|
|
Apo
Osman Sebrî
Di
Navbera Min Û Kovan Xankî De
Konê
Reþ
-
Berî demeke kurt birêz Kovan Xankî ji zankoya Duhokê
çend pirs li dor Apo Osman Sebrî ji min re þandin; helbestvaniya wî,
kesayetiya wî û qehremaniya wî.. Min jî, ev bersiv lê vegerandin.
Fermo xwendevanên ziman û toreya Kurdî pirsên wî û bersivên min
bixwînin.
-
- 1-
weke diyar ku Osman Sebrî berhemên kilasîk û nûjen jî hene,
tu bi çi nerrînê rey, helbestvanek kilasîke, yan nûjene? Yan jî
weke Cegerxwîn em bikin pir dinavbera herdukan de?
-
-
Belê wek ku ez û tu serwextin, di jiyana Osman Sebrî de, bi
tenê du berhemên wî yên wêjeyî hatibûn çap kirin: Bahoz û Derdên
Me/1956, vê paþiyê jî Bersiva Hoþeng/1982. Di sala 1979 an de jî,
rehmetî Hemreþ Reþo, helbestên wî di dîwanekê de li Almaniya dane
çap kirin.. Li gor xwendina min ji helbest û gotarên wî re û li gor
ku helbesta kurdî a nûjen bi weþana kovara Hawarê û helbestên Qedrî
Can destpêkiriye, ez Osman Sebrî di pey Qedrî Can re dibînim, ango
berî Cegerxwîn. Ji ber ku Bahoza Osman Sebrî berî Kîme Ez! a
Cegerxwîn çap û belav bûye.
-
Eger Cegerxwîn bi dîwana xwe Kîme Ez/1973, wek helbestvanekî
nûjen hatibe nas kirin, Osman Sebrî berî wî bi gelekî, ji heyamê
Hawarê ve wek helbestvanekî
ku li ser þopa Qedrî Can dikulkulî, hatiye naskirin. Lê di baweriya
min de herdu jî (Cegerxwîn û Osman Sebrî) ji kilasîkan e, û pirek
qewînin di navbera Kevin û nû de. Ji ber ku pirraniya helbestên wan
kilasîkî ne, bi tenê hin caran nûjen hunandine.. Eger Osman Sebrî
di hunandina helbesta nûjen de berdewam kiriba, bêguman wê, ew mîrê
helbesta kurdî a nûjen ba berî Qedrî Can.. Lê mixabin siyasetê ew
di nav pêlên xwe de revand û wiha dûrî wêje û toreyê ket… Dawî
ez dikarim bibêjm ku hersê jî (Qedrî Can, Osman Sebrî û Cegerxwîn),
di warê helbesta nûjen de þagirtên mîr Celadet û Dr. Kamîran
Bedirxan in, ewên ku serwextî nûjeniya toreya Europî bûn û wan þagirtên
xwe bi wê nûjeniyê fêr kirin…
-
- 2-
Cudahiya (ferqa) apo Osman Sebrî bi helbestvanên din re di çi
deye?
-
Di baweriya min de, cudahiya Osman Sebrî wek helbestvan ji
helbestvanên din, di berdewamiya hunandina helbestê de ye. Osman Sebrî
wek Cegerxwîn bi berdewamî ne nivîsand, siyasetê agir bi semyanê wê
yê wêjeyî xist…! Belê Cegerxwîn jî siyasî bû û her wiha Qedrî
Can jî û mamosteyên wan yên bingehîn mîr Celadet û Dr. Kamîran
Bedirxan jî siyasî bûn, lê siyaseta ku Apo Osman dimeþand, ji ya giþan
aktivtir bû, û vê yekê ew di warê wêjeyî de kêm hiþt û her
wiha ev yek cudahiyek Apo ye ji helbestvanên din..
Cudahiya din; mêraniya Osman Sebrî ye. Wê mêraniyê ew di
Felestîn, Urdin û Medegeþqer re derxist.. Hevalên wî yên din man
li Þamê û Cizîrê.. Cudahiyek din; Osman Sebrî divîbû berî
helbestê xwe bigihîne welat(Kurdistanê)…! Ango welat ji Apo re her
tiþt bû.. Ta ku wî navê Welat, li kurê xwe yê pêþîn kir û bang
dikirê: Welato..
-
- 3-
Çima helbesta evîndarî (hezkirinê) li cem apo Osman pir kêm
e?
-
Osman Sebrî mirovekî ciddî bû. Ew di xortaniya xwe de pêrgî
gelek bobelatên seyr û bi xwîn bibû; þoreþa þêx Seid û
bidarvekirina mirovan li Amedê, þoreþa Agirî, kuþtin, sirgûnî û
talaniya þerqê ew his û hestê evîndariyê li nik wî lawaz kiribû..
Mirov dikare bibêje ku kuþtibû.. Vêca bi tenê welat ma bû evîna wî
û wî welat di ser her tiþtî re digirt.. Di baweriya min de ji ber vê
yekê evîndarî li cem kêm bibû.. Welat tev evîndariya wî jê dizî
bû..
-
- 4-
Eger apo ne di sêgoþeya (îraq, surya û turkiye) de ba, wê
kasayetiya wî û helbestvaniya wî çawe ba?
