Bilbilê Çiyayê Botan

Mihemed Arif Cizîrî

1912 - 1986

 

Konê Reþ

 

Her ku bîna min teng debe û xwe di tenêtiyekê de dibînim ,ez li kovara Hawarê ya mîr Celadet Bedirxan vedigerim,an li dîwana Melayê Cizîrî û an ez li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim.

Bi wiha xwendin û guhdarî kirin re, bêhna min derdikeve û ew tenêtî û valahiya ku ez xwe têde dibînim ji hev belwela dibe.

Heger bi xwendina Hawarê re ez sexletin nû di nivîsandinên pêþengên toreya kurdî ya nûjen de dibînim û bi xwendina Melayê Cizîrî re kûr û dûr diçim û pêre ala hezêkirina Selma yê bilind dikim,lê bê guman ez bi guhdariya deng,awaz û gotinên stranên Mihemed Arif Cizîrî re li gelî, zozan û çiyayên kurdistanê digerim û wiha bîna min fireh û rehet dibe û careke din ez li normaliya xwe vedigerim.

Îro roj, dilþad û kêfxweþ dibim ku, hunermendê kurd Mihemed Arif Cizîrî bibîrbînim û van çend gotinan di deheqa wî de ji xwendevanan re birêz bikim.

(Hin dibêjin di roja 17/12/1992 an çûye ber dilovaniya Xwedê,belê ya teqeze ew di roja 17/12/1986 an koça dawîn kiriye).

Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî evê ku ji berî 93 salan ve (Havîna1912) ,li bajarê Cizîra Botan,taxa Mîr Elî, çav bi gewrika dinyê ketiye,wî jî wek tevayî zarokên Cizîra Botan, ji bav û kalên xwe, çîroka Memê Alan û serboriya mîr Bedirxanê Azîzî û kurên wî sehkiriye û li gor biryara mîrê Cizîra Botan  livyaye, ew biryara ku Mîr pêwîst didt ku, her kurdek ji damiþtiyên Cizîrê qesîdeyekê an stranekê zanibe..

 M.A Cizîrî di cenga cîhanî ya yekemîn (1914-1918) wek zarokekî ji bajarê Cizîrê, ji dê û xizmên xwe serwextî miþextiya Mehcirên Hesenan û Heyderan bûye,dema ku di Cizîrê re derbas dibûn ber bi deþta Hesinan û deþta Mêrdînê de  ,hem jî gelek çîrokên kuþtin,ferman û bidûrxistina kurd û ermeniyan bihîstiye û bavê wî yek ji wan kesan bû yên ku  di Seferberlika cenga cîhanî de çûn þer û ne zîvirîn...Di gel ku feqîrtî û hejariyek zor mezin dîtiye, di wî heyamê ku xelkê têr nanê garis nedixwar ..

Wiha Mihemed Arif di Cizîra Botan de, di wî hejariyê de, li gor irf û adetên Botan zaroktî û naþîtiya xwe derbaskir û serwxtî pêmayê bav û kalan bû û pêre  mezin bûn.

M.A Cizîrî di jiyana xwe de, di gelek qunaxên çetîn û dijwa re derbas bûye,piþtî têkçûna þoreþa Þêx Seîd Efendî bi tewana þoreþê,çar sal ji temenê xwe di zindana Amedê de derbas kirine,ta ku di sala 1928 an de, di nav lêborîna giþtî de hatiye azad kirin û zîviriye Cizîrê,dibe ku di zindanê de û peyre li Cizîrê dest bi dengbêjiyê kiribe ,nexasim akam û bandora dayika wê ya stranvan gelekî lê hebû û gelek sûd ji stranên dayika xwe wergirtine...

Piþtî ku rê li ber teng bûye di Cizîrê de, berê xwe daye Zaxo û ji Zaxo çûye Duhokê,û di herêma Badînan de wek sinetçî kar kiriye û pêre jî stran di koçk û dîwanên axaler û begleran de gotiye ta ku rewþa wî hinekî pak bûye ,ji nû ji xwe re li Duhokê dikanek wek restorantekê vekiriye..

Di sala 1949 an de berê xwe daye Bexdê, di Radyoya Bexdayê ,beþê kurdî de  dor 100 stranî tomar kiriye,hem jî çav bi Almas Xan ,Hesen Zîrek,Tahir Tewfîq,Nesrî Þêrwan,Meryem Xan û Elî Merdan ketiye û dostanî di nav wan de çêbûye ...Di baweriya min de bi çûna Bexdayê re qunaxek nû û berfireh li pêþ M.A hatiye vekirin û nav û dengê wî di kurdistanê de belav bûye,nexasim bi van stranan: Çûme ûrfayê,Bavê Seyro,Xezal-Xezal,Xerabo,Derwêþê Evdî,Eyndîwerê Paytexte,Yar Dilo,pismamo,Ez Xezalim,Bêrîvanê,koçerê û Çiyayê Þingalê,Eyþana Elî ..hwd.  

