Ev beþê diwem e ji gotina nivîskar û helbestvanê Kurd (Konê Reþ), ku di semînereke taybet de li Amedê(Diyarbekrê)xwendiye, di roja (20/09/20030an de, bi helkeftina ku îsal  sed sal di ser  ji dayikbûna seydayê Cegerxwîn re derbas dibe.

Careke din Cegerxwîn

(2)

Konê Reþ

     Ew ji nifþekî bû ku ji berî 20 salan ve çavê me bi gotineke wî ya nû neketiye.Wek ku her tiþt bi koçkirina wî re hatiye guhertin . Ji ber ku  nimûneyên weke wî pir kêmin .Vêça wek hûn dibînin , va em bîranaînên xwe derbarî wî, bi ser hev ve pîne dikin , da ku em wî û kesên weke wî bi bîr bînin , û jiyana ku em tê de dijîn, bi bakî nû û xunavî re ,bi ser me de bibare ,û em di navbera serboriya gotinên wî , awir û nerînên wî , ewên ku xweþ dibistan bûn ji me re,  di warê jiyan , rewþenbîrî û gotina resen de milevaniyê bikin,  ewên ku ji dil û canê wî dihatin der ,da ku em sûdekê ji xwe re jê wergirin .

Ew Cegerxwînê Hesarî bû , ewê ku pêmayekî zengîn ji helbestan ji me re hiþtiye û em bi helbestên wî ta roja îro,xwe paye û serbilindin dibînin.

Hêjî ew bi rewþenbîriya xwe ya jiyanê, ewa taybetî pê di nav me de amadeye. Navê wî, bi saya  helbestên wî  ji nav gel nayê jibîrkirin. Ew helbestên ku rojên çetîn û dijwar derbas kirin ,û hêj jî di nav me de amade , wek ku ew nemiriye . Ne xasim dema ku em li gotineke Kurdî ya resen digerin , hingê em wê gotinê di nav helbestên wî de dibînin  û bi taybetî, di nav helbestên wî  ewên ku dengbîjan kirine stiran û li ser zarê her mirovekî Kurd  in.

Cegerxwîn ji malbateke xizan , nezan û belengaz bû . Bavê wî cotkarekî Hesarî bû , ev gundê ku di destpêka çerxê 20 an de , cîgehê kuþtin û berberîyê bû .

Di wî heyamî de , cehalet û nezanînê konê xwe di ser Hesarê  re vegirtibû , ji 20 gundên wê herêmê mirovekî xwendevan peyda nedibû ku nameyekê bixwîne ...

Cegerxwînê xort ji Hesarê destpêkir ,û berê xwe da xwendina olî , di nav re xwe dît ku bê hemdî xwe ber bi hûnandina helbestê ve diçe , û weha  bi toreyî  li pêþberî Melayê Cizîrî , Ehmedê Xanî û feqehê Teyran sekinî , destê xwe ser hev danîn û ji pêmayê wan tûrikê xwe dagirit .

û bi dûv xwendina olî de li her 4 perçeyên welat geriya ,êþ û janên gelê xwe ji nêzîk ve  naskirin...

Dawî þaþik û cibe avêtin rih birî û þortê Firansîzî li xwe kiri û xwe berda  sikakên Amûda þewitî, bangkir û got :

 

Kurdino merdino         pir xweþe serxwbûn

Da bikin bo welat         yan mirin yan hebûn

 

Hingê xelk di çarþîya Amûdê de lê kom bûn , dilê xwe pê þewitandin û ji hev re  gotin : mêzekin Mele Þêxmûs dîn bûye ? þaþka xwe avêtiye , riha xwe qusandiye , cibê xwe dirandiye û cilên gawiran li xwe kiriye û hinan digot : heyfa kurê bavan çi xortê bedew dînbûye ! Xwedê neyne serê kesî...?!

Cegerxwûn yek ji wan mirovên ku hez jiyanê bi tev hûrikên wê ve dikir û gelek caran gotinên wî wek helbestan bûn bê ku bêne nivîsandin , wek :

1 – Carekê çûye oda Evdî Axa yê Xelo ,derbasî odê bûye û gitiye : merheba Axayê Kera ....Hingê  gundiyên di odê de rûniþtî behitî mane ,devê wan maye jihev û  li Axê mêze kirine,çawa Cegerxwîn ji Axê re dibêje Axayê Kera ?! Hingê Cegerxwîn li wan vegerandiye û gotiye :Hûn kerin law ,ez we re dibêjimûn ...

2 – Careke din ew di gel çend û berpirsyarên Partî li çayxaneke Qamiþlo rûniþtîbûn,yekî ji wan ji Cegerxwîn re gotiye: Seyda,tev berhemên te bi zimanê kurdî ne û birayên me yên Ereb tê nagihêjin bê tu çi dixwazî ,de hela bi zimanê erebî jî binivîse da ku ew kêþeya me nasbikin û mafkê me bidine me...?! Hingê Cegerxwîn lê guhdarî dikir û di pencerê re li kolanê dinerî û didît ku yekî Ereb pêxwas derbas dibe,hema di derhal de lêvegerand û got:Mêzeke li evê Ereb,nikare mafê lingê xwe bidê ,wê çawa mafê me bide me... ?! 

