|
Bedirxanî
û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan Xwediyên Banga Netewî Kurdî A 3'mîn in
Konê Reþ
Di
baweriya min de, eger Bedirxanî û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan bi taybetî,
ne xwediyên Banga Netewî Kurdî a 2'mîn bin, lê
her
ew xwediyên banga netewî Kurdî a 3'mîn in… Rast e helbestvanê Kurd
Ehmedê Xanî bavê banga netewî kurdî a yekemîn e û wek ku hatiye
naskirin Hacî Qadirê Koyî yê duwemîn e, lê her Bedirxanî xwediyên wê
qenciyê ne, çiko Hacî Qadirê Koyî di bin bandora Bedirxaniyan de, li
Stenbolê fêr û serwextî kurdewariya netewî bûye… *
*
* Mîr
Miqdad Medhet Bedirxan kurê Mîrê Cizîra Botan, mîr Bedirxan e. Mîr
Bedirxan(1802-1868), yê ku di
sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrniþiyek ava kir, pere bi navê xwe
deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de kurd li dor xwe civandin
û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in…
Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet
Bedirxan e… Di
sala 1847 an de, Mîr Bedirxan û malbata
xwe sirgûnî Stenbolê bûye, di pey re girava
Kirîtê.. Li Stenbolê, Mîr Bedirxan tev
zarok û neviyên xwe li dor xwe komkirine û ji wan re gotiye: (..Ez
di tirsim ku hûn di nav tirkan de zimanê xwe jibîr bikin, û ku we ziman
jibîrkir, hûnê welatê Botan û Kurdistanê jibîr bikin. Tiþtê ku min
ji we divê; hûn di malên xwe de, bi zarok û zêçên xwe re, bi zimanê
bav û kalan bi axifin, yê wa neke, ne kurê mine..) Di
çend salên dawî de, ji sirgûn û zivariya ku Mîr Bedirxan
di girava Kirîtê de derbaskir, gelek caran ji Sultan dixwest ku
destûra wî bide bi vegere Cizîra Botan, warê bav û kalên wî, lê
sultan ew rê nedayê.. Vêca, dawî, ji sultan xwest ku rêka çûna Þamê bidêyê, da ku her çend
salên xwe yên dawîn li Þama þerîf biborîne . Þam
jî, ji Kurdan re wek cihekî pîroz lê tê mêzeandin, hem ji rex
musilmantiya wê ve, hem jî ji rex xweþiya wê ve û wek ku di nav Kurdan
de belave: (Þama þerîf erda muqedes...) û ji mêj ve dibêjin: (Þam
þekire welat jê þêrîntire). Mîr
Bedirxan, bi dûv bajarê Cizîrê, Þam ji xwe re hilbijart û wek ku
xwest, sultan rê dayê û mîr Bedirxan
ji girava Kirît, bajarê bi navê
(Qendiyê) hat Þamê. Hingê
gelek ji zarokên wî li Stanbolê û Þamê dijiyan û hin ji wan karbidestên
mezin bûn, kurê wî Bedrî Baþa wê hingê waliyê Horanê bû. Lê kurê
wî Miqdad Medhet li Stenboê xwendina xwe dikir.. Wiha
Mîrê Mîran her çend salên xwe yên dawîn li Þamê derbaskirin, ta ku
dirojekê de, ji sala 1868 an de çû ber dilovaniya Xwedê, hingî zarokîn
wî ew di rex gora þêx Xalidê Neqþebendî de verþartin, li taxa kurdan
ya ku dikeve quntara Çiyayê Qasyîyûn de, raserî Þamê. Lê
sebaretî Mir Miqdad Medhet Bedirxan, xwediyê rojnameya kurdî a dayik
KURDISTAN, ta niha ne sala zayîna wî û ne sala wefata wî diyar in.. Di
sala 1889 an de digel birayê xwe Emîn Alî, bavê Mîr Celadet û Dr. Kamîran,
kar û barê xwe û serhildanekê kirin li herêma Tirabzûnê, lê mixabin
bi wan re neçûye serî... Di baweriya min de, weþana rojnameya Kurdistan û
banga wî di hejmara pêþîn de, 3'mîn banga netewî kurdî ye, piþtî
banga bavê netewa Kurdî þêx Ehmedê Xanî:(1651-1707), yê ku
bang Kurdan kiriye û gotiye: Ez
mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de Aya
bi çi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm? Ger
dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek Rûm
û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî Tekmîl
dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet Temyîz
dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat.. û
helbestvanê kurd yê netewî Hacî Qadirê koyî:(1815-1897) yê ku
di 1815an de, li Kurdistana Îraqê, bajarê Koyê çêbûye. Li gelek bajarên
Kurdistanê, bi dûv xwendinê de gerya ye, xwendiye û melatî kiriye. Piþtî
salên 1850î ji Kurdistanê derketiye û çûye Stenbolê. Li Stenbolê pêwendiyên
wî bi kurdan re çêbûye. Bi taybetî bi malbata Mîr Bedirxan re. Mîr
Bedirxan jî, ew wek mamoste ji bo zarokên xwe girtiye. Wiha Hacî Qadir bûye
mamostê zarokên Mîr Bedirxan, û her wiha ew nêzîkî pirsa kurdî bûye.
