|
100'mîn
Salvegera Rewþen Bedirxan Û Silavek Wefadarî
Konê Reþ
Belê, silavek wefadarî ji 100'mîn Salvegera Rewþen xanim Bedirxan
re.. Rêzgirtin ji roja jidaikbûna wê re... Navtêdan
ji jina kurd a hevçerx re ku li ser rêk û þopa wê bilive…
Rewþen Bedirxan; eva ku berî 100 salî di sirgûnê de, li Tirkiyê,
bajarê Qeyserî(11/09/1909), çêbûye, di sirgûnê de, li Sûriyê, bajarê
Baniyasê(01/06/1992), koça dawî kiriye û gora wê li Þamê ye. A ku
piraniya temenê xwe li Þamê derbas kiri û zimanê kurdî, zimanê
axaftina mala wê bû.. Mala wê hêlîna welatparêzên Kurda bû.. Piþtî
koçkirina mîr Celadet Bedirxan di sala 1951ê de, ew yek bû ji kurdperwerên
di rojhilata navîn de, yên ku navê malbata Bedirxaniyan hilgirtin û bi
endamên mayî ji komela Xoybûn re wek: Dr. Nûrî Dêrsmî, Dr. Ehmed
Nafiz, Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hiþyar, Qedrî
Can û Malbata Cemîl paþa.. bervedêrî di ber mafê gelê kurd û kêþeya
kurd de kir..
Mala wê li Þamê, wek kelehekê bû ji Kurdistaniyan re.. Ji her çar
perçeyan xwe lê digirtin û lê dibûn mêvan… Di mala wê de, civînên
destpêkê yên damezirandina PDKS dihatin li darxistin.. Ew bû ya ku li Þamê,
di nav ereb û biyaniyan de wek sembolekê bû ji netewiya kurdî re..
Rewþen Bedirxan, yekemîn jina Kurd e, ku bi kurdiya Laînî di
kovara Hawarê de nivîsandiye.. Yekemîn jina kurd e, ku toreya kurdî bi
zimanê erebî belav kiriye û ereb serwxtî tore û wêjeya kurdî kirine..
Kebanî û dotmama Mîr Celadet Bedirxan bû û yek bû ji derçûyên
dibistana wî… Hem jî wergêreke çeleng bû, ji zimanê kurdî û tirkî
bo zimanê erebî..
Eger di heyamê wê de Hefse xana Neqîb, di nav soranîaxêfan de,
jina yekemîn a bi nav û deng bû, bêguman di nav me Kurmancîaxêfan de
Rewþen xanim Bedirxan jina yekemîn bû.
Rewþen xanim Bedirxan, xweþ nimûne ye di Kurdistanê de, ji jina
kurd a pêþketî re.. Xwezî jina kurd bide ser þopa wê, ji serboriyên wê
sûdê werbigire… Ew di rewþeke awarte de hat û navê xwe çesipand. Ez ne bawerim ku nimûneyên wek wê di civata me a hevçerx
de dubare bibe, ji ber ku hêj kesî cihê wê danegirtiye.. Dibe ku kesên
wek wê di civata me a nûjen de derkevin, lê wê bi rengekî din bin.. Ji
ber ku dem tête guhertin… Ew sirgûniya Osmaniya êdî nema ye… Lê tiþtê
balkêþ di jiyana wê de, tevî ku li Kurdistanê ne jiya bû, tev jiyana
xwe di sirgûn û zîvariyan de derbas kiribû, vê þêrejina kurd xwe dûrî
irf û adetên kurdî nekir, pêwendiyên xwe ji Kurdistaniyan qut nekir.. Hêvî
û omîdên wê vejandina zimanê kurdî bû, yekîtî û hevgirtina kurdan
bû, serxwebûn û serfiraziya Kurdistanê bû.. û her û her di mala xwe
de bi zimanê kurdî diaxifî… Û
ewe ya ku ji berî 68 salan ve di kovara Hawarê de:(27/1941), berê xwe
daye jinên Kurdan û wiha ji wan re gotiye: Ji
me jinên Kurdmanc re divêt ko arîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe
bie'limînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweþiya nezanîyê xelas
bikin… Ev xebat ji me, ji jinên Kurdmanc re ji hemî jinên dinyayê bêtir
divêt. Ji ber ko zaroyên xelkê gava diçin dibistanê berî her tiþtî hînî
zimanê xwe dibin. Lê yên me wekê diçin dibistanê bi zimanê xelkê
die'limin û carina yê xwe ji bîr dikin, ji ber ko me dibistan nîne û
zaroyên me diçin dibistanên xelkê...
Bihêvîme ku tev jinên kurd li ser þopa wî bilivin. Bi
vê helkeftinê silavek rêzgirtin û wefadarî ji 100'mîn salvegera bûna
wê re pêþkêþ dikim, Yezdanê gewre wê bi dilovaniya xwe þad bike.
Konê Reþ Qamiþlo
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org