|
Sîh
Sal Di Ser Koçkirina Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan Re
Berî 30 salan di rojek
mîna îro de (4-12-2008) Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan li Parîsê Koça
dawî kir. Bi koçkirina wî re stêrek geþ û bi ronahî di asmanê welatê
me de hat rijandin.
Belê tevî ku ji 30 salî ve koç kiriye lê, dengvedana navê wî,
hêza hunera wî, pîþ û sazên wî di nav gel de hatine çandin, xweþ
ber dane û bi saya wî, roja îro, gelek stêrkên çirisî di asmanê
Kurdistanê de dilîzin… Bi
vê mebestê kêfxweþ dibim wek wefadarî di vê panorama kurt de, wî bibîr
bînim.
Dr. Kamîran Bedirxan; neviyê Mîrê Cizîra Botan, mîr Bedirxan
e:1802-1868, yê ku di sala
1843 an de, di herêma Botan de mîrniþiyek ava kir, pere bi nave xwe deranîn
û di mîrniþiya xwe de belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev
birayên hev in…û biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan
Edalet e û edalet Bedirxan e…
Û kurê Emîn Alî Bedirxan e (1851-1926). Yê ku ji kesên pêþîn
bû komeleyên kurdî li
Stenbolê damezirandine, ji bo mafê gelê kurd... Mîr Kamîran di roja(21
ê tebaxa 1895)an de li Stenbolê çêbûye, xwendina xwe li Stenbolê
qedandiye.. di 17 saliya xwe de beþdarî di þerê Beqanê de kiriye.. di
sala 1919 an de bi birayê xwe mîr Celadet Bedrxan,
Ekremê Cemîl Paþ , Hac Tewfîq( Pîremerd) û
Mêcer Newêl yê Înglîzî
re li Kurdistanê geryane, ji bo daxwazên gelê Kurd û çareseriya kêþeya
kurd, berî ku peymana Sîverê bê mohir kirin…Ji ancamên wê gerê, ev
hersî bend ji bo Kurdan hatin dan; 62-63-64..
Piþtî ku Mustefa Kemal di sala 1923 an de derbasî Stenbolê bûye,
hingî wî fermana Bedirxaniyan û tev welatparêzên kurdan deranî.. Vêca
ji neçarî Mîr Kamîran di gel birayê xwe Mîr Celadet, xwe
li Almaniya girtine, bavê wan di gel birayê wan ê mezin Sûreya
xwe li Misrê, bajarê Qahîre girtine… û wiha Kamîran xwendina xwe li
Almaniya biriye serî… Di sala 1927 a ne de
vegeryaye rojhilata navîn û di gel birayê Mîr Celadet beþdarî
di avakirina komela Xoybûnê de kiriye… Di sala 1943 an de
kovarek bi nave Roja Nû û rojnameyek bi nave Stêr li
Beyrûtê weþandine.. Herdû jî bi kurdiya latînî bûn, di gel beþekî
biçûk bi fransîzî..
Di sala 1947 an de Beyrût li paþ xwe hiþtiye û çûye Parîsê,
wek mamoste xebat di zanîngeha Sorbûnê de kiriye, beþê zimanên
rojhilatê...
Buhiþtî
bi gelek zimanan dizanî bû, gelek pirtûkên wî li dor kêþeya gelê
kurd hene… Ew
di roja (4-12-1978)de li Parîsê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Bi vê helkeftinê ez vê helbesta Omerê Xeyam ku wî ji Farsî
wergerandiye zimanê Kurdî diyarî canî wî dikim:
Ji hatin û çûna me, kar çiye
Berê hêviya jîna me, li ku ye
Di çerxa jînê de, çend mirovên pak Þewitîn
û ax bûn, ma dû li ku ye..
Û
vê helbesta wî (Koçera Mîran!), diyarî
xwendevanên zimanê
kurdî dikim: Ho koçera
min! Min
bi maça devê xwe Maç
bike. Hevîna
te ji þerabê
spehîtir e. Bihna te
bihneke
þêrîn e. Dengê
navê te wek
roniya rojê belav bûye, ji lewre
herkes hej te, hej sura
bayê te dike... Di nav kûlîlkên
sor û zer de kûlîlka
spehîtir tu î. Di nav
jinên zirav û þîrîn û bi bejn û bal de a çelengtir
tu î... Koçera
min rabe û
min bi maça xwe maç
bike. Dilê
min serxweþiya
maça te mestiya
bêhna te dixwaze. Berde,
bila zenda min bibe kemberbestiya
nêvtenga te. Dev
û lêvê te kaniya
ramûsanê ye, bihêle
bila bêriya dilê min, bi ava wê
kaniyê dîn û bêhiþ bikeve! Ho
koçera min..
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org