|
Bandora
Sirgûnê Konê Reþ Gelo qedera 30-40 melyon Kurd e, ku ta roja îro bê dewlet maye ? An qedera wî ye, ku çapemenîya wî di sirgûnê de avisbûye û di sirgûnê de zaye ? Wek ku diyare, destpêka rojnamegeriya Kurdî bi rojnameya ( Kurdistan: 1898 ) destpê dike.
Ev rojname jî, li Stenbolê, di sirgûnîyê de, avis bûye û di
sirgûnîyê de li Misrê bajarê Qahîre zaye.
Wiha jî, çapxane Kurdî. Ewa ku rehmetî Hisîn Hiznî Mukeryanî
di sala 1915 an de ji Almanya anî û li bajarê Helebê danî û pê kovar
çapkirin. Ew jî di sirgûnê hat dîtin.
Doza çapemeniya Kurdî, ( kovar, rojname, pirtûk û radyo... ) hiþyarkirin
û belavkirina zanînê ye di nav gelê Kurd de. Hem jî rizgarkirina ziman,
kurdþ û rizgarkirina gelê Kurd de..
Roja îro, ji bo vê armancê;hiþyarkirin, zanîn û azadiya gelê
Kurd, bi dehan kovar û rojnameyên Kurdan li dervî sînorê Kurdistanê,
di sirgûniyê de têne weþandin.
Gava em li dîroka Kurdan ya kevin û nû mêze bikin emê bibînin
ku, ew kesên ku doza mafê gelê Kurd kirine û dikin,
ji neçarî dûrî welatê xwe ketine, di welatê biyanîyan de
jiyane û di wê biyanîyê de kar û xebat kirine. Rojname, kovar û pirtûk
weþandine, ji ber ku di welat de ew delîve nedîtine ku bi zimanê dê û
bavê xwe kovar û rojnameyan biweþînin; gava ku em baþûrî Kurdistanê
ji vê mijara xwe bidin alîkî. Ji
ber ku dewletên welat dagir kirine tu carî ew delîve nedane Kurdan ku
Kurd bi rengekî berfireh û azad çapemeniya xwe biweþînin.
Ji ber vê yekê jî çapemeniya Kurdî di welat de maye paþketî û
ya heyî jî di sirgûnê de piþkivîye û mezin bûye.
Di vir de ez dixwazim navê çend kovarên ku di sirgûnê de
derketine û derdikevin ji û xwendevanan re raxînim: -
Kurdistan a mak / Qahîre. - Rojî
Kurd, Jîn / Stenbol. - Hawar,
Ronahî / Þam. - Stêr,
Roja Nû / Beyrût. Ji sala
1991 ê û bi vir de, careke din Stenbol bûye wek sala 1908 an û heyamê
meþrûtiyetê ji çapkirina kovar, rojname û pirtûkên kurdî re. Ji wan
weþanan: - Welat,
Welatê Me, Azadiya Welat, Dengê Azadî, Ronahî, Medya Guneþî, Newroz,
Deng, Rewþen, Zend, Nûbihar... Belê,
li Ewropa jî bi taybetî piþtî derbeya 1980 ê, çapemeniya Kurdî li wê
hêlê gelekî geþbûye, ji wê
çapemeniyê: -
Kurdistan Press, Armanc, Hêlîn, Wan, Berbang, Nûdem, Çira, Dugir, Roja nû,
li Swêdê. - Hêvî
û Kurmancî, li Fransa. - Axîna
Welat, li Rûsya. - Riya
Taze, li Ermenistanê. - Havîbûn,
Hîwa û Avesta Kurd, li Almanya. - Ala,
li Holenda û hwd. Her weha
gelek kovar û rojnameyên Kurdî yên din li seranserî ewrûpa û Amerîka
derdikevin.
Mirov dikare bibêje, ku ji 80-90 % ji çapemeniya Kurd li dervî
welat derdikeve, gava em baþûrî Kurdistanê jê derînin, ew jî bi saya
ronakbr, rewþenbîr û siyasetmedarên Kurd e; ewên ku ji neçarî
derketine – wek ku me li jor jî nîþan kir – û di welatê biyanîyan
de bi cî û war bûne, lê tu carî pêwendiyên wan ji welat û welatiyên
wan nehatiye birîn; û wan lehengan di mercên çetîn û dijwar de çapemeniya
xwe gihandiye hundirê welat, xelkên welat jî xwendiye û dixwîne, hem jî
peþdarî tê de kiriye ji rojnameya ( Kurdistan ) a dayik bigre û ta roja
îro.
