- BEDIRXANIYAN
BI ÞÊWIR KOVAR Û ROJNAMEYÊN XWE DIWEÞANDIN
-
-
-
-
- Konê
Reþ
-
-
-
-
- Her ku ez Hawarê an Ronahiyê an Roja Nû dixwîn
im û berpêl dikim, tiþtina nû di nav rûpelên van kovar û
rojnameyên ku Bedirxaniyan bi dûv xwede ji me re hiþtine hiþtine
dibînim. Vê carê, ez li Roja Nû vegeriyam û min ev gotarê li
xwarê, ê mîr Celadet Bedirxan xwend. Di vê gotarê de xuya dike ku
Bedirxaniyan bi þêwir kovar û rojnameyên xwe diweþandin û piþtgiriya
hev dikirin..û ku ti rojname berî rojnameya (Kurdistan) a ku Mîr
Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîre diweþand, ne hatine weþandin…Hem
jî ku Mîr Emîn Alî Bedirxan piþtgirekî sereke bû ji birayê xwe
Midhed Beg re dema ku wî rojnameya xwe Kurdistan li Misrê çap
dikir…
- Û
her wiha di derketina rojnameya Roja Nû de
mîr.Dr. Kamîran Bedirxan ji birayê xwe ê mezin mîr Celadet
û hin din dixwest ku ji rojnameya wî re binivîsîn. Û wiha
di hejmara pêþîn de mîr Celadet gotarek bi navê ( Merhele) nivîsandiye,
di hejmara dudiwan de Osman Sebrî gotarek bi nave( Sinc û Ol ) nivîsandiye
û di hejmara sisyan( Duþemb, 17 Gulana 1943) de ji rojnameya Roja Nû
careke din ev nivîsa mîr Celadet Bedirxan hatiye belav kirin.
- Belê
di vê nivîsê de Mîr Celadet hin ji pêwendiyên bavê xwe Emîn Alî
û mamê xwe Midhet Beg diyar kirine, dema ku mamê wî Midhet li Qahîrê
rojnameya KURDUSAN çap û belav dikir, hem jî bersiva bavê xwe Emîn
Alî ji mamê xwe Midhet Beg re, di nav vê nivîsa xwe de belav
kiriye.
- Ji
ber giringiya vê nivîsê û hatina 109 saliya roja Rojnamegeriya
kurdî, min jî xwest ku ez çavên xwendevanên kurd, bi van gotinan
kil bikim.
- Fermo, ev
e nivîsa ku Mîr Celadet Bedirxan ji bi rayê xwe Dr. Kamîran re þandiye
û di rojnameya Roja Nû hejmara 3 an de hatiye belavkirin:
-
- 1898
- 1943
- Roja
Me A Nû
-
-
Xwediyê Roja Nû ji min û ji hinên din, ji bo hejmara
rojnama xwe a pêþîn nivîsarin xwesti bûn. Min jê re bendek nivîsand;
lê beriya ko qala rojnamê bikim benda min gîhandin dawiyê û
xistin rojnamê û jê re (Merhele) gotin.
-
Herçî ez, dilê min hebû, çavên xwe li boriyê bigerînim
û bîrekê bav û mamekî xwe, bi vê hencetê vejînim.
-
Rojnama Kurdî a pêþîn berî 45 salan, yanî di sala 1898 an
de, li Misrê belav bûye: Di wê salê de mamekî min Midhet beg di
Qahîrê de bi zimanê kurdî rojnameyek derêxist: Kurdistan.
- Kurdistan rojnama
Kurdî a pêþîn e.
-
Welê dixuye ko hingê, Midhet beg, ji birayê xwe ê mezin, Emîn
Alî Beg, yê ko hingê li Stenbolê bû, nivîsan xwestî bûn. Emîn
Alî beg ji birayê xwe ê kiçik re, di nav nivîsarine din de, teqrîzek
jî rêkiribû, lê ne bi navê xwe, ji ber ko nikarîbû, lê belê
bi navê(Lawê Þ E. Fetah).
-
Ev e teqrîza bavê min;
-
- Pêrûz ji te re
hezar cara
- Ev deng e niho li
nav yara
- Mizgîniya vê cerîdeya
qenc
- Þabaþ bitin çiqa
hebit genc
- Ev þixlê mezin te
kiriye bideet
- Cara ewilî te
kiriye him-met
- Ev rehbera qenc te
danî binyad
- Kirmanc hemî te
kirne irþad
- Vê marîfetê tuca
nehêle
- Daim ji te re miîn
resûl e.
- Roja ko cerîde tête
bajar
- Her der dibitin mîsalê
bazar
- Çiqa hebitin li þehrî
Ekrad
- Qewlê xweþiya te
kirne mitad
- Rûhaniya bab û kal
û ecdad
- Pê vê hinerê te
kir niho þad
- Beybûniya dewleta
te geþ bit
- Qasî tu hebî dilê
te xweþ bit.
-
- Xwedê rehma xwe li
wan û li hemî Kurdên ko, xêzek be jî, bi kurmancî nivîsandine
bikit.
-
- C. A. BEDIR XAN
-
-
-