Di baweriya min de Hacî Qadir li
mala Mîr Bedirxan bêtir serwextî pirsa kurdî bûye û ji wan fêrî
Kurdewariyê bûye.. Nexasim dema ku ew yekemîn car Mem û Zîn a Ehmedê
Xanî li mala Mîr Emîn Alî Bedirxan dibîne, dixwîne, û felsefeya Ehmedê
Xanî nas dike. Û wiha di bin bandora Zarokên mîr Bedirxan û felsefeya
Ehmedê Xanî de helbestên xwe yên netewî dihune. Werm em bi hev re nivîsa
ku mîr Miqdad Bedirxan li dor Hacî Qadir nivîsandiye û di rojnameya xwe
Kurdistan, hejmara 2 an de belav kiriye bixwînin: (Alimek ji Sora hebî
sala dî wefat kir, rehmeta Xwedê lê be, Xwedê gunehên wî bixefirîne.
Navê wî Hacî ebdulqadir bî, ev mirov saxiya xwe de gelekî xebitî
derheqa elimandina ilim û me'rîfetê re, gelek bêt û eþ'arên kurmancî
dinivîsî, rêdikir welatê xwe sora, ezmanê wî ezmanê sora ye, lewma
kurd hemi vî ezmanî nizanin. Piþta kitêba Mem û Zînê de bi xetdest
xwe hin bêt nivîsî ne, teberiken min ew bebyat li vê cerîdeyê de, pêde
binivisin, wekî bi diqet bê xwendin, me'na wan xweþ têt fehim kirin: Zemane
risim caranî nemawe, çirax nazim û miþî kijawe Le
dor ême roman û cerîde, eger çi meqsede zanîn bawe Eman
qedrî bizane em kitêbe, le dunya estekî ey hemtayî nemawe Le
mecm'î duwel; Soran û Botan, le saye em kitêbe nasirawe Mir
Miqdad Medhet Bedirxan, Kurdistan/hejmara(3), sala 1898,
Qahîre, Misir Hem
jî di helbestek xwe de aresteyî Kurdan wiha dibêje: Ta
rêk nekewin qebîlî ekrad Her
wa dibine xerabe abad! Enwa'î
mîlel le gewre ta çûk Xemilîwe
memalîkî wekû bûk Yek
berg in û yek zuban û yek reng Bê
xeybet û xeyb û 'ar û bê deng. Hacî
Qadirê Koyî di 1897an de li Stenbolê miriye. Gora wî di Goristana
gornistana Reqece-Ehmed de veþartî ye. Mir
Miqdat Medhat Bedirxan û rojnameya Kurdistan1898 Di
dawiya sala 1897an de Mir Miqdat Medhat Bedirxan ji ber nexweþiyê
çûye Qahîre û li wir rojnameyek bi nave KURDISTAN ji bo pêþketina
Kurdan weþandiye, hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û
hejmara dawîn (31) di 14 ê nîsana 1902an de. Bi
tenê wî her (5) hejarên pêþîn derxistine, û naveroka her 5 hejmaran
bi nivîsên wî dihatine xemilandin, di peyre birayê wî mîr Abdurehman
Berdirxan weþana rojnameya KURDISTAN berdewam kiriye, ta ku hejmarên wê bûne
31. Ango rojnameya Kurdistan (1898) Rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weþandina
wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet
Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman
Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad, cihê weþandina wan ji 6-19 an li Cinêvê
çap bûne; ji 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li
Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn
li Cinêvê çap bûne. Tev hejmar hatine dîtin
ji bil hejmara 19 an, hêj ev hejmar nebedîye.