-
Di baweriya min de wê kesayetiya wî a Axakî Kurdan ba, wê wek
axakî kurdan li xwe meze kirba, bi tev irf û adetên axatiyê ve.. Wê
axakî berberçîba.. Lê helbestvaniya wî, li gor cudahiyên ku di
keseyetiya wî de hene, wê piraniya helbestên wî evîndarî bana û
hozpesinandinî bana.. Li gor ez serwextî jiyana wî me.. Apo Osman, li
Þamê di nav endamên komela Xoybûnê de wek axayê eþîra Merdêsan
li xwe meze dikir û xwe kêmî kesî nedidît..
-
- 5-
Helbestên Apo Osman Sebri pir pir bi zimanek sadene (raste u
rast)in, bi nerrîna te eve ji nirxê helbestvaniya wî kêm nake? Û bi
taybet ji aliyê rewanbêjiyê(rehwaniyê) ve?
-
Qet na. Ji ber ku di wî heyamî de wiha dihat xwestin.. Ew heyamê
ku nezanî û cehaletê konê xwe di ser kurdistanê re vegirtibû, ji
deh gundan yekî xwenda peyda nedibû, ewên ku hebûn jî, mela û feqa
bûn. Jixwe kurdewariyê bi wan destpêkiriye, ango dibistana Hawarê,
ku em bavê netewa kurdî þêx Ehmedê Xanî bidin alîkî… Hem jî
bi saya wan zimanê me hat parestin.. careke din dibêjim na li gor wî
heyamî qet nirxê helbestê li cem Apo kêm naket..
-
- 6-
Weke diyar ku helbestvaniya Apo hinekî kilasîke, gelo ew û erûza
erebî (عروض العربي)
di çawe bûne? Peyrewa wê kiriye?
-
Apo Osman di medreseya Riþdiyê de ta pileya pêncan bi zimanê
tirkî xwendiye û di pey re serê wî ketiye þek û pekên kurdewariyê
de û ji bo vê yekê binxetî Suriyê bûye. Ango wî bi zimanê erebî
hiç nizanî bû. Li Þamê, bi saya mîr Celadet Bedirxan û kovara wî
Hawarê dest bi nivîsîna kurdî kiriye.. Di ber re jî fêrî erebî
û xwendina zimanê erebî bûye, lê fêrî erûzên erebî ne bûye..
Belê her ew di ziman û
folklorê kurdî de þareze û milevan bû. Nivîsandinên wî yên pexþaneyî
ji yên tev nivîskarên Hawarê rastir, tekûztir û bedewtir bûn û
wiha jî di helbestên xwe de. Di baweriya min de wî erûzên helbestên
xwe ji stranên kurdî yên folklorî girtiye.. Ev yek jî, ji zîrekiya
Osman Sebrî bû.
-
- 7-
Pîreka Apo karî çend piþtevaniya wî bike, di tev aliyên
jiyanê de, û bitaybet jî dema di zindanê (hebsê) de? Pir peyiv
dinavbera wan de hebûn ku pîreka wî alîkariya wî weke
zilaman dikir, tu hineka dizanî?
-
Bêguman rola pîreka wî hebû, lê ne ew rola ku tu dibêjî..
Diya Hoþeng jina Apo Osman a dudwan bû. Apo di jiyana xwe de du jin anîne,
diya Welato û diya Hoþeng. Diya Hoþeng Çerkezî bû. Jinek bê deng,
bêhin fireh, ser nerim û bê gazin û lome bû. Kar û barê zarokan,
malê û mêvanan hildigirt.. Lê Osman Sebrî ji koka xwe ve fêrî têkoþînê
bibû, jina wî jî qîma xwe bi têkoþîna wî anîbû, qîma xwe bi
feqîrtiya wî anîbû, ev yekane xweþ piþtgirtin bûn ji Osman Sebrî
re û xweþ navtêdan bûn ji berxwedan û têkoþîna wî re.. Di
baweriya min de ku kî jina Osman Sebrî ba, her wê Osman Sebrî ew
Osman Sebrî ma ba, nedihat guhertin.. Belê rola diya Hoþeng gelekî
mezin bû, spas jêre..
-
- 8-
Weke em dizanin te pêre jiyan jî kiriye, gelo kesatiyeke çawe
bû? Tu dikarî çawe pesnê wî bidî?
-
Osman Sebrî mirovekê xwedî gotin bû,
ji gotina xwe danediket, gotina wî jî cihê xwe digirt.. Evîndarê
ziman û Kurdistanê bû… Di sincê xwe de mirovekî bêhin teng û
zirz bû, zû bêhna wî teng dibû, her divîbû gotin a wî be û ew
gotin cihê xwe bigire… Ku bi dest wî keta, wê dîktatorekî kurd
ba, wek ku hevalên wî, yên ku ji destpêkê, pêre di tevgerê de bûn
dibêjin.. Gelekî hez lehengên dîrokî dikir wek Napalyon, Selaheddînê
Eyûbî… û di xwest ku ew jî wek wan be.. Di sala 1977 an de ez çûm
bal Cegerxwîn, min pirsa Apo Osman Sebrî jê kir, li min vegerand û
got: Ka Osmanê berê..! Min bihîstiye ku bûye sofî, diçe mizgeftê
û nimêj dike…! Mixabin ku di dawiya temenê xwe de, êdî nema huþê
wî, wek berê dikiþand û hin caran êrîþî heval û hogirên xwe
dikir.. Belê her ez wî, wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim,
wî wek torevanekî û siyasetvanekî kurd yên pêþeng dinasim.
-
- Konê Reþ
- Qamiþlo
31/01/2009
|
|
|