DI  ÊZDÎYATIYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ  PÎROZIN !

 

Kemal Tolan

Li gorî ku ez ji mîtolojiya Êzdîyatiyê fahm dikim, qewl, duha û zargotinên me Êzdîyan dibêjin,  dema melek(milyaket)an bi reza(hêza) Xwedê ji keremetên xwe ev dinya afirandine, erd û ezman çêkirine, ruhilber xuliqandine þûnde, ew ji ser ruyê erdê rabûne çune dîwana Xwedê û di dewsa xwe de hinek  nîþan(symbol)ên xwe ye pîroz ji bo baweriya giyander(evd)an timî bi wan bê li ser ruyê erdê hîþtine.

Di Êzdîyatiyê de hinek ji wan symbolên pîroz jê;  rengê kesk, sor, sipî, zer û nûra rojê ku li ser all û tabîata  Kurdîstanê ne.

Pîroziya rojê 

Roj di mîtolojiya tevayiya mîletên arî (îndo-ewropiyan)de û bi taybetî jî di nava Êzdîyatiyê de symboleke herî mezine. Me Êzdîyan berî her kesî pîrozî û meznatiya Xwedanê rojê, yê ku di dokumentên  mîtolojiya kevn de weke þemeþ, þamaþ, þems, þams û whd. hatiye binav kirin û naskiriye.

Li ba me Êzdîyan navê  xwedanê rojê vêga hêjî Þêþims e.

Em Êzîdî hêjî di nava ilm, sed û hedên xwe de dibêjin: “Roj nûra Xwedê ye, Roj qubleta me ye , gava germaya rojê li ser û bin erdê de tunebe, dê jiyan, xêr û bereket jî li vê dinya yê tûnebe û whd.“ Ji bo xêr û berekata rojê (Þêþims) li ser vê dinya yê her berdewam be û ruhê miriyê me zu biçe axretê, em gelek duha dikin, qurbanan (hêjî li Laliþê serbira gayê Þêþims) didin, rojiyan digrin û cejnan pîroz dikin.

Zargotinên me Êzdîyan gelekî kur û dirêj li ser pîrozî û menfêata nûra rojê radwestin. Di hinek qewl, duha û dirozên Êzdîyatiya me ye vêga de ku ji ber zilm û qetliyamên heftê û dû fermana mayî de meznatî, pîrozî, xêr û bereketa Xwedanê(Melekê) rojê (Þêþims)weha tê xwanê kirin:

 

1.Qewlê Þêþims

Mestim ji qedeh ê
Laliþê, xwedana qubeh ê
Dê bi Þêþim dîn medeh ê

Mestim ji dîwan ê
Dê bi Þêþim dîn beyan ê
Ya Þêþim te em înane ser erkan ê
(Mestim ji dîwan ê
Laliþe xwedana erkan ê
Cem Þêþims bidin beyan ê)

Ya Þêþim tu yî rehîmî
Xaliqê min ji qedîmî
Li hemû derda yî hekîmî
Ya Þêþim tu yî rehmanî
Xaliqê min ê canî
Li hemû derda tu dermanî
Li hemû muxliqa tu yî rehmanî
ya Þêþim tu meferî
Xaliqê minê her û herî
Rizqa didî duberî
Here mare, here miþk e
Here tere, here hiþk e
Ewan jî bi Þêþim par û piþk e
 
Here reqe,ere mar e
Here mixfiye, here dihar e
Ewan jî bi Þêþim hebe piþk û par e
 
Here gure, here goran e
Ewin xafilê bext û dan e
Ewan jî bi Þêþims xwedan e
Here erebe here ecem e
Ew xafilê bê kerem e
Ewan duwa Þêþims pê ji qedem e

ji malê heta bi mal ê
Þêþim xudanê sîqal ê
Em Þêþim nabirin ji xiyal ê
Ji derecê heta derec ê
Þêþims e xwedanê ferec ê
Dest û damanên Þêþim dê tiwafkîn,
Þûna kabê ciyê hecê
Ji sitûnê heta bisitûn ê
Çend mifte heye li hindir xizîn ê
(Û çil mifte heye li derê xezîn ê)
Þêþims dane destê marîfetê û nasîn ê
Ji çavan hetanî devî
Mora Þêþims lê dikevî
Ya Þêþims mêra meleka,ji germe nahêlin em binvî
Ji serî heta piya
Ya Þêþims te em nexþandîn danîne serê rêya
Em Þêþim nabirin ji hêviya
Ya Þêþims te em xwestine li ser vê xilmet ê
Tu li me vekî dergekî rehmet ê
Ronahiyekê bidî me û çendî sinet ê
Sinet ku sinet e
Zebûne kêm taqet e
wan jî bi Þêþims eniyet e

