LI GORÝYA ÊZDÎNASÝNA MÝN AXRETNASÎNA ME EZDAHÝYAN WEHA YE !
 

  

Kemal Tolan

 
 
 
 
Ez bawerim ku, axretnasîna me Ezdahiyan(olperestiya xwezayî û dilpaqij qet cûdetiyê naxe nava tu civak, nijad û olnên li ser ruyê cîhanê hene) di dema beriya ku haveynê mirovatiyê li ser ruyê vê dinya yê bêye meyandin de jî hebuye. 
 
Gelek mînak hene. Lê, ezê dixwazim niha tênê yekê bidime xwanê.
 
Binêrin, em Êzdî(Kurdên ku timî ji ber olperestiya xwe hatine perçiqandin, xapandin û ji mafên xwe yên rewa bêpar mane) hêjî bi vî “qewlê Miskîno jaro“, yê ku li ber serê evdê nexweþ tê gotin û ber dilê neferên li piþt mirî dimînin dide dibêjin:
 
„Ev erda xane, evd û beþer bazirgane,
hineka mala xwe barkir û hina nû danî
Bin Ademo hezar salî temamkî,
Mîrantiyê li þerq heta þamkî,
Dumahiyê her tê ji kassa mirinê tamkî.(Tamamiya vî Qewlî di Çavk.:1- Rûp.:209-211)
 
Lê mixabin, gelek mîtolog û zanên olan yên ku li ber destên mirovên menfaatçî, fanatîk û di dibistanên dagirkerên Kurdisatnê û desthilatdarên Mezopotamiya yê de perwerde bûne, ewan axretnasîna Ezdahîtiya me di nav çanda gel, civakên xwe de û di nav hemû ragehandinên olên tevaya dinya yê de ji bo berjiwendiyên xwe guhastine. Gelek ji wan vêga hêjî bi zor û zilma xwe nahêlin ku , ola me ya xwezayî û dilpaqij bêye berdewam kirin.
 
Încar, ez niha naxwazim dîsa li ser tûnekirin, perçiqandin, xapandin  û gelek babetên(mîna: rê û resmên wexta kesek dikeve ber mirinê û kiras diguhêze, kîjan qewl-duha di wexta þuþtin û veþartina(definkirina) miriyan de tê ne gotin, cûdetiya di nava mezelê jin û mêran de çiye, kîjan qewl-duha li ser giyana kesê mirî tê ne xwandin, giringiya xwarin(zad-nan) û vexwarina xêra kesê mirî û hwd.) ku min di rûpelên pirtûka xwe de(binêrin li çavkanî 1 rûp.:208-225) nivîsandine, rawestim.
 
Lê, ezê niha dîsa li goriya Êzdînasîna xwe hinekî li ser bingehên rê û resmên axretnasîna me  Êzdiyan rawestim.
Di nav zargotina me Êzdiyan de vêga hêjî tê gotin, wexta  Melkemot(Êzdî dibêjinê, DELALÊ DÝLÊ MÝN, EZRAÎL, TAWÝSÎ-MELEK, EMÎNCÎBRAÎL, NASIRDÎN) rihê merivekî ku  kiras diguhêze jê distîne(belê, di nav Êzdiyan de vega hêjî gelek þadehên ku ev buyer bi çavan  xwe dîtine hene) û pêve, êdî qalibê(bedena) kesê mirî di binerdê de tê veþartin. Ev bedena kesê mirî li kuderê, di bin axa kîjan welatî de jî hatibe veþartin, Milyaket rih ji nav dertînin û wî tînine geliyê Laliþê li ser pira Selatê -Sýrat köprüsü- Sýrat-ý müstakim- datînin. Gava rih li “Laliþê û liser berê Sûka Me'rîfetê, Nasînê, datînin û bi amadebûna Þêx, Pîr, Merebî û Birayê wî yê Axretê û Xwedanê wî Milyaket kar û kiryarên wî dikþînin. Yên baþ dikeve alîyê din de û ligorî karên wî, xêr û gûnehên wî, mehkeme dibe.
Erê heke mirovek gunehekê bike, binasên kêne(-Çavî, Zimanî, Dilî, Aqilî yan Nefsê.)?

