DI QEWLÊN ÊZDIYATIYÊ DE NAVÊN MEHAN ZELAL HATINE ÞÎROVEKIRIN

 

Kemal Tolan, 30.03.2007

 

 

Weke ku gelek xwandevanên birêz dizanin û ez jî dibînim, her çiqas heta vêga gelek nêrînên cûde li ser navên mehan hatine weþandin jî, hîna tu lihevhatinek di navbera zimanzan, çapemenî û mediya Kurdî (Êzdiyatiyê ) de xwanê nake.

 

Min jî li ser vî babetê navên mehan li wî „qewlê meha“n yê ku min ji ber malpera (http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=45 ) girtibû û di pirtûka xwe ya bi navê Nasandina Kevneþopên Êzdiyatiyê  (rûpel:32-37) de weþandiye, cardinê li ser daxwaziya mamoste û nivîskarê rêzdar Receb Dildar di ber çavan de derbaskir.

 

Min jî fahmkir ku hinek kêmasî di vî „qewlê meha“n de hene. Lewma jî ez di 22.03.07 de çume cem qewlbêjê me yê rêzdar Merwan Xelîl Xidir. Qewlbêjê me birêz Merwan Xelîl Xidir jî gote min, “erê raste,  gelek sebeqên vî qewlî kêmin. Hinek ji wanên kêm, va di singa min de hene û ezê wan ji te re bibêjim.“ 

 

 

 

 

 

 

Kemal Tolan û qewlbêj Merwan Xelîl Xidir

 

Dûre min ev sebeqên 7 b), 8 a,b,c) û 12 a ji ber gotinên birêz Merwan Xelîl Xidir û hinek bersivên rûspiyên Êzdiyan(ji nav zargotina me) nivîsandin. Gava min ev tev dane berhevûdinê, mîn dît ku va navên mehan di qewl û zargotina me Êzdiyan de gelekî zelal hatine þîrovekirin.

 

Vêca , ezê niha vê lêkolîna xwe jî pêþkêþî we zimanzan, berpirsyarên mal, komel, rêxistin, çapemenî û mediya Kurdî (Êzdiyatiyê) bikim û hêvîdarim ku ev pirsgirêka navên mehan jî êdî di navbera me Kurdan de zelal bive.

 

Keremkin, em binêren li  „ Qewlê Meha „n

„ Ewî hewr heft roj çêkirin bijimar e
dê werin em padþayî bidin medeh e
Çar îna û sê sê deha
Padþayê min lêkbirastin kirne meh e

 Her duwzdeh meh î binav in
þeþî zuhane þeþî bixunav in
Her dduwzdeh meh bi hizreta melik þêxsin bibav in

 Ji qewlê Fexrê Zergûn e
Here bin herfe, Here bi nasîn e
Binyata her duwzdeh mehan,
roja dinya ava bûye ev roj kanûn e

Li goriya hejmara rojava yê meha 1 -       

Kanûn( a tex* anjî paþîn) ji xwe xeber da
Ez im seqa erda
Ez mafim li ser çi qas dera

 Seqa erda ez im
Saya xwe bi tevz im
Bi ferwara mîrê xwe bi lez im

 Kanûnê te mal nebe wêran
Tû dom bikî seyane,befran û bangêran
Tê li pêþiya zebûniyan bikî þeran

Li goriya hejmara rojava yê meha 2 -       

 

Ey kanûna ji berî
Sibata reþû reþbenî
Ti mexlûq tê de nadebirî
Tew nizane tu nedostî, ne dijmin î

 Sibat dibê sibat im, sibat binav im
Meheke bi ser û çav im
Geh dibarim, geh bitav im

Li goriya hejmara rojava yê meha 3 -       

Adar dibê ez adar im
Kilîla çendî behar im
Razgela zebûniyê bijar im

Li goriya hejmara rojava yê meha 4 -       

Nîsan dibê adarê xwehê
Min yarek divê ji bedîle
Adar çi kilîl e, ye bi sexî ye,ye bi bexîle

Bexîlê bexîl binave
Eger dom bike seyan û baban ê li goman
çik bike av e

Nîsanê deng dikir e
Bihara xwe dixemlîne bi kesk û sipî, sor û zere
Ti hedê mehan tune ji min bide xeber e

