Konê Reþ, Qamiþlo 20/10/2004
Di
20 saliya koçkirina seydayê mezin Cegerxwînê Hesarî de,kêfxweþ
dibim ku pirsên malpera Tîrêj bersiv bidim.Bi rastî pirs in xweþ
in û di cih û dema xwe de ne,ez jî ji can û dil spasiya wan dikim.
1-Rola
Cegerxwîn di helbesta kurdî de çiye ?
-Bê guman Cegerxwîn rolek mezin di helbesta kurdî de lîstiye .Em bêjin ne bêjin ew bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî û di her çar perçan de digere.Di wî heyamê xerab de ,ew heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû bi gota kurd û ereb an kurd û tirk birane,Cegerxwîn helbest bi kurdî afirand û hûna û bi mêranî û dengekî bilind helbestên xwe di nav gel de gotin û belav kirin.Ta radeyekê ku gelekan ji nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de gotin û dibêjin.Hêjî wek wan kesan peyda dibin mîna Salihê Silo û Hesenê Gemo..
Mêzekin bê çendîn rola wî di wî heyamê xerab de mezin û diyar bû. Roja îro jî, rola wî mezin û belûye û ji encamên rola wî , di festîvala helbesta kurdî de eþkere xuyaye,ev festîvala ku her sal di 22ê oktoberê de li nav me kurdên Binxetê tê li darxistn, bi hekeftina koçkirina wî,û têde bêtirî 60 helbestvanî helbestên xwe dixwînin,ji bilî yên ku dor nagihêje wan û yên ku amadenabin.Ango roja îro di nav kurdên sûriyê de dor 200-300 kesî heye ku helbestê di hûne û dor 50 kesî dîwanên xwe çapkirine ..Di baweriya min de,ev yek vedigere ser rola Cegerxwîn di navtêdan û pêþxistina helbesta kurdî de .
Belê, em wiha helbestvan di nav kurdên tirkiyê de nabînin,hem ku sînorek di navbera me wan de hebû û heye û hem ku Cegerxwînek di nav wan de ne bû,Cegerxwînê wan Ehmed Arif bû,wan jî bi tirkî helbest hûnandin bêtir ji kurdî.
Ji
rexekî din ve,Cegerxwîn þagirtekî zîrek bû ji þagirtên þêx Ehmedê
Cizîrî,ev þagirt bû pirek di navbera helbesta kilasîk û nû de,ango
Cegerxwîn kevin û nû yê me bi heve girêdaye û di wiha girêdan de,
rola wî zor mezine di pêþketin û berdewamiya afirandina helbesta kurdî
de.
2-Gelo
merov dikare bibêje ku helbesta kilasîk li ba Cegerxwîn bi dawî hat ?
-Na xêr, qet helbesta kilasîk bi dawî nayê,her û her wê helbesta kilasîk li rex helbesta nûjen û modern bijî..Ma gelo helbesta kilasîk li bal ereban bi dawî hat, piþtî koçkirina Cewahirî û Beyatî ?!
Roja
îro bi dehan ji xort û keçên me helbesta kilasîk di hûnin,tevî ku va
20 sal di ser koçkirina dawîn ya Cegerxwînê Hesarî re derbas dibe,li
hember wan jî gelek hene helbesta nûjen di hûnin,ango helbesta kilasîk
piþtî Cegerxwîn bi dawî nehart û bi dawî nayê.
3-Çima
û ji bo çi ewqas nav û deg bi Cegerxwîn ket ? Di nav kurdan de,ku
Cegerxwîn ne di wê demê de bihata jiyanê,ma dê ew nav û dengî pêketa
?Û çima Cegerxwîn nebû helbestvanekî cîhanî ?
- Navdêrî û dengvedana navê Cegerxwîn di kurdistanê bi tevayî de,vedigere berî her tiþtî hûnandina wî ji helbestan re û girêdayîbûna wî bi nexweþî û kêþeya gelê wî ve,di wî heyamê ku nezanîn û cehaletê konê xwe di ser welatê me re vegirtibû ,di pey wan re mêraniya wî,erê,Cegerxwîn mêr bû. li tiþtekî ne pirsî ne li mal ne li zarokan, kul û xemên wî gelê wî bû,tevî ku çend salên dirêj ji temenê xwe bi dûv zanîna olî de, li her çar perçeyê kurdistanê geriya û bû melayekî 12 ilmî,bi rîh,cibe û þaþik,paþê wî rih qusand,cibe dirand û þaþik avêt di wî heyamê paþketî de ku kesî newêrîbû limêj nekiriba..Ne tenê wiha ,wî kuncên Fransîzan yên kurt li xwe kirin û xwe berda kolanên Amûdê û bang li xelkê kir û got:Kurdino,merdino pir xweþe serxwebûn..Hingê xelkê ji hev re gotin: Mezekin, Melle Þêxmûs dîn bûye ,Xwedê neyne serê kesî...
Di wî heyamî de gelek melayên hevalên wî hebûn wan jî pîþ bi hûnandina helbestê dikir,û dibe ku helbestên gelekan ji wan ji helbestên Cegerxwîn bedewtir û spehîtir bûn,lê hem mêraniya Cegerxwîn û hem berdewamiya Cegerxwîn li bal wan nebû,û mixabin gelekan ji wan þerê wî jî dikir û belav dikirin ku, Cegerxwîn kafire...
Ji rexekî din ve wek ku kurdan gotiye :Heçî berê gula zerê ,Cegerxwîn berî tevayî hogirên xwe ji nifþê Hawarê,bê rawestan di 60 salî de bi dûv gotina kurdî de geriya,piraniya heval û hogirên wî,ew rêk nebirin serî,hin ji wan bi siyasetê daketin û hin li malên xwe rûniþtin û hina ji tirsan ve herhemên xwe þewitandin,bi tenê Cegerxwîn xwe ji rêbaza ku dabû ser ne hat xwarê,û bi mêranî li ser liviya..
Þek
têde nîne ku Cegerxwîn ne di wî heyamî de ba wiha nav û deng pê
nediket,derfetin zêrîn jêre hatin,ji gelek rexan ve,wî jî bizanîbûn
ew derfet bi kar aînin û sûde ji wan girt,yek ji wan derketina kovara Hawarê
û alîkariya Mîr Celadet Bedirxan bû ,berhemên wî yên sereta di
Hawarê de belav bûn û Mir Celadet dîwana wî ya yekem di nav weþanên
Hawarê de çap û belav kir...
Ne cîhanîbûna Cegerxwîn vedigere wergerandinê,kesî helbestên wî wernegerandin ser zimanên cîhanî wek ingilîzî û espanî û fransî ku xelkên dinyê û alemê bi xwînin û dawî ku karibin wî bi nav bikin wek helbestvanekî cîhanî, û ta roja iro jî em gelekî paþketîne di warê wergerê de.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org