Ava
zelal girik nabe !
Hin bîr nabin ku
Ava kaniyê girik nabe û
Hêjî bi lewlewî dibêjin;
Pesin û þabaþîyê ji
Beg û axan re didî..? !
Tevî ku ez
Ne berpirsiyar,serbaz û
Þêwerdarê kesekî me...
Di nasnameya min de
Doda hatiye nivîsandin
Ji Osmanê Evdo*,Hecî Kevir û
Evdê Gedo**
Fêrî deyax û berxwedanê bûme ...
Ne akadîmî û
Profîsor im
Bi tenê ez
Kurdekî bi rûmet im,
Evîndarê zimanê
Dê û bavê xwe me,
Guhertinên demê
Li ber çavên min
Xweþ belû û diyar in û
Rastiyeke ,
Nikarim çavên xwe ji
Vê rastiyê bigirim û
Protesto bikim ...
Raste (Nû hatin kevin xelatin)
Lê mixabin!
Çîneke ji axayên sexte
Di nav me de þînhatine ...
*
* *
Ez guleyekim ji
Tuxmê azadîxwazan,
Ji
tuxmê rûmetperweran...
Niþtimanperwerekî
Dilsoz û wefadr im .
Bapîrên min;
Serê Abdulrehmanê Garisî
Jênekirine ..
Di gel Osman paþa
Dora keleha (Eroxê) ne girtine..
Di dîwanxaneyên biyanîyan de
Ne stirane û reqisîne,
Di þeran de
Ne hatine tewandin û reviyane û
Rojekê di mala xwe de
Bi aramî ne razane ...
Li vê sosretmayê !!
Ma ez þabaþiyê ji
Axa û Began re dikim ?!
Spas ji Yezdan re
Ku ez Kurdperwerekî
Bi rûmet im ,
Di deverên teng de
Min kiriye ne firotiye.
*
* *
Bê gotin, pozbilindiya malbatê
Ez gelekî êþandime ;
Rojekê nebûne
Hevalê neheqîyê ,
Ji welatiyên xwe
Dûr neketine û
Ne bûne destik
Di destê neyarên
Welat û welatiyên xwe de
Û weha ez Kurdekî bi rûmet
(Doda ) çêbûm û
Lê mezinbûm ...
* * *
Erê ez bi vê çîna
Axayên nû re
Nadim û nastînim û
Xweþ hayê min ji guhertinên
Dinyê heye ,
Xweþ zanim bi
Zimanê Kurdî
Bixwînim û
binivîsînim û
Hin caran êþ û janên gelê xwe
Bi serê pênûsê dertînim ...
Erê .. ez ne zilamê kesekî me ,
Ne maldar û dewlemend im ,
Belê bi kesayetiya xwe
Mirovekî zengîn û
Pozbilind im ...
*-Osmanê Evdo:Bavê Helbestvan Konê Reþ e
**-Evdê Gedo û Hecî Kevir du hempayên gundê Doda bûn, hersiyan berberîya
hev dikirin.
Konê Reþ
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org