Werin em di govenda Leyla û Mehdî Zana de bi raqisin
Konê Reş
Vê sibê (16/10/2004)wek her car min Înternêt vekir ,ez çûm mêvandariya malpera (Avesta kurd)ya ku her car lê dibim mêvan û dilê min bi babet û nûçeyên wê rehet dibe:Min dît ku di manşêta sereke de wiha hatiye nivîsandin:(Mehdî Zana vegeriya tirkiyê û hat girtin),bi xwendina vê nûçeyê re axîn ji hinavê min hat der,û min ji xwe re got:Pêwîste em di govenda vî lehengî de bi raqisin...
Di eynê malperê de ,berî du rojan ,ev
manşêt hatibû diyar kirin:( Parlementera kurd ya berê Leyla Zana li
Brokselê xelata Sakharov wergirt ),ew xelata ku ji sala 1995 an de ji xanim
Leyla Zana re hatibû terxan kirin,belê ji ber ku di zindanê de bû nikarîbû wê
xelatê werbigire..
Ango di roja 14/10/2004 Leyla Zana xelata
Sakharov di Parlementoya ewropî de wergirt û bi zimanê kurdî daxwaz û hêviyên
xwe anîn ziman ...
Yekemîn care di dîroka kurdan de ku zimanê
kurdî di wiha cihê bilind de tê bi kar anîn.
* * *
Hem bi kêf, hem xemgîn ji mal derketim.Min
berê xwe da centera bajarê Qamişloka kul û xeman,Qamişloka
evînê,Qamişloka Cegerxwîn û Mihemed Şêxo,li ber firoşgeha
dostekî çav bi çend dost û heval ketim, min ji wan re nûçeya girtina Mehdî Zana
ya nû got.Tevan dilbijokiya xwe bi kesên mîna Mehdî Zana û mêraniya wî anîn
ziman û diyar kirin hem jî xweziya xwe pê anîn.
Yekî ji wan got:Ma dinya çiye gerek mirov
wiha bin..Yekî din got:Ga dimire çerim dimîne ,mêr dimire nav dimîne ..Yekî din
got:Yabo willeh mêrin,mêzekin;Ew ji zindanê hate der ,jina wî ket zindanê de,jina
wî jê derket ,va careke din ew lê vedigere...Yekî din li wan vegerand û
got:Madem malbatên wek Bedirxaniyan ,Barzaniyan , Zana ..di nav kurdan de hene
,gelê kurd tu carî namire her wê bimîne zindî...
Em di vê dabaşê de ne,jinek kurd di
ber me re derbas bû,seh kir ku em di dabaşa girtina Mehdî Zana ya nû de
ne,hema wê jinikê destên xwe li hev xistin û got :Pepûk ! Qey Mehdî Zana careke
din hatiye girtin..?!
Min jê pirsî metê ! Ma tu wî nas dikî.. ?
Li min vegerand û got:Kurê min ,ma kes
heye wî nas nake,yê wî nas neke ne kurd e..
* * *
Xalo ! Te got ezê bizîvirim welat ,me got li bextê Tirko ewle nebe,te wek xwe kir ..bela wek te be ,mane kurdan ji mêj ve gotine:(Desthilanîn fereca xêrêye ),hem jî gotine :(Ku xera nebe ava nabe).
Xalo !
Tu nefereke, bi barê miletekî radibe,tu
neferekî ji polayî,gurçikên te ji hesin in,tu qehremanê gelê kurdî,tu lehengê
gelê Kurdî ..Bilive pêş ..Bilive pêş,pêş ji te re ye..
Ku xera nebe ava nabe û desthilanîn fereca
xêrêye ,bilive pêş dilê gelê Kurd bi te re ye,dilê me bi te re ye xalê
Mehdî Zana,dilê me bi te reye.
Qamişlo 16/10/2004