Gelek lêkolînvan li dor helbestên Cegerxwîn rawestiyane , gelekan ji wan pesnê wî dane ku ew tekane helbestvan bû di heyamekî de hat yên weke wî pir kêm bûn, hem jî ku wî bi xurtî  li tev deriyên toreyê daye û derbas bûye ta pileyekê ku tê gotin: Cegerxwîn polîtîk û tore bi hev ve girêdane , tevî ku maye mêldarê hûnandina helbestê û tev his û hestên xwe di vê rêkê de xerc kirine û vê yekê hiþtiye ku piranîya helbestên wî ta roja îro li ser zimana bin ...

Cegerxwîn xwe berdaye nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe , ew xwedî gotin bû û gotina wî cihê xwe digirt .  Ew yek bû ji wan kesên sereke ku bi berhemên xwe kovara ( Hawar ) ê ya Mîr Celadet Alî Bedir"Xan dixemiland , û ta rojên xwe yê dawîn ma li rex welatiyên xwe  bi tev kul , êþ û xemên wan, hem jî wî ji tev þoreþên Kurdan re helbest gitine û rojekê pênûsa xwe nekir bin xizmeta þêxekî olî an axayekî zordar de , bi tenê pênûsa wî wek þûrê azadiyê bû di dest de , bi wî þûrî þer dikir ku xwe bighîne azadiyê .

 Kurtiyek ji jînenîgeriya Cegerxwînê Hesarî

1903 – 1984

Cegerxwîn bi navê ( Þêxmûs ) ji dê û bavekî Kurd yê gundî, cotkar û belengaz di sala 1903 an de li gundê Hesarê çêbûye , ji 11 xuþk û bira , tenê 3 ê mane : Xelîl , Asya û Þêxmûs.Di zaroktiya xwe de wek karker di  danîna herdû þivên hesin de kar kiriye,di navbera Nisêbînê û Amûdê de ewa ku Almanan di cenga cîhanî a yekemîn de bingehê wê danîn.

Di sala 1918 an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê çûye ber dilovaniya xwedê , piþtî mirina wî bi salekê ,ango di sala 1919 an de diya wî Eyþanê ya ku temenê wê 70 salî bû li gundê ( Bêdir Memo ) çûye ber dilovanya xwedê . Û weha Cegerxwîn pêlekê li bal xuþka xwe Asya û birayê xwe ( Mele Xelîl ) jiyaye.

Jiyan û xebata Cegerxwîn di nav Kurdên Binxetê de :

Cegerxwîn di sala 1920 an de berê xwe daye xwendina olperstî , bi dûv xwendinê de li her çar perçeyên Kurdistanê geryaye û rewþa gelê xwe baþ naskiriye .

Di sala 1927 an de , keçxala xwe ( Kehla Selîm ) ji gundê Hesarê ji xwe re anîye û li Amûdê bi cih û war bûye .

Di sala 1928 an de , xwendina xwe qedandiye û îcaza xwe wergirtiye û bûye Melayê gundê ( Hasda Jorî ) li nav hoza Mêrsîniyan , nêzîkî Amûdê.

Di sala 1932 an de , helbestên wî di kovara ( Hawar ) ê de hatine weþandin , ewa ku Mîr Celadet Alî Bedir “Xan li Þamê çap û belav dikir .

Di sala 1936 an de , Cegerxwîn bi çend malan ve 2 gund ji xwe re li beriya Mêrdînê ava kirine , bi navê ( Çêlekê û Cehnemê ),bi alîkariya Haco Axa.

Di sala 1937 – 1938 an de , Cegerxwîn û çend hevalên xwe komelayek li bajarê Amûdê ji xortan re vekirine ...

Di sala 1946 an de , Cegerxwîn mala xwe ji gund biriye Qamiþlo , û ketiye nav siyasetê de û di wê salê de ( civata Azadî û yekîtiya Kurd ) hatiye damezirandin di bin serokatiya Dr. Ehmed Nafiz û sekretêriya Cegerxwîn de ...

Di sala 1948 an de , Cegerxwîn bûye hevalê partiya ( Komonîsta Sûriyê ).

Di sala 1949 an de , cara yekemîn bû ku Cegerxwûn hatiye girtin .

Di sala 1950 î de , Cegerxwîn bûye endam di civata ( Aþtîxwazên Sûriyê de ) .

Di sala 1954 an de , ji hêla Komonîstan ve bûye namzadê perlemana Sûriyê di gel hevalê xwe Ibrahîm Bekrî ...

