Mîtolojî û diroka „Kurdên resen“ wenda nabe !Kemal Tolan Weku
ku hinek ji we xwandevanên rêzdar dizanin û wisa gelek dîroknivîs jî
dibêjin, mîtolojî û
dîroka heyî bi dîtin û karanîna nivîsê dest
pêkiriye. Lê birastî, gava ez li ser afirandina mîtolojî û dîroka
heyî difikirim, ez dibêjim, gelo çima gelek fîlozof, felsefevan, lêkolîner,
ilimdar û dîroknivîs timî dibêjin, mîrê mîtolojî û dîroknivîsê
pêþiyên gelê Misirî, Yunanî, Ewrûpî ûwd. ne? Û çima ew naxwazin bêjin,
mîtolojî û diroka merivan
û bi taybetî jî ya þaristaniya mirovatiya li Mezopotamiya yê
di zanîn û batiniya di ilmê
„Kurdên resen“ û dewlemendiya pêþiyên me “Arî-Mar-Medî”
de xwanê dibe ? Belê,
eger fersend û delîl
di destên hinek dîroknas û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî)an de hebûna
û me jî bikarîbuna xwe bigihandina ser kûrayiya riknên afirandina cîhanê
û þaristaniya mirovatiya li Mezopotamiya yê, me yê hingê bersiva van
pirsên li jorê hatine kirin bi hesanî bidana û eþkere bikirina ku mîtolojiya
me „Kurdên resen“ di
her demê û heta vêga hêjî di nav ilmê xwe de dibêje, Xwedê û
Milyaketan (Ezraîl, Derdayîl,
Ezazîl, Îzrafîl, Mîkayîl, Cîbrayîl û Þimqayîl) dinya
gelekî beriya afirandina Adem de xemilandine. Li
goriya ku ez ji dewlemendiya zargotina me „Kurdên
resen“ fahm dikim, dewlemendiya civak û ola Kurda ya kevn,
serekaniya zanîna afirandina dinya yê,
mîtolojiya hemû Xwedanên xwezayê û evdên ku xwe ji bo berjiwendî
û hêza desthilatdariyê mîna dînê netewekê dane xwanê ye. Vêca
ji bo ku hûn ji van hestên min fahm bikin, de kerembikin binêrin li van
çend sebeqên „Qewlê afirandina dinyayê“ ka ew çeweha dibêje:
Belê,
weke ku di peyvên vî qewlê me Êzdiyan de(
hîna gelek qewlên me yên mîna vî hene)
jî dibêje, Xweda yê me hemû giyanderên li seran serê cîhanê yeke
û ew di nava hemû ol û netewên
(mîna
: Sumerî, Hurrî, Hattî, Hetîta, Gotî, Mîtanî, Arî, Lulî, Marî,
Kassitî, Urartî, Medî, Babilî, Keldanî(Asûrî), Kardukî, Kaldahî,
Mecûsî, Mazdayî, Sabî, Zerdeþtî, Mervanî, Alevî, Manî, Farizî,
Yahudî , Xirîstiyan, Musilman, Hinduyan û whd.) di
dinya yê de heyî û li gorî bawerî, ziman û zaravên gelan bi gelek
navan (mîna:
Hurmuz, Aton, Marduk, Þamaþ, Bal, El, Hadad, Xuda(xwe dayî), Xwedê,
Padiþa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Ez da, Ezdan, Yezdan, Yazad, Yêzad,
Yê ez dayî(Êzîd, Yêzîdî, yêzdî), Xaliq, Tanrý, Allah, Gott, Xwudah
û whd.) hatiye
bi nav kirin. Û
lewma jî em Êzdî vêga hêjî di vê sebeqa Qewl de didine xwanê û dibêjin:
“Siltan
Êzî bi xwe Pedþa ye, Hezar
û yek nav li xwe dana ye, Navê
mezin her Xweda ye”
(Çavkanî
1: Rûpel 38) Li
ser giringiya Çarþema serê nîsanê jî, ez dîsa weke bav-kalên xwe dibêjim,
yê temam Xwedê ye û heta baweriya me bi Ezdah(Xwedê) û Xwedanê ku Çarþema
Sor afirandiye hebe, mîtolojî û diroka me „Kurdên resen“ jî
nayê weþartin û wenda na be ! „Çarþema
Sêre Nîsanê Weke ku ez ji
peyv û naveroka van mînakên Qewl fahm dikim, xweya dibe ku ji berê ve û
heta vêga hêjî, ji xeynî
van bermayên ilm(qewl, dua, beyt, rê, resim, symbol, serpêkhatî ûhwd.)
û ilimdarên(qewal, feqîr, koçek, pîr, pêþîmam, alim, xas û qelenderên
Xwedênas ûhwd.) Ezdayiyan pêve, hîna tu zane, pisporên mîtolojî, dîrokê
û arkolojiyê weke vê mîtolojiya me „Kurdên resen“ xwe weha tam
bernedane nav mîtolojî, dîrok û þûnwarên li ser erd û bin erdê de
hene. Bi dîtina min û gelek
kes ji we jî dizanin ku, me Ezdayetiya xwe ne ji ber mîtolojî û dîroka
ku hatî nivîsandin naskiriye. Piraniya mîtolojî û dîroka ku hatî
nivîsandin timî li goriya dilê desthilatdar, berjiwendiyên nivîskar
û kesên ku dibin hukûmdariya desthiladaran de bûne hatiye nivîsandin. Vêca, bila tu
kes ji min þaþ fahm neke û ji xwe ne hedê mine ku ez þîretan li tu kesî
bikim, lê hêvîdrim ku mîtolojî,
dîroka gelên Xwedênas(Ezdayî) û bi taybetî jî agehdariyên li ser wêje
û þûnwarên civaka me Kurdan ne li goriya wan çavkanî, berhem û
dokumentên desthilatdar, mîrek û xanedanên ku Kurdîstan bi darê zorê
dagirkirine, bêne ragehandin û nivîsandin. Çarþema
serê nîsanê ya ku Xwedê afirandina dinyayê tê de “kir xilase”, li hemû bawermendên Ezdayetiyê û Kurdistaniyan
pîroz be ! Kemal
Tolan 11.04.2009 Çavkanî: 1
Nasandina Kevneþopên Êzdiyatiyê, Weþanên Perî, Çileyê pêþîn
2006
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org