Zordariya dewletan û mirovên kevneperest li ser Êzdiyan berdewam e !

Kemal Tolan

 

Wekî ji aliyê raya giþtî ve jî têye dîtin, ji hingava wezareta karê derve ya Almanyayê  di destpêka vê sala 2006 an de bîryarek li ser hêjmar û jiyana Êzdiyên di Tirkiyê de mane da û hêjî dibêje „neheqiya polîtîk ya tevayî li Tirkiyê rabûye Êzîdî, File,  Asûrî û Ermenî dikarin vegerin ciyên xwe, gelek mal an jî komelên me Êzdiyan(ya li bajarê Oldenburg, Celle, Leer, Bergen, Kalkar, Hannover, Nienburg, Berlin, Detmold, FKÊ- û hwd.) rêxistin, dezgeh, rojname, malper û televziyonen Alman, Tirk û Kurdan li ser vê bîryar û nêrîna ne rast rawestiyan û hêjî her yekê li goriya agehdarî û nêrîna xwe nûçe, agehdarî û þîrovên cûrbe cûr e diweþînin. Gelek ji van çalekî û weþanan hêja ne û  hinekî rêya çareseriyê ronayî dikin.

Lê, li goriya dîtina min gelek rêxistin û dezgehên me Kurdan ji vê pirsgirêka Êzdiyan re xwedî dernakevin û alîkariyê nadine me. Heta hinek ji Kurdan jî vê mijarê tevî hevûdinê dikin û dibêjin “pirsgirêka azadiya olan jî bi pirsgirêkên siyasî ve girêdayine û heta mafê siyasiya Kurdan neyê naskirin, ev pirsgirêkên Êzdiyan jî nayêne pejirandin“. Ji xwe divê em Kurd jî baþ bizanibin heta destkuj, xwarin û vexwarinên Êzdiyan di nava Kurdîstanê de heram bin,………… Êzdî jî nikarin vegerine ser axa bav-kalên xwe û ji azadiya  „mafê siyasiya Kurdan“ jî fêde bikin.

Her weha dema ez bala xwe didime hinek çalekiyên berpirsyarên rêxistin, malper, mal û komelên me Êzdiyan jî dirênim, dilê min hîna zêdetir diêþe. Û dibêjim þûna ku  ev berpirsyarên rêxistin, mal û komelên me Êzdiyan bihevûdinê re çareseriyekê ji vê pirsgirêka me ye gelekî mezin û sereke re bivînin, ew radibin dîsa ji hevûdinê pir cûde û her yekê tenê berjivendiyên xwe didine pêþ.  

Ji xwe berpirsyarên dewleta Alman û dagirkerên welatê me jî vê bêtifaqî û qelsîtiya me baþ dizanin û dibînin ku gelek ji me hêjî bi mejuyê muxtarî û axatiya gundan dijîn. Û lewmajî ew naxwazin girîngiyê bidine pisgirêkên me ye netewî, civakî û mafên meyî jiyanê nasbikin.

Bi dîtina min, gava berpirsyarên rêxistin, mal û komelên me Êzdiyan, rêxistin û dezgehên Kurdan jî karibin bi navê tifaqeke rast van serpêkhatî, agehdarî , delîlên rewþ û jiyana me di qada navnetewî de þîrove û diyarî bikin, hingê berpirsyarên wezareta karê derve ya Almanyayê û hemû hevalbendên xwe jî mecbûr bivin û bêjin, belê raste ji hingava ku berandametiya tirkiyê  ji bo yekîtiya avrupa yê hatiye pejrandin û heta vêga hêjî tû aremî neketiye nava tirkiyê, zordariya dewletê û misilmanên kevneperest li ser Êzîdiyan hîna berdewam dike.

Ji bo ku em bigihîjine vê encama weke min gotî, pêwîste em Êzdî hêjî zêdetir xwe nasbikin û bizanibin, heta ev kesên ku ji nava civaka me dûr ketî û nikarin hêja gemara li devê derê xwe paqijkin û  hercar  berjivendiyên xwe tenê didine pêþ berpirsyarên rêxistin, mal û komelên me Êzdiyan bin, tû rêxistin û kesayetên dilxwazên doza me Kurdên resen jî nikarin alîkariyê bi me û civata rihaniyên me re bikin. Ev zordariya dewletên dagirker û miletên kevneperest jî wê li ser me her berdewam be.

Dawîyê de ez jî wek bav û kalên me Êzdiyan dibêjim,“hawên Xwedê û Tawisî-Melek gelekin“ û hêvîdarim ku ew li piþta me bin !

Kemal Tolan

31.05.06

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org