Sinî kû sinî ne
Û zebûnî ji bandî ne
Ewan jî bi Þêþim hêvî ne
Cihû ku cihû ne
heger neye selefxware buxdane bûn e
Ew jî ji Þêþims bi recû ne
File ku file ne
Yî bi keþîþû abûne ne
Ewjî li pey Þêþims diherene
Hingî xulqê dibû ye
Ere ji inse ere ji jûje
Ew jî yeke ji Þêþims re nedû ye
Hingî xulqê giyan e
Ere ji ins e ere ji can e
Ewan jî bi Þêþims xudan e
Çendî tê ba, av, ax û agir e
Ji civata Melik Þemsedîn, Melik Fexredînê hadir e
Kerametên wan ji ewil heta bi axire
Çendî tê befir û ba û baran e
Niqteke ji ezmanê heftan tê nazilî xwar e
Ya Þêþims izin li ba te destûre, ferwar e
Çendî teyr difir in
Û li baskê xwe dinêr in
Ew hî li ba Þêþims bi sir in
Heftî û du milet e
Hijdeh hezar xulyaqet e
Þêþims hemûyan mor diket e
Þêþims hemûyan dimorîn e
Melik Þêxsin qelem li destaye dikiþîn e
Û Mîr Sicadîn vê dinyayê difetihîn e
Þêx Nasirdîn çiqas mexlûqe, rih ji hemûyan distîn e
Þêþims Mîre li dîwanê
Þêxûbekir sekiniye li derê sikanê
Melik Þêxsin dest dane qelema îmanê
ÞêÞims bi xwe padþa ye
Þêxûbekir mewla ye
Nasirdîn Þêxê ala ye
Þêxê mino bi nasir e
Çiqas mexlûqên rih liber e
Þevê giran xew ne dikir e
ew jî saf û hêbeta Nasirdînî li ser e
Þêxê mino Nasirdîn e
Çiqas mexlûq rih liber tîn e
Û Þevê giran xew lê nîn e
Nasirdîn riha hamûyan distîn e
Nasirdîne û Cibrayîlê axî ye
Ew in sirdêçê kul û nebiyan
Ebûmitab bi destê wî ye
Xelat kirin bi dû xelat e
Bi kerameta mîr Sicadîn dersat e
Ewê kufrîyê ji dinyayê bike pera te
Xelat kirin zilfiqar û dundilî
Bi kerameta mîr Sicadîn vixûlî
Fere bi sidqê gehiþtime aqilî
Þêxê mino bi ala ye
Û Þûrê qetlê bo re hîna ye
Ewê kufrîyê ji dinyayê hilîne
Xelqino werin zurfa bibînin
Û çiyayê bilind werdigerînin
Û qube keskin, helêle zêrîn in
Ew jî bi hêbeta melik Þemsedîn,
û Melik Feyredîn in
Melko tu yî mominî
Moldaro tu yî mezinî
Mîr Þemsedîn tu li dereca Melik Þêxsinî
Meliko tu yî zergûnî
Qutmo tu yî zemînî
Ya Melik Þêxsin tu li dereca siltînî
Meliko tu yî Feqîrî
Û ji îro tu çendî jîrî
Ya Melik Þemsedîn ji ewel heta paþî xebîrî
Ji rohilat heta roava
Û destê Þêþims li ser xasan û xavan
Ew meclis binavê Þîxadî û Melik Þêxsin bû ava
Ji roava heta rohilat e
Û çiqa aþiq hene Þêþims hemû dikirin bi xelat e
Ew jî maÞin ji ba Þêþims dihat e
Xelkîno werin bipirsin ji qisedar û manîye
Û gava biniya navê meclisê danî ye
Þêx Fexrê Adîya û Ezdayî ye
Melik Fexredîn bi xwe bû ye hosta
Û ev diniya pîva bi bosta
Destekî Þêþims dojeye yek buhiþt e
Xelkîno werin bipirsin xelkê alîxêr e
Ma ne heft tebeqî ji vê tebeqê yî ber jêr e
Ew jî Þêx Fexrê Adîyan lê dike sexbêr e
Bazî her heft tebeqa bi civîne
Min çardeh tebeq lê dîne
Her çardah bi hosta ne bê sitûne
Her çardah tebeq li ser milê
Melik Þemsedîn û Melik Fexredîn e
Birme tebeqa heqîqî Emer e
Ewe kursîya zêrê zer e
Min li wê dî Þêx Nasirdîn Evdalê Omer e
Birme tebeqa bi refîq
Ya zerdana bo terîq
Têde hebû Þêx Nasirdîn layîq
Birme tebeqa bi sema yê
ya bi sedqa sefayê
Ya terîq li ser dana ye
Ev meclis bi navê Þêxadî û Malik Þêxsin ava ye
Birme tebeqa nazilî erde
Heremê Þîxadî periyê nûranî berdane bi ser de
Nav û dikarê Siltan Êzî ji ezmana hatîye erd e
Birme tebeqa zincîrî temam e
Li wê nûrê heyran mam e
Heyran mabûm li wê nûr ê
Min ji qendîl hetanî bi miþûr ê
Min ji Ezîz Melik Fexredîn xwest destûr e
Lew te ez kirme xewasê behra kûr e
Banga min dîwana Ezdayîye
Yekî nanê Hesîn Delalê sêbiya
Ew jî di zane li rûyê vê meclisê çi bûye çî ciriya
Banga min dîwana Faqîra
Yekî nanê Hesîn Dela, Hesen Pîra
Ew jî diçine civata mîra
AÞiqo yî Pîre Xana
Hingî canê kulekî emelekî çakî li bal e
Ewî mavê bi Þêxî, Pîrî, Hoste û Merebî,
Yar û birayê axretê dixware
Em di kêmin Xwedê Temame(5)

