Ji
berî
73 salan ve Mîr Celadet Bedirxan bersiva wiha kes vegerandiye
Konê
Reþ
Min
jî, wek gelekan ji rewþenbîrên kurd ew gotinên megrûdî yên ku Dr.Ferhad
Þakilî di derheqa mîr Celadet û Dr.Kamîran Bedirxan de
gotine,seh kirin.Dilê min jî wek dilê wan hat guvaþtin û di nav
mixabiniyek bê ser û ber de kûr û dûr çûm,û li bersivekê
geriyam..Dawî min ji vê bersiva ku mîr Celadet Bedirxan ya
di bin navê(Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî )wek bersiv ji (Pîrût
)re li ser gotara wî ya bi navê ( Eksî Sedayî Hawar ) çaktir û
duristir nedî.Herdû jî di kovara HAWARê de hejmara 10 an sala 1932 an çap
û belav bûne.
Pîrût
di
gotara xwe de (Eksî Sedayî Hawar ) ji Mîr Celadet Bedirxan
di pirse û dibêje:
(..Le
paþî erk û xerîkbonîkî çend saleyekîk le zeman þanase qîmetdarekanî
kurd –Tewfîq Wehbî beg-li ser biney latînî tîpî bo zemanî
kurdî helbejard,alfabêtîkî le ser ew tîpe dana û gelî lawanî kurdî
iraq fêrî ew tîpe bûn wa istayehke lekî ehênin.Keçî le seriyekî
terewe kar bi destanî xoþewîstî govarî Hawar çeþne tîpîkî
tiryan helbijardeweke li gel heneke key Tewfîq Wehbî beg rêk nake
wêt.Aya mimkin niye bo ewy rê be ser lê têk çûn nederêt.komelîkî þareza
lem dû tîpeû werd bînewe,yayekîkîyan hel bijêrinû ya yekîkîyan
bixine û biwe terme tîpîkîyek reng bo zemanî kurdî dabînin ?...)
Mîr
Celadet Bedirxan
jî di eynê hejmara Hawarê de (No:10 Sala1932an)di bin navê (Li Ser
Yekîtiya Zimanê Kurdî )vê bersivê ji Pîrût re dibêje:
Li
Ser
Yekîtiya Zimanê Kurdî
Le
bo Pîrûtê xoþewîst
Gotinên
xoyê benda (Ekis Sedayî Hawar )gelek rast û qencin.Di ser wan re
tu gotin nînin.her weyî me çend caran gotiye yekîtiya miletê kurd bi
yekîtiya zimanê kurdî tête pê.Di yekîtiya zimên de gava pêþîn jî
yekîtiya herfan e.Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî,divêt zana
û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê
bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene,zar hemî bi wê elfabayê
bêne nivîsandin.Ji hejmara pêþîn ve xuyaye ko armanca Hawarê a pêþîn
û bingehî eve:
Di
Her Tiþtî De Yekîtî
Ev
armanca ha ji me re bûye destûr.Heta niho em bi vî destûrî ve çûn,iro
di çin,û di dawiyê de diçin.Wekî niho,kiryariya her rojname û kovarê
ji bona welatê biyaniyan ji cihê çapkirinê girantire.Lê Hawara ko di
her tiþtî de mêldarê yekîtiyê ye kiryariya xwe ji bona her welatê ko
têde kurd hene wek hev kirine.Bi vî hawî li Hawarê jiyan dibe.Ji ber ko
heqê postê ji bona sûriyê(10)santîm,lê jo bona Iraq û Iran û welatên
Qefqasê (150)santîme.Lê em pê qayil bûn da ko kurd di kiryariya Hawarê
de jî wek hev bibin.
Belê
em dizanin ko zimanzanayê bi qîmet û hêja mamoste yê giram
Tewfîq Wehbî beg jî bi herfên latînî elfabayek çêkiriye.Pêrar
wekî me hev dû li Þamê dît elfabayên xwe ji hevre dan zanînû ew danîn
ber hev.Di navber wan de ferqin hebûn.Me dil kir di cih de elfabayên xwe
bigihînin hev û ji herdiwa elfabêyek nû bibijêrin û belav bikin. Hingê
destbirayê min ê xoþewîst û giram di got ko hîn li ser elfabêya xwe
di xebitim.ji lewra yek kirina elfabêyên xwe me avêtibû dawîyê.
