| Klasîkên
me – an þahir û edîbên me ên kevin |
Celadet Alî Bedir-Xan |
Em dikin qala klasîkên
xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya »klasîk«ê hûr bibin. Ji
ber ko ev bêje bi me ne nas e. Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye
jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko tê de þahir û edîbên klasîk
rabûne. Ji wan edîb û þahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên
ha teqlîdî edîb û þahirên yewnan û latînî dikirin û li gora isûl û
qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yani
gelek isûl û þikilperest bûn. Ji edebiyatê pê ve ji her tiþtî re ko di
wextê kevin de û bi islûleke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê
mûsîqiyê de jî klasîsm heye. Herçi bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî
klasîk dibêjin. Mîmariya klasîk jî heye. Xulase herçi fen û sinhetên ko
bi wê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin. Gelo di edebiyatê de klasîkên
kurdmancan kî ne? Ew kengê rabûne û bi paþ xwe ve çi eser hiþtine ?
Bersiva vê pirsiyariyê
ne hêsanî ye û jê re xebateke zor divêtin. Ji xwe ji eserên beriya
islamiyetê hesêb tiþtek ne maye. Piþtî islamiyetê ji nav kurdan gelek þahir,
edîb û peyayên zana rabûne, lê eserên xwe bi piranî bi erebî, bi farisî
an bi tirkî nivîsandine; û ji wan milet û edebiyata wan re xizmeteke mezin
kirine. Herçî þahirên tirkan ên mezin yên ko serê tirkan bilind dikin Nabî,
Nefhî û Fizûlî her sê jî kurdmanc in. Yên ko bi kurdmancî nivîsandine
gelek hindik in û wan jî bala xwe ne daye zmên û çêtir kêfa xwe ji pirsên
erebî û farisî re anîne.
Digel vê hindê ev çend
eserên ko pêþiyan ji me re hiþtine edebiyata me a klasîk ditînin pê û di
nav wan de eserine kûr û hêja hene. Ji xwe herçî folklora me ye, yanî
edebiyata xelkê, di nav folklorên dinyayê de bi bijarteyî dikeve rêza pêþîn.
Di rohelatê nîzing de folklora tu miletî ne gihaþtiye dereca folklora me.
Herçî klasîkên me,
herwekî me got ev behseke dirêj û zehmet e, û jê re wextekî fireh divêt.
Ev ne îþê bendekê an du bendan e. Heke îro em vê bendê dinivîsînin
mexseda me ne ew e ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin.
Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin
û tiþtekî tekûz bi ser xin.
Di vê bendê de emê bê awerteyî qala hemî þahir û edîbên kurdmanc bikin
yên ko bi kurdmancî nivîsandine. Heye ko, hinekê wan bi tenê þahirê dîwanê
ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji
neklasîkan bibijêre; û heqê herkesî li gora hêjabûna wî bidiyê.
Di vê babetê de di destên
me de tu wesîqe nînin. Tiþtên ko ez pê dizanim, min pirê wan ji þêxê
rehmetî, Evdirehmanê Garisî bihîstine. Ji milê din di kitêba kurdîzanê
ûris Eleksandr Jaba de der heqê edebiyeta kurdî hin not hene. Jaba ji melakî
kurdmanc re di heqê edebiyata me de bendek da bû nivîsandin. Melayê
kurdmanc, ji xêra Xwedê re, benda xwe ne bi erebî, ne bi farisî û ne jî bi
tirkî, lê bi kurdmancî nivîsandiye. [Mebest ji Melayê kurdmanc Mele Mehmûdê
Bayezîdî ye û di wê demê de Celadet-Alî Bedir-Xanî nedizanî ka navê wî
melayî çi bû. Mele Mehmûdê Bayezîdî gelek destnivîs û belgeyên dî jî
dane Alexander Jabayî, ravekirina Arif Zêrevanî.]
Ewî melayî di benda xwe
de qala tarîxa bûn û wefata her þahirî jî kiriye. Lê wer dixuye ko mela
di van tarîxan de þaþ e. Melê ew bêî ko bi rastiya wan bizane, ji ber xwe
de û bi texmîn gotine, û li hev siwar kirine. Digel vê hindê em gotinên
melayê Jaba weke xwe diguhêzînin stûnên xwe. Di benda melê de tiþtine
xelet hebin jî ew bend di celebê xwe de esereke yekta ye. Herweki Xanî
gotiye: »Kurdmancî ye ew qeder li kar e« .