 

2 - Beyta Subê(Beyta Þêþims)

“Ev beyta, di rojê cejnan de li gel def û Þibaba bi deng û awaz li Laliþê , li gundên Êzdîyan civata ku Tawis tê de û li ber dergehên xasan têye gotin.

Li ser dîndaren me çî feqîrê mala Þêx Adî yan jî Babê Çawîþ û whd. be ferze hero vê beytê li Laliþê bêje.

Beyta subê:

Hê hê ji wê hiltêtin roje,

Þêxê Nurî biþkoje,

Destê Þêþim selat û doje..

 

Ji wê ku roj hilate,

Ji  berî mang der hate,

Þêþim zeynan di bû welate.

 (Temamiya vî qewlî, birêne li Çavk.:3. Rûpel: 29-34.)

3 - “ Beyta Cindî

Êzîdî vê «Beyta Cindî » di þefeqa sibehê de bi def , þibêb û awazeke bilind dibêjin.

Cindiyo rabe roje,

Bes vê xewê hindoje,

Xewa berê sibê zor edab û doje.

Cindiyo rabe rabe,

Bes bi vê xewê tu þabe,

Xewa berê sibê  zor ezabe.  (Temamiya vî qewlî, birêne li Çavk.:1. Rûpel: 60-64)„.

4- Duha Fecrê (Þeveqê?)

„Duaya fecrê

Mêr û melekan dan medeha,

û xasêt nava qubeha,

ronahî dabû  berê sibeha.

 

Ronahiya berê sibê dahir bû,

sed xozma wî mêrî bi heqî rawestabû.

 

Aþiq û maþuq mifta bi deste,

me miraza xo ji wan dixweste,

ewan miraza xo bi heqî dixweste.

(Temamiya vî qewlî, birêne li Çavk.:4. Rûpel: 39.) „

 

5 - Duha Sibê:

„ Dema tîrêjên roj nû heltên, hingê Êzîdî berê xwe didine rojê û vê duhayê dikin.

