|
Barzanî
semyanekî semboliye ji gelê kurd re Konê
Reþ
Nizanim bi vê helkeftinê çi derbarî bîranîna 28 saliya koçkirina
Barzaniyê nemir de bibêjim..?! Çiko ew mezintire ji pesnê min..
Tiþtê ku ez zanim û bîr û baweriya min
pê tê evin: Barzanî semyanekî semboliye ji netew û niþtimaniya kurdî
re, ji ramanên kurdî yên pêþverû.. Ta radeyekê ku hêjî pêdiviya me
bi kesên mîna wî heye... û her û her wê hebe û wênavê wî
bimîne wek semyan ji niþtimanperwerên kurdan re..
Li ser rêbaz û pêvajoya wî a piroz û
bi ronahî, wê gelê kurd karibin ji xwe re hêviyên bilind û berfireh
ava bikin..
Ew rêbaza û pêvajoya ku ji kurdan re bûye
jêderek bingehîn.Tevî ez ne di wê baweriyê de me ku, rojên derbasbûyî,
rojên îroyîn û pêþerojê li terazûya xwe xînin, lê sûdeya ku di rêbaz
û serbureya Barzaniyê nemir de heye, gelekî giring û pêwîste ji kurdan
re .. Û her wiha ez nebawerim ku mirovên kurd wê karibin pêþkevin,
biserkevin û tiþtekî nû ji xwe re pêkbînin bêyî rêbaza wî...
Ma wê çi bihayê nirixandina zinarekî
hebe ji çiyakî bilind wek Barzanî re..?! Barzanî,
çiyak bû ji çiyayên Kurdistanê, çiyakî bi dar û ber bû, bi çem û
cobar bû, bi gelî û newal bû, çiyakî poz bilind û bi heybet û saw bû..
Rojekê ji rojan, ev çiya ji cihê xwe
nehat hejandin, ne pêþberî bahozên dijwar û ne bablîsokên gur û
tund... Wek
me got Barzanî Çiyak bû û çiya namirin, Barzanî jî namire, her wê di
huþ û ramanên kurdan de bimîne zindî..
Vê paþiyê ji ber mezinbûn û giringiya
navê wî, di nav gelê kurd û cîhanê de, dewletek wek Amerîka ku ji
mezitirîn dewletên cîhanê ye, navendek di zankoya Waþinton de
damezirandiye bi navê (Melle Mustefa Barzanî), bi merema ku Barzanî
yek ji wan kesaye, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine, ew
jî mîna Nelson Mandêla, Þaril Dîgol û Corc Waþinton e...
Belê Barzanî mezintire ku ez þabaþ û
pesnê wî bidim û wî binerixînim..Barzanî çiyak bû, navê wî wek navê
çiyakî di nav gelê kurdistanê de hatiye belavkirin bi bilindbûn, heybet
û asêbûna xwe ve..
Çendî çerx û dewran di ser vî çiyayî re derbasbin, kes nikare
vî çiyayî ji cihê wî bilivîne..
Erê Barzanî semyanekî sembolî ye ji tevî
gelê kurdistanê re. Di vê bîranînê de, ez xwe temene û xûz dikim ji
navê wî re û navê tev þehîdên kurdistanê re. Konê
Reþ / Qamiþlo
01/03/2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org