Konê
Reþ
Armanceke meyî din jî heye; diyare ku yekgirtina
elfabeya kurdî rola kevirê qorziyê di yekgirtina zimanê kurdî de dilîze.
Mîr Celadet me hiþyar dike: Herwekî me çend caran gotiye; yekîtiya
miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya ziman de
gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê
miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê
xwe elfebeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî
bi wê elfabê bêne nivîsandin.)) Ev
pirtûk ji sê beþên serekî
pêk tê: 1
– Rexneyên li elfabeya mîr Celadet û bersivên wan: Di vî beþî de
diyar dike ku elfabeya mîr Celadet Bedirxan duriste û li ser bingehekî
zanistî hatiye avakirin û tev rexneyên ku li elfabeya wî hatine kirin û
têne kirin ne li ser bingehekî zabistî avabûne û avadibin.. 2
– Pîvana boþiya tîpan li gor Þanon(1), wek ku di zimanê ingilîzî
de hatiye, wî jî, 20 melyon tîpên Kurdî berhevkirine û di hemû qunaxên
pîvana Þanon re derbas kirine… Di encam de dîtiye ku 50% ji tîpên
kurdî boþ derdikevin. (Bo zanînê; li gor pîvanên Þanon, di zimanê
ingilîzî de jî 50% boþ derketiye..). 3
– Pîvana pêwestiya tîpên Elfabê: Di vî beþî de jî mamoste Derwêþ
diyar dike ku li gor rebazên Þanon, bihevguherîna du (LL) bi (L)ê an du
(RR) bi (R)ê, duriste û têgihiþtina þêwezarê soranî giran nake.
Hem jî diyar dike ku pêwistiya van herdû dengan ango (LL û RR), kêmî
2 ji 10 000 î ye. Encamê vê yekê ku di pirtûkekê de, ji 1000 rûpelî
be incex rûpelek zêde bibe, lê lo gor boþiya deqan, wê dor 500 rûpelî
zêde ye.. Mamoste
Derwêþ Xalib, nimûneyên þêwezarê soranî ji ferhenga Estêre Geþe,
rojnameya Kurdistanî newe û deq ji nivîsên rojhilatî Kurdistanê anîne… Di encam de diyar dike ku elfabeya mîr Celadet
Bedirxan têra þêwezarê kurmanciya bakur û baþûrî Kurdistanê dike. Beguman
bi derketina vê pirtûkê re ronahiyek mezin li dor bikar anîna elfabeya
kurdî latînî û hilgirtina dengê tîpan zelal dibe û ji herdû þêwezarên
kurdî re. Em jî ji can û dil spasiya mamoste Derwêþ dikin,
westandina wî di ber ferheng, rewþenbîrî û zimanê kurdî de piroz
dikin û bi hêviya ku rewþenbîrên kurdan li dor vê pirtûkê bisekinin
û rexneyên xwe bijbêjin û diyar bikin. 28/11/2007 Qamiþlo
1
– Þanon: Claude Elwood Shannon, Zanyarekî Emerîkî bû, sala 1948 ' A
mathematical Theory of Communication, belav kir, ku iro bi navê (Teoriya
Ragehandinê: Information) nase. Shannon di vî warî de pir navdare û
teoriya wî di gelek warên zanistî de bi kar tê…
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org