|
ÞIKIR JI XWEDÊ RE, EM ÊZDÎ NE !
Kemal
Tolan
Xuþk
û birayên hêja,
ji xwe heta vêga gelek kesên xerîb, Êzdî û rizgarîxwazên Kurdîstanê li ser vê mijara "Êzdîtî û Zerdeþtî"yê nêrîna xwe gotine. Ez jî niha dîsa li goriya Êzdî nasîna xwe dibêjim, ji ber ku Xwedê û Tawisî-Melek ev dinya bi haveynî mirovatiyê ji bo me hemî giyanderan meyandine, ew nahêlin tûcarî ev haveynê binirix û giringiya mîtolojiya Ezdahî(Êzdiyatî)yê di tu bedîlan de ji nava ruh(giyan) û serên rûhaniyên ku têne serê vê dinyê û diçin de jî derkeve. Bi dîtina min, ev mîtolojiya me gelekî kûr û giring e, her weha kêm meriv mane û hene ku ji vê fîlozofiyî û mîtolojiya kevnar fahm dikin. Tiþtê ez li ser vî babetî dizanim(birêne li lêkolîna min e ÊZIDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA NE di : http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html, http://www.efrin.net/kurdi/nivisar/2004/12/12-2.htm, http://www.duhok.net/lalish/L2_17.PDF,
û
hwd.) û dibînim, em Êzdî vêga hêjî di nava zargotinên xwe de we li
ser vê mijarê weha dibêjin: "Hawê
Xwedê û Tawisî-Melek gelekin, -Ev
dinya ne malê tû beþerî ye, -Tenê
Xwedê û Milyaketên xwe dizanin bi kiryar(emel), xêr û þerên kî baþin
anjî xirabin, -Xêr
û þer tev ji ba Xwedê tên, -Tawisî-Melek
pîrê afirandina ol û erkanên me Êzdiya ye, -
“Þêx Adî û Tawisê Melek û Êzî yek in Hûn
maneya ji yekê nekin Ew
zû mirazan hasil dikin”(Ji qewla kanîya maran), -
Þikir ji Xwedê re em Êzdî ne ûhwd.ê" Ez
ji tecrûba xwe dizanim, dema evdek bixwaze vê dewlemendiya fîlozofî û
mîtolojiya Êzdiyatiyê nasbike anjî bide nasandin, divê ew berî her
tiþtî xwe hinekî fêrî qewl, duha, çîvanok, xizamok, rê û resmên
Êzdiyatiyê bike û ji wan fêm bike. Belê, ez bixwe jî hîna ji gelek
van qewl û duhayên me yên ku min li xwarê navên wan birêzkirine fahm
nakim, lê ez dizanim ev di gelek pirtûk, kovar, rojname û malperên me
Kurd û Êzdiyan de hatine tomarkirin û ew hêjî têne weþandin.
-
navên hinek qewlên me ev in:
û
hwd.ê hene " Ez
timî dibêjim, eger rizgarîxwazên Kurdîstanê û dîroknasên olan
karibin vê xizna di ilmê Kurdên resen de þîrove bikin, hingê pêwîstiya
ku meriv here Kurdîtî û Êzdiyatîyê ji ber pênûs û çavkaniyên
xerîban nasbike namîn e. Vêca
ez naxwazim gotinên xwe zêde bikim. De werîn
ka em bihevre îro dîsa bala xwe bidine ser van gotin û hevokên
ku di vî qewlê afirandina dinyayê
de hatine bikaranîn birênin, ez bawerim di vî qewlê ku ji ber
heftê û dû fermanan û bi xêra xwîn û berxedana bav-kalên me
xelazbuye de kevnariya ola Êzdiyatiyê ye bi gelek hezarên salan dide tê
kifþkirin. (*)= Weke
ku ez di qewlê afirandina kinyatê de dibînim(birêne li Xidir pîr Silêman,
Êzidyatî-Çapa sala 1996.Rûpel:40 sebeqa 5 an) û tê gotin, divê li
þuna gotina "nûrê" peyva "baye" bê danîn. Vêca
ka hûn xwandevanên hêja jî bibêjin, gelo
çima emê bibêjin "bingeha
dînê êzdatiyê, divê di nav dînê civaka Îndo-Îranî de bê lêkolandin"?
Çima
"gotina "êzîd", ji gotina Avêstayê ya „yazata“
tê"? Ka
li kurê, "de çîya ji pûrta
Teyrê
Sîmir, û hewa jî ji hilma (nefes) wî afirî ne"?
Çima
em Êzdiyê" xof û loma ji
êzî ji melek ê Tawus re rêz "
negrin? Çima
merivê bi ”Azazîl"
Tawis-Melek bi kufirê û bibêjê:
"Þ.......”?
Gelo
çima
heta îro hêjî hinek kesên biyanî û Kurd ku ji xwe re dibêjin „ez
rewþenbîr û niviskarim“ û bi teybetî jî di nava netewa rizgariya
Kurdîstanê dene, na xwazin Êzdîtiyê weke oleke serbixwe nasbikin? Û
ew hêjî weke
merivê ku aqlê wî ne ji kîsî wî be li pey "fetwa"yên ku me
Kurdên resen qirkirine dîçe û ji Êzdiyan re dibêje "Þe.....,
Sa..... Mê..... ûhwd." û vê gotinê(Þe.......)
bi Êzdiyatiyê ve girêdidin? Kes
ji we birêzan dizane bê çiqas bav-kalên me Êzdiyan ji ber ku ewan ev
gotina xebera(Þe.......) xirabe
li dijî hebûna rahma Xwedê ye ne gotine, hatine kuþtin anjî ew bi darê
zorê ji dînê wan derxistine? Gelo
ne ji ber vê zilm û zora dagirkerên welatê me ye ku kesek ji
me Êzdî, Kurd û Biyaniyan hew dikare êdî di derheqê hêjmara sax û þehîdên
Êzdiyan de agehdariyeke rast bide?
????????.....û
hwd.. Ez
bixwe gihîþtime
vê baweriyê û dibêjim, divê
malper, partî û rêxistinên Kurdan jî êdî rê nedine leystik û çewtîtiyên
dîrokî û ew êdî nehêlin di çapemenî, partî û rêxistinên wan de
ol û polîtîk tevlî hev bivin. Çewa ew di partî, rêxistin û çapemeniya
xwe de hirmetê didine Musilmanetiyê , Xiristaniyê......û hwd., gerek ew
wisa jî, hurmetê bidine hemî olên li Kurdîstanê û Êzdiyatiyê jî. Heta
em weke gotî hurmetê nedine bîr û baweriya hevûdinê, emê nikaribin
weke xelqên li cîhanê azadiyeke weke hevûdinê û TIFAQeke NETEWÎ jî
rast biafirînin. Gava hêjî hinek
merivên ku vê fikra min rast nebînen hebin û ew dixwazin hêjî li pey çîrok
û metelokên dagirkerên welatê xwe herin, bila herin. Lê, ji
kerema xwe re bila bêhêlin her kes ji me li goriya bîr û baweriya xwe
azad bijî....... Dawiyê
de rêz û hurmeta min ji bo fikra we hemû xuþk û birayên ku beþdarî vê
guftoge(mûnaqaþe, gengeþe...)yê dibin-bivin hene û
ji hemî kesên ku weke birêz Receb Dildar azad difikirin re jî spasiyên
xwe pêþkêþ dikim. Ez
bawerim berhevketina me dê bibe serkevtina me ! Silav
û hurmet ji Kemal
Tolan Çavkanî:
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org