Li goriya hejmara rojava yê meha 5 -         

Gulan dibêje nîsanê xwehêtu meheke pirbêjî
tu ye bi zengî bi qirêjî
Çi ji wê çêlê bikim, xwedan faf bidoþ e
Doman lingê xwe lêxe birêj e

 Gulan dibêje ez gulana bi gul im
Ez a bi þalûl û bilbil im
Ez melhema birînên bi kul im

 Ez im sexya bi sexyan
Bihar im li çiyan
Li deþtan têr dikim birçiyan

Li goriya hejmara rojava yê meha 6 -       

Hezîran dibêje gulanê xweh ê
Tu meheke bi extîber ê
Eger padþayî li serê te sist bike hefsarî
Tê kevir û kuçikan bibarî

 Gulan dibêje xwehê nesîbî,
ne bidestê min e
Bi destê mîrê mezin e
Teyr jî bi emrir û ferwara wî difir e

 Hezîranê deng dihilîl e
Ji mehan navê min havîn e
Ez dibiriqim ser çendî bendê miskîn e

 

Li goriya hejmara rojava yê meha 7 –

Tîrmeh dibê tîrmeha germ im
Helîmeke nerm im
Bi cexwûn û bi bênder im
Xêreke bê þer im

7 b) Tîrmehê dibê Tebaxê,

te gotineke xweþ gigot e

û te qanasê buha difrot e

te gelek pezê meskîn,

li deþtê ji german disot e

 

Li goriya hejmara rojava yê meha 8 –

 

„ a) Tabax wa deng hiltîne

Ez mehekim nav Havîne   

Ez berdutim ser çiqas pezê miskîne

 

b ) Tebax wa deng hiltî ne,

ez mehekim nav Havîne

çiqas fêhkî bikelînim

hemû di payîzê re gehînim

 

c) Dê ji payîzê dim wesfe

Ye tijiye ji xêr, bêr û nahmete

Jê tê bîhna cinête

Jê tê bîhna buhuþte

Goþtê belek bitahmê xweþtê

Hem li zozana û hem li deþtê“

Li goriya hejmara rojava yê meha 9 –

Êlûn dibê ez çendiya mehan im
Ez a bi meclis û reþrihan im
Ez a dayîm ji þems û Fexrê mîra re eyan im

Li goriya hejmara rojava yê meha 10 –

 Çirî(ya pêþîn*) dibê em dû meh in nav bi çirî
Padþayî em xelat dikirî
Li ser me hene naz û namet û tirî

Li goriya hejmara rojava yê meha 11 -    

 Çirî(ya paþîn*) dû mehên kamil temam
Li ser me xweþbûne çiqas tam
Payîz mîr e, her dûzdeh meh jê re dibine xulam

Li goriya hejmara rojava yê meha 12 –

 

„a) Kanun(a qedîm* anjî pêþîn) dibêje,

em dû mehên Padþayî em kirin xelat

Li me dikevit çile arba ênat

Ji hedê meha dikeleme sibat “

 

 Bila þaþ neyê fahmkirin, ev ne temamiya „qewlê meha“ne.  Ji xwe ez jî timî dibêjim, gelek ji qewlên me hatine tûnekirin , hinek jî hîna ne hatine þîrovekirin û gelekjî li goriya qewlbêjan(ji ber tirsa zilmê ) hatine guhastin.

Têbinî:

 

1 -*= Ev di nav zargotina me ya vêga de hêjî weha tê ye gotin”Raste me dû mehên Kanûnê hene navên wan jî evin: „  Kanûna qedîm û Kanûna tex“

 

2 - Min li goriya Êzdînasîna xwe ev hevoka „Li goriya hejmara rojava yê meha …“ û peyva „Tex û Qedîm*“ li goriya zargotina Êzdiyan ya vêga bi ser ve zêdekirine .

 

Dîsa , li goriya Êzdînasîna xwe dibêjim, gava hinek Êzdî-Kurd van peyvên „pêþîn û paþîn*“ bikarbînin ew jî durûstin.

Kemal Tolan 30.03.2007

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org