Çîroka Vekirina Pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Duhokê

Konê Reþ
 
Di þeva 10 / 11 / 1999 ê de , me li Kurdistan Tv yê temaþe dikir û ji niþkave peyamê vekirina pertûkxaneya Bedirxaniyan li Duhokê hat ragihandin û berçavkirin .
Bi ragihandina vê peyamê re bi dîtina avahîya vê pertûkxaneya dîrokî re û bi piþkdarbûna wî cemawerê zexm re, di nav wan de Kak Nêçîrvan Barzanî û Sînemxana Mîr Celadet Bedirxan , tevzînok bi laþî min ve hilkiþyan û ji kêfan re , wek çûkekî ji ser dilê min firya, pir kêfa min hat û kûr ramiyam , di dîroka Bedirxaniyan û Barzaniyan  de û bê haj ev gotina pêþiyan hat ser zimanê min : ( Mêr Mêran nasdikin ), û min ji xwe re got :
- Xwenek ji xwenên min hat cî ...
Bingehê vê pertûkxanê , Sînemxana Mîr Celadet Bedirxan di roja 22 / 4 / 1998 ê de danî bû , roja ku yekemîn rojnameya Kurdî ji berî sed salî ve li Qahîre hatibû weþandin (roja 22 ê nîsana 1898 ê) ji rex Mîr Medhet Bedirxan ve û îro ev roj (22 ê nîsanê) bûye roja rojnamevaniya Kurdî di nav Kurdan de .
Dergehê vê pertûkxanê di roja 9 / 11 / 1999 ê de hat vekirin ji rex Kak Nêçîrvan Barzanî û Sînmxana Mîr Celadet Bedirxan ve di gel kak Þewket Þîx Yezdîn wezîrê darayî û abûrî ve /hingê/ û kak A . Azîz Teyib Parêzgehê Duhokê yê gingê û Kak Ferda Toran serokê rêkxistina ( Diyakonya ) ya Siwêdî û gelek ji navdarên xelkê parêzgeha Duhokê .
Di vekirina pertûxanê de Kak Nêçîrvan Barzanî gotinek balkêþ derbarî malbata Bedirxaniyan û rola rewþenbîriyê di avakirina welatan de got , û bi firehî piþtgêriya xwe ji nivîskar û rewþenbîran re da xuyakirin . gotina wî wek bangekê bû ji tev rewþenbîrên Kurd re , wek di vî perçî de got :
( Li vir ez dixwazim ji rewþenbîr û nivîskarên gelê xwe re bibêjim , li Duhokê bin li Zaxo bin , li Silêmanîyê bin , li Hewlêrê bin , ta ku li dervî herêma Kurdistanê bin , ez ji wan re dibêjim : ev delîveya ku îro li Kurdistanê bi dest me ketiye , ji dest xwe bernedin  , divê hûn rahijin pênûsên xwe û ji nû ve babetên ferheng û toreyî bi nivîsînin û vejînin , çawa bin ew babet nexeme , nû bin , kevin bin binîvîsînin .
Em wek Hukûmeta Herêma Kurdistanê amadene ji alîkarî , piîtgîrîya çi kesê ku pirojeyên ferhengî û toreyî li bal hebin ... )
Di baweriya min de ev yekemîn care di dîroka Kurdan de ku wiha pirtûkxane li Kurduistanê têne damezirandin , heger mirov li bingehê vê yekê bigere wê bibîne ku bingeh , rêbaza Barzanîyê nemire , xwîna bi hezaran þehîda ye , û encameke ji encamên þoreþa Îlûn û Gulanê .
Hem ji bangeke ji xelkên cîhanê re , da ku nebêjin Kurd hovin , dûrî mirovatî û þaristanîyê ne û ev pirtûkxane nîþana þaristaniya Kurdayetîyê ye .
Ji dil û can em vê pirtûkxanê li gelê Kurd pîroz dikin , û em piþtgêriya xwe ji mamoste Enwer Mihemed Tahir re rêveberê pirtûkxanê pêþkêþ dikin , çi ji me dixwaze em jê re amadene ...
Sibeha 11/ 11 / 1999 ê , ez ji mal derketim li ber derî , du cîranên min bi hev re diaxivîn , min silav li wan kir û bi wan re sekinîm .
Yekî ji wan got :
- Cîran ! Te dît , þevê din di K . TV î de , bê çawa Neçîrvanê Barzanî neda pêþiya Sînemxan keça Mîr Celadet Bedir-Xan  ( keça Mîrê Botan ) welleh yabo esîle , ew jî ne kêmî Bav û Kalên xwe ye ...
Min lêvegerand û got :
- Ma çendên wek te navên kurên xwe kirine Idrîs ? û çima navê Idrîs di nav me de pir belave ?
Li min vegerand û got :
- Welleh yabo , me navê rehmetiyê Idrîsê Barzanî li zarokên xwe kiriye , ka zilamên weke wî ?
Min lê vegerand :
- Ev Þepal jî kurê wî Þêrî ye .
Û min xati ji wan xwest û ez bi riya xwe de meþiyam .