Asahiye berseva "Helbesta Normale"

ya mamoste Konê Reþ

 

Dilbirîn Goran

Zaxo/Kurdistan

Asaheye þeþ hezar sal ji bo jiyanê

li berxwedanê û serhildanê bihne kirin

agiri Zeredeþt li ser çiyayen Zagros û Ararat

bê vemrandin

wargihê Mad û Gûþ

wargehê Lor û Gor

wargehê Kêqubad û Kêxusro

wargehê Zîlan û Heyderan

Kîkan û Milan

Sûran û Botan

bê parçekirin..

Li ser gelên

turk û ereb û ecem

bê dabeþkirin..

Bi kevêr û kûçên

çiyayen Kurdistanê

zindan û girtî xane

bo keç û xûrtên

kurda bên avakirin..

 

Asahiye belê asahiye

þêx û pîr û salar û serdarên

kurdan bêne sêdarkirin

þêx Seîdê Pîran

paþaye Rewandûzê

þêx Abdelselamê Barzanî

Qazî Mehemed bêne xeniqandin..

Belê asaheye, asaheye

kurdin Þikak bo devera

Xurasan bêne bi dûrkirin

kurdên kurdistanê

bi turkên çeyê bên navkirin

zimanê dayik û nasnama

kurdî bêne qedexekirin..

Asaheye, belê asaheye

Ger ji nûv de

tovê jiyanê li vî warî

bêne çandên

ala komara þehîd

li baþûrê Kurdistan

bên hildan û bilindkirin

sirodê Ey Reqîb

li xwendingehên

kurdistanê bi dengekî

bilind bê xwendên..

Rojnama kurdistn li

kurdistanê bê çapkirin..

 

Asahiye belê asahiye

þerê nav malên kurda

bê Kerin

hêser ji cavê dayeka

bê rijandin

keç û bûk bêne reþpûþkirin

bira bi destê bira

bêne kûþtin

yek ji wan biraye min..

 

Asahiye belê asahiye

serûkê kurdan li Koçka sipî

bi cilê kurdî

bê pêþwazî kirin

li perlemana uropa

bê dawet kirin..

 

Belê asaheye, asaheye

ku her tiþt bê kirin

asaheye xewn bibin rastî

rastî bêne çemandin..

 

Belê asaheye ku

hinek bêne xelat kirin

henek bêne reswakirin..

Qey qedera me ye..

em bibin gogê lîstokê

çep û rast li me bixin..

 

Asaheye bi xebatên

mêrxas û xwîna egîdan

kaxên qeyserî bêne avakirin

dergehên rêzdaran

li birayên þehîdan nehêne vekirin

hêvî û ûmîdên car û belengaza

di qefesên sîngên wan de

bêne zîndan kirin..

 

Belê asaheye, asaheye

þewreþên Bedirxan û Barzan

bi xiyanetkar bê hejmar tin

melayê Xetî û Bekoyê ewan

bibin þewreþvan

Edrîsê Bedlîsî û Ehmedê Xanê

û Hacî Qadir bibin nezan..

Gurgindi  pîstên merîde jî

bibin alim û li Îstinbol û

Þerm alþêx bêne dawet kirin..

 

Asaheye belê asaheye

golik û gavan bibên zana

hozanvan nehêne naskirin

dilê perr ah û keder

nehêne tîmarkirin

þerîf û saedûlê hûtirbibin rêzdar

rêz liwan bêne girtin..

 

Asaheye, asaheye

ger rojek (Dilbirînê Goran )

bê wendakirin û bin axkirin

hêvî û ûmîda jiyanê

di dilda bê veþartin

asaheye belê asaheye

susên û alaal û beybun û nêrgiz

bêne qetandin û çilmisandin

evîna Mem û Zîn

Ferhad û Þêrîn

bê jibîrkirin..

 

Belê asaheye, kekê Konê Reþ asaheye

ku asahey di zikê asaheye bê givaþtin

belê asaheye.

 

 

Zaxo

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org