Kemal Tolan
04.04.08

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org