5 a - Piþka yekê:

Amîn amîn,

Tebarek  eldîn,

Ella ehsenil xaliqîn,

Bihîmeta Þemsedîn, Fexiredîn,

Sicadîn, Nasirdîn, Babadîn,

Þêþimse qeweta dîn.

 

Siltan Þêx Adî tacil ewelîn heta axirîn,

Heq  hemdilia ya rebil ‘alemîn,

Xêra  bide þera wergerîn,

Mehderekê di xwazîn,

Birehma  Þêx Adî rezay melik Þêx Sin,

Kerema  Þêþims.

5 b -Piþka diduya:

Nûr ji nûrê þifiqî,

 Sibhane ji le xaliqî,

 Meleke li ber tifiqî.

 

Ji malê heta malê,

Þêþims  xudanê sîqalê,

 Em li Þêþims nabirîn xiyalê.

 

Ji  derecê hela derecê,

Þêþimse   xudanê ferecê,

Em  dê dest û damanêd Þêsimis tewaf keyn,

Þûna  ‘ebtuahê û hecê.

 

(Temamiya vî birêne li Çavk.:1. Rûpel: 21-24.) „

 

6 - „Duha Hêvarî

 

Ya  Siwarê roj hilatê, roj avayê,

Hûn  bidene xatira dotê û dayê,

 

Hûn  me xilas ken ji qedayê ji belayê,

Hûn  bidene xatira kaniya Sipî ‘eyinil beyzayê,

Ya  Þêþims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê carê.

 

(Temamiya vî, birêne li Çavk.:1. Rûpel: 24-28.) „

 

7 - Beyta Êvarê

“Ev beyta û beyta subê, rojên cejna bi deng û awaz li gel def û Þibaba li Laliþê û li civata Tawisê û li ber dergehêd Xasa li gundên Êzdîyan têne gotin. 

 

Beyta Hêvarî (hêvara dest)

Yalla roj diçû hêvare hêvare evare deste

Seydî feslandibû hêvare hêvare hêvare deste

Mîro cindîyêd pedþêne

Seydî yala ya sermeste

Yalla li kwênê mêra xilmnet ji dergehê Þîxadî di xweste..

(Temamiya vê beytê , birêne li Çavk.:2. Rûpel: 365-370) „

 

8 - Duha berî razanê ( Þehda Dînî) :

 

Li ser her Êzdîyekî ku berî here razê ferze duha xwe ye razanê ''þehda dînî '',  navê Xwedê û Tawisî Melek, þêx û pîr, hosta û merebîyên xwe li bîra xwe bîne û xwe helel bike. Êzîdî bi vê duha kirinê , jiyanê xwe helal dike û kêfxweþe ku li ser bawerîya Êzidiyatiyê bimîne û bimire.

 

“ Þehda dînî,

 

Þehda dînê min êk Elah,

Melîk Þêxsîn heq hebîbilah,

Meqlup û mergeh sela.

Silavêd mêra li Laliþê meqlubî,

Birî mehê cotêd quba li wî erdê,

Erdê Êzîdxanê ser dirsene ber Þîxadî,

(Temamiya vî , birêne li Çavk.:1. Rûpel: 30-32.) „

Wekî dine jî gava Êzîdî radibin, rûdinên, di bîhnijin, berê xwe didine xêr û þeran, bi rê yekê ve diçin, di gelek sond û adên xwe de dibêjin: „ Ya Þêþims xêr,  bi Þêþims ê xwedanê te, bi hemeta Xwedanê rojê, ya bi quweta Xwedê û Þêþims, Þems bi hawar û gaziya me ve were, Bi Þêþimsê mêfera evdê Êzîdî, bi Þêþimsê xwedanê risq û qismeta û whd.“

Dema roj diçe ava û þunde, Êzîdî gora miriyan na kolin û dibêjin:” Dergehê xêr û þeran hatiye girtin”.

