Adarê Dêmê Qamiþlo

 

                                                                Konê Reþ

 

Adarê !

Dêmê Qamiþlo

Di pencereyan re

Xuya dike

Di nav lihevketina pêlan de

Bi ser me de

Dibare

Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de

Þil dibe ,

Bêrîkirin jê di fûre..û

Çepel û megrûdî jî

Hewil didin ku

Canê xwe ji

Netebitîbûnê aram bikin û

Xwe ji þewatê bi parêzin..!

*          *          *

Adarê  !

Di sibehên te de

Dêmê Qamiþlo

Di kolan û sikakan de

Digirî,

Rondik wek xunava buharî

Tene xwarê û

Dengê nalînê di qirika xelkê de

Li hev vedigere..

*          *          *

Adarê !

Wek rêwîkî windayî

Di bin pencere û hêtên Qamiþlo re

Di buhirim

Çîrok û serboriyên

Her malekê di huþê xwe de

Tomar dikim :

Dayikek kezebker

Ji kerba kurê xwe yê girtî

Bi êþa zirav ketiye

Bavekî dilovan

Ji daxa zindankirina kurê xwe

Sewsî bûye

Xuþkek dilevîn

Ji êþa nebedîbûna birayê xwe

Dîn bûye

Malek rêzdar

Ji zora setemê

Þerpeze bûye

Malbatek welatparêz

Ji ber parastina welatîbûna xwe

Ji hev bela wela bûye

Êlek niþtimanperwer

Ji ber berxwedana xwe

Bûye sed perçe

Û

Tev ji sibê ta bi êvarî

Bi dûv nanê zikê xwe de

Dibezin

*          *          *

Erê adarê

Dêmê Qamiþlo

Di sikak û kolanan de

Di girî..

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org