ELÎ HERÎRÎ – Di nav
þahirên kurdmanc de yên ko piþtî islamiyetê rabûne û bi kurdmancî nivîsandine;
ê pêþîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehmeta xwe lê erzan bike û heke di ser
bihuþtê re bihuþteke din, bihuþteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de
çêke). Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr di welatê Soran de ye û Elî
bi xwe sorî ye. Lê Melayê Jaba dibêje ko Herîr di welatê Þemdînan de ye.
Me
bi xwe tu esera wî ne dîtiye. Dibêjin ko dîwana wî heye.
| MELAYÊ CIZERÎ – Mela li cem hemî
kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî
bidim. Mela þahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li
Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap
kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li Þamê di taxa kurdmancan de dîtiye.
Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e. Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »Þahirê diwê Melayê
Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî þêx Ehmed e. Di tarîxa
pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr
Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev þêx Ehmed li
xweha mîr aþiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb
kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û
zehf li nik ekradan meqbûl e. Paþê, Mîr Imadedîn ew þêx Ehmed
ceribandiye ko aþiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. Þêx Ehmed qebûl
ne kiriye. Ev þêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û þeþê de
merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye«
. Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj
di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li
Westaniyê, li ber þetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdîniþt û þihrên
xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piþtî ko mela jê
radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin. Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê
spehîtir xezel hene. Lê me kêfa xwe ji ber gotina »Þebçiraxî þebî
Kurdistan im« jê re anî. Ji te ser ta bi qedem heyran im Her bi can teþnelebî lehlan im Dil di benda giriha zilfan im Yûsifî cirhekeþî hicran im Niqteyî daîreyî rindan im Lew þebî daîre sergerdan im Badenûþî qedehî hirman im Bedel ateþ ji ceger biryan im Lew perîþan im û pir êþan im Aþiqî nazik û mehbûban im Tu mebîn bêser û bêsaman im Gulî baxê iremî Bihtan im Þebçiraxî þebî Kurdistan im Çi tebîet beþer û insan im Lilehil hemd çi alîþan im Di riya yar li rêza san im Lew di iqlîmî sixen xaqan im Sibehî îd e û ez pê zanim Ko bi kêra te seher qurban im Xweþ birîndarekî bêderman im Carekê þefeq e rûhim can im Ji Xwedê re veke benda beriye. Dînbirê hurmisalê zeriyê Nazikê nîþkerê sirperiyê. |
|
| FEQEHÊ TEYRAN – Melayê Jaba di heqê
Feqehê Teyran de gotiye: »Þahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî
Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa
heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta Þêxê Senhanî« û »Qiseya
Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reþ« jî wisanî
mewzûn gotiye û zehf beyt û eþhar jî qewî mileme û rengîn gotine.
Û navê wî jî di þihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc
salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye
û li Miksê jî medfûn e« . Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba þahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê þêxê senhanî« nik min heye. |
![]() |
Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda
wesfê þêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr
Mihemed bi navê Feqehê Teyran meþhûr e« . Li gora vê þerhê Feqehê
Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji
mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê þêxê senhanî«
pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî
ne bûye. Min navê »Qewlê hespê reþ« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta
hespê reþ« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.
Dibêjin ko Feqehê Teyran þagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî
xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa
wefata Melê tê de bi ebcedê iþaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû
lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye.
Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û
lam ji hev bûn cida, þîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha
bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan
ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêþetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje:
Îro werin, lazim werin, cîran
û xelkê Hêþetê.
Herçî »eyn û lam«
Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê þêxê senhanî« de jî kiriye û
gotiye:
Miksî [1] ji wê
meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eþqê sihtiye
Ev þihir vi þêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê
[1] Feqeh qala nefsa xwe
bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek
li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye.
Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî þahirî ve bûye. Dibêjin ko
Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine. Di
vê babetê de min ji þêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye.
Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî keþekî hat; pev re
hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe
didan. Du
çûk hatin û veniþtin ser darê. Çûk pev re diþtexilîn û Feqeh dikenî.
Keþê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî?
Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.
Keþe: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.
Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê
li min bikî û belakê bînî serê min.
Keþe soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise
kir û got:
– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî
ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê
wî dê bête êþandin.
Keþe deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiþtin
Cizîrê Feqeh çû Medresa sor, keþe çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha
bûn hev û wek mirovine ko li tiþtekî digerin diçûn, dihatin û li erdê
fedikirîn û dipeyivîn. Keþê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko
di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê þanî bide. Mîrê
Cizîrê jî li xezînê digere.
Vê carê, keþe kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re
got. Mîr þande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê
para xwe jê dixwazin.
