Xem û xeyal 

 Kemal Tolan

Xem û xeyal min dibin li Kurdîstanê digerînin

Berim didine nava Êzîdîxanê, warên bapîran

Ciyê mîrgeha  Xaltiya li van gundên Êzîdiyan

Diçime nava gundê Þimzê ciyê ol û erkanan

Tê bîra min sema Tawisê û dengê Qewalan

Dema ew di geriyan li nav gundên Êzîdiyan

Ji hemû gundan dihat dengê def û þibêban

Zarok, ciwan û kalepîrên Þimzê geþdikir dîlan

Wê demê nav û dengê Þimzê neyar di behitan

Þimza þên dibû hêlîna pir qîz û xortên Êzîdiyan

Ew paytexta gundê Þahsim, Qulibdor û Feqîran

Ciyê  sekana gundiyên Çinêriya, Dûþa û Bazîwan

Pêþteka gundê Gedûkê, Qorixê ,Texerî û Hemdûnan

Sitara  gundiyên Kelhokê, Enapê, Kurtikê û Hecriyan

Zemanê xerab, Êzdiyên Þimzê û yên van 14 gundan

Ji ber zêlm û zora dijminan reviyane nava Ewrupan

 

 

Dert û Keder

Derd û kederên min rizgariya Kurdîstan

Axîn û oxînên min ji bona warê Êzîdîxan

Xem û xeyalên min her li ciyê bav û kalan

Tûcar ji bîra nakim wan gundên Êzîdiyan;

Minminîk û Oxlaqçî mekanê begên Milan

Bêrc ,Baluc û Axmastê gundên Mastekan

Perweriya gundiyên Xerbê-ariyê û Zewran

Baþî û rûmeta Hecîzidê û Kevir-beliyan

 

Wexta Xirbêbelek sekana koçek û qewalan

Qorî û Îþxên ciyê kerametên Þêx Remedan

Herdû gundên Mozik ciyê xwedanê day Xan

Kerma Zoro û kerma Çem hebû sêtara biran

Gedê Kato û gedê Naso timî sekana Þerqiyan

Aþîtiya li Girêsirt,Tilterîq,Xerbê Ariyê û Yaban

Têfaqa li nava gundiyên Xerîbê û Festeqiyan

Ji ber zêlm û zoran kesên xayîn û Dijminan

Ev bîst û çar gundên Êzîdiyan îro bune wêran

 

Kemal Tolan

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org