Bajarê min    (Ji bo zarokên Binxetê, di cejna cîhanî ya zarokan de )

 

                                                       
Konê Reþ

 

 

Bajarê min xweþkoke

Wek kulîlk û bîhoke

Navê wî Qamiþloke

 

Paytexta Binxetoke

Kesk û sor û zeroke

Bajarkî xetxetoke

 

Bajarê min bi roke

Dibêjnê Qamiþloke

Zere wek þimamoke

 
Bajare, ciwanoke

Bajarkî evînoke

Þêrîne wek guloke

 

Bajarê min þînoke

Bi ceh, genim û noke

Hem bi çem û dîroke

 

Çemê wî çiqçiqoke

Bakur, çiya Bagoke

Navê wî Qamiþloke

 

Bajarê min xweþkoke

Bi hilm û bîn û roke

Navê wî Qamiþloke

 

Konê Reþ

Qamiþlo   

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org