Mîr jî þertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek
zad anî û reþand nava Westaniyê, û xwe li paþ kevirekî veþart. Teyr
hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re þtexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:
– Ma kê ev zad reþandiye vê derê?
– Feqehê Teyran ev zad reþandiye, seba xezînê.
– Ma tu nizanî xezîne li kû ye ?
– Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê
didit xezîne di bin wî kevirî de ye.
Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piþtî
ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne
bi cih kir.
Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî
zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje...
Feqeh got: Beramberê serê keþê bidin min.
Mîr got: Serê keþê bi laþê wî ve ye, em çawan beramberê wî
bidin te.
Feqeh got: Rahet e, serê keþê ji laþê wî vekin.
Anîn serê keþê jê vekirin û danîn ser þehînê û li milê din hêdî
hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê
serê keþê ne hatin.
Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê keþê hinde giran e, ji
lewre te ev þert bi min re kir.
Feqeh deyn ne kir, zêr ji þehînê rakirin û çend kulm ax avêtine þûnê.
Milê axê daket, serê keþê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:
– Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam
û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez þanî we bidim ji serê insên girantir
ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.
Ev her sê þahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê
Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:
Min dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimaþ re xerîdar
Ezê niho hin þihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê þexê
senhanî:
Van qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hiþyar bikim
Da ez ji þêx dim wesfekî
Þêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
Þêxek hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan
Ji qesîdeke wî:
MELAYÊ BATE – Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Þahirê
siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate
gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heþt sed û bîstî da peyda bûye,
û zehf þihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke
kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heþtê salî emir kiriye
û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e« .
Li gora tiþtê ko min bihîstiye Bate li Behdînan û li nîzingî Amediyê
ye.
Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û þihirên
wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê
hate çap kirin. Heke ez ne þaþ im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê
jî ketiye çapê. Bi
min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:
Hemdê bêhed bo xudayê
alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beþer
Tabihî wî miqtedayê namwer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm.
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.
| EHMEDÊ XANÎ – Mela Camî di heqê
Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye: Men çi gûyem wesfi an alîcenab Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba
wî heye. Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov
dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember
e jî. Pêxemberê
diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn. |
![]() |
Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Þahirê pêncê jî Ehmedê
Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eþîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye
Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de
Memozîn nav kitêbek aþiq û maþûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi
kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû
di piþtî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eþharan û beyt bi
zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî
mahir û sahibi irfan e. Û ji þierayê di Kurdistanê hemûyan jî meþhûr û
faiq e, belkî ji hemû þieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û þêst û
sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe
bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .
Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û þêst û yekê hicrî de ji
diya xwe bûye.
Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û þêst û yek bû
Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye
çil û çar salî bû.
Îsal gehiþte çil û çaran
Ev pêþrewê gunahkaran
Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî
ji bo Nûbiharê dibêje:
Ji paþ hemd û selewatan
Ev çend kelîme ji ji lixetan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî
Nav lê Nûbihara biçûkan danî
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkî ji bo piçûkê di kurmancan
Ji Eqîda îmanê:
Sifatê di sebhe ji bo
zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweþî, þîn û zanîn û vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam
Xanî li Beyazîdê
dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey
mirina wî re þagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar
bû û dersên kurdmancî tê de gotin.
Li gor atiþtê ko min
bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û
stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên
min.
Ehmedê Xanî herwekî bi
xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê
xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew
axivandiye.
Mem û Zîn ji bo Ehmedê
Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik
winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên
miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin
rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda
dibêje:
Sazi dili kul bi zîr û
bem bit
Sazendeyê 'eþqi Zîn û Mem bit
Þerha xemi dil bikim
fesane
Zînê û Memî bikim behane
Nexmê we li perdeyê
derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim
Derman bikim ez ewan dewa
kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim
Meþhûr bikim bi terz û
islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb
Ewreng bikim ji nû
serefraz
Da bêne temaþeyî nezerbaz
Dilber li Memî bikin
girînê
'Aþiq bikenin bi derdê Zînê
Ev meywe eger xirab e ger
qenc
Kêþaye digel wê me dused renc
Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e
Ev tifl e eger ne nazenîn
e
Nûbar e bi min qewî þirîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e
Mehbûb û libas û gûþiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e
Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me
Kurmanc im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarî
Memozîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze -
îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de
dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê
tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê
ziyaretgaha xelkê ye.
