Xwedê bikim tifaq û rûmeta PENa Kurd hên jî mezintir bibe

Kemal Tolan

 

Hêjayan rêvebir û berpirsyarên navenda PENa Kurd !

Ez dixwazim weke endamekî navenda PENa Kurd  we , rêvebirên PENa Navnetewî û hemû hevalbendên ku bi we re hatibûn beþdarî Koferansa “Pirrengiya Çandî “ ya li nav dilê Kurdîstanê bûne pîroz bikim. Bi dîtina min evê Koferansa “Pirrengiya Çandî û cûde “ bala herkesî kiþande ser giringiya pirsgirêk û aþîtiya li tevayê Kurdîstanê.

Bi taybetî, gava min we hêjayan bi hevûdinê re li serê kela Heskîfê dît; gelek xwesî, êþ û belayên ku bav-kalên me Êzîdiyan di vî bajarê dîrokî de derbaskirî û zêdetir jî zarokatiya min e ya di nav ava wî çemê li ber Kelê de derbas buyî hate bîra min.

Hêvîdarim hûn û hemû hevalbendên xwe di wan ad, armanc û daxwaziyên ku we di vê seredana xwe ye Kurdîstanê de anînine ser ziman û kaxezan de  serkeftî bin, ew dîroka bi hezarên salan û mîrata mirovayiya li herêma Heskîfê di bin bendavê de wenda nebe.

Ez dibêjim hûn bixêr hatine ser karê xweyî birûmet û hêja

Xwedê bikim tifaq û rûmeta PENa Kurd hêjî mezintir bive .

Kemal Tolan

 

 


 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org