|
Dîdarek
Bi Konê Reþ Re; Bedirxanî Û Rewþen Bedirxan
Konê Reþ Qamiþlo 06/11/2009
Bi
helkefta ku di roja 09/11/2009 an de, wê festîvala 100 saliya Rewþen
xanim Bedirxan li Hewlêra paytex li dar keve, em
bi navê malpera Dîmoqratî kêfxweþ
dibin ku vê dîdarê bi mamoste Konê Reþ re
li
darxînin
û wek diyarî ji xwendevanên zimanê kurdî û hezkerên Bedirxaniyan re pêþkêþ
bikim.
Di destpêkê de pêdiviye ku em Konê Reþ bi xwendevanên xwe bidim
naskirin: Ew ji malbatek kurdperwer, zimanhez û rewþenbîr e. Di sala 1953
an de li gundê Doda; navbera Qamiþlo û Amûdê çêbûye, xwendina xwe li
gund, Qamiþlo û Hesekê xelas kiriye, anku Lîse standiye. Þunde hewla
daye ku xwendina xwe li Almanya rojava bi dawî bîne, lê pêre re neçûye
serî... Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye. Ji
Prof. Dr. Celîlê Celîl fêrî danheva folklor û dîroka kurdî bûye..
Di gelek kovar û rojnameyên Kurdistanî de berhemên wî hatine
belavkirin.
Mirov dikare bibêje ku ji kesên pêþîne di nav rewþenbîrên di
Binxetê de, piþtî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Namî, Tîrêj,
Keleþ û Rezoyê Osê.. ku wî bi zimanê Kurdî nivîsandiye... Xwediyên
kovara “Gurzek Gul” bû. 15 hejmar 1989 - 1992 an.. Gelek xelat standine
û beþdarî gelek festîvalên Kurdistanî bûye. Endamê PEN a Kurd e.. Û
Yeke ji helbestvanên cîhanî a bi navê (Poetas del Mundo) û rûpelek jêre
di vê pencereya cîhanî de hatiye terxan kirin.
Hêvî
û daxwazên wî evin; ku her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî
li ber deriyê mala xwe bibîne û bi rêka wê rojnameyê nûçe û bûyerên
Kurdistanî û cîhanî bixwîne û seh bike. Lê ew,
bi
van gotinan xwe dida naskirin: Mirovekî
Kurd im Ji
sala 1514 an ve Ta
roja îro; Di
kul, êþ û janên Gelê
xwe de di ponjim. Xemxur
û zikêþê Zimanê
dê û bavê xwe me; Yekim,
ji wan kesên ku, Li
dor malbata Bedirxaniyan Di
xepêrim. Ez
Konê Reþ im. Dîmoqratî:
Tu dikarî
malbata Bedirxan ji me re bidê naskirin ?
Konê Reþ: Ez ne bawerim ku tu malbatan wek malbata Mîrê
Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can xebat
û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber
de winda kiribin.
Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û
sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên
xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat
û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind
bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin þert û mercên çetîn
û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêþeya gelê kurd barê
xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê
civakî û rewþenbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di
sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin. Her û her daxwaza wan pêþxistina
gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû. Wiha wan Bedirxaniyan
gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weþandin, hem
jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.
Piþtî koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868 an de li Þamê, kurê
wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rê û þopa bavê xwe kir qêrîn
û gazî. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Di roja 22ê nîsana
1898"an de, wî yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre bi navê KURDISTAN
weþand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got: (Gelî
mîr û axano, kurmancino ! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya
û axretê rûyê mirov sipî dike.. Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û
marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe þûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî
ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin..) Dîmoqratî:
Te çawa malbata Bedirxan naskir ? Konê Reþ: Di sala 1977an de çûm Elmaniya ji bo xwendinê. Li wir min ji kurmamê xwe sehkir ku mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hatiye Bonê bo avakirina komeleya dostaniyê di navbera Elman û kurdan de.. Xweþ tê bîra, min ji kurmamê xwe pirsî; Gelo mîr Kamîran Bedirxan kî ye ?! Got, ew neviyê mîrê Cizîra Bota ye.
Hingê careke din ew çîrokên mîrekên Botan yên ku di biçûkaniya
xwe de min ew sehkiribûn hatin bîra min, û min ji xwe re got: Dêmek Dr.
Kamîran Bedirxan ji wan mîrekên Bota ye. Ewên ku ji biçûkanî ve min
li çîrokên wan guhdarî dikir.. Û wiha ji wê hingê ve, bi evîndariyek
mezin min daye ser þopa Bedirxaniyan bi tevayî û vê paþiyê mîr
Celadet Bedirxan bi taybetî.