SMAÎLÊ BEYAZÎDÎ – Melayê Jaba di heqê vî þairî de gotiye: »Þairê
þeþê, j þairê di Kurdistanê Ismaîl e. Eslê wî ji Beyazîdê ye, ji þagirtê
di Ehmedê Xanî ye. Di hezar û þêst û pênê hicretê peyda bûye û di
hezar û sed û bîst û yekê de merhûm bûye. Kitêbeke lixetan jî »Gulzar«
nav telîf kiriye û bi kurmancî û erebî û farisî, zaro dixwînin. Bi xêrî
ji wê jî zehf xezel û eþharan û ebyat bi zimanê kurmancî gotiye. Cehda wî
meþhûr û marûf e. Û di nêv Beyazîdê da merhûm û medfûn bûye« .
Me Gulzara Smaîl ne dîtiye; ne jî þihirên wî. Tiþtê ko em di heqê
wî de dizanin ew e ko Smaîl daye ser þopa Xanî û di dibistana Beyazîdê de
dersên zarokan bi kurdmancî gotiye.
ÞEREF-XAN – Melayê Jaba di heqê Þeref-Xan de gotiye: »Þairê
heftê Þeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan e, û ji neslê Ebas. Di hezar û
sed û yekê da jî li Colemêrgê ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eþhar
û ebyat bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û þêst
û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn e« .
Me ev Þeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Þerefnamê Mîr Þeref
e, mîr Þeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu þihrên wî bi kurdmancî ne dîtine.
MIRAD-XAN – Me navê vî þahirî jî ne bihîstiye. Melayê Jaba
qala wî dike û dibêje: »Þahirê heþtê Mirad-Xan e ko di tarîxa hezar û
sed û pênciyî da li Beyazîdê peyda bûye. Ewî jî miqderekî xezeliyat û
eþharan bi zimanê kurmancî gotiye û di hezar û sed û nehê da merhûm bûye
û di Beyazidê da medfûn e û paþî wî ji kurmancan êdî þair peyda ne bûne,
heta niha« .
Herwekî me got di heqê Mirad-Xan de em tu tiþtî nizanin. Li gora navê
wî divêt ew jî ji mîrekên Kurdistanê be.
Melayê Jaba - em wî hergav bi vî navî bi nav dikin ji ber ko bi navê
wî nizanin piþtî ko heþt þairên jorîn hejmartine benda xwe bi gotinên jêrîn
qedandiye:
»Berê zaf medaris di wilayetê di Kurdistanê de hebûn. Dikat, bajar,
qeza û qesebe û gundan da ehlê islamê di Kurdislanê da elbete felabid
medreseyek û dido û sisê û belko êdî zêde hebûn û bila derece diqet û
ihtimam ji kenarê di hakim û ehaliyan der heqê emrê di medaris û islaman
hebûn. Li nik mezin û piçûkê di Kurdistanê qedr û rifta ilm û ileman hebû.
Melayê di qewî û zûfinûn di Cizîr, Amedî, Soran û Sêrt û etrafan
da zaf bûn. Lakin niha êdî medrese û ilema û xwendin di Kurdistanê de qewî
kêm bûye, nadir peyda dibe. Elbetde elametê axirî ye ko ilm ilema niqsan
dibin« .
Kitêba kurdîzanê ûris di sala 1860î de ketiye çapê. Li gora vê tarîxê
melayê ko em bi navê wî nizanin beriya niho bi 80-90 salî þairên jorîn
senifandine û di heqê ilm û zanînê de ev tiþt bi dilekî kul gotine.
SIYEHPÛÞ – Sed heyf û mixabin ko di heqê vî þairê hêja de
em tu tiþtî nizanin, ji þihra jêrîn pê ve, ya ko vê paþiyê ketiye destên
me.
Dilberek min dî bi çavan
Sed elif pabûsî bû
Agirek berda hinavan
Þemh û der fanûsî bû.
Þemh û rihniya zilamê
Agirek berda di amê
Zilf û xalên û temamî
Qeyd kirin mehbûs bi damê
Þerbeta þîrînkelamê
Terkî min nadit midamê
Sed þikir îro selamê
Kir li min taze xulamê
Þerh û teqrîrê Isamê
Fikr û teswîrê kelamê
Reng û elwanê di Camî
Þibhetî tawûsî bû.
Þibhetî çavê duyengê
Qews û ebrûyê du bengê
Mir-reyê tîra xedengê
Zilf û xal û xuncerengê
Kes ne dî qet wî çi rengî
Neqþê maçîn û firengê
Qet ne ma qet wî çi rengî
Hikmeta Têmûr û lengî
Sifdera mêrê du cengê
Þêr û mexmûr û pilingê
Sed hezaran wek biþengê
Hikmekî kawûsî bû.