Di
pê re Tewfîq Wehbî çû Iraqê.Lê teþqelenin ne xweþ qewimîn ko ji
bona her kesî nasin .Di
gel vê hindê min jêre çend caran nivîsand,lê li min venegerandibû.Vê
paþiyê me zanî ko nivîsarên me ne gihabûn destê wî.
Ji
xwe derketina Hawarê ji bona vê yekê dereng maye.Hawar di meha gulanê de
derket.Min rixseta Hawarê di bîst û þeþê çirya berê 1931 de girt û
karên derxistina wê di pêþiya goçokê de (Þibat)pêk anîbû.Çar
mehan ez li hêviyê mam,da ko bi destbirayê xwe ve dest bi dest
elfabêyeke welê derînim ko pêþdetirî li dû pityê vemekit. Lê
her wekî min ji jor ve got li min nehat vegerandin.Jê bêtir jî
min nikarîbo ez li hêviyê bimînim.Ji lewra me dest bi derxistina Hawarê
kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re da zanîn.Iro di meydanê de tiþtekî
çêkirî heye.Kovarek û elfabêyek.elfafêyek û kovarek.Nik dilê
min ji bona iro ya çêtir û rastir eve ko em
hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta higê ko mihiceta edlanendê bikevêt
pêþiyê û rê li me bigirêt,pêþve bibin.
Di
gel vê hindê divêt ez careke din jî bibêjim ko em her gav mêldarê yekîtiyê
ne û armanca xebata me yekîtiye.Em bi gavinin bi vîn û hiþk ber bi
armanca xwe ve diçin û nasekinin.Ji ber ko di destpêkirina me de, ji xwe
bi derengî ketiye.Em nema dikarin di hêviyê de bisekinin.Gelek spasan
li Pîrûtê delal di kim ko ev hînceta
ha xiste destê min.
Xweyiyê
Hawarê
Di
baweriya min de, birêz Tewfîq Wehbî beg ji zikreþî bersiva mîr Celadet
Bedirxan di wê hingê de venegerandiye,nexasim wî xweþ dizanî ku Mîr
Hawar amade kiriye ji çapê re...Û wiha çavê wî bar nebûye ku mîr
Celadet Bedirxan xwediyê navê pêþîn be di berhevkirin û belavkirina
elfabêya Kurdî latînî de . Zikreþiya Dr.Ferhad Þakilî ya îro ji
zikreþiya Tewfîq Wehbî a berê tê...
Gelo
! Heger mîr Celadet û Dr.Kamîran Bedirxan casûsên impryalizmê bin
,gerek di pêþiya wan de Tewfîq Wehbî beg be... Û heger Tewfîq Wehbî
beg elfabêya xwe berî a mîr Celadet belav kiriba ,wî Ferhad Þakilî îro
roj bi gota Tewfîq Wehbî beg casûsê Ingilîzan e..?!
Ne
wiha mirov zikreþiya xwe derdike birêz Ferhad Þakilî ? Mîr Celadet
Bedirxan bi tena xwe berberiya Mistefa Kemal paþa dikir ... Bedirxanî ûcaxên
kurdistanê ne bi agirê van ûcaxan ne lîze,tê xwe biþewitîne...Bedirxanî
zêrin,çendî di nav tiravê de bimînin zêrin,qet zingar
nagirin...Bedirxanî ji Kurdan re, çemê Dicle û Ferat in,û ava van çeman
bi devê zikreþ û kînokan nayê lewitandin... Ne tenê em li ser Bedirxaniyan dixeydin,belê em kirasê xwe
li ser wan diçirînin,û bi navê wan sûnd dixwin.
Dr.Ferhad
Þakilî, mîna kesê ku ji devê ketibe û hop hopa wî be
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org