Di adara 1989 an de, min û hevalekî xwe, me kovarek biçûk bi navê
(Gurzek Gul:1989-1992) li Qamiþlo weþand, bi weþandina vê kovarê
re, ez li mîr Celadet Bedirxan geriyam, ta ku ez rastî wan çend hejmarên
kovara wî HAWARê hatim, Di wê navê de min sehkir ku
kebaniya wî Rewþen xanim Bedirxan sax e, li bajarê Banyas
jiyana xwe derbs dike. Ev yek di havîna sala 1989 an de bû. Wiha me nemra
telefona wê ji Dilawer Zengî stand û ez çûm cem. Wiha me hev naskir.
Belê nizanim çima Rewþen xanim ji rex hin kurdên Suriyê ve dihat veþartin.?!
Dîmoqratî:
Tu akamên karê malbata Bedirxan bi giþtî û yê Rewþen Xanim bi taybetî
li ser civaka kurdî li sûriyê û seranserî Kurdistanê çawa di bînî ?
Konê Reþ: Bedirxanî! Kurdistanî difikirîn, asoyên wan ji
herêmî mezintir bû, doza wan kurdistanek tenê bû, ne gelek Kurdistan bûn,
banga wan kurdisanî bû. Bi tenê ez dikarim vê gotina mîr Celadet
Bedirxan wek bersiv bidim: Bavo
li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene
tevde bûne dewlet û hikûmat, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em miletê
kurd bi þênde mane, reben, feqîr, Nezan, belengaz di destê xelkêde lihîstok…
Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe li gor kêf û menfîeta xwe, berê me
ji bakur dide nîvro, ji rojave dide rojhilê, ji lewra divêt em jî
bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê
belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê… )
Di baweriya min de, eger Bedirxanî û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan
bi taybetî, ne xwediyên Banga Netewî Kurdî a 2'mîn bin, lê
her
ew xwediyên banga netewî Kurdî a 3'mîn in.
Rast e helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî bavê banga netewî kurdî a
yekemîn e û wek ku hatiye naskirin Hacî Qadirê Koyî yê duwemîn e, lê
her Bedirxanî xwediyên wê qenciyê ne, çiko Hacî Qadirê Koyî di bin
bandora Bedirxaniyan de, li Stenbolê fêr û serwextî kurdewariya netewî
bûye. Dîmoqratî:
Rewþen xan Bedirxan wek rewþenbîr û nîvîskar kî
ye ?
Konê Reþ: Rewþen xanim Bedirxan eva ku gelekan ji me navê
wê bihîstiye, an pirtûkên ku wê ji tirkî wergerandine erebî,
xwendiye, an pirtûka ku wê di sala 1954 an de, bi navê(Çend rûpel ji wêjeya
Kurdî) bewerhevkiriye, xwendiye. Ev yekemîn pirtûk bû, ku xwendevanên
ereb bi rêka wê serwextî wêjeya kurdî dibin.
Erê, ew yekemîn jina kurd e, bi kurdiya latînî di kovara Hawarê
de nivîsandiye. Yekemîn jina kurd e ku gelek xebat, bizav û çalakiyên têvel,
di ber kêþeya gelê xwe de li Þamê kiriye, û di nav biyaniyan de dihat
nas kirin wek sembolekê ji rewþenbîriya kurdî re. Lê mixabin, vê jina
kurd ta roja îro, mafê xwe yê rêzgirtinê wek ku pêdiviye nestandiye.
Ji mafê wê ye ku îsal bi helkeftina ku 100 sal di ser bûna wê re derbas
dibe, festîvalek bo wê li Hewlêra paytext bê gerandin û di vê festîvalê
de navê wê li ser cihekî bilind, wek peymangehekê, dibistanekê an
kolanekê bê danîn. An pêkerek bo wê, wek nimûne ku jinek kurd a pêþeng
e, tev jiyana xwe di ber welatê xwe de xerckiriye, di navtareke Hewlêrê
an Duhokê an Silêmaniyê de bê bilind kirin. Dîmoqratî:
Rewþen Xan ne bi tenê di warê edebiyat û rewþenbîrî de tê naskirin,
lê her wiha karekî siyasî yê giring radibû, tu karê çend dîmenên wî
karî ji mere bêjê ? Konê Reþ: Belê, di gel ku wek torevanek di hat nas kirin, lê her ew nedûrî siyasetê jî bû. Di navbera sala 1925 – 1926 an de, ji bo doza erebî dijî fransîzan bi nivîsên sekiniye û bi taybetî di rojnameyên Felestîniyan û kovara Munîrva a Libnanî de. Di navbera salîn 1926 – 1973 an de, gotar ji kovara Alhuriye re dinivîsandin, ewa ku xwediyê wê Yûsif Melek bû. Di navbera salên1956 – 1957 an de, tev civînên damezirandina Partiya Kurdên Sûriyê li mala wê dihatin darxistin. Û wiha ta ku Partî di 14 hizêrana 1957 an de hat damezirandin.. Hem jî di sala 1957 an de, di ber gelê xwe de çûye Yûnan, di kongerê Antî Kolonyalîzimê de bi tena xwe her çaç kursiyên ku navê Kurdistanê li ser wan hatibû nivîsandin, bi heybet û sawa xwe dagirtin. Rewþen xanim bi zimanê kurdî, erebî û tirkî dinivîsand û di karîbû bi zimanê fransî û ingilîzî bi peyve wek yekî fransî û ingilîzî. Di sala 1971 ê de, çû kurdistana iraqê, serdana Melle mustefa Barzanî û li Hacî Amran û bi jinên kurdistaniyan re Hevgirtina Afretên kurd damezirand.