Min qebûl e hikmê rindan
Serxweþ û sûretlewendan
Lê çi bêjim qewl û bendan
Ketme tora lehl û xendan
Zehmetek wan pir bi min dan
Kefþe bim wek gaz û sindan
Dil hedef kir tîr li min dan
Lê ji halê mestemendan
Bê eded cewher bi min dan
Lewmenoþê can bi der dan
Xemzeyê pir mekr û fendan
Lê li min casûsî bû.
Lê li min berda girînê
Mihbeta wê nazenînê
Bê sebeb ketme nivînê
Ax û efxan û enînê
Lê ji ber hisna þerînê
Þeq bû bedra yasemînê
Kanî hûra ser zemînê
Carekê bête girînê
Ev bi xef, hal im bibînî
Merhema bavê birînê
Zilf û xal û xemrevînê
Bo me calînosî bû.
Zilf û xal û mest û naz e
Iþweyê wan xemzebaz e
Gerdenê gerdenfiraz e
Lê ji eþqa rûyê faze
Cerd dikin ehlê mecazê
Ta sedî yasî û qaze
Xef dibin esrar û raze
.......
Ez çi kim sewm û nemaz e
Kar û þixl û bê niyaz e
Min ji dest tenbûr û saz e
Dil wekî naqûsî bû.
Dil ebîr û mest û mîrê
Begler û þah û wezîrê
Da li min derbek bi tîrê
Ta li mir' nê min vebîrê
Kirme hib-ba zemherîrê
Sîne kir armanc li tîrê
Kanî mel-layê Cizêrî
Mek-kî û Elyê Herîrî
Xanî, Þêxê Babeþîrê
Bên li dengê min feqîrê
Xemrî û gîs û herîrî
Þev li min kabûsî bû.
Þev dikim nalîn û zarî
Þibhetî teyrê Biharê
Ey Siyehpûþ tu xumar î
Sahibê adab û kar î
Çend Siyehpûþ tu sitar î
Lê bi eþqa dil nikarî
Dir û yaqût û mirarî
Misk û enber jê dibarî
Hespê þahê þehsiwar î
Angeh ez pabûsî bûm.
Dilberê ehlê dilan bû
Qatilê cergê pijan bû
Qasidê rûh û we can bû.
Dibêjin leqeba Siyehpûþ pê ve bûye ji ber ko hewranikî reþ bi xwe
ve dikir, li hespekî boz siwar dibû û kolosekî spî li serê wî bû; û ew
di nav hesp û kolosê spî de reþ dikir.
Ji þihra jorîn em dizanin ko Siyehpûþ di piþt Xanî re ye. Jû pê ve
Siyehpûþ bi vê þihirê ji me re du þairên din dide nas kirin: »Mekî« û
»Þêxê Babeþîrê« .
AXAYOK – Gelo ev kurdê ko bi zmanê xwe bi qasî Ristemê kurd mêr
e kî bû? Belê ew axa an pisaxayek bû. Lê axayê kû derê, navê wî çi ye,
û kengê rabûye?
Disan û dîsan em nizanin, em nizanin. Bi tenê çend dûrikên wî
ketine destên me û bi vî awayî me zanî þahirek rabûye û leqeba wî
Axayok e. Nebe ko ev û Axayê Bêdarê yek hibin. Dîsan em nizanin. Ev in dûrikên
Axayok yê ko bi dest me ketine:
Tawûs bi vî þiklê melîh,
Þermendeyê saqê di reþ
Ew qijika gûxwer binêr
Qij qij dikit elwan im ez.
Þêrê ji heft bavê xwe þêr,
Dawayî þêrî naketin
Tûlepîsê heft kûçikan
Ewew dikit erslan im ez.
Nanê cehî têr naxwitin
Tiþtek di malê da niye
Simbêl û çavan bel dikit
Zobaþiyê qewman in ez.
Fezl û terîqa neqþebend
Ger ew bi þorbe germ biya
Ew dîzika þorbe di nêv
Dê þêxê Bestamî biya
Fezl û terîqa sofîyan
Ger ew bi reh beh'ta wicûd
Ew nêriyê lehyetewîl
Dê bê guman sofî biwa
Fezl û terîqa aliman
Ger ew bi þaþa gir biya
Cismê kulindê ser mezin
Dê qazî beyzawî biwa.
Fezl û terîqa qadirî
Ger teq teq û þeq þeq biya
Ew þeqþeqa asî, yeqîn
Dê qutbê gêlanî biwa.