Ev qewlê (*îmanê bi çî nîþan e)Axretê ronahîyê li vê çendê dike û bersivê dide:
Sibhane ji te sibhane
Te dane min Aqil û Fahme
Te ez ji þerqê birme Þame
...
Hey nefsê yê bê marîfetê ye bê reye
Þevên giran te dayim de´we li xedrêye
Þevên giran te dayim de´we li xedrê ye û zêde
Tu rûnê di malê de
Te xeyal e li me hisakî çirayî ji pête
...

Te xeyale li me hisakî çirên gurî
Gava teyrê dewletê firî
Yar û birên axretê nasbûnî ji me birî
...
Nefsê çendî tu dikî gumanê
Tu xalî nabî ji xedrê û duxanê
Te xeyal e xudanê xwe xilas kî ji îmanê
...
Nefsê tu çend dikî xebatê
Wekî qazî di sekinit li pê pira selatê
Tu wa li hîvîyê me bihêlî li kiþ û matê
...
Nefs dibêje:
Aqilo xeberê te di kurrin
Qeda û qotkêt dinê di pirin
Dunya dûnge lê bidin û bibirin
...
Nefsê wekî te bor beter bû
Borê te li hemû mêrga wer bû
Ew þolê nefsê bû, rengê xudanî ji ber zer bû
...
Nefsê wekî te bor ne di beste
Lixav û hevsar çûn ji deste
Borê te li hemû mêrga di kir qeste
Ew þolê nefsê bu, rengê xudanî j´i ber diþkeste
...
Feqira yeke çê kir
Xwe ji xweÞî û levzeta dinê kir
Li dinyayê ber bi axretê kir
...
Wekî heya ji hisin der dibî
Wekî rezekî bê ber di bî
Tijî gay û ker di bî
Xudan li axretê bê mefer di bî
...
Wekî heya ji hisin dûr dibî
Wekî rezekî bê þûr di bî
Tijî gay û kûr di bî
Bi kêr mêra tê: hisin, edeb u heya
...
Ji wan nebin miþemir mebdeye
Rê bi rastî di be xuya
Bi kêr mêra têtin: hisin, edeb û heya“
(Berdewama di Çavk.:2. de ye)

Belê, ez jî li goriya diyalekt nasîna xwe dibêjim, çerxa veguhastina xwezayê û kiras guhastina hemû rihilberan(çi lawir anjî însan ûwd.be), tenê bi reza û hêza Xewdê digere. Destpêk û dawiya her hebûn û tunbûnê heye. Her tiþtê xwezayî çi rihilber anjî ne  rihilber be, du aliye û hebûn- tunebûna her tiþtî di nav hevde ye. Ez baþ bawerim ku, ciyê þer û aþîtî, saxî(tendurîstî) û ne saxî, aremî û tengasî, têrbûn û birçîbûnê, zilm û xembarî, delalî û ne delalî, hezkirin û dujminantî, bihiþt(cinet) û doj(cahnim)a, baþî û xirabî, paqijî û ne paqijiyê, zanîn, marîfet, heqîqatê û hwd.dilê merive.
 
Bi dîtina min, meriv jî weke her tiþtê xwezayî(çi rihilber û ne  rihilber e) û bitaybetî jî mîna giyander(rihilber)ekî çêdibe û kiras diguhêze(di mire). Lê, ez jî weke ku di zargotina me de hêjî tê gotin dibêjim, gava kiryarên însan(nasîna Xwedê, Milyaket, Xas, Qelender, bavçak, tirs, rahm, xof, xêr û qenciya) yê ku di mire li goriya Xwedê-Milyaketan pakbin û paqijbin rihê wî/wê li ser ruyê erdê û axretê heta ebedî dimîne.
 