Lê li ser rola wê çapemeniyê, di hiþyarbûna gelê Kurd de mirov
dikare van xalan raxîne: 1- Bi
saya rojnameya ( Kurdistan: 1898 ) ê, zimanê Kurdî bû zimanê xwendin û
nivîsandinê, tevî ku Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran helbestên xwe bi
zimanê Kurdî danîbûn, lê ta wê hingê zimanê Kurdî nebibû zimanê
nivîsandinê. 2- Bi
saya kovara ( Hawar: 1932 )ê, alfabêya Kurdî ya latînî ji zimanê Kurdî
re hat berhevkirin, roja îro piraniya Kurdan pê dinîvîsin. 3- Bi
saya kovara ( Roja Kurd: 1913 ) ê, pexþana Kurdî serê xwe hilda û yekemîn
çîroka Kurdî di vê kovarê de hat weþadin, ew jî bi pênûsa rehmetî
Fûat Temo bû. 4- Çapemeniya
sirgûnê wek çirayeke geþ bû, Kurdan xwe li dor danhev û bi rêka wê,
gelê Kurd ji gelek nexweþî û nezanîyan rizgarbûn. 5- Çapemeniya
sirgûnê, beþekî mezin ji zargotin û dîroka Kurdan parast, ku ew çapemenî
nebûya, dibe ku gelek bûyerên dîrokî û zargotina gelêrî winda bûba
û þaþ bihata nivîsandin.
Bi wateyeke din çapemeniya Kurdî gelek belge û dukoment ji wendabûnê
parastin. 6- Bi
saya çapemeniya Kurdî û kesên ku xwe di ber de westandin. dengê gelê
Kurd û bindestiya gelê Kurd di Ewrûpa û Emerîka de belav bû. 7- Çapemeniya
sirgûnê gaziyek bû ji gelê Kurd re, ku çavê xwe li cîhana zanyarî
veke, li dûv zanînên nû di cîhanê de bilive û serwext be.
Nexasim ji aliyê teknolojî ve û dawî ku gelê Kurd jî tevî
karwanê gelan bibe, di þaristanîya mirovahîyê de. 8- Bi
saya çapemeniya sirgûnê gelê
Kurd di welatê xwe, de li berxwe da û ji desthilanîn neket.
Tevî ku dagirkeran divîbûn Kurdan asîmîlesyon bikin û wan di
nav xwe de bi hilînin û nema bikin.. Her û her wê çapemeniyê hewil
dida ku gelê Kurd dostaniyê bi gelên cîran re bike, nemaze yên bindest
û azadîxwaz. 9- Çapemeniya
sirgûnê dijî rêjîmên paþverû sekinî, çi Ereb, çi Faris û çi
Tirk. Û doza biratiyê bi gelên van netewan re kir dijî desthilatderên
stemka û rêjîmên xwînmij û kedxwar. 10- Çapemeniya
sirgûnê roleke giring dilîze di aþkerkirina zilm û zor û hovîtiya ku
li ser gelê Kurd tête meþandin...
Di dawiya vê kurtegotarê de dixwazim bibêjim ku kovar û rojnameyên
Kurdî yên sirgûnê roleke mezin lîstine di hiþyarkirina hestên netewî
de, ne tenê li dervî welat, belê di hundirê welat de jî, ji ber ku
rojnamevan û nivîskarê Kurd ta bi siyasetmedarê Kurd nikarîbû û
nikarin xwe ji welat bi dûr bixin.
Tevî ku li dervî welat dijîn jî, lê huþ û ramanên wan bi ser
welat û welatiyên wan ve ye, ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku ew
ji welatê xwe nehatine cudakirin û ji ber ku nehatine cudakirin, tev nivîsandin
û afirandinên wan li ser welat û welatiyên wan in.
Ma wê çilo rola wan di hiþyarkirina gelê wan de ne berz û mezin
be û karê wan ne cihê pesin û sipasîyê be ?
Sed silav li giyanê wan rojnamevanên Kurd be, ewên ku ji sifir
destpêkirin û bingehê rojnamevaniya Kurdî ji me re danîn ku îro bi
saya wê xebat û bizava wan em jî wek gelê cîhanê xwedî çapemenîn e.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org