MEWLANA XALID – Þêx Xalid Ziyaedîn di terîqeta neqþibendî
de þihba Xalidî daniye. Mewlana Xalid ji kurdên Silêmaniyê ye. Þêx Xalid
berî ewilî li Bexdayê û di pey re li Þamê terîqeta xwe belav kiriye û di
sala 1242 an da li Þamê çûye rehmetê. Di çiyayê Çilyaran de veþartî
ye. Mewlana Xalid þahirekî mitesewif e; û wî dîwaneke farisî heye. Min
bi xwe dîwan ne dîtiye. Dibêjin ko di wê dîwanê de çend qesîdeyên bi
kurdî an nîvkurdî hene. Me got nîvkurdî ji ber ko Mewlana di wan qesîdan
de kurdî û farisî tevlî hev kirine. Êdî mirov nizane ew qesîde bi kurdî
an bi farisî ne. Eve qesîdeyek ji wan qesîdan:
Çi tedbîr ey misilmanan
Kî men xod ra nemîdanem
Ne tersa me yehûdiyem
Ne gebr û ne misilmanem
Ne beriyem, ne behriyem
Ne þerqiyem ne xerbiyem
Ne ez erkanî tebhiyem
Ne ez eflakî gerdan im
Ne ez Çîn im, ne ez Hind im
Ne ez bilxar û maçîn im
Ne ez milkê Iraqê me
Ne ez xakî Xuristan im
Ne ez av im, ne ez ba me
Ne ez xak im ne ez ateþ
Ne ez dinya, ne ez iqba
Ne ez firdewsî ridwan im
Niþan im bê niþan baþed
Mekan im lamekan baþed
Ne ten baþed ne can baþed
Ne min ez canî canan im
Ne baba me, ne dada me
Ne ema me, ne xala me
Li ser wechê çiraya me
Dikim îro di efxan im
Ji efxana bes e salek
Ji maþûqan bes e yarek
Ji bo mihiban hero carek
Welî bim ez bi çeþman im.
MELA YEHYAYÊ MIZÛRÎ – Min bi tenê navê wî bihîstiye û ji
min re gotine ko dîwaneke wî heye. Dîsan rawiyan gote min ko Mela Yehya gelek
bala xwe daye zimên û di daira imkanê de, bêjeyên erebî û farisî ne
xistine dîwana xwe. Çiyayê mizûriyan di ser Dihokê re ye.
MELA XELÎLÊ SÊRTÎ – Dibêjin ko Mela Xelîl di wextê Mela
Yehyayê Mizûrî de rabûye. Evî melayî kitêbek heye hi nnvê »Nehcel Enam«
. Beytên jêrîn ji wê kitêbê ne:
Tu guh dêre nitq û beyana fesîh
Ji bo ferz û eynan e merdê melîh
Ko îman û islam û sewm û selat
Li ser malîdaran e hec û zekat
Li ser te ji ferzan e ey nûrî can
Bizanî tu erkan û þertê di wan
Heçî hikmê þerhê tu mihtac dibî
Ji bo zanîna wî tu minqad dibî
We lêken qe yek bê yekî nabitin
Misilmanî bê her diwan nabitin
Tû manayê þehdê ko bawer bike
Telefiz eger qadir î pê beke.
ÞÊX EVDILQADIRÊ GÊLANÎ – Ev kîjan Þêx Evdilqadirê Gêlanî
ye? Xwedê pê zane. Yê ko navê wî ji min re gotiye, gote min jî ko dîwana
wî di gundê Qelenderan de peyda dibe. Qelenderan di dora Mêrdînê de ye.
HECÎ FETAHÊ HEZROYÎ – Dîsan min bihîstiye ko dîwaneke wî
heye û herwekî ji navê wî dixuye ji Hezroyê ye.
ÞÊX MIHEMEDÊ HADÎ – Rawiyan gote min ko pêþiyên Þêx Hadî
ji Rewandizê hatine û di Lîcê de cih bûne. Dibêjin ko dîwana wî heye.
ÞÊX EVDIREHMANÊ TAXÊ – Dibêjin ko Þêx Evdirehman bidlîsî
ye. Tax çi ye? Ji gundên Bidlîsê ye, an Þêx ji taxeke Bidlîsê e dûr
e, û ji lewre jê re Evdirehmanê Taxê an »taxî« gotine. Me dîsan bihîstiye
ko dîwana wî heye.
