Azarek, Gurzek Nêrgiz û Wefadariyek

(Ji giyanê Saad Hesen Dellî re)

 

Konê Reþ

 

Azara kurdan !  Azara Newrozê  !

Azara Barzanî ! Azara Helebçe !

Azara Qamiþlo ! Azara Mihemed Þêxo !

Azara Seydayê Tîtêj ! Azara rengîn !

Û emê bêjin; Azarê, azarê azarê..!

Te (Saadê Dellî) jî kir mêvanê xwe,

Te ew jî kir nav refê niþtimanperwerên Kurdan û

Te bi firehî dergehê xwe jêre vekir ..

Spas, spas spas ji te re ...

Emê jî bêjin, bijî azarê,

Bijî bîst û yekê azarê,

 Bela þev û roj bêne qirarê.

Ji ezel ve, dinya wilo hatiye û

Wê wilo derbas be..

6ê azara 2006 an,

Ango ji berî saleke bi kul, êþ û xeman,

Azarê zavayê min (Saad) diziye,

Di dûrbûn, sirgûnî û zîvariyan de,

Can ji bedena wî vediziye,

Dilê dê, bav, jin û tev mirovên wî,

Kizirandiye..

*          *          *

Eger þehîd hebin

Bêguman Saadê bê siûd

(Bavê Sumeya)

Þehîde, þehîde þehîde.

Þehîdê dûrbûn û cefaya welate

Þehîdê bêrîkirina xaka Hecî Nasrê ye

Þehîdê bajarê Qamiþlo ye

Þehîdê wefadariya dost, heval û xizma ye..

Erê hejano..!

Azarek çû yek hat

Hêjî wêneyê Saad, þop û þûna wî,

Li ber çavê me û çavên dost û hevalên wî

Xwe nade alî..

Awazên dengê wî

Di qula guhê me û wan de

Bi zingezinge..

Erê eve karê dinyê

Wilo hatiye û wê wilo here.

Buhiþta rengîn mala wî be.

 

Konê Reþ

Qamiþlo 03/03/2007

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org