|
|
Luqman
Yûsif Û Reþ Û Spî
Konê
Reþ
Qamiþlo
20/12/2009
-
-
-
- Cemþîd
Bagokî
 |
- Di van rojên
paþiyê de ev pirtûka bi navê (Reþ Û Spî: Çîrok û
Çîvanok), ya rêzdar Luqman Yûsif derketiye ber destê
xwendevanan. Bi min xweþ e ku ez vê pirtûkê bi xwendevanên
zimanê kurdî bidim naskirin. Pirtûk ji 110 rûpelan pêk
tê, 27 çîrok û çîvanokên gelêrî di nav rûpelên
xwe de kom dike, bi kurdiyeke zelal û þêrîn hatine
hunandin.
-
Ev pirtûk di dawiya sala 2009 an de ji rex NAVENDA
AÞTÎ ya lêkolîn û tiwêjînewe ve hatiye çap û
belav kirin û di wezareta rewþenbîrî de, di bin hejmara
1675 an, sala 2009an de hatiye tomar kirin. Pirtûk bi pêþgotinek
bedew a mamoste Konê Reþ hatiye xemilandin.. Werin, emê
bi hev re wê pêþgotinê bixwînin, ka bê Konê Reþ ci
li dor vê koma çîrokan gotiye:
-
-
Reþ û Spî(çîrok û çîvanok)
-
-
Reþ û Spî: Komek çîrokên gelêriye, ji danhev
û berhevkirina mamoste Luqman Yûsif e.
-
Luqman Yûsif; ev xortê kurdperwer yê ku di ser du
salan re xwe bi van çîrokan re mijûl kiriye, xwe bi wan
re westandiye, ta ku wî ev çend çîrok û çîvanok ji
civata kurdî berhevkirine.
-
Di deryaya van 27 çîrokan de, mirov pêrgî pendên
bi henekî, zîrekî, þarezayî û fen û xapên civatê
dibe. Ango mirov serbûriyê ji wan digire. Bi wateyeke din,
mirov di van çîrokan de rastî xisletên civata kurdî,
rastî raman û fikra kurdî dibe û wiha di nav pêwendî
û danûstandinên civata kurdî re derbas dibe.. Di vê
derheqê de dikarim bibêjim ku, Luqman bi zîrekî çîrokên
xwe ji nav civatê, ji bûyerên rojana di civata kurdî de
danehev û bi hunerî kirasekî nû li wan kiriye, ango wî
zargotin û bûyerên civata kurdî bi hunereke moderin, ji
hundirê civata kurdî vedizîne û bi kurdiyeke zelal nivîsandine
û wiha di rengê komek çîrok de ji xwendevanên gelê xwe
re pêþkêþ dike.
|
-
-
-
-
Di vî warî de ev berhema wî a yekemîn e, em hêviya
berhemin din jê dikin ku ji vê berhemê çaktir û tekûztir be û
wek ku kurdan gotiye: (Goþt bê hestî nîne), Hem jî wek ku mîr
Celadet Bedirxan gotiye:
- (
..Belê xorto! Di dewra xwe de kêm û zêde,
kiçik mezin, civat, kom, civanokan dê bibînî. Di dinyayê de tu tiþt
nîne ko tekûz bit. Di her tiþtî de, nemaze di karên nûdetspêkirî
de, pir car kêmanî hene. Heke te ew kêmayî dîtin, hema dirêjî
wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî
û wan kêmaniyan bi edilînî. Hilweþandina stûnekê hêsaniye,
huner di rastkirina stûna xuwar deye.
- *
* *
-
Xorto ! Holê bixebite, an bi xwe çêke an arîkariya ewan
bike ko çêdikin, ava dikin. Lê heger tu nikarî bi xwe çêkî, ne
jî arîkariya çêkiroxan bikî hingê bi ên çêkirî þa û kêfxweþ
bibe. Ji ber ko ew ji bona te , ji bona miletê te hatine çêkirin.
Nav di wan de bide, wan bi pesinîne.
- Xorto
! Te dît ko bazekî kevroþkek girtiye, mebêje , ma girtina kevroþkê
jî tiþteke. Lê bêje te xezalek girtiye. Ji bona ko baz li xezalê
bigere û bide pey wê.
- Xorto
! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewlebe ko te dil
hebe tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze di kare jî).
- Mîr
Celadet Alî Bedirxan ( Kovara Hawar
ê, H: 18 / 1933, Þam)
-
Sebaretî me kurdan û zimanê kurdî, ez di
vê baweriyê de me ku, em çendî li zimanê xwe xwedî derkevin û
biparêzin em qenciyê bi xwe dikin.. Ango ne pesne, na þabaþiye û
ne melaqiye..bi tenê kurdiye, kurdperweriye û parastina zimanê kurdî
ye..Erê wek ku mîr Celadet Bedirxan li jorê gotiye.
-
Luqman Yûsif ji neviyên xelkê gundê Tilþiirê ye. Ew xelkên
ku di destpêka çerxê 20 an de, li ber destê Seydayê Cegerxwîn
û seydayê Ehmedê Namî fêrî xwendin û nivîsîna zimanê
kurdî bûne. Ango ev gund wek kelehekê bû ji parastina zimanê kurdî
re. Ne seyre ku Luqman jî bide ser þopa wan û xwe di ber zimanê
xwe de bi westîne.
-
Ew di sala 1965 an de, li gundê Tilþiirê çêbûye, di warekî
kurdperwerî de hatiye xwedîkirin û di ode û civatên Tilþiirê de
fêrî gelek çîrok, çîvanok û serpêhatiyên civata kurdî bûye.
Wî xwendina xwe a seretayî li gund a orte û lîse li Qamiþlo bi
dawî aniye, a bilind, di beþê toreyê de (Zimanê Fransî), di
zankoya Helebê de xwendiye. Ji ber hezkirina wî ji ziman, zargotin
û serpêhatiyên civata kurdî re, wî ev çend çîrok ji civata
kurdî dane hev û bi rengekî hunerî ji xwendevanên zimanê kurdî
re hunandine û pêþkêþ dike..
-
Em jî, bi dil û can wî spas dikin, serketinê jêre hevî
dikin û vê pirtûka wî li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikin.
-
- Konê Reþ
- 20/12/2009
-
-
|
|
|