| NALÎ – Ji þahirên Soran e. Dîwana wî di sala 1931ê de li Bexdayê çap bûye û yên ko dîwan dane çap kirin biserhatiya Nalî jî tê de gotine. Jê dixuye ko Nalî leqeba þahir e navê wî Mela Xidir e, bavê wî Ehmed Þawês e. Nalî di sala 1215ê hicrî de, li Þarezorê, ji diya xwe bûye. Di sala 1255an de çûye Stenbolê û heta dawiya emrê xwe li Stenbolê ma û di sala 1273an de emirê Xwedê kir. Li Stenbolê di gornistana Eba - eyûbê - ensarî de veþartî ye. | ![]() |
ÞÊX RIZA – Þêx Riza jî sorî ye. Ew jî çûye Stenbolê û
li Stenbolê di civata þahir û zanan de gelek bi qedr û rûmet bûye. Dersa
efendî û beglerên Stenbolê digot, nemaze bi farisî. Þêx Riza hecawekî bêeman
bû. Mixabin ko tu þihirên wî bi min re nînin ko ezbelav bikim. Bi tenê
çîrokoke wî dizanim.
Herwekî me got Þêx Riza li Stenbolê dersa edebiyatê digot. Wezîrê
miarîfê gelek ji Þêx Riza hez dikir. Lê carekê wezîr þêx xeyidand. Di
mala wezîrê miarîfê de, li heywanê postê hirçekî hebû; ev post bi kayê
dagirtî bûn û li ser lingan sekinandi bûn. Þêx Riza piþta erna wezîr,
rojekê, di dersê de qala mecaz û kinayê dikir. Ji þagirtên xwe re heçko mîsalek
anî û got: »Gava hon dikevin xanîkî û li heywanê hirçekî dibînin divêt
bizanin ko xwediyê malê qereçî ye« .
HACÎ QADIRÊ KOYÎ – Hacî Qadirê koyî Xaniyê didowan e. Ew jî
weke Xanî bi derdê miletê xwe diþewitî. Þihir û qesîdeyên wî tev de li
ser milet û welêt in.
Çend þihirên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê »komela
þihirên Hacî Qadirê Koyî« de çap kirine. Di wê komelê de biserhatiya
Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê
Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eþîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di
zarotiya xwe de guhastiye Koyê navê »koyî« pê ve bûye.
Hacî jî weke Nalî û Þêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb
û þahirên Stenbolê. Ji þahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber
destên Hacî xwendine.
Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke
hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn;
heke nisxeke wê tirkan þewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên
me.
Ezê îro þihreke Hacî e neçapbûyî belav bikim. Herwekî
me got Hacî perestiþkarê Xanî bû. Hacî li ser Memozîna bavê min a
destnivîs þihira jêrîn nivîsandiye.
Zemane resmi caranî ne mawe
Çiraxi nazim û minþî kujawe
Le dewri ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e, zanînî baw e
Eman qedrê bizane em kitêbe
Le dinya êstekî hemtay ne maw
Le eyamî heyati þêxi Xanî
Le ser nisxey xet ew nûsirawe
Le layî erbabi xoy bo qedr û qiymet
Xezîney gewher e, û kisey diraw e
Le mecmûhi diwel, Soran û Botan
Le sayey em kitêbe nasirawe
Le kurdan xeyri Hacî û þêxi Xanî
Esasi nezmi kurdî danenawe.
Hacî di sala 1912ê hicrî de li Stenbolê çûye rehmetê. Bi eqlê min
li Skûdarê di gornistana Reqece-Ehmed de veþartî ye. Ez dikarim bibêjim min
Hacî dîtîye, lê nikarim bibêjim ez Hacî nas dikim. Ji ber ko sala ko Hacî
çû rehmetê ez hêj nû keti bûm ser lingan.
ÞÊX NÛREDÎNÊ BIRÎFKÎ – Ji eserên Þêx Nûredînê Birîfkî
di destê me de bi tenê Çîroka Siltan Ebûbekrê Þiblî heye. Ji
xwe jû pê ve min tu eserên þêx ne dîtine. Ev in çend beyt ji qesîda Ebûbekrê
Þiblî:
Ev bendeyî þêxî cîhan
Lazim divî sira nihan
Zahir bikim qutbî zeman
Da hon bizanin qisetê
Þêxek hebû xewsê dinê
Insan hemî jê bûn xenî
Ne d'hate xab û xwarinê
Daîm bi terka lezetê
Navê ewî qutbî þerîf
Þiblî Ebûbekrê zerîf
Yekser dibû wek mû zeîf
Daîm bi tirs û xeþyetê
Eslê terîqa þêx çi ye
Ewil emîrî þahiye
Þêx hakimek farîsî ye
Siltanê mîr û þewketê
Mîr˜ê nihawendî bû ew
Þahê semerqendî bû ew.
EVDIREHMANÊ AXTEPÎ – Kitêbeke wî heye bi navê »Rewzel Neîm«
tê de qala wesfên pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel
in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî
Ehmedê Xanî kiriye û di þihirekê de qala kurdmancî û kurdmancan kiriye.