Dîmoqratî:
Pirsa
dawî: Rewþen Bedirxan wek jinek kurd kî bû û jiyana xwe çawa berdewam
dikir ?
Konê Reþ: Neviya mîrê Botan bû, dotmama û kebaniya
pispor û zimanzanê bejin bilind mîr Celadet Bedirxan bû. Ji Bedirxaniyên
pir belav di çar kenarên cîhanê de ew mabû ku, pêmayê Bedirxaniyan
ji, dîroka Cizîra Botan, mîrgeha mîr Bedirxan, serboriya mîr Celadet û
Dr. Kamîran li ser refikên pirtûkxaneya hiþ û xeyalê xwe de diparast
û di mala xwe de bi zimanê kurdî bi keça xwe Sînemxan û kurê xwe Cemþîd
re diaxifî.
Li gor her 83 salên ku di sere derbas bibûn, danûstandin wê bi
welatparêzên kurdan re hebû û tev jêre bibûn pend, zanîn, kurdzanîn
û zanîndan.. Ta berî ku koça dawî bike, Rewþen xanim a tekane bû di
nav Bedirxaniyan de ku, navê Bedirxaniyan diparast. Wê jî mîna herdû
pismamên xwe Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan ew þop dimeþand. Ji
ber ku piraniya Bedirxaniyên din ji neçarî razî bûne ku li þûn navê
Bedirxan (Çinar), bê nivîsandin.. Bi taybetî ew Bedirxaniyên ku li
tirkiyê mane wek: Zarokên Tewfîq beg Çinar, ku niha li Stenbolê dijîn
û zarokên Hikmet beg Çinar ku niha li Anqere û Adane dijîn û malbata
Walî ku hiha li Misrê, bajarê
Feyûm dijîn û filimçêkirê bi nav û deng di nav ereban de Ehmed
Bedirxan û kurê wî rejîsorê navdar Alî Bedirxan û gelek Bedirxaniyên
din ku niha li Misirê dijîn, Hem jî ew Bedirxaniyên ku li Sûriyê dimînin
wek: Zarokên Yûsif Bedirxan, ku niha li Þamê, taxa Mihacirîn in û
zarokên Sureya Bedirxan yên ku li Urdin, bajarê Eman in,.. Lê mixabin
wan jî nizanin bi zimanê Bedirxan biaxivin... Tenê Rewþen xanim; navê
Bedirxan, dîrok û zimanê wî bi xwe re hilanî û ta roja dawî ji temenê
xwe.
Berdewamiya jiyana emîre Rewþen di di gelek qunaxên dijwar re
derbas bûye, gelek rojên bi cefa dîtine; xaniyê wan bi kirê bû û ta
roja ku koça dawîn kir...
Bi bûyera ku mîrê mezin, rojnamevanê jêhatî Celadet Bedirxan di
bîra qederê de, roja 15/07/1951ê, pê çû ber dilovaniya Xwedê, Emîre
Rewþen Bedirxan ma dil biêþ û xemgîn.. Rewþa wê a aburî hin bi hin
daket û êdî nema pêre alîkar bû û kesî ji kurdan jî lê ne pirsî,
ne jî alîkarî pêre kirin.. Vêca ji neçarî di sala 1972 an de mala xwe
ji Þamê barkir bajarê Banyasê, ser kevya deriya sipî. Li wir, xanîk ji
xwe re kirê kir û têde ma ta roja dawîn ji temenê xwe. Bi tenê pîrejinek
Çerkez, bi navê Sebahet(Xwîþka jina helbestvanê kurd Qedrê Can bû), pêre
dijiya û alîkariya wê dikir. *
Wêne ji erþîfê Konê Reþ in. Wêneyî komikî mîr Abdulezaq Bedirxan
di ortê de ye, wêneyê bi tenê mîr Elî Þamîl Bedirxan e. Qamiþlo
06/11/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org