Di sala 1957 an de , ji Komonîstan dûr ketiye û di wê salê de di gel çend hevalên xwe rêxistina ( Azadî ) damezirandine û piþtî pêlekê tevî paritiya ( Demoqratî Kurdî ) li Sûriyê bûne ...

Di sala 1959 an de , Cegerxwîn ji neçarî revyaye Îraqê û 3 ê salan li wir bûye mamostayê zimanê Kurmancî di zanîngeha Bexdayê de .

Di sala 1962 an de , hikometa Îraqî bera Cegerxwîn dane , Cegerxwîn vegeryaye Sûriyê û li Sûriyê hatiye girtin lê piþtî pêlekê hatiye berdan ...

Di sala 1963 an de , careke din Cegerxwîn tê girtin û dikeve zindana ( Mezê ) de li bajarê Þamê , piþtî pêlekê ji berdana wî , wî sirgûnî bajarê Siwêda li nav Dirzîyan dikin .

Di sala 1969 an de , careke din Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê û dor salekê bi Pêþmergan re dimîne .

Di sala 1973 an de , ji neçarî berê xwe dide Libnanê û li Beyrûtê dîwana xwe ya 3 yan ( Kîme Ez ) û çîroka ( Salar û Mîdya ) çap dike .

Di sala 19 76 an de , ji Libnanê vedigere Sûriyê bajarê Qamiþlo û lê dimîne ta sala 1979 an ku diçe Swêdê.

Li Siwêdê:

Di sala 1979 an de , Cegerxwîn berê xwe dide Siwêdê bajarê seqem û sermê , û her 5 salên xwe yên mayî li wir derbas dike .

Di roja 22 / 10 / 1984 , li bajarê Stokholmê serê xwe datîne û diçe ber dilovaniya xwedê ...

Di roja 28 / 10 / 1984 an de , termê wî gihiþt bajarê Qamiþlo û bi beþdarbûna cemawerekî zor mezin termê wî di hewþa mala wî de veþartin.
 

Zarokên wî :

2 u kur û 4 keç in :

Keyo , Azad , Gulperî , Rojîn , Beniye û Selam  .

Ta roja îro 26 nevîyên wî hene.  

Berhemên Cegerxwîn yên çapkirî:

1 – Pirîsk û Pêt , 1945 – Þam .

2 – Cîm û Gulperî ( çîrok ) , 1948 – Þam .

3 – Sewra Azadî , 1954 – Þam .

4 – Reþo yê Darî ( çîrok ) , 1956 – Þam .

5 – Gotinên pêþîyan , 1957 – Þam .

6 – Destûra zimanê Kurdî , 1961 – Bexda .

7 – Ferheng , perçê yekem û duwem , 1962 – Bexda .

8 – Kîme Ez ? , 1973 – Beyrût .

9 – Salar û Mîdya , 1973 – Beyrût .

10 – Ronak , 1980 – Stockholm .

11 – Zed – Avesta , 1981 – Siwêd .

12 – Þefeq , 1982 – Siwêd .

13 – Hêvî , 1983 – Siwêd .

14 – Aþitî , 1985 – Siwêd .

15 – Tarîxa Kurdistan ( 1 ) , 1985 – Siwêd .

16 – Tarîxa Kurdistan ( 2 ) , 1987 – Siwêd .

17 – Folklora Kurdî , 1988 – Siwêd .

18 – Jînenîgeriya min , 1995 – Siwêd .

Her weha çend pirtûkên wî yên din jî hene .

Cegerxwînê dest zêrîn , Cegerxwînê ku bi sedan þagirt bi saya afirandinên wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûn , Cegerxwûnê ku 60 salî xebat û bizav bi berdewamî  di ber zimanê Kurdî de kir , 60 salî di pêvajoyeke pîroz de liviya û xwe jê ne da alî , bi saya gel ew çêbû û bi saya wî þagirt çêbûn , di navbera vê hûnandinê de zimanê Kurdî pêþket û afiriandinê cihê xwe di nav berhemê me de dît.

Erê ,Cegerxwîn mîna semyanekî sembolîye ji gelê Kurd re,ji mafê her kurdparêzekî ye ku, xwe bi navê wî paye û berz bike ,di nav gelên cîhanê de .


Ji xwendina li ser gora  Cegerxwîn

Meyger tu binê ez li dinê herwekî fîl im
Þûva ko me ajotiye,tovê xwe biçênin
 
Xêzên me nivîsîne bi xwe ayetê kurd in
Dê piþt me re ew di civatan de bixwênin
 
Doza ko me kir ew bi xwe Mûsa ne gihiþtî
Kurdên me dizanin bi xwe rêça me bibênin
 
Ger ez bimrim,axa cebana me bixwî tev
Mizgîn ji welat bo me di gorê de biþênin
 
Ma qey tu nizanî,ji kulan bûme Cegerxwîn
Dermanê me ye serxwebiwîn,bo me werênin