Bê guman her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser piþta navdaran tê nivîsandin, çi di warê þer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be.Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye.li seranserî 50 salî gotin û awazên strana kurdî ya orjînal ji talanê parast,di heyamekî de ku kesî newêrîbû bigota ez kurdim, çiko  zimanê kurdî qedexe bû..Di gel  wan mercên dijwar de ew bi dûv gotina kurdî ya resen de geriya ,ew gotin di tûrêkê xwe de parast û tovê wê di nav gel de belav kir .

Xweþ tê bîra min di sala 1968 an de ez di qunaxa amadeyî de bûm dema ku M.A Cizîrî hat Qamiþlo nav kurdên Binxetê,û li seyrangeha Gerbîs ahengek gerand di wê þevê de dilmanî ket nav  kurd û ermenan de li ser mêvandariya wî û dawî bû mêvanê ermenan ,kurdan jî li xwe nexweþ anîn û dilê xwe jê girtin...Di wê ahengê de gelek stranên xweþ gotin û ew hatina wî ket bîranînên xelkên Qamiþlo de.Sebaretî min û sehkirina navê M.A Cizîrî vedigere berî vê dîrokê,min navê wî ji bavê xwe sehkiribû ,bavê min yek ji evîndarên guhdariya stranên wî bû û bi taybetî strana (Bavê Seyro),car caran wî ev stran ji xwe re distira ,ez jî jê fêrî awaz û gotinên wê bûme û hin caran ez ji xwe dinihirînim..Di dawiya gotarê ezê gotinên stranê ji xwendevanên birêz re binivîsim...Di sala 1972 an M.A diçe nav kurdê Libnanê di gel þagirtê xwe Îsa Berwarî,bi Seîd Yûsif re ahengekê di sînemeya Rîvolî de li Beyrûtêji kurdan re li dardixîne...Di baweriya min de Mihemed Arif Cizîrî  dibistanek bi serê xwe ye, mirov dikare bibêje; Dibistana Mihemed Arif Cizîrî û ji þagirtên wî, mirov dikare van herdû navan berî gelek navan bîne ziman:Îssa Berwarî:(1933 Mûsil- 2002 Mûsil) û Tehsîn Taha :(1941 Duhok -1995 Holenda )  

Dengê Mihemed Arif Cizîrî dengekî nêr e,dengê mêraniyê ye tevî ku stranên evîndariyê jî dibêje lê mêranî ji dengê wî difûre. bilbilê çiyayê Botan û Badînan bû.Di dijwartirîn rojên çetîn û dijwar re ku di ser kurdistanê re derbas bûn, mayin û têldirî dinav de hatin danîn û ji hev perçe bû Mihemed Arif bi dengê xwe sînor derbas kirin û kurdistan yek perçe hiþt. Hem jî bi saya wî gelek stranên me ji windabûnê hatin parastin û gelekan dane ser þopa wî ..Sed rehmet li giyanê wî bibar di goristana Duhokê de.

Evin gotinên strana Bavê Seyro ya ku bavê min ji Mihemed Arif fêr bibû û car caran ji xwe re dinihirand û di stira,ez jî jê fêr bûm û carna  ji xwe re dinihirînim:

Li min lo lo li min lo lo Li min lo lo

Li min lo lo Bavê Seyro

Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê

Kum û kolozê xwe xuar kiriye pala xwe daye cencerê

Ez terka Bavê Seyrana xwe nakim

Heta li ser sînga min karê karxezalê

Bibe zîqîna vê xincerê

 

Li min lo lo Li min lo lo ...

Li min lo lo ..Bavê Seyro..

Neqeba min û bavê Seyro tak dîware

Pînkê lêxe bîne xware

Sîng û berê min karê karxezalê

Tiberka mala Bavê Kale..

 

Li min lo lo li min lo lo..

Li min lo lo Bavê seyro ..

Wez diçûm sûka van hedada

Min dî Bavê Seyro çixare pêça

Simbêlê reþî qeytanî bada

Heçî neqeba min û Bavê Seyro

Bi neqencî xeber bide

Rebî negihêje tu meqseda tu mirada

Li min lo lo li min lo lo Bavê Seyro..

 

 

Konê Reþ

 

Qamiþlo

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org