Evdirehman di beyteke vê þihirê de dibêje:
Me ev çend lefzi þêrîn çêkirin
Zimanê di tirkan me pê jêkirin.
* * *
Heta niho me behsa wan camêran kir ko bi nezmê nivîsandine û xwediyê
dîwanê ne. Ji van pê ve çend mirovên din hene ko bi þihirê mijûl ne bûne
lê di warên din de bi kurdmancî nivîsandine. Emê niho qala wan bikin.
Kurdîzan Eleksandr Jaba jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê
dixuye ko ev tiþt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew
bi frensizî nivîsandine.
ELÎ TEREMAXÎ – Jaba dibêje ko kurdmancan heta 1000ê hicretê
ilmên dîn û þerîetê bi zmanê erebî dixwendin. Piþtî 1000î melayek bi
navê Elî, ji gundê Teremaxê, ji qeza Miksê rabûye û ji ber xwendinê çû
heta Bexdayê. Elî di medresên Bexda, Mûsil, Behdînan û Soran de xwend û
di nav alimên heyama xwe de bû bû zanakî serdeste. Evî Eliyê Teremaxî piþtî
ko vegeriya welatê xwe rabû di gundê xwe de medreseyek ava kir û bi zimanê
kurdmancî kitêbeke tesrîfê jî çêkir û dersa feqehên xwe bi kurdmancî
got. Hêdî hêdî ew kitêb li Kurdistanê belav bû.
MELA ÛNISÊ ERQETÎNÎ – Jê re Melayê helqetînî jî dibêjin.
Xuya ye ko »Erqetin« an »Helqetîn« gundê wî ye.
Vî melayî daye pey Elî Teremaxî û kitebên tesrîf, zirûf û terkîbê
bi zmanê kurdmancî nivîsandine. Min ne eserên Elî ne jî yên Ûnis dîtine
ji lewre min nikari bû ez hin tiþtan ji wan belav bikim.
MELAYÊ ERWASÊ – Melayê Erwasê kitêbeke kiçik lê hêja nivîsandiye.
Kitêba wî li ser nexweþî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweþiyan
dike û dermanê her nexweþiyê û çêkirina dermanên jî dibêje. Min bi xwe
kitêb ne dîtiye, ez bi salûxdanê dibêjim. Dîsan rawiyan gote min ko Melayê
Erwasî di wextê Evdil-Xanê bavê Bedir-Xan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn
Mela beriya niho bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re »Tiba Melayê
Erwasê« dibêjin.
KITÊBEKE HISABÎ – Vê paþiyê kitêbeke kiçik ketiye destên
min, Kitêbeke mewzûn. Tê de qala hisabî kirine. Ev in çend beytên wê:
Neh caran neh bi xwe hesêb ke biltemam
Heþtê û yek in, tu bizan ya ez xulam.
Heþt caran çar çend in eya þîrînbira
Ew sih û dû ne herçî zêde ji te re.
Heft caran pênc çend in eya tiflê piçûk
Ew sih û pênc in da ko pê nebî xudûk.
Þeþ caran sê çend in eya sahib meqal
Ew deh û heþt in tu bizan ya pîrê kal.
Pênc caran pênc çend in ey mêrê çak
Ew bîst û pênc in tu bizan ey canê çak.
Çar caran heft çend in tu bêje vê demê
Ew bîst û heþt in da tu hilnegrî xemê.
Sê caran neh bo te beyan kim ya delal
Ew bîst û heft in tu bizane ya heval.
Du caran çar çend in min bo te kirye xet
Ew heþt temam in der vê nezma pir xelet.
Êk caran êk êk e bizan ya nasiha
Bo feqîrê koyî bêjin fatiha.
Di dawiya vê kitêbokê
de bi erebî þerhek heye. Li gora vê þerhê xwedî kitêba xwe di sala 1345ê
romî de nezim kiriye; berî hevdeh salan. Gelo li kû derê? Li Tirkiyê,
Iraqê an Sûriyê?
Xwendevanên delal. Ev nivîsara ko ji bo kitêbekê hindik lê ji bo
bendekê hinek zêde ye, li hire temam bûye. Herwekî min ji we re got li vê
bendê ne wek bendeke tarîxa edebiyatê lê wek lîsteke þahirên me ên kevin
fedkirin. Hingê hon dikarin xwe ji þaþbûnê biparêzin.
------------------------------------------
Azîzan, Herekol, (1941), »Hawar«, »Klasîkên me«, hjm. 33, rûp. 6