Li gorî zanîna xwe dibêjim, em Êzîdî ji bo roj ji tengasî û tariyên zivistanê zu derkeve û dinya ji hemû ruhilberan re xweþ bive, ji destpêka meha kanûnê þûnde de gelek rojiyan ji hemû xwedanê (Þêþims, Xwedan, Êzî û whd.) xwe re digrin û cejnên wan pîroz dikin. Gava roj ji tengasî û tariyan xelas dibe jî, em dîsa gelek rojiyan ji bo xwedanên xwe digrin û cejnên( weke îda: bilindê, batizimî, çilê zivistanê, Xidiryas, Xidirnebî, Newrozê, Çarþema sor û whd.) wan pîroz dikin.

 

Dîsa, weke ku ez ji zargotinê me fahm dikim, di mîtolojiya me de navekî Xwedayê rojê jî MITRA ye. Gotina Mîr anjî Mîrê Þêxan jî ji gotina MITRA hatiye û li ser wê baweriyê ye ku hêjî Mîrê Êzîdîxanê, serokê civata ruhaniyên Êzdîya ye û Bavê Þêx, serokê oldarên Êzdîya ye û ji binemala þêxên Þêþims têye hilbijartin.

Vêca me heta neha ji ber gelek sedeman ni karîbûye lêkolîn û zaniyaran li ser dîroka symbolên dînê xwe binivîsin. Hêvîdarim ji vir û pê de zaniyar û rewþenbîrên milletê me bikaribin gelek lêkolîn û zaniyarên layiqî kevnariya netew û dînê me pêþkêþî hemû mîlletan bikin.

Nimûnyeke dinê:  I

Pêþniyardikim ku xwandevan birênin li wê lêkolîna HECÎ CAFER ya bi navê Pîrziya Rojê di Memo Zîna Xanî de” bixwînin.

Hêja HECÎ CAFER weha dibêje:

“Xanî bi pîrûzî, roj, agir û ronahî di Mem û zînê de bikar anîne, eve jî ne kêmasî ye, çûnkî peristina rojê kevntirîn perstin bûye dinav tuxmê mirûvî da, bitaybetî dinav nivþê Arî de(2). Bigre ji Misriya, Yonaniya, Exrîqiya, Sumeriya, Bablî û Asûriya..Heta ger digehe Îtaliya û Kaþiya û Eîlamiya..hemûyan roj perstine(3). Îþaret hene ku li welatê(Yemenê) jî roj hatiye peristin, qûrana pîroz dibêje: Binavê xwedê mezin û dilovan( wecedetha we qewmuha yescidûne lilþemsi min dûn Ellah)(4). Li Hindê û Çînê jî roj hetiye peristin. Êl, xêl û eþîretên Arî jî gelek bi rojê ve grêdayî bûn, wan jî bihayê rojê zaniye,lewma Arîya roj peristîye û kiriye xwedewendê xwe, kû di gotinê -mîtra-(5). yan xûrda. Hejî gûtinê ye bêjim, mirovan roj ne peristîye, heta kû negehiþtîne qûnaxa çandinê, di vê qûnaxê de roj hetiye peristin(6). (Þêþims)yan xwedawendê Þemis, kû xwedawendê xêr û rizqî û serbestiyê ye, bi mezintirîn xwedawendê Êzdiyan tê jimartin.(7) Belê, Êzdîya roj peristî ye û kiriye xwedawendê xwe(8), heta evroke jî dema roj dihelê Êzdî dest û çavêt xwe di þon û qesta wî cî dikin,ew cî yê rojê lê day, dê berê xwe din rojê û daxwaz û duwa jê dikin û paþî sê caran dê bi wî erdî ve maçî kin, ew erdê rojê lêday..(9).

Bihizra min dema Xanî di Mem û Zînê da gotî:

Hin roj perist û hin þeb evrûz,

Hin xise revîn û hin xem endûz (10)

Mebest bigotina (hin roj perist), kûrdên Êzdî bû ye, yan nîþan bûye bo wan, çûnkî nêzîktirîn komela rojperist bo xanî Êzdî bûn. Li nik Êzdîyan xwedwendê rojê digehe pila(Tawisî Melek), hind caran jî digehe dereca xwedê (11). Xanî vî wênê Êzdîyatî yê bikar tîne, dema dibêje xwedê:

Þemis ne ji qismê nûr û narî
Þemis ji eyan tû perdedarî
(12)
 
