|
|
Mîr
Celadet Bedirxan Û Armanc Û Awayê Xebata Hawarê
Konê
Reþ
-
-
-
-
-
Bi hatina 26ê nîsana 2010 an, 117 sal di ser zayîna mîr
Celadet Bedirxan re derbas dibe û bi hatina 15 ê
gulana 2010 an re 78 sal di ser derçûna kovara wî (HAWAR)ê
re derbas dibe. Ev kovara ku yekem car e di dîroka kurdan de, bi tîpên
latînî hatiye weþandin û ji hingê ve zimanê kurdî bûye zimanekî
xweser..
-
HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û
rewþenbîriya kurdî a têvel de þoreþeke nû bû û dûrî siyasetê
bû. Hejmara pêþîn (1) ji vê kovara bedew di 15 ê gulana 1932an
de hatiye weþandin, hejmara dawîn (57) di 15 ê tebaxa 1943
an de hatiye weþandin. Her wiha xwediyê wê Mîr Celadet Bedirxan di
rûpelê pêþîn û rêza pêþîn de, armancên Hawarê diyar
kirine.
-
Wek wefadarî ji giyanê wî re, ku 117 sal di ser roja
jidayikbûna wî re derbas dibe û di 15 gulanê de 78 sal di ser derçûna
kovara wî re derbas dibe, vî gotarê wî, ji xwendevan û hezkerên
zimanê Kurdî re dikim diyarî.
-
- Konê Reþ,
Qamiþlo 26/04/2010
-
-
- Armanc
û Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê*
-
-
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya
felat û xweþiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide
naskirin.
- Hawara
me berî her tiþtî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko
ziman þerta heyînê a pêþîn e. Hawar jû (ji îro û) pêve bi
her tiþtê koKurdanî û Kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe
tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji
civatên welatî re hiþtiye, bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî
di warê zanîn, huner û sinehetê de dê bixebitin.
- *
* *
- Awayê
xebatê: karekî ko bikare biçe serî, divêt jê re pironivîsek bêt
çêkirin, me pironivîsa xwe li ser bingehên jêrîn lêkirî ye.
- 1
- Belavkirina Alfabêya Kurdî di nav Kurdan û hînkirina wê.
Senifandina zimanê Kurdî û hin bi hin di komelê de belavkirin û pêþdetir
diþiklê kitêbê de derêxistin.
- 2
- Sehîtiya zarên Kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser
mirovatiya zimanê Kurdî digel zimanên din ên arî. Sehîtî ser
bingehên zimanê Kurdî, ser dîrok û awayê rabûna û pêþveketina
wî.
- 3
- Ber hevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlît laje û stranên
Kurdî û birêve belavkirina wan.
- 4
- Senifandin û belavkirina dîwanên Kurdî. Bi van ve jînenîgariyên
þaîr û mirovên bijarte jî dê bên belav kirin.
- 5
- Sehîtî ser reqs û qeydeyên stranên Kurdî.
- 6
- Sehîtî ser her texlît rêzikên Kurdî û Kurdistanê, yên
zemanê borî û yên îro û senifandina wan û sehîtî ser pîþ û
sinhetên Kurdî.
- 7
- Dîrok û erdnîgarî: Sehîtî ser tevayiya dîrok û erdnîgariya
Kurdistanê û ser dîroka eþîran, berî, paþî û di wextê Mîr
–Þeref de.
- *
* *
-
Awayê nivîsandinê: Di heqê zimanê me de heta niho gelek tiþt
hatine gotin di nav van gotinan de tiþtne rast û nerast jî hene. Ez
ko Kurd û Kurdmanc ziman im û zimanê xwe rind dizanim û min ew bi
heft heþt zimanên din daniye ber hev, kîtkîtên wî hûrhûnadine;
qeydeyên wî ji hev derxistine, dikarim ji biyaniyan bêhtir û
qenctir dehkera wî bidim xuyakirin û zanîn.
-
Zimanê me îro hem freh hem teng e. Freh e: bi her tiþtê
ko Kurd pê mijûl bûne, dest dane ser wan, di wî warî de zimanê
Kurdî hin zimanên din û ji hinan bêtir pêþve çûye, kemiliye,
û ji tu zimanan kemilî bi þûn denemaye. Teng e: Herçî
ku ji Kurdan re nenas mane û Kurd pê mijûlnebûne, di wî warî de
zimanê me rawestiyaye, pêþ veneçûye, di cihê xwe de maye.