Mir
Miqdad ji her hejmare 2000 nesxe, di rêka Þamê re diþandin Kurdistanê,
bo Þex, Mella û xwendevanan.. Mixabin
ku di sala 1906'an de piþtî kuþtina Ridvan Paþa, Mir Miqdad Medhet
Bedirxan sirgûnê Mekkê bûye, û êdî ti pêzanîn li dor nînin.. Li
xwarê çend deqên ku min ji gotarên yên ku di her çar hejmarên pêþîn
de belav bûne, bijartine, yek li dor nesaxiya wî û çûna wî a Misrê
ye, yên din, çend firdikin ji bangên wî yên netewî ji gelê Kurd re: (Heyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir
xweyî hiþ û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurtin
û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin, dinyayê de çi dibe, cîranê
wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya
ha nivîsî, bi îzna Xwedê te'ala paþ niho her pazdeh rojade carekê, ezê
cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min
kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me'arîfeta
bikim, li kûderê mirov die'lime, li kûderê medrese û mektebên qenc
hene, ezê nîþa kurda bikim. Li kûderê çi þer dibe, dewletên mezin çi
dikin, çawa þer dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya hekat bikim. Heta
niho kesî cerîdekî holê ne nivîsiye, ev cerîdeya mina ha ya ewilî ye,
loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min
re binivîsin. Hemi tiþt wekî nû çêdibin kêmin, paþê hinekî diçe,
dikeve rê de..). Rojnameya
Kurdistan/ 1898, hejmara(1),rûpelê(1)
Qahîre. (Berî
þeþ heywa ez nesax bîm, loma vê zivistanê ez hatim Misrê. Misir biye
bajarek hewqas mezin û xweþ, heta mirov nebîne mirov nikare bo wesfa wê
bizanibe. Ez hêdî hêdî ketim nîv Misriya de, elimîm hal û sine`etên
wan kesib û karan..) (Gelî
ilema û mîr û axayên kurda! Hûn hemi esil û nesilê min dizanin, eþîra
me Botan in, þihreta nesla me Azîzan in, ez di riya Xwedê de dixebitim,
min ev cerîde çêkir, divê riyê de, ez gelek pera serif dikim, zehmetiyê
dikþînim, meqseda min qenciya Kurda ye…) Rojnameya
Kurdistan/ 1898, hejmara(1), rûpelê(3),
Qahîre. Di
hejmara(2)an de wiha nivîsandiye: (Gelî mîr Axa û Paþano! Ez ji we
dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun
hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov
bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe ava
bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên
wetenê xwe bide xwendin, bide e'limandin û sin'et û me'erîfeta..) Rojnameya
Kurdistan/1898, hejmara(2), rûpelê(1),
Qahîre. Her
wiha di hejmara (3)an de wiha gotiye: (Gelî kurdino! Hun jî dest hilênin,
bielimin ilim û hunera da Xwedê Te'ala û rwûl Ellah eleyihî elselam ji
we razî be, da hun bikaribin, dîn û namûsa xwe ji þerê dijmina hefiz
bikin, da hun jî bikaribin wetenên xwede rûnin, da hun jî ji vê rêncberî
yê xelas bibin. Ez gelek reda Kurda dibînim hemi jî rêncberin, jarin .
Gelek ji wan, ji rebeniyê, ji feqîriyê, ji xerîbiyê ditelifin. Yek xweyî
ilim û huner dikare pencsed mirova re þixila bibîne, loma hekî çendek
ji mîr û axayên Kurda elimîn huner û ilmî, wê hingê kurd wê wetenê
xwe de, ji xwe re þixula bibînin, wê ne mihtac bin, biçin ji derve zar
û reben bin, rêncberiyê bikin..) Rojnameya
Kurdistan/ 1898, hejmara(3), rûpelê(2),
Qahîre. Di
hejmara 4 an de jî
wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotîye:
(Gelî Mîr û Axano ! Kurmancno ! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet
(li) dinyayê û axretê rûyê mirov spî dike, mirov mihtacî tu nabe.
Riya Xwedê de paþ niho zaroyên xwe bie'limînin ilm û me'rîfeta, hûn
bi xulaqetê xwe þûca' û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji
dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin). Rojnameya
Kurdistan/1898, hejmara (4), rûpelê(3), Qahîre. Konê
Reþ Qamiþlo,
14/05/2009 Ev gotar di
Netkurd de jî belav bûye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org