PÊWÎSTE KURDISTAN TV`Î BIVE TELVIZIYONA KURDÎSTANÊ YE NETEWÎ !
 
Kemal Tolan

 

Weke ez dizanim, dema KURDISTAN TV ê dest bi weþana xwe kir, hingê gelek sansur (weke ya: dijberîtiya di nava Kurdan de, dewleta Seddam(iraqê), tirkiyê, îran, suriyê û gelek dewletên ereban e dinê û heta hingê ya gelek dewletê endamên neteweyên yekbûyî jî) û zahmetiyên mezin li ser  wê hebûn. Ji xwe di vî wextî de KURDISTAN TV ya  Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê bû û ewê jî li goriya rêbaz û polîtîkaya PDK-Iraq`ê programên xwe di weþand.
 
Lê bi dîtina min, ji dema rejîma Baasê di despêka sala 2003 de hilweþiya, Seddam Huseyînê xwînxwar teslim hate girtin û Ýraq bû dewleteke federal, demokrat û parlamenter þûnde, êdî baþurê Kurdistanê jî azad bû,  birêz Celal Telebanî bû serokkomarê Iraqa federal, birêz Mesûd Berzanî bû serokkomarê hukumeta Kurdistana Federe, birêz Nêçîrvan Barzanî bû serokê hukumeta Kurdistana Federe ye azad û pêve, êdî ambargoyên xerîban jî li ser bernamên KURDISTAN TV î anjî yên KURD-SAD ê nemane.
 
Piþtî gelek destkevtiyên Kurdayetiyê ye weha hêja, pêvîste êdî berpirsyarên saziyên mediya Kurdîstanî û bi taybetî jî yên televîziyona KURDISTAN TV`ê(yên li nav û derveyî welat xebatê dikin), li goriya berpirsiyariya netewî bernamên hunerî, siyasî, rewþenbîrî, olî, aþîtî û berjewendiyên civakî ye hevpar ji nava me niþtimanperwerên Kurdên li nav û derveyî welat de dijîn berhev biken. Her weha rêvebir û xebatkarin KURDISTAN TV`ê jî wan sînorên berjewendiyên partiyetî, mal û komeletî derbas bikin û ji hunera bernamê xwe û bi kurmanciya standart (dema pêwîst be bi têbiniyên bi alfabeya kurdî  tîpên latînî û carnan jî bi tîpên erebî) tu evdekî, civak, ol û netewên li Kurdîstanê dijîn  bêpar nehêlin. Gelek girînge ku hîna gelek programên taybetî ji bona prosesa pêþvebirin, nasandin, diyalog, veguhertin û zanîna gel-civakên li Kurdîstanê û hemû xêrxwazên Kurdan zêde biven, biweþînen. Wusa bikin ku bi xêra dîtin û hunera di bernamên pêþkêþdikin de ev pira demokratîk, nîþtimanî û netewî ye di navbêna  hemwelatî û rizgarîxwazên  Kurdîstanê de heyî, hêjî gelekî mezintir û zeximtir bive.
 
Hêvîdarim KURDISTAN TV`ê bi bernamên xwe hîna dewlemendtir bive televîziyona Kurdîstanê ye NETEWÎ !
 
 
Kemal Tolan
24.08.06
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org