-
Lê zimanê ji wan zimanan e ko ber her tiþtê nuh, pirsên nuh dizên
û bi rêve pirsên nuh ji wan çar dibin. Herwekî xelkê Geliyê-Goyan,
berî çardeh salan, gava tiyare dîtin, tavil bi zarê xwe balafir
nav lê kirin; ji lewre ko ji banî, ji bala difire, dîsa Kurdmancine
ko telêfon dîtin ji mesmeha wê re bihîstok gotin. Jiber ko deng pê
têt bihîstin.
Niho em vegerin ser gotina xwe; ser awayê nivîsandina zimanê
xwe. Îro di zimanê me de du texlît kêmanî hene: Windabûna
pirsine Kurdî û ketina pirsine biyanî nav zimên. Em çi bikin ko
zimanê me bikare vegere ser xurtiya xwe û di nav zar û zarawayên
xwe de bikemile û bibe zimanekî tekûz.
-
Di windabûna pirsan de, pirsin hene yekcar winda bûne, hin hene ji
zarekî ketine lê di zarekî din de dijîn û çendek hene di axaftinê
de kêm têne gotin lê di mamik, medhelok, çîrok û stranan de têne
bihîstin, em li pey wan in, hin bi hin em wan diêxin dest û disenifînin
û gora mehcetê jî ji nuh ve ser awayê hevdûdanîna pirsên Kurdî
pirsine nuh çêdikin, ji bona pêþveçûna zimên, divêt em bendên
xwe bi tevayiya van pirsan binivîsînin û li paþiya her hijmarê
ferhengokekê danîn û tê de mana pirsên ko di zaran de kêm bûne
û yên ko ji nuh ve hatine hevdûdanîn ji xwendevanên xwe re bidin
zanîn.
Ji xwendevanê xwe hêvî dikim ferhengoka me qenc bixwînin û
di heqê pirsekê de ko fikreke wan hebe ji me re binivîsînin; heke
ciyoka pirsekê bizanin, ewa ha jî tev mana û ferqên wê digel
ciyoka xwe ji me re bidin zanîn.
- Weko:
rêkirin, þandin, hinartin, ciyokên hev in, lê di mana rêkirinê
de ji mana þandin û hinartinê ferqek heye. Rêkirin,
herhal, bi rê êxistin û þandin e. Dîsan,
xeberdan, axaftin, peyîvîn ciyokên hev in gelo di neqeba wan de çi
ferq hene?
-
Hawar zarokeke nûza ye. Zarowa me ye; zarowa Kurdan e. wek her zaro
bi xweyîtiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijî. Her kes
her Kurd dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko ez mirovekî
reben û nekêrhatî me. Ji min diayê pêve tiþtek nayê. Belê,
tukes vê xeberê mebêje, herkes bi tiþtekî, bi awakî dikare bê
hawara Hawarê. Tinê di be ko awayê Hawarê nizane, jêre çend awa
hene:
1 - Kiriyarê Hawarê bûyîn û jê re kiriyaran peyda kirin.
- 2
- Navên mirovên xwendewar lê ne maldar, ko nikarin kiriyar bibin,
û navên medresan ji me re dan zanîn. Da ko Hawar herwe bête þandin.
3 - Paþ xwendina Hawarê ji heval û nasên xwe re danxwendin û ji
mirovên nexwenda re bi xwe xwendin û ew ser têdexistiyên komelê
serwext kirin.
- 4
- Ji Hawarê re her texlît þihr û bendan nivîsandin.
- 5
- Çîrok, medhlok û mamikan berhevkirin û ji Hawarê re þandin.
- 6
- Di heqê welat, eþîr, bajar û gundên xwe de tiþtine kevin û
nuh ji Hawarê re rêkirin.
- 7
- Her texlît bergehên Kurdistanê peyda kirin û digel wesfên wan
ji me re hinartin.
-
Ji gotinên jorîn qenc dixuye ko ji Hawarê re arîkirin gelek hêsanî
ye. Kesê ko dil bike dê bikare jî.
- *
* *
-
Di destpêkê de komela me di panzdeh rojan de carekê dê derkeve. Piþtî
çend hejmaran komela me dê bibe heftekî û li serê her heftiyê dê
belav bibe.
-
- *
Mîr
Celadet Alî Bedirxan: (Hawar,
hejmara pêþîn, rûpelê pêþîn,15 ê gulana 1932)
-
|
|
|