Bela wiha be
Zeriya min?!

Konê Reþ

Zeriya min !

Bela wiha be;

Bela pêvedanên

Sibehên vê payîzê

Dîrokê tomar bikin

Seh direyên û

Kerwan qunaxê

Dispêre qunaxê

Bela seh bi kewtkewt bin.

 

Darên beriwan

Ku ne li ser çiyayên bilind bin

Þîn nayên

Stêr li ser bênderan

Nayên dîtin.

 

Zeriya min !

Ji wan gere

Çax û demê me nîne

Ku em tozê ji ser pêlavên xwe

Daweþînin

Çi daxwaza ewên ku,

Bi zikreþî hewildidin

Hezkirin û çakiyê

Nizim bikin

Bela wiha be

Guh li wan neke.

Bawer be,

Wê gul di destê me de

Þîn bên û

Tûmê zindiyê  di mala me de

Bê danîn...

 

Li paþ ne zîvire Zeriya min

Bela dexsok û kînok

Xwe bi zîwan û xurêla me re

Bi westînin

Em xwediyê kerwanê ronahiyê ne

Dergehên deryayê li ber me

Vekirîne

Em xweþ dikarin bi tîpan

Mora xwe li piþta salan û

Kesan xînin...

 

Bela wiha be Zeriya min

Lê ku kazînî ji dengvedanê hat

Pêwîste em bilivin pêþ

Pêþ ji me re ye

Ma tu nizanî;

Çendîn qunaxên fireh

Di navbera hezkirina me û

Qurqura beqan de heye..

 

Vexwe Zeriya min

Nûþîncan be

Peyal bi dûv peyalê de

Li ber destê te rêz dibin...

Tê bê çi ku sibe an dusibe

Ez dûrî te ketim

Gelo tê ji min re

Deryayê bi çine an

Çiyayan bi çîne ..!

Tê bê çi ku min ji te re got:

Zeriyê min !

Min bêriya te kiriye û

Bela qurîncek û stirî

Têkevin nav laþê wan de...

Wê çi bibe ku tu ji min re bibêjî:

Min bêriya te kiriye

Tu zanî Zeriya min;

 wê hingê ezê bibim

Mîna xortekî 16 salî

Erê 16 salî û

 Bela wiha be

 Zeriya min.

 

Qamiþlo, 

01/10/2004

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org