Neheqiya
dewleta Tirk þermezar bikin !
Kemal Tolan
Xwandevanên
hêja ,
li
gorî nûçeyeke ku di hinek malperên Kurda de hatiye weþandin û di wan
de xwanê dike, birayekî me yî Êzîdî,
muxtarê gundê Oxlakçiyê (piraniya runiþtvanên vî gundî nebiyên
Dewrêþê Evdî ne) li herêma Wêranþeir ê dibêje:“dewleta Tirk
dixwaze bi zorê dersa musulmanetiyê bide zaroken me çend malên Êzîdîyan,
yên ku li ser axa bav-kalan mane……….“ û alîkariyê ji me dixwaze.
Ji
xwe min li ser vî babetê nûça „Tirkiyê
bi zorê dersên îslamî dide zarokên Êzîdî…„ berî niha
lêkolînek e bi navê JI BER ÇI ME ÊZÎDIYÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ DEV JI WELATÊ XWE
BERDAYE? berhevkiribû û ew di
vê malpera (http://www.pen-kurd.org ) de
hatiye weshandin.
Ez
weke Êzîdiyekî ku li navça bajarê Wêranþehirê xwandî baþ dizanim,
bê ev zilma dewleta Tirk û „birayên“ me yên bê xîret çiqas zore.
Bi dîtina min ji xwe ev neheqî û zilm wan bûne sebebên ku em Êzîdî
ji welatê xwe dûrkevin û bihelin Tiþtê ji min hatiye, min li ser vî
babetî heta vêga di gelek cîhan de timî
li ser van neheqiyên dîrokî
nivîsandiye. Ez jî îro cardinê bang dikim û hêvîdikim ku partî,
komel, mal û hemî rêxistinen me Kurd û Êzîdiyan jî karibin êdî zû
destên xwe bidine bihevûdinê û bi hevûdinê re vê zilma dewleta Tirk
û neheqiya dîrokî þermezar
bikin.
Dibêjime
birayên xwe, netirsin Xwedê û Tawisî-Melek
her alîkarê me ne.
Mamoste
Kemal Tolan
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org