|
|
Bi
Kurt Kurmancî Hizir û
Bîra Azad
Konê
Reþ
Ji mêj
ve ta roja îro, dîtin û çiloyîna "Hizra azad an pênûsa
azad" di danûstandinê de hêj zelal ne bûye...
Di baweriya min de, ta ko nûbûn di jiyanê de hebe, ta ko mirovantî
berdewam be, wê hizr û pênûsa azad di gengeþê û danûsatandinê de li
ber xwe bidin.. Wek ko diyar e, hizra azad an pênûsa azad ew e ko mirov di
ramanên xwe de rastgo û duristûbêr be û ta ko mirov di ramanên xwe de
weha be gerek tu qeyd û bend li dor nebin. Bi azadî karibe ji xwe re
jiyaneke taybet helbijêre, bêyî ko hizr û ramanên xwe bi kotekî li ser
bêne meþandin...
Heger neferek ji civatê di hizra xwe de azad be, û civata li dor ne li gor
wê azadiyê be, li ber hizr û ramanên wî nekeve, ango di hizr û ramanên
wî de ne gihêje, hingê hizr û ramanên wî neferê azad dibin barekî
giran li ser milê wî neferê xwedî hizir û civata wî bi hevre. Hingê pêdeviye
ko desthilatek hebe ta ko wê civatê li hev ragire.. Desthilatek bi yasa
be, ko rêveberiya civatê bike û yasayên xwe li ser tev neferên civatê
bimeþîne, da ko cemawer di çarçoveke yasayî de bi xêr û xweþî biparêze..
Heger em bên ser "pênûsên azad", qunaxa giring ji hizra azad,
ez ne bawerim ko pênûsek azad heye û ew pênûs ne di bin siya sansorê
an terorê de ye, nexasim di welatên cîhana sisyan de. Di van welatan de
sansor rola xwe dilîze, ji ber alozî û gengeþeyên azadî û demokratiyê
û sansora ko heye polîtîkî ye bêtir ji civakî, ji ber ko desthilatên
welatên cîgana sisiyan ji nivîskaran bi tirs in, her dem û gav sawa nivîskaran
di dilê wan de ye. Vêca sansora rêjîmên wan welatan rola xwe dilîze û
þert û mercê xwe ferz dike..û weha nivîskar bêçar e di bin siya terorê
de dijîn, û ji bêçarebûn sansoreke kesayetî (zatî) li ser xwe û
berhemên xwe datînin, da ko berehmên xwe ji sansorê biparêzin û derbas
kin..!
Di baweriya min de, ev sansora zatî ko nivîskar li ser ramanên xwe datîne,
ji sansorê dewletê xerabtire.. Ji ber ko, heger sansora dewletê perçeyekî
ji nivîsandina nivîskarekî ko azad be, di nivîsandina xwe de, xetsor
bike, nivîskar bi sansora xwe ya kesayetî (zatî) nivîsandina xwe tevî
xetsor dike..
Nivîskarê azad, ew nivîskarê ko di hizr û ramanên xwe de zelal be, di
nivîsandinên xwe de rastgo û mêr be, li navdariya, li ser piþta çend
qedexeyên civakî negere..wek: êrîkirina li ser olê û hetîketiya
bedena jinê..
Hizra azad, pênûsa azad, di zelalkirin û eþkerekirina þaþ û xerabiyên
civatê de ye. Ew þaþî û xerabiyên ko civat ji ber bendora wan paþketî
maye..
Heger nivîskar mêr be, wê di nivîsandinên xwe de þerê wan þaþû û
xerabiyên civatê bike, bê ko sansorê li ser xwe û berhemên xwe deyne.
Gereke wan þaþiyan li cemawere raxîne ber çavan, da ko cemawer di ser
wan þaþiyan biqevêze, li piþt xwe bihêle û hin bi hin ber bi xêr, xweþî
û avakirinê de here..
|
|
|