Dema Êzdî daxwaz û duwa dikin, beramberî rojê radwestin û bo xwe daxwaza dilovaniyê-rehmê- ji rojê dikin.(13)

Xanî jî dilovaniyê dikevlûjankê rojê de dibîne dema dibê:

Hukam bi batin û bi zahir
Bê þþubhe muþabihin bi agir
......
Rehmê kû dikin ji rengê rojin
Qehrê ku dikin cîhan disojin
(14).“  Ev Lêkolîna hêja  di Kovara Laliþ hêjmar 8. Sala 1997 de hatiye weþandin û niha jî di malpera (http://www.lalish.com/mem_%FB_z%EEn.htm,) dalqandiye

 

Ji bo tespît kirinê :

Ev dokument dide xwanê ku Rojparastin hîna di sê hezar sal Berî Zayînê de jî hebûye

 

(6)

 

RENGÊN PÎROZ

Rengên li ba Êzdîyan pîroz kesk,sor,zer û sipî ku rengên all û tabîat(xwezay)a Kurdîstanê ne.

Di meha nîsanê de xwezaya li Kurdîstanê bi rengên kesk, sor, zer dixemile û ji ber vê yekê ye em Êzdî di vê mehê de tû bûka dernaxin û em vêgajî dibêjin “Meha nîsanê bi xwe bûka salê ye û ew tû bûka di ser xwe re qebul nake“. 

Berê jin û mêrên Êzdîyan ji xeynî cilên rengên wan sipî pêþtir, wekî dinê tû rengên di bin þal, saqo û paçikê xwe de li xwe nedikirin.

Heta îro jî herkes dibîne ku libasên Ruhaniyên Êzdîan hêjî tev xûrî sipî ne. Vêga jî gava ku Êzdîek kiras diguhêre ji xeynî kefenê sipî tû libasan dinê lê nakin. Ev baweriya Êzdîan jî dide xwanê, hinga ku mirî derkeve dîwana Xwedê û Milyaketan gerek cilên wî paqijbin û lewma hêjî Êzdî dibêjin:“Paqijî ji Îmanê ye“.

BASINBAR

Em Kurdên Êzdî ji berê ve, timî piþtî her sersala nû, di roja heftê meha nîsana Kurdî de, ji hiriya miya tayikekî bi teþiyê dirêsin. Dûre benikê xwe bi her sêh rengên pîroz di rengînin û ji vî benikî re dibêjin basinbar. Merivên Êzdî vî benikê basinbar bi qevda destê xwe ve girêdidin û hêvîdikin ku nezer, nexweþî, bela û kêmasiyên sala nû neyê ne serê wan. Wekî din jî benikê basinbar, li ba me Êzdîan  symbola bereketa demsala biharê, zad , pez, dewar û hemû zêdebûnê ye. Lewma, hêjî gelek Êzdî di roja heftê nîsanê de basinbar bi hemû dewar û pezên xwe vedikin. Hinek jê jî basinbar bi serê darikê ku pelora Xidir Elyas û Xidir Nebî pê li hevûdinê xistine vedikin û dibin di nava hemû zad û çandiniyên xwe de diçikînin.

Vêca ji ber ku bav-kalên me bi hezarên salane ev ol û ala ji rengên xwezayiya Kurdîstanê xemilandî parastine, qet tû dîn û alên netewên dinê ji xwe re qebul nekirine, dujminên ol û netewa me bi hesab ferman,qetliyam,zilm û zor li pêþîyên me û me kirine. 

Lewma dibêjim ala ol û netewên ku welatê min bi zilm û zora xwe dagerkine tûcarî nebe ala min.

Kemal Tolan

Çavkanî:

  1.  
    Pîr Xidir , Silêman- Êzîdîyatî 1995. Dihok.
  2.  
    Bedelê Feqîr Hecî, Bawerî û Mitologiya Êzdîyan . Kurdistan-Dihok 2002.
  3.  
    Pîr Xidir Silêman, Êzdîyatî. 1996. Dihok
  4.  
    Dr.Xelîl Cindî, Kovara Roj. Hejmar:1.

5.      Malpera :http://www.lalish.com/qewle_sheshim.htm, )

  1.  
    Zagrosê Hajo, Vekolîna li Girê Mozan (http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=317 )
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org