Mînak:
 
Bala xwe bidine kiryar û Xwedê nasîna hemû merivên Xas, Qelender, Qencên Xwedê(gelek Pêxember) di hemû heyam û dewranan de ji ser rûyê vê dinyayê ranabin.
 
Lê, gava ku zahmet û kiryarên kesê mirî yên li ser ruyê vê dinya yê, li goriya Xwedê û Milyaketan ne pakbin, hingê Milyaket rihê wî cardinê tînine ser anjî di bin erdê de û rih berdidine nava bedeneke giyanderekî din ê. Êdî rih di nav bedena nû de, wê jiyan û dadgehbûna  îman, xêr, guneh û þerên xwe yên berê jibîr dike û  cardinê hêja ji nû ve dest bi îbadet û berxwedanên ji bo çûhina axretê dike. Bi vî hawayî, rih li ser ruyê vê dinya yê dikeve nava gelek qalib(þikil)ê rihilberan de jiyan dike. Heta ku rih li ser ruyê vê dinya yê bê guneh(paqij) bive, ew hêja dikare biçe wê dinya dinê û li axretê heta ebedî bimîne. Ji xwe hinek ilimdarên me vêga hêjî dibêjin,”Dinya  û axret yeke”.
Ez li ser van bingehan dibêjim, ebedî mayina li axretê û zindîbûna her rihî bi kiryarên wî yê di vê dema ku ew vêga têde dijî û yên di nav bedena beriya xwe de li ser anjî bin erdê dike ve girêdayî ye. Tu evd nikare bi xêra pîroziya nivîs, duha û kiryarên rihaniyan qeder(jiyanbûn) û axreta xwe kifþ bike.
Belê, çi gava meriv li ser van bingehan baþ lêkolîn bike, merivê bivîne ew evdê ku ji Xwedê ra þirîkan çê neke, di dilê wî/wê de rahm û xofa Xwedê heye, ew cûdetiyê nexe nava evd, nijad, olan û ew bi hiþ-dilê xwe nêzîkî XWEDÊ bive, ewe/ewî EZDAHÎ ye û ewê here AXRETÊ.
Keremkin, di dawiyê de dîsa binêrin li çend sebeqên “qewlê Miskîno jaro“ dibêje:
 
„Ev diniya mestexaneye
Wek xewna þevaye
Her roj yara hinaye
 
Ka Silêmanê hukim dikir?
Ka Bilqîza nav dikir?
Tu jî xweþ bî,
 Ew jî çon , nav ax û beran
 
Ka Silêmanê pêxemberan?
Ka Bilqîza bi zêrê zeran?
Tu jî xweþ bî,
Ew jî dinav axê de kirin qeyas.
 
Kanê Xidir kanê Elyas?
Kanê derwêþê tizbî û wekaz?
Tu jî xweþ bî,
Ew jî dinav axê de kirin qeyas.
Benî Adem li vê diniyayê mebe tema
Vî zêr û malî gelek meke cema
Diniya bo resulê Xwedê nema
Ev diniya erdê derwêþ e
Têda di gerin cimle cêþ e
Kesek bi nefisa kibar naçe pêþ e „ 
.(Tamamiya vî Qewlî di Çavk.:1- Rûp.:209-211)
Ez  cejna ÇILÊ ZIVISTANÊ, XIDIR ELYAS, XIDIR NEBÎ, BASIMBAR, NEWROZ û hwd. yên ku mizgîniya ZINDÎBÛNA XWEZAYA SALÊ didine xwanê, li we hemû bawermendên Ezdahîtiyê pîroz dikim.
 
Kemal Tolan 
13.02.2010
 
Çavkanî:
1- Kemal Tolan -Nasandina Kevneþopên Êzdiyatiyê, Weþanên Perî- Çileyêpêþîn 2006 Stenbol.
2 - Pîr Xidir Slêman- Êzidyatî 1996- rûp.: 46-50, - Milyaket di bawerîya Êzîdiyan de:
 http://www.yezidi.org/248.0.html?&no_